WAN – Li navçeya Westanê 6 penaber ji zinar ketin xwarê û birîndar bûn.
Şevê din li navçeya Westan a Wanê 6 penaber ji zinar ketin xwarê û birîndar bûn. Şêniyên Taxa Paxanê piştî ku bi bûyerê hesiyan, saziyên peywendîdar agahdar kirin. Li ser vê yekê komên tenduristiyê û komên cendirmeyan hatin cihê bûyerê. Hat zanîn ku yek jê giran bi giştî 6 penaber birîndar bûn. Penaberên birîndar rakirin nexweşxaneyê.