* Parlementerê Partiya Çep a Alman Gokay Akbûlût ji bo heyetên serbixwe bikaranîna çekên kîmyewî yê yên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine bikaranînm vekolin serî li OPCW'yê dan û gotin: "Sûcê li hemberî mirovahiyê tê kirin. Divê operasyon bên sekinandin."
* Waniyan diyar kirin tenduristiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan mereq dikin û destnîşan kirin ku dê bi rakirina tecrîdê re pirsgirêk çareser bibin.
* Parêzer Bûrak Kiziloglû ragihand ku li Girtîgeha Dûmlû ya Hejmara 1'ê paceyên hucreyan bi têlên girtin hatine girtin û ji ber vê tav li hundir naxe. Kiziloglû got: "Dixwazin tecrîdê girantir bikin."
* Hevserokê HDP'a Amedê Zeyyat Ceylan der heqê “darbeya siyasî” a 4 Mijdarê de axivî: “Bi vê darbeyê, hevserokên me û parlementerên me jî di nav de bi hezaran kurd hatin girtin. Lê dîsa jî polîtîkayên faşîzan ên AKP-MHP'ê bi ser neketin."
* Rêxistinên civaka sivîl ên li Amedê ji bo beşdarbûna meşa 6'ê Mijdarê ku dê li Silopiyayê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bê lidarxistin bang kirin.
* Peykersaz Bestamî Egî ku li Sûrê pêşangeheke keviran çêkir got ku pêşangeha wî berteka li dijî talankirina xwezayê ye.
*Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 606’emîn de berdewam bike.
* Danişîna doza Serokê MHP’ê yê Amedê yê berê Cîhan Kayaalp ê ji tecawizkirina zarokekî tê darizandin, wê li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê were dîtin. (09.00-17.00)*
* Danişîna 18’emîn a Doza Kobanê wê li Girtîgeha Kampusa Sîncanê bê dîtin. (10.00)
* Berdevka Meclisa Ciwanan a HDP’ê Dersîm Dag wê li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00) ZINDÎ
* Li Amed û Mersînê têkildarî binçavkirina parêzer Aryen Tûran a ku di Lijneya Giştî ya Baroya Îzmîrê de dirûşmeya “Jin jiyan azadî” berz kir wê daxuyanî bên dayîn. (11.00)
* Danişîna doza derbarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê Berê Selahattîn Demîrtaş de bi hinceta “heqaretê” hatiye vekirin wê li 23’yemîn Dadgeha Ceza ya Asliyeyê were dîtin. (14.00)
* ÎHD wê li gelek bajaran bi daxwaza “Ji bo herkesê aştî” çalakiya nobetê li dar bixe. (14.00-18.00)
* Rêxistina HDP’a Enqereyê wê bi tev li bûna Hevserokê Giştî Mîthat Sancar çalakiyeke piştevaniyê li dar bixe. (19.00) ZINDÎ