* Di lêpirsîna der barê Kader Ortakayayê de ku ATK'ê ji bo wê gotibû "bi çekeke bi enerjiya kînetîk a zêde hatie kuştine" dosyea daxilî nava yê "kiryar nediyar" hat kirin. Parêzerê dosyeyê got: "Gava gumanbar esker û polîs bin, polîtîkaya bêcezatiyê dikeve dewrê."
* Nûnerên partiyên siyasî diyar kirin ku bikaranîna çekên kîmyewî sûcê li hemberî mirovahiyê ye û gotin ku desthilat dixwaze ser vî sûcî bigire.
* Parêzerê OHD'î Dogûkan Taşdan, polîtîkaya tecrîdê ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wekî "xala destpêkê ya bêhiqûqîtiyê" nirxand û bang kir ku cîhana hiqûqî bi tevahî li dijî tecrîdê deng derxe.
* Seroka DTO’ya Amedê Elîf Tûranê ku bertek nîşanî girtina Seroka TTB’yê Şebnem Korûr Fîncanciyê da, wiha got: “Ne tenê em, hemû Tirkiye û cîhan jî şahidê têkoşîna Şebnem xoceyê ne. Em girtina wê qebûl nakin.”
* Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê ve dê li navçeya Silopiya ya Şirnexê û Taksîm a Stenbolê bi dirûşma “Li Dijî Çekên Kîmyewî Meşa Mirovahiyê” meşên girseyî bên lidarxistin. (13.00-15.00) ZINDÎ
* Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 608’an de berdewam bike.