Rejîma Îranê bi kesên reformîst hewl dide çalakiyan têk bibe

  • rojane
  • 16:46 13 Mijdar 2022
  • |
img

ENQERE - Rejîma Îranê ku ev bi meha ye nikare berxwedana li bajarên rojhilatê Kurdistanê û Îranê têk bibe, niha jî serî li kesên weke “reformîst” da û hewl dide bi vî awayî çalakiyan têk bibe. 

 
Çalakiyên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî li rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi daxwaza azadiyê hatin destpêkirin, du mehan li pey xwe dihêle. Li hêlekê berxwedan didome û li hêla din jî derdorên ku weke reformîst tên pênasekirin û ji xwe re dibêjin “muxalîf”, dest bi bangawaziyên “îtîdalê” kirin. Bikarhinêrên medyaya civakî yên Îranê jî ev derdor weke “kesên çalakiyan têk dibin” pênase kirin. 
 
MIRINA AGAFAZLΠ
 
Hunermenda îranî ya 19 salî Yalda Agafazlî ku bi hinceta tevlibûna çalakiyan hatibû binçavkirin, 11 roj piştre hat berdan. Yalda Agafazlî 2 roj piştî berdanê întîhar kir. Li ser vê yekê bikarhinêrên medyaya civakî bal kişandin ser tacîz û tundiya di bin çavan de û bertek nîşan dan. Agafazlî, di bin şertên giran ên ewlekariyê de hat definkirin. Girseya ku tev li merasîma definkirinê bûy, soz dan ku dê hesaba qetilkirina jinan bipirsin. 
 
JI BO GIRTIYÊN SIYASÎ BANGA ÇALAKIYAN
 
Husseîn Ronaghî ku di 24’ê îlonê de hatibû girtin û rojek piştre dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribû, di bin çavan de her du lingên wî hatin şikandin û rejîm nahêle were tedawîkirin. Ronaghî, duh di danê nîvro de rakirin nexweşxaneyê. Îro di danê sibehê de ji bo Ronaghî û girtiyên din ên siyasî banga çalakiyên giştî hat kirin. Di bangawaziyê de wiha hat gotin: “Ji bo Hosseîn Ronaghî, ji bo Majîd Tawaklî, ji bo Shahrîar Shams, ji bo Fatemeh Sepehrî û ji bo her kesên hatine kuştin û windakirin, ji bo girtiyên siyasî, em dadikevin kolanên Îranê.” 
 
REJÎMÊ GEF LI ROJNAMEGERAN XWAR
 
Ajansa bi navê Fars News ku girêdayî Mihafizên Şoreşê ye, di nûçeyên xwe de nûçegihanên îranî yên li derveyî welat dixebitin hedef nîşan da. Li ser vê yekê jî rojnamegerên ku li Tirkiye û li welatên din dixebitin, li ser hesabên xwe yên medyaya civakî fikarên xwe anîn ziman. Analîzkerê Rojhilata Navîn Jason Brodsky, rewşa rojnameger Selman Ruşdî ku Humeynî fermana mirina wî dabû bi bîr xist û ev peyam parve kir: “Rojnamegerên rejîma Îranê navên rojnamegeran jî didin û gefa lê dixwin. Heke me tiştek ji kêrkirina Salman Ruşdî fêm kiribe, ew jî ew e ku ev sorkirin gefeke mezin e. Sedema ku Mihafizên Şoreşê bikevin lîsteya terorê ya YE û Ingilistanê jî ev e.” 
 
BANGA ‘ÎTÎDALÊ’
 
Berxwedana gel a bi daxwaza “Ne reform lê şoreş” hatiye destpêkirin didome û di vê navberê hinek kesên ku weke “reformîst” tên pênasekirin, li ser medyaya civakî dest bi bangawaziyên “îtîdalê” kirin. Mohammad Reza Tacîk ku demekî dirêj li ser kanalên dewletê yên Îranê weke şîroveker derdiket televîzyonê, di hevpeyvîneke xwe ya bi rojnameya Etemadê de banga “îtîdalê” li rayedarên hikûmetê kir. Tacîk, diyar kir ku divê rayedarên hikûmetê xwe ji şîroveyên ku çalakvanên ciwan bêhtir bihêrs dikin dûr bigirin û wiha got: “Ji bo ku gel hîn bêhtir bihêrs nebe, qet nebe bêdeng bin.” Edîtorê rojnameya Kayhanê Huseyîn Şerîatmadarî jî destnîşan kir ku gotina “pêşî” ya ku rejîm bo çalakvanan bi kar tîne dê bi xwe re tiştekî neyîne. 
 
'ÎRAN LI LINGÊ XWE DIXE’
 
Akademîsyenê îranî Hadî Khanîkî jî got ku sedema bingehî a raperîna gel a li Îranê “marjînalkirina nifşê ciwan e” û ev nirxandin kir: “Guftûgot şert e lê rejîm bi berpirsyartiya xwe ranabe û quretiyê dike. Lewma jî ev pêvajoya guftûgoyê çênabe. Piranîparêziya di nava civaka Îranê de di nava van salên dawî de zêdetir bûye. Lê belê hikûmet hewl dide şêweyê jiyanê ya gel û tercîhên wan ên siyasî kontrol bike. Ji bo vê jî wan bisînor dike. Nifşê ciwan ê Îranê ji bo cihêkariya li Îranê bi dawî bike, li dijî rejîmê şer daye destpêkirin. Rejîm, înternetê qut dike û bi vê yekê re li lingê xwe dixe.” 
 

