NAVENDA NÛÇEYAN - MSD’ê diyar kir ku her guhertineke siyasî ya li Sûriyeyê divê bibe garantiya nûnertiya rasteqîn a hemû pêkhateyan, her wiha sîstemeke rêbeveriyê ku pirrengiya Sûriyeyê nîşan bide û wekheviya hemû pêkateyan pêk bîne, were avakirin.
Desteya Serokatiyê ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi amadebûna hevseroka meclisê Leyla Qereman civîneke awarte li dar xist û geşedanên li Sûriyeyê û bandorên wan ên li ser siberoja Sûriyeyê gotûbêj kirin.
Di civînê de geşedanên dawîn ên li Şamê hatin gotûbêjkirin. Beşdaran tekez kir ku divê ev guertin ji nêzîk ve û bi baldarî û hişyarî bêne şopandin, ji bo ku proseya veguhastina siyasî saxlem û ewle be û di xizmeta hemû Sûriyeyê de be.
Beşdaran diyar kir ku her guhertinek divê li gorî naveroka biryara 2254’an a Neteweyên Yekbûyî be, ji ber ku eger ev biryar li ber çavan neyê girtin dê encamên gelek neyînî derkevin.
Di civînê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku her guhertineke siyasî divê nûneratiya rasteqîne ya hemû pêkhateyan misoger bike da ku sîstemeke rêveberiyê were avakirin ku pirrengiya Sûriyeyê nîşan bide û wekheviyê ji pêkhateyan re misoger bike.
Di civînê de her wiha hat desnîşankirin ku divê vegera koçberan û penaberan bi ewle û bi rûmet be, û divê jinûveavakirin bi awayekî dadperwerane bê kirin ku tenê li herêmekê yan deverekê ne sînordar be, daku hemû Sûriyeyî hest bikin ku ew hevparên avakirina siberoja welatê xwe ne û nehatine paşguhkirin.
Beşdarên civînê hemfikir bûn ku pêdiviya Sûriyeyê bi diyalogeke niştimanî ya berfereh heye ku hemû hêzên siyasî û civakî tê de beşdar bibin, bi armanca gihiştina nêrîneke yekgirtî ji bo siberoja welat. Her wiha diyar kirin ku lidarxistina kongreyeyke nîştimanî ya berfireh çareseriya herî baş e ji bo Sûriyeya siberojê ya demokratîk, piralî, nenavendî û li ser bingehên dadperwerî û hevwelatîbûna wekhev be.
Beşdaran tekez kir ku çareseriya domdar a krîza Sûriyeyê divê li gorî daxwaza sûriyeyiyan bi xwe be, ne li gorî nêrînên derve be. Her wiha tekez kirin ku her lihevkirin û rêkeftineke siyasî divê di serî de ji bo berjewendiyên gelê Sûriyeyê be, ne ji bo berjewendiyên welatên herêmê yan jî aktorên navneteweyî be.
Di civînê de her wiha hate xwestin ku gotar û axaftinên nefret û fitneyê bêne rawestandin, ku ev yek nakokiyên di nava civaka Sûriyeyê de kûrtir dike. Beşdaran gotin ku berdewamkirina vê gotara nefretê dê derfetên aramiyê û pêkanîna aştiya domdar li Sûriyeyê asteng dike.
MSD`ê tekez kir ku divê gotara siyasî ya qonaxa bê avaker be û sûriyeyiyan bigihîne hev û ne gotara kûrkirina dubendî û nakokiyan be.
MSD`ê di dawiya civîna xwe de diyar kir ku meclis xebatên xwe ji bo Sûriyeyeke demokratîk a piralî, li ser bingehên wekhevî û dadperweriyê, berdewam dike. Her wiha da zanîn ku MSD`ê dê xebatên xwe yên ji bo pêşxistina diyaloga navxweyî ya Sûriyeyê dewam bike û ji bo siberojeke nû bi hemû aliyên çalak re,li ser bingehên azadî, dadmendî, pirdengî û mafên mirovan, kar bike.