Doza Fatma Altinmakasê: Derheqê kiryarên din de tiştek nehatiye kirin

  • rojane
  • 09:02 13 Mijdar 2022
  • |
img

WAN - Parêzer Rûken Guven diyar kir ku berdana kiryar Sînan Altinmakas ê ku dest dirêjî Fatma Altinmakas kiribû, rê li ber kuştina Altinmakasê vekiriye û got ku hem di doza destdirêjiyê hem jî di ya cînayetê de biryarên şaş hatine dayîn. 

Li navçeya Milazgir a Mûşê di 14'ê tîrmeha 2022'yan de Fatma Altinmakas ji aliyê Kazim Altinmakas ve hatibû kuştin. Di danişîna dawî de bi sûcê "kuştina plankirî" cezayê muebeda giran li Kazim Altinmakas hat birîn. 
 
Fatma Altinmakas beriya bê kuştin diyar kiribû ku Sînan Altinmakas, birayê Kazim Altinmakas, dest dirêjî wê kiriye û di 13'ê tîrmehê de li Qereqola Cendirmeyan a Konakkûranê giliyê Sînan Altinmakas kiribû. Hatibû hînkirin ku Altinmakas peyvekê jî bi tirkî nizane û di dema îfadeyê de gazî wergêr nehatiye kirin. Her wiha li qereqolê ji bo Altinmakas ê hatiye gotin ku "xwendinê nivîsandina" wê heye. Lê belê Altinmakas ku xwendin û nivîsandina wê tune ye, ji ber ku nikaribûye tahdeya lê hatiye kirin bîne zimên di îfadeya wê de nehatibû diyarkirin ku tahde lê hatiye kirin. Li gel giliya Altinmakas jî di lêpirsînê de derheqê kiryar Sînan Altinmakas de biryara neşopandinê hatibû dayîn.
 
Ji parêzerên dozê Rûken Guven anî ziman ku derbarê kesên din ên tiliya wan di kuştina Fatma Altinmakasê de hene, tiştek nehatiye kirin û got ku hem di doza destdirêjiyê hem jî di ya cînayetê de biryarên şaş hatine dayîn. 
 
'BI SAÎQA TOREYÊ HAT KUŞTIN' 
 
Guven, diyar kir ku Fatma Altinmakas bi biryara malbatê hatiye kuştin û wiha got: "Anku me parêzeran di destpêkê de diyar kiribû ku ev cînayet ji xeynî cînayeteke plankirî, bi saîqên toreyê hatiye kirin. Gava me ev got, a rast delîlên me hebûn, me tenê xwe nespart gotegotan. Me delîl bi dest xistin. Beyanên biraziyê Kazim Altinmakas hene ku dibêje Kazim ev cînayet bi saîqên toreyê kiriye. Ev şahid di dema bûyerê de jî li wir bûye. Ev şahid diyalogên kujer ên din ên roja bûyerê dizane, bihîstiye bê çi axivîne û di vî warî de beyanên wî hene. Bûka mala Fatmayê jî bûye şahidê bûyerê. Vê şahidê jî gotiye roja bûyerê Kazim pê re xeber daye û piştî Sînan hatiye berdan gotiye divê Fatma bê kuştin."
 
DADGEHÊ TORE ESAS NEGIRTIYE 
 
Bi domdarî Guven diyar kir ku Fatma Altinmakas bi saîqa toreyê hatiye kuştin û wiha domand: "Axaftinên bi rêya telefonê yên di navbera ferdên malbatê de jî vê yekê nîşan dide. Kiryarê cînayetê Kazim ji Sînan tirsiyaye. Kazim gava tevî Fatmayê çûye qereqolê ji tirsa doza parastvan kiriye. A rast eşkere ye ku ev cînayet bi saîqa toreyê hatiye kirin. Lê dadgehê ev yek esas negirtiye. Me di hemû danişînan de daxwazên xwe yên ji bo vê yekê anîn zimên lê di her celseyê de heyet guherî. Tew di dema danişîna biryar dayînê de jî heyet guherî. Her cara me ev daxwaz kir, ev daxwaza me hat taloqkirin. Lê daxwazên me tu carî esas nehatin girtin. Û di danişîna dawî de bi hinceta ku dê danişîn dirêj bibe daxwaza me hat redkirin." 
 
Parêzer Guven da zanîn ku ji ber ku biryar di çarçoveya saîqên toreyê de nehatiye nirxandin biryara hatiye dayîn kêm e.
 