Sernavên din

16/11/2022
10:36 Danişîna biryarê ya doza Dedeogûllari sibe tê lidarxistin
09:19 Moşek li Polonyayê ket: NATO dê bicive
09:13 Ji OHD û DTO'yê piştgiriya ji bo Nobeda Edaletê: Binpêkirina mafan îşkence ye
09:03 Aktivîstên jin: Berxwedana li Îranê bi felsefeya Ocalan bi ruh û can dibe
09:02 Rihayî: Em nîv kîlo goşt dikirin û bêhn dikin
09:01 Hevserokê HDP'ê yê cezayê hepsa malê lê hatiye birîn: Ceza delîla kîmyasalê ye
09:00 ROJEVA 16’Ê MIJDARA 2022’YAN
15/11/2022
21:19 Çalakiya rûniştinê ya jinan bi dawî bû
21:07 Li Dersimê Seyîd Riza û hevrêyên wi hatin bibiranîn
17:38 Li Hezexê zarokek mirî hat dîtin
17:08 Li rojhilatê Kurdistanê greva giştî dest pê kir
17:00 Li Silopiyayê jinan dest çalakiya rûniştinê kir
16:51 Bekîr Bozdag bi wêneyên girtiyên nexweş re rûbirû ma
16:46 Li Kampa Holê 2 zarok hatin qetilkirin
16:12 Dadgehê îdia kir ku qetilkirina endamên malbata Dedeogûllari bi qesta qirkirinê nehatiye kirin
16:02 Lİ Êlihê jinan ji bo 25’ê Mijdarê daxuyanî dan
15:39 Nobeta Edaletê: Dawî li şerê qirêjî bînin
15:37 66 kesên beşdarî bîranîna Tahîr Elçî bûne hatine fîşkirin!
15:25 Li Pirsûsê qeyûm hat protestokirin
15:07 HDK’ê banga hevrûbûna bi Dêrsimê re kir
15:06 ‘Kes nikare pêşî li ber têkoşîna azadiyê ya jinan bigire’
14:51 Hevdîtinên telefonê yên Albasahir ên bi serokê MHP’î re derketin holê
14:38 ‘Wêjeya li zindanan bi mêjiyekî azad û îradeyek xurt tê hilberandin’
13:39 Buldan: Em êrişa Stenbolê ji komkujiyên Pirsûs, Amed û Enqereyê nas dikin
13:38 2 jinên ku otobûsê li wan da jiyana xwe ji dest dan
13:16 Li gorî Bozdag îşkence tune ye û standartên demokrasiyê pir baş in!
13:04 PYD: Tirkiye ji bo êrişan bingehê amade dike
12:23 Malbatên girtiyan: Em zilma li ser zarokên xwe qebûl nakin
12:12 Li Demîrel a HDP’î 5 meh cezayê hefsê hate birîn
12:01 Bîlançoya 7 mehan a şer hat eşkerekirin
11:57 TUÎK’ê rêjeya bêkariyê eşkere kir
11:51 Parlamenter Dag bêûsûliyên li Şaredariya Amedê bir rojeva Meclisê
11:48 Koca: 6 birîndar li lêniherîna awarte ne
11:37 Malbata Şenyaşar: Baweriya me emir dike ku li dijî zilmê bêdeng nemînin
11:24 Girtî Erkol piştî hevdîtina bi malbatê re li erdê hat kaşkirin
11:13 Hejmara nû ya Kovara Golikê bi berga ‘Jin jiyan azadî’ derket
11:10 Li Geverê operasyona leşkerî hat destpêkirin
11:05 Hejmara binçavkirinên ji ber teqîna Stenbolê derket 50’an
10:58 AYM’ê ji bo hevşaredarên ku neanîn danişînê biryara binpêkirinê da
10:34 Baroya Stenbolê du roj piştre daxuyanî da
10:11 KCK: Tu eleqeya tevgera me bi teqîna li Taksîmê re nîne
10:07 Hejmara 50’an a Pêveka Jinê ya Yenîşamê derket
09:51 Girtiyê nexweş Çelîk: Girtiyan terkî mirinê dikin
09:04 Leşkeran şivan tazî kirin û îşkence li wan kirin
09:04 Malbatên girtiyan: Dengê Nobeda Edaletê bibihîsin
09:02 Nivîskarê elewî Beyî: Dewlet divê pêşî hesabê komkujiyan bide
09:01 Parêzer Enmek: Çareserî li Îmraliyê ye
09:01 Îşkenceya ku li Amara Dwlayê hatiye kirin di rapora ATK'ê de jî hatiye destnîşankirin
09:00 Derbarê siyasetmedar Aysel Tûglûkê de îdianameyeke nû
09:00 ROJEVA 15’Ê MIJDARA 2022’YAN
08:15 Li Edeneyê 5 kes hatin binçavkirin
14/11/2022
21:13 Nivîskarên girtî bi bîr anîn
16:49 Li Girtîgeha Antalyayê mafê tedawiyê yê girtiyan tê binpêkirin
