MÎT li Dîlokê bi ASA'yê û li Atmê jî bi HTŞ'yê re civiyaye

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hat hînbûn ku MÎT, li Dîlokê bi Artêşa Sûriyeya Azad û li Atmê jî bi HTŞ'yê re civiyaye. Di civînan de radestkirina Efrînê û derdora wê hatiye nîqaşkirin ku wê bidin HTŞ'ê.  
 
Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Hat diyarkirin ku di ber van êrişan re MÎT'ê jî bi komên girêdayî xwe re civîn çêkirine. Endamên MÎT'ê di 2'yê mijdarê de li Dîlokê bi Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) û bi dû re jî li Atmê bi endamên Heyet Tahrîr el Şamê re civiyane.
 
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên pêbawer hatine wergirtin, piştî civîna li Dîlokê ya di 2'yê mijdarê de ku rêvebirên ASA'yê re hatiye kirin, şandeyek jî li bajaroka Atmê ya Idlibê El Colanî jî di nav de bi hin endamên HTŞ'ê re civîneke veşarî kiriye.
 
Hat hînkirin ku di vê civînê de, biryar hatiye girtin ku HTŞ li navenda Efrînê û derdora wê bimîne. Her wiha hat destnîşankirin ku çeteyên HTŞ'ê dê ne bi nasnameyên xwe û unîformayên xwe yên leşkerî, dê bi unîformayên koma Ahrar El Şamê hereket bikin. Ji xeynî vê hat diyarkirin ku MÎT'ê ferman daye ku HTŞ li navenda Efrînê komîteyeke leşkerî û ji Efrînê heya Kevir Cennê jî noqteyên leşkerî ava bike.
 
MÎT ku di civînan de hewl daye peymanên bi Rûsyayê re kiriye bi HTŞ'yê bide qebûlkirin, xwestiye kontrola rojavayê rêya M4'ê ji rehên rejîmê û rûsan re bê hiştin. Bi beranberiya vê jî destûr hatiye dayîn ku Heyet Tahîr el Şam tevahiya Efrînê û bejahiya wê têxe bin kontrola xwe.
 
TIRKIYE ZOR DAYE ASA'YÊ
 
Hat hînkirin ku civîna li Dîlokê 40 deqe dewam kiriye. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên li herêmê hatine wergirtin di civîna li Dîlokê de MÎT'ê di gelek waran de ASA'yê qaneh nekiriye. Hat ragihandin ku elemanên MÎT'ê ji bo HTŞ li Efrînê û bejahiya wê bimîne û vê yekê rewa bike zor daye ASA'yê, lê bêyî ku encamek bê bidestxistin her du alî ji ser maseya civînê rabûne.  
 
Berpirsê koma Siltan Mûrad Fehîm Îsa, berpirsê koma El-Emşatê (Silêman Şah) Mihemed Elî Casim Ebû Emşe, Şêx Ebûbekîr û Husêm Yasîn tevlî civînê bûne.
 
Ger em biryarên ku îhtimala wan a ji aliyê komên ASA'yê ve bên qebûlkirin qels e bidin dû hev du,dê bi vî rengî bin:
 
*Dê hemû ode û saziyên operasyona leşkerî yên sûdê komên paramîlîter bên girtin. 
 
*Dê hemû komek bin sîwaneke leşkerî de kom bibin. 
 
*Dê kontrola nuqteyên leşkerî yên li navenda Efrînê, dewrî komên polîsan ên qaşo sivîl bên kirin. 
 
*Peywira encumena îslamî dê tenê fetwaya şerîetê be û pevçûnên di navbera koman de rû bidin dê ji aliyê dadgehên leşkerî ve bên lêpirsînkirin.
 
*Dê wesiyeta HTŞ'ê ya li Efrînê û derdora wê wekî xwe bimîne. 
 
*Di civînê de MÎT'ê gef li 3.Feylaq û Eniya El Şamiyeyê xwarin ku tu raporan ji Amerîka û Rûsyayê re neşînin û hat diyarkirin ku ger rapor bên şandin dê kesên şandine bên cezakirin. 
 
Li gorî agahiyên ji herêmê bi dest ketine, piştî van civînan li El Bab, Mafê û Efrînê ku di bin kontrola Tirkiyeyê de ne, çete li dijî dewleta tirk dest bi protestoyên kirine. 
 
