NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk, herêma Biradostê ya girêdayî Hewlêrê bombebaran dike.
Dewleta tirk herêma Biradost a girêdayî Hewlêrê bombebaran dike. Li gorî nûçeya RojNewsê dewleta tirk derdorên Geliyê Reş, Tarista û zozanên Kemkor bombebaran dike. Têkildarî ziyana di encama êrişan de çêbûyî agahî nehate bidestxistin.