* Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Şengal Huseyin Sedo têkildarî salvegera rizgarkirina Şengalê axivî û diyar kir ku kes bi êrişan nikare civaka êzidî teslîm bigire û got: “Kê êrişî Şengalê bike em ê gav paşve neavêjin û civaka xwe biparêzin."
* Parêzer Zeynep Boztoprak diyar kir ku miwekîla wê Tenzîle Acar a ku bi nexweşiya jana zirav ketiye, ji ber ku li dijî ferzkirina muayeneya kelepçekirî derketiye nehatiye muayenekirin.
* Nûnerên rêxistinên girseya demokratîk bertek nîşanî terxankirina bûdçeya ji bo avakirina girtîgehên nû dan û diyar kirin ku divê budçe ne ji bo girtîgehan bê veqetandin û xwestin budçe ji bo tenduristî û perwerdehiyê bê veqetandin.
* Parêzer Serdar Çelebî diyar kir ku hincetên cezayê li miwekîla wî Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hatiye birîn, ne hiqûqî ne û ew bi nirxandina mijarên ku ne di rayeya dadgehê de ne, li şûna kiryarên muwekîlê xwe, rabirdûya siyasî dinirxînin.
* Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 6016’an de berdewam dike.
* Komeleya Nivîskarên Kurd û PENa Kurd bi boneya Roja Nivîskarên Girtî li Komeleya Nivîskarên Kurd bijarteyeke helbestên helbestvanên girtî pêşkêş dikin. (18.00)