Zeynep Boran-Rojnamevan 
 

Sernavên din

13/11/2022
15:23 Şêniyên taxê ku ceyrana wan hatiye birîn çalakî li dar xistin
15:22 Li Êlihê di şerê navbera du malbatan de 3 kes hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûn
15:04 Nagihan Akarsel li cihê ku hatibû qetilkirin hat bibîranîn
15:04 Serhildana azadiyê ya Rojhilat didome
14:43 Jinên colemêrgî starta 25’ê Mijdarê dan
14:22 Doza ÇHD’ê: Mafê darizandina adilane hat binpêkirin
14:02 Saziyên ziman bertek nîşanî nivîsên nîjadperest dan: Li dijî faşîzmê her derê bikin dibistana kurdî
13:19 Tayînkirina qeyûman li Hezexê hat şermezarkirin
12:53 NADA: Ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî divê komîteyeke navneteweyî bê avakirin
11:42 5 serokên MHP’î yên navçeyên Amedê îstîfa kirin
11:42 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Em soza afirandina Şengaleke xweser û azad didin
11:07 Wezaretê li 4 bajaran neguhêzbar dan ber firotinê
10:58 Payîzê Dêrsim bi rengên sor û zer xemiland
10:52 Abdullah Ocalan: Gefa qirkirinê li ser êzidiyan heye
09:59 Aslan a girtî: Piştî giştînameyê tecrîd giran bû
09:57 Parêzer Beştaş: Dixwazin Abdullah Ocalan ji civakê qut bikin
09:04 Hinceta girtina rojnamevan Degerê: Nîşeyên nûçeyan
09:02 Doza Fatma Altinmakasê: Derheqê kiryarên din de tiştek nehatiye kirin
09:01 Nûrsel Aydogan: 'Jin, jiyan, azadî' bû dirûşmeke gerdûnî
09:00 ROJEVA 13’Ê MIJDARA 2022’YAN
08:59 Li Girtîgeha Amedê 3 girtî hatin sirgûnkirin
12/11/2022
22:50 Li Qilebanê qamyon wergeriya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
20:53 Li dibistanekê nivîsên nijadperest: An bi tirkî biaxive an jî hiş be!
19:53 Sancar: Ne dîwar, em dixwazin di navbera gelan de piran ava bikin
17:27 Li ser sînorê Rojhilat starta 25’ê Mijdarê hate dayîn: Jin jiyan azadî
17:14 Edîp Solmaz li ser gora xwe hate bibîranîn
16:36 Kurdistanî û dostên xwe li Dusseldorfê li dijî çekên kîmyewî dimeşin
16:24 Hevşaredar Dîken a qeyûm tayînî şûna wê kirin: Vîna gelê kurd dê ser bikeve
16:10 Li Botanê jinan starta 25’ê Mjdarê dan: Em ê bi ser bikevin
15:39 Ji bo girtiya nexweş Ozge Ozbek banga berdanê hat kirin
15:34 ÎHD: Ozdemîr ê 4 caran krîza dil derbas kir bila bê berdan
15:02 Li Qereyaziyê bi hezaran kes civiyan: Rêya me ya sêyemîn heye
14:51 Ji bo girtiyê nexweş Mesût Hayrî Boku banga berdanê hate kirin
14:33 Aqûbeta Alî Tekdag û Ahmet Yetîşen ên hatin windakirin hate pirsîn
14:12 29 sal in xeber ji Uzeyîr Kurt nayê girtin
13:49 Mîthat Sancar serdana esnafên Merdînê kir
13:36 Berxwedana li rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam dike
13:34 Partiya Çepgir a Swêdê ji bo balê bikişînin ser êrîşên kîmyewî kampanyayek da destpêkirin
12:18 Komcivîna Stargeh û Şêwirmendiya Jinan bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ dest pê kir
12:13 Li Amedê li OSB’ê teqîn çêbû: Kesek mir 4 kes birîndar bûn
11:32 Li Agirî û Îdirê operasyonên leşkerî hatin destpêkirin
11:31 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 614’emîn de ye
10:42 Derbarê şofêrê qezaya Dîlokê de doz hat vekirin
10:10 Karabûdak: AKP çi bike bila bike nikare ji elewiyan deng bigire
09:26 Hunergeha Welat bi klîba ‘Serêkaniyê û Avaşîn’ balê kişand ser kîmyasalê
09:03 Parlementera Iraqê ya berê Dîler: Heta qada hewayî li ber Tirkiyeyê neyê girtin em ê bitêkoşin
09:02 Pêkhateyên 'Meşa Mirovahiyê': Meşa Tilqebînê hêz da berxwedanê
09:02 Tenduristiya girtî Mûtlû yê nexweşîna şîzofreniyê pê re heye xirab dibe
09:02 283 zarok hatibûn qetilkirin: Roja reş a Amûdê
09:01 Hejmara 6’an a kovara Destarê derket
09:00 ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2022'YAN
11/11/2022
20:24 Li Erziromê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir
19:02 Sancar: Dê Çapemeniya Azad serî netewîne
17:13 Li Kozagaçli û Tîmtîk 12 sal cezayê hefsê hate birîn
16:49 Bûldan: Ew ji Sûsûrlûkê baş dizanin ka lîstik çi ye
16:06 MATÛHAYDER çû serdana nobeta GOÇÎZDER’ê
15:40 Starta çalakiyên 25’ê Mijdarê li gundê Nagihan Akarsel hat dayîn
15:40 Rapora Rojhilat: Herî kêm 67 kes hatin qetilkirin
15:09 Nobeta Edaletê ya ji bo Geziyê di roja 200’an de didome
15:02 Şenyaşar: Ji ber adîlane nedarizandin 2 kes qetil kirin
14:56 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
14:47 Rektorê Zanîngeha Dîcleyê daxwaza xwendekaran red kir
13:53 Euro derket ser 19 lîreyan
13:49 Li Enqereyê 5 efxanî bi awayekî hovane hatine qetilkirin
13:26 Di Doza Anter de biryara bihincet: Qanûna leha bersûcan esas hat girtin
13:06 Derket holê ku zaroka dihat îdiakirin xwe kuştiye hatiye qetilkirin
12:55 Dest û lingekî Brûkanli yê xwe şewitandibû nagirin
12:20 Koç ê HDP’î xwest ku binpêkirinên li Girtîgeha Eskîşehîrê bên lêkolînkirin
12:18 Kenanoglu: Serokatiya Cemxaneyan pêngava kontrolkirina elewiyan e
12:08 Buldan: Bersivnedayîna serlêdana me nîşan dide bê ka li Îmraliyê tecrîdeke çiqas giran heye
11:52 ‘Tirkiye herî zêde gazên ku mirovan dixeniqîne bi kar tîne’
11:42 'Dixwazin bavê min di girtîgehê de bimire'
11:30 Şûraya Dewletê gundî cara duyemîn mafdar dîtin
10:44 Bi deh hezaran kes dê li Dusseldorfê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bimeşin
10:26 Ev 18 sal in bi navê kesekê din girtî ye: Ez Silêman Şêxo me!
09:07 TJN dê atolyeya şanoyê li dar bixe
09:06 Paceyên hucreyan bi têlên qalind tên girtin
09:05 'Ne tenê rakirina tecrîdê, divê azadiya fîzîkî ya Ocalan jî pêk bê'
09:04 Cotkarên ku pembû danîne: Em xisirîne
09:03 Mehmet Ocalan: Ger em niha li ber tecrîdê ranebin dibe ku sibe pir bi derengî bikeve
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2022'YAN
10/11/2022
16:47 Derheqê 3 parlamenterên CHP’ê de fezleke hatin amadekirin
16:36 Nebatî li komîsyonê hat protestokirin: Pisîk kete trafoyê, mişk ji deriyê piştê kete xizîneyê
16:30 Tosûn a HDP’î: Çeteyên hişbirê bi çek digerin
16:05 Xwendekarên ODTU’yê bikaranîna çekên kîmyewî protesto kirin
15:44 Doza girtiyê nexweş: ATK’ê Tîpa R pêşniyar kir û dadgehê daxwaza berdanê red kir
15:32 Nobeta Edaletê: Êdî bes e ji vê zilmê re
15:16 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
15:04 Tumuklu: Girtina rojnamegeran kiryarekî derhiqûqî ye
14:59 Rojiya mirinê ya li Girtîgeha Makuyê didome: Girtî xistin hucreyên yekkesî
14:26 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome
14:16 Lêçûnên projeya ‘prestîjê’ ya qeyûm gihişt 104 milyon lîreyan
13:52 Ji HDP’ê biryara ‘Konferansa Komara Demokratîk’
13:12 Girtiyê ji bo tedawiyê anîne Girtîgeha Wanê rastî miameleya xerab tê
12:53 Ji bo berdana girtiyê nexweş Ozkan kampanya hat destpêkirin
12:40 Malbatên girtiyan: Vê zilmê ne Xwedê ne jî evd qebûl dike
12:19 Li gorî TUÎK’ê bêkariya li Tirkiyeyê zêdetir bû
12:06 Bersûcên Malbata Şenyaşar li Pirsûsê 2 kes bi gulebaranê qetil kirin
12:01 Ji ber gotinên derheqê çekên kîmyewî de li Demîrtaş doz vekirin
11:45 Girtiyên nexweş ên di grevê de li qawîşên yekkesî tên ragirtin