16:48 Jiyan Tosûn a ku hedef hat nîşandan: Saziyên fermî agahiyên min belav kirin
16:23 Mazlum Ebdî: Eleqeya hêzên me bi êrişa li Stenbolê re nîne
16:18 Li Girtîgeha Eregliyê kurdî li girtiyan hatiye qedexekirin
15:48 Dê 25’ê Mijdarê bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ pêşwazî bikin
15:34 Di encama êrişa rejîma Îranê de 2 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan
15:30 TJA li Hezexê bi jinan re civiya: Kesek nikare rê li ber têkoşîna me bigire
15:21 Ji 357 kesan daxuyaniya hevpar: NA ji tundiya rejîma Îranê re
15:11 NPG: Tu eleqeya me bi teqîna li Stenbolê re nîne
14:41 Akdenîz: Tengkirina bantê sansûr e
14:41 Dozger cezayê li Onder hatiye birîn kêm dît û serî li îstînafê da
14:35 Wezareta Pêşmergeyan çû serdana Bexdayê
14:34 Ji bo çalakiyên ku dê 3 rojan li Îranê bidomin bang hat kirin
13:11 Tê xwestin jina ji Îranê ku derbarê wê de biryara darvekirinê heye dersînor bikin
13:02 Jinên îzmîrî dê di 25’ê Mijdarê de dakevin kolanan
12:51 Hevberdevkê Maseya Îslamê ya HDP’ê Ay ji bo bernameya sibe bang li gelê Amedê kir
12:38 Têkildarî teqîna li Taksîmê 46 kes hatin binçavkirin
12:31 Kesên li Taksîmê jiyana xwe ji dest dayîn hatin bibîranîn
12:26 Rapora qeyûmê Amedê: Hemû neguhêzbar hatine hecizkirin, bi 23 milyon lîre lale hatine kirîn
12:01 Ferît Şenyaşar: AKP’î di xwe de rû nabînin ku li Rihayê derkevin nava gel
11:47 Meclisên Ciwanan: Em ê rê nedin planên kaotîk
11:39 Jin cîhanek bêtundî diaxivin: Çareserî têkoşîna hevpar e
11:24 Îranê êrişî baregehên Komele û PDK-Î’yê kir
11:21 Li dijî rojnamegerên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê hewldanên ‘taybet’
11:13 Rapora Dîwana Çavdêriya Darayî: Şaredariya Agiriyê deynê xwe kêm nîşan da
10:33 Parêzer Tosun ku hedef hatibû nîşandan li dozgeriyê gilî kir
10:20 Rapora qeyûm a Dîwana Çavdêriya Darayî: Lîmîta deynkirinê 12 qat derbas kirine
10:11 Têkildarî teqînê kesek hat binçavkirin
09:59 Li ser navê kesekê din tê girtin: Tevî belgeyan jî serlêdan tê redkirin
09:07 Baroya Şirnexê ji ber nivîsên nîjadperest gilî kir
09:05 Parêzerê Guven: Dadgeh ne çalakiyê rabûrdûyê darizandiye
09:02 'Bila li şûna girtîgehan bûdçe ji bo tenduristî û perwerdehiyê bê veqetandin’
09:01 Salvegera rizgarkirina Şengalê di sala 7’emîn de ye: Rêveberiya Xweser paşve gav naavêje
09:00 Li girtiya nexweş Tenzîle Acar muayeneya kelemçekirî hatiye ferzkirin
09:00 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2022'YAN
13/11/2022
22:55 Roja Nivîskarên di Girtîgehan de: Zindan bûye qada afirîneriyê
20:42 HDP'ê derbarê teqîna Taksîmê de daxuyanî da
19:48 Di panela şoreşê de serhildana rojhilatê Kurdistanê hat silavkirin
19:18 Amedspor û Tarsûsspor beramber man
18:12 Piştî teqînê herka Twitterê rawestiya
17:00 Malbatên girtiyan hatin ba hev: Girtîgeh pirsgirêka tevahiya civakê ye
16:46 Rejîma Îranê bi kesên reformîst hewl dide çalakiyan têk bibe
16:45 Li Cadeya Îstîklalê teqîn: 6 mirî û 81 birîndar
16:20 Rêxistinên elewî daketin qadê: Em destûrê nadin ku kesek me pênase bike
16:00 Bi dehhezaran kes li dijî bikaranîna çekên kîmyewî daketin qadê
15:42 PDK’ê nehişt weşanxaneya Rojava tev li fuara pirtûkan bibe
15:25 Malbata Şenyaşar: Em ji bo jiyaneke birûmet têdikoşin
15:23 Şêniyên taxê ku ceyrana wan hatiye birîn çalakî li dar xistin