NAVENDA NÛÇEYAN - Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Newroz Rojhilat destnîşan kir ku dagirkeriya Tirkiyeyê hewl dide wan bikişîne nav şer û got “Çi bibe jî biryara me diyar e; em ê gel û herêma xwe biparêzin.”
Di rojên dawî liv û tevgerên hêzên girêdayî dewleta tirk û hêzên paramîlîter ên giradayî wan zêde bûn. Ji fermandara Meclisa Leşkerî ya Til Temîrê Newroz Rojhilat têkildarî geşedanên dawî ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî û got: “Di çend rojên dawî de, tevgereke zêde ya dagirkeriya tirk û çeteyên wê hene. Ew bendên axê çêdikin, baregehên xwe qayîm dikin, xendeqan dikolin û çekên giran lê bi cih dikin.”
‘ÇETE Û BALAFIR HEMWEXT TEVDIGERIN’
Rojhilat, destnîşan kir ku hêzên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk bi çekên giran nêzî eniya şer dibin û wiha pê de çû: “Tevgera wan her tim bi êvarê ye, hemwextî wê balafirên bêmirov li asîmanên herêmê digerin. Hêzên me van tevgerên dagirkeriyê dişopînin û li gorî pêvajoyê amadehiyên xwe dikin.”
‘DIXWAZIN PROVOKE BIKIN’
Rojhilat, anî ziman ku hêzên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk wê hewl didin hêzên wan provoke bikin û wan bikişînin nava şer û got: “Lê em girêdayî lihevkirinên agirbestê ne, şervanên me li ser xwe hakim in û mafê parastina rewa esas digirin.”
‘EM JI HER REWŞÊ RE AMADE NE’
Di dawiyê de axaftina xwe de Rojhilat têkildarî hewldanên şer ên dewleta tirk û hêzên girêdayî wê ev tişt gotin: “Çi dibe bila bibe û çi di pêşerojê de dê çi biqewme bila biqewime, biryara me diyar e; em ê gel û herêma xwe di çarçoveya mafê parastina rewa de biparêzin. Em ji bo her rewşeke awarte amade ne.”