GER KIRYAR NEHATA BERDAN…
 
Di berdewamê de Guven diyar kir ku berdana Sînan Altinmakas ê dest dirêjî Fatma Altinmakasê kiriye, rê li ber kuştinê vekiriye û axaftina xwe wiha qedand: "Sînan gava hatiye berdan, telefonî Kazim kiriye. Her wiha hin ferdên din ên malbatê jî li ser hev telefonî Kazim kirine. Bi berdana Sînan re rê li ber mirina Fatmayê hat vekirin. Lewre gava Sînan tê berdan ji Kazim re dibêje Famayê bikuje. Kiryar jixwe ji Sînan ditirse. Me îtiraz kir, lê îtirazên me nehatin qebûlkirin. Anku gava delîl tune bin em nikarin cardin dosyeyê vekin. Lê em ê dosyeyê ji dadgeheke bilindtir re bişînin." 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

16/11/2022
12:04 Di şantiyeya Navenda Fînansê de şewat derket: Kesek mir, 3 kes birîndar bûn
11:45 Muslim: Têkiliya êrişkar bi OSO’yê re heye
11:23 Qetilkirinên bakurê Kurdistanê ji Erdogan hate pirsîn
11:22 ŞanoWanê dest bi atolyeya şanoyê kir
10:54 ‘Jin bihêz in lewma ziravê wan diqete lê dê bi êrişên xwe bi me nekarin’
10:36 Danişîna biryarê ya doza Dedeogûllari sibe tê lidarxistin
09:19 Moşek li Polonyayê ket: NATO dê bicive
09:13 Ji OHD û DTO'yê piştgiriya ji bo Nobeda Edaletê: Binpêkirina mafan îşkence ye
09:03 Aktivîstên jin: Berxwedana li Îranê bi felsefeya Ocalan bi ruh û can dibe
09:02 Rihayî: Em nîv kîlo goşt dikirin û bêhn dikin
09:01 Hevserokê HDP'ê yê cezayê hepsa malê lê hatiye birîn: Ceza delîla kîmyasalê ye
09:00 ROJEVA 16’Ê MIJDARA 2022’YAN
15/11/2022
21:19 Çalakiya rûniştinê ya jinan bi dawî bû
21:07 Li Dersimê Seyîd Riza û hevrêyên wi hatin bibiranîn
17:38 Li Hezexê zarokek mirî hat dîtin
17:08 Li rojhilatê Kurdistanê greva giştî dest pê kir
17:00 Li Silopiyayê jinan dest çalakiya rûniştinê kir
16:51 Bekîr Bozdag bi wêneyên girtiyên nexweş re rûbirû ma
16:46 Li Kampa Holê 2 zarok hatin qetilkirin
16:12 Dadgehê îdia kir ku qetilkirina endamên malbata Dedeogûllari bi qesta qirkirinê nehatiye kirin
16:02 Lİ Êlihê jinan ji bo 25’ê Mijdarê daxuyanî dan
15:39 Nobeta Edaletê: Dawî li şerê qirêjî bînin
15:37 66 kesên beşdarî bîranîna Tahîr Elçî bûne hatine fîşkirin!
15:25 Li Pirsûsê qeyûm hat protestokirin
15:07 HDK’ê banga hevrûbûna bi Dêrsimê re kir
15:06 ‘Kes nikare pêşî li ber têkoşîna azadiyê ya jinan bigire’
14:51 Hevdîtinên telefonê yên Albasahir ên bi serokê MHP’î re derketin holê
14:38 ‘Wêjeya li zindanan bi mêjiyekî azad û îradeyek xurt tê hilberandin’
13:39 Buldan: Em êrişa Stenbolê ji komkujiyên Pirsûs, Amed û Enqereyê nas dikin
13:38 2 jinên ku otobûsê li wan da jiyana xwe ji dest dan
13:16 Li gorî Bozdag îşkence tune ye û standartên demokrasiyê pir baş in!
13:04 PYD: Tirkiye ji bo êrişan bingehê amade dike
12:23 Malbatên girtiyan: Em zilma li ser zarokên xwe qebûl nakin
12:12 Li Demîrel a HDP’î 5 meh cezayê hefsê hate birîn
12:01 Bîlançoya 7 mehan a şer hat eşkerekirin
11:57 TUÎK’ê rêjeya bêkariyê eşkere kir
11:51 Parlamenter Dag bêûsûliyên li Şaredariya Amedê bir rojeva Meclisê
11:48 Koca: 6 birîndar li lêniherîna awarte ne
11:37 Malbata Şenyaşar: Baweriya me emir dike ku li dijî zilmê bêdeng nemînin
11:24 Girtî Erkol piştî hevdîtina bi malbatê re li erdê hat kaşkirin
11:13 Hejmara nû ya Kovara Golikê bi berga ‘Jin jiyan azadî’ derket
11:10 Li Geverê operasyona leşkerî hat destpêkirin
11:05 Hejmara binçavkirinên ji ber teqîna Stenbolê derket 50’an
10:58 AYM’ê ji bo hevşaredarên ku neanîn danişînê biryara binpêkirinê da
10:34 Baroya Stenbolê du roj piştre daxuyanî da
10:11 KCK: Tu eleqeya tevgera me bi teqîna li Taksîmê re nîne
10:07 Hejmara 50’an a Pêveka Jinê ya Yenîşamê derket
09:51 Girtiyê nexweş Çelîk: Girtiyan terkî mirinê dikin
09:04 Leşkeran şivan tazî kirin û îşkence li wan kirin
09:04 Malbatên girtiyan: Dengê Nobeda Edaletê bibihîsin
09:02 Nivîskarê elewî Beyî: Dewlet divê pêşî hesabê komkujiyan bide
09:01 Parêzer Enmek: Çareserî li Îmraliyê ye
09:01 Îşkenceya ku li Amara Dwlayê hatiye kirin di rapora ATK'ê de jî hatiye destnîşankirin
09:00 Derbarê siyasetmedar Aysel Tûglûkê de îdianameyeke nû
09:00 ROJEVA 15’Ê MIJDARA 2022’YAN
08:15 Li Edeneyê 5 kes hatin binçavkirin
14/11/2022
21:13 Nivîskarên girtî bi bîr anîn
16:49 Li Girtîgeha Antalyayê mafê tedawiyê yê girtiyan tê binpêkirin
16:48 Jiyan Tosûn a ku hedef hat nîşandan: Saziyên fermî agahiyên min belav kirin
16:23 Mazlum Ebdî: Eleqeya hêzên me bi êrişa li Stenbolê re nîne
16:18 Li Girtîgeha Eregliyê kurdî li girtiyan hatiye qedexekirin
15:48 Dê 25’ê Mijdarê bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ pêşwazî bikin
15:34 Di encama êrişa rejîma Îranê de 2 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan
15:30 TJA li Hezexê bi jinan re civiya: Kesek nikare rê li ber têkoşîna me bigire
15:21 Ji 357 kesan daxuyaniya hevpar: NA ji tundiya rejîma Îranê re
15:11 NPG: Tu eleqeya me bi teqîna li Stenbolê re nîne
14:41 Akdenîz: Tengkirina bantê sansûr e
14:41 Dozger cezayê li Onder hatiye birîn kêm dît û serî li îstînafê da
14:35 Wezareta Pêşmergeyan çû serdana Bexdayê
14:34 Ji bo çalakiyên ku dê 3 rojan li Îranê bidomin bang hat kirin
13:11 Tê xwestin jina ji Îranê ku derbarê wê de biryara darvekirinê heye dersînor bikin
13:02 Jinên îzmîrî dê di 25’ê Mijdarê de dakevin kolanan
12:51 Hevberdevkê Maseya Îslamê ya HDP’ê Ay ji bo bernameya sibe bang li gelê Amedê kir
12:38 Têkildarî teqîna li Taksîmê 46 kes hatin binçavkirin
12:31 Kesên li Taksîmê jiyana xwe ji dest dayîn hatin bibîranîn
12:26 Rapora qeyûmê Amedê: Hemû neguhêzbar hatine hecizkirin, bi 23 milyon lîre lale hatine kirîn
12:01 Ferît Şenyaşar: AKP’î di xwe de rû nabînin ku li Rihayê derkevin nava gel
11:47 Meclisên Ciwanan: Em ê rê nedin planên kaotîk
11:39 Jin cîhanek bêtundî diaxivin: Çareserî têkoşîna hevpar e
11:24 Îranê êrişî baregehên Komele û PDK-Î’yê kir
11:21 Li dijî rojnamegerên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê hewldanên ‘taybet’
11:13 Rapora Dîwana Çavdêriya Darayî: Şaredariya Agiriyê deynê xwe kêm nîşan da
10:33 Parêzer Tosun ku hedef hatibû nîşandan li dozgeriyê gilî kir
10:20 Rapora qeyûm a Dîwana Çavdêriya Darayî: Lîmîta deynkirinê 12 qat derbas kirine
10:11 Têkildarî teqînê kesek hat binçavkirin
09:59 Li ser navê kesekê din tê girtin: Tevî belgeyan jî serlêdan tê redkirin
09:07 Baroya Şirnexê ji ber nivîsên nîjadperest gilî kir
09:05 Parêzerê Guven: Dadgeh ne çalakiyê rabûrdûyê darizandiye
09:02 'Bila li şûna girtîgehan bûdçe ji bo tenduristî û perwerdehiyê bê veqetandin’
09:01 Salvegera rizgarkirina Şengalê di sala 7’emîn de ye: Rêveberiya Xweser paşve gav naavêje
09:00 Li girtiya nexweş Tenzîle Acar muayeneya kelemçekirî hatiye ferzkirin
09:00 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2022'YAN
13/11/2022
22:55 Roja Nivîskarên di Girtîgehan de: Zindan bûye qada afirîneriyê
20:42 HDP'ê derbarê teqîna Taksîmê de daxuyanî da
19:48 Di panela şoreşê de serhildana rojhilatê Kurdistanê hat silavkirin
19:18 Amedspor û Tarsûsspor beramber man
18:12 Piştî teqînê herka Twitterê rawestiya
17:00 Malbatên girtiyan hatin ba hev: Girtîgeh pirsgirêka tevahiya civakê ye
16:46 Rejîma Îranê bi kesên reformîst hewl dide çalakiyan têk bibe
16:45 Li Cadeya Îstîklalê teqîn: 6 mirî û 81 birîndar