Malbatên girtiyan: Dengê Nobeda Edaletê bibihîsin

  • rojane
  • 09:04 15 Mijdar 2022
  • |
AMED - Malbatên girtiyan ên Amedê ku ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin di çalakiya nobeda edaletê de ne diyar kirin ku mehek e meclîs vebûye, lê hê jî rewşa girtiyan neketiye rojeva meclîsê. Malbatan xwest ku dengê wan bê bihîstin.
 
Di girtîgehan de zext û tundiyên li ser girtiyan her diçe zêde dibin. Li gorî daneyên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), di girtîgehan de 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Girtiyên nexweş ên nayên berdan yeko yeko jiyana xwe ji dest didin.
 
Li Amedê Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan ku ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin bên berdan di 16'ê Mijdara 2021'ê hatibû destpêkirin hê jî didome. 
 
Malbatên girtiyan di çarçoveya Nobeda Edaletê de çûbûn Enqereyê û serdana partiyên siyasî kiribûn û partiyên siyasî jî ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan û piştgiriyê soz dabûn. Lê heya niha tu soz nehatiye bicihanîn. Wezirê Dadê jî daxuyandibû ku dema meclîs vebe dê qanûnê ji bo girtiyên nexweş sererast bikin, lê çendî ku mehek e meclîs vebûye jî pirsgirêkên girtiyan neketine rojeva meclîsê. 
 
Malbatên girtiyan bertek nîşanî bêdengbûna partiyên siyasî dan û xwestin ku pirsgirêkên girtiyan li meclîsê bên çareserkirin.
 
‘SOZA WAN DEREW BÛ’
 
Încî Gulerê, xwişka girtiyê nexweş Abdulselam Guler, bal kişand ser gotinên Wezirê Dadê ku gotibû "Dema meclîs vebû em dê qanûnê ji bo girtiyên nexweş sererast bikin" û ev tişt anîn ziman: “Me serdana partiyên siyasî jî kir. Wan soz da me ku çi ji destê wan were wê bikin, lê soza wan derew bû. Soza xwe bi cih neanîn. Wezîrê Dadê jî got, dema meclîs vebibe ew ê rewşa girtiyên nexweş bînin rojeva meclîsê, lê mehek di ser vekirina meclîsê re derbas bûye, hê jî rewşa girtiyên nexweş nehatiye rojeva meclîsê. Lê heta daxwazên me bi cih werin em ê çalakiya xwe bidomînin. Ev salek e ku em li kolanan ji bo edaletê diqîrin, lê partiyên siyasî û tu kes dengê me nabihîse. Girtiyên ku nexweşiya wan giran e nayên berdan. Êdî însanetiya wan nemaye.”
 
‘BILA SOZA XWE BI CIH BÎNIN’
 
Gulerê di berdewama axaftina xwe de ji bo çareserkirina pirsgirêkên girtiyan bang li partiyên siyasî kir û wiha got: “Mebesta me ya serdana partiyên siyasî ew bû ku rewşa girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan tê şewitandin bixin rojeva meclîsê. Banga me ji partiyên siyasî ew e ku soza xwe bi cih bînin û rewşa girtiyan bixin rojeva meclîsê. Em tiştekî zêde naxwazin, tenê dibêjin bila girtiyên ku nexweşiya wan giran bên berdan û înfaza girtiyan neyê şewitandin.”
 
‘EM DEV JÎ ÇALAKIYA XWE BERNADIN’
 
Reşahat Adayê jî, xwişka girtiyê nexweş Hamdûsena Ada, diyar kir ku rewşa girtiyên nexweş xedar e û ev tişt gotin: “Daxwaza me ew e ku em cenazeyên xwe ji zindanan dernexin. Heta rêveberên dewletê çareseriyekê ji girtiyên nexweş re nebînin em dev ji çalakiya xwe ya edaletê bernadin. Banga me ji partiyên siyasî ew e ku pirsgirêkên girtiyan li meclîsê bînin zimên. Divê ew xwedî li soza xwe derkevin û ji zindanan re çareseriyekê bibînin. Heta daxwazên me bi cih neynin em ê li ber xwe bidin û doza edaletê bikin.”
 
 ‘ZILMÊ LI GIRTIYÊN NEXWEŞ FERZ DIKIN’
 
Nazîme Boltanê, dayika girtiyê nexweş Civan Boltan, da zanîn ku  gardiyanan tahde li kurê we kiriye û wiha got: “Heke heq û hiqûqa wan hebûna zilm û zordariyê li girtiyên nexweş ferz nedikirin. Lê piştî çalakiya me ya nobeda edaletê zilma li ser girtiyan jî zêde bûye. Destekî kurê min tune ye û nexweş e. Lê gardiyanan pirtûkên wî avêtine erdê û lê ferz kirine ku bi destekî pirtûkan hilgire. 45 roj in em tu agahiyê jê nagirin. Ez ê çawa serê xwe bidim ser balîfê? Bila zilmê li girtiyan nekin. Yanî di tu qanûnan de tiştekî wisa tune ye.”
 
‘DIVÊ REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ DI ROJEVA MECLÎSÎ DE BE’
 
Boltanê anî ziman ku divê pirsgirêkên girtiyan di rojeva meclîsê de be û ev bang li partiyên siyasî kir: “Ev mehek e ku meclîs vebûye lê rewşa girtiyên nexweş ne di rojeva meclîse de ye. Me daxwazên xwe gelek caran bi dubareyî anîn zimên, em dibêjin ku girtiyên nexweş berdin û înfaza girtiyên ku cezayê wan qediyaye neşewitînin. Banga me li meclîsê ew e ku rewşa girtiyên me bixin rojeva xwe û çareseriyek bibînin.”
 
MA/ Mahmût Altintaş- Rûken Polat

Sernavên din

16/11/2022
10:54 ‘Jin bihêz in lewma ziravê wan diqete lê dê bi êrişên xwe bi me nekarin’
10:36 Danişîna biryarê ya doza Dedeogûllari sibe tê lidarxistin
09:19 Moşek li Polonyayê ket: NATO dê bicive
09:13 Ji OHD û DTO'yê piştgiriya ji bo Nobeda Edaletê: Binpêkirina mafan îşkence ye
09:03 Aktivîstên jin: Berxwedana li Îranê bi felsefeya Ocalan bi ruh û can dibe
09:02 Rihayî: Em nîv kîlo goşt dikirin û bêhn dikin
09:01 Hevserokê HDP'ê yê cezayê hepsa malê lê hatiye birîn: Ceza delîla kîmyasalê ye
09:00 ROJEVA 16’Ê MIJDARA 2022’YAN
15/11/2022
21:19 Çalakiya rûniştinê ya jinan bi dawî bû
21:07 Li Dersimê Seyîd Riza û hevrêyên wi hatin bibiranîn
17:38 Li Hezexê zarokek mirî hat dîtin
17:08 Li rojhilatê Kurdistanê greva giştî dest pê kir
17:00 Li Silopiyayê jinan dest çalakiya rûniştinê kir
16:51 Bekîr Bozdag bi wêneyên girtiyên nexweş re rûbirû ma
16:46 Li Kampa Holê 2 zarok hatin qetilkirin
16:12 Dadgehê îdia kir ku qetilkirina endamên malbata Dedeogûllari bi qesta qirkirinê nehatiye kirin
16:02 Lİ Êlihê jinan ji bo 25’ê Mijdarê daxuyanî dan
15:39 Nobeta Edaletê: Dawî li şerê qirêjî bînin
15:37 66 kesên beşdarî bîranîna Tahîr Elçî bûne hatine fîşkirin!
15:25 Li Pirsûsê qeyûm hat protestokirin
15:07 HDK’ê banga hevrûbûna bi Dêrsimê re kir
15:06 ‘Kes nikare pêşî li ber têkoşîna azadiyê ya jinan bigire’
14:51 Hevdîtinên telefonê yên Albasahir ên bi serokê MHP’î re derketin holê
14:38 ‘Wêjeya li zindanan bi mêjiyekî azad û îradeyek xurt tê hilberandin’
13:39 Buldan: Em êrişa Stenbolê ji komkujiyên Pirsûs, Amed û Enqereyê nas dikin
13:38 2 jinên ku otobûsê li wan da jiyana xwe ji dest dan
13:16 Li gorî Bozdag îşkence tune ye û standartên demokrasiyê pir baş in!
13:04 PYD: Tirkiye ji bo êrişan bingehê amade dike
12:23 Malbatên girtiyan: Em zilma li ser zarokên xwe qebûl nakin
12:12 Li Demîrel a HDP’î 5 meh cezayê hefsê hate birîn
12:01 Bîlançoya 7 mehan a şer hat eşkerekirin
11:57 TUÎK’ê rêjeya bêkariyê eşkere kir
11:51 Parlamenter Dag bêûsûliyên li Şaredariya Amedê bir rojeva Meclisê
11:48 Koca: 6 birîndar li lêniherîna awarte ne
11:37 Malbata Şenyaşar: Baweriya me emir dike ku li dijî zilmê bêdeng nemînin
11:24 Girtî Erkol piştî hevdîtina bi malbatê re li erdê hat kaşkirin
11:13 Hejmara nû ya Kovara Golikê bi berga ‘Jin jiyan azadî’ derket
11:10 Li Geverê operasyona leşkerî hat destpêkirin
11:05 Hejmara binçavkirinên ji ber teqîna Stenbolê derket 50’an
10:58 AYM’ê ji bo hevşaredarên ku neanîn danişînê biryara binpêkirinê da
10:34 Baroya Stenbolê du roj piştre daxuyanî da
10:11 KCK: Tu eleqeya tevgera me bi teqîna li Taksîmê re nîne
10:07 Hejmara 50’an a Pêveka Jinê ya Yenîşamê derket
09:51 Girtiyê nexweş Çelîk: Girtiyan terkî mirinê dikin
09:04 Leşkeran şivan tazî kirin û îşkence li wan kirin
09:04 Malbatên girtiyan: Dengê Nobeda Edaletê bibihîsin
09:02 Nivîskarê elewî Beyî: Dewlet divê pêşî hesabê komkujiyan bide
09:01 Parêzer Enmek: Çareserî li Îmraliyê ye
09:01 Îşkenceya ku li Amara Dwlayê hatiye kirin di rapora ATK'ê de jî hatiye destnîşankirin
09:00 Derbarê siyasetmedar Aysel Tûglûkê de îdianameyeke nû
09:00 ROJEVA 15’Ê MIJDARA 2022’YAN
08:15 Li Edeneyê 5 kes hatin binçavkirin
14/11/2022
21:13 Nivîskarên girtî bi bîr anîn
16:49 Li Girtîgeha Antalyayê mafê tedawiyê yê girtiyan tê binpêkirin
16:48 Jiyan Tosûn a ku hedef hat nîşandan: Saziyên fermî agahiyên min belav kirin
16:23 Mazlum Ebdî: Eleqeya hêzên me bi êrişa li Stenbolê re nîne
16:18 Li Girtîgeha Eregliyê kurdî li girtiyan hatiye qedexekirin
15:48 Dê 25’ê Mijdarê bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ pêşwazî bikin
15:34 Di encama êrişa rejîma Îranê de 2 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan
15:30 TJA li Hezexê bi jinan re civiya: Kesek nikare rê li ber têkoşîna me bigire
15:21 Ji 357 kesan daxuyaniya hevpar: NA ji tundiya rejîma Îranê re
15:11 NPG: Tu eleqeya me bi teqîna li Stenbolê re nîne
14:41 Akdenîz: Tengkirina bantê sansûr e
14:41 Dozger cezayê li Onder hatiye birîn kêm dît û serî li îstînafê da
14:35 Wezareta Pêşmergeyan çû serdana Bexdayê
14:34 Ji bo çalakiyên ku dê 3 rojan li Îranê bidomin bang hat kirin
13:11 Tê xwestin jina ji Îranê ku derbarê wê de biryara darvekirinê heye dersînor bikin
13:02 Jinên îzmîrî dê di 25’ê Mijdarê de dakevin kolanan
12:51 Hevberdevkê Maseya Îslamê ya HDP’ê Ay ji bo bernameya sibe bang li gelê Amedê kir
12:38 Têkildarî teqîna li Taksîmê 46 kes hatin binçavkirin
12:31 Kesên li Taksîmê jiyana xwe ji dest dayîn hatin bibîranîn
12:26 Rapora qeyûmê Amedê: Hemû neguhêzbar hatine hecizkirin, bi 23 milyon lîre lale hatine kirîn
12:01 Ferît Şenyaşar: AKP’î di xwe de rû nabînin ku li Rihayê derkevin nava gel
11:47 Meclisên Ciwanan: Em ê rê nedin planên kaotîk
11:39 Jin cîhanek bêtundî diaxivin: Çareserî têkoşîna hevpar e
11:24 Îranê êrişî baregehên Komele û PDK-Î’yê kir
11:21 Li dijî rojnamegerên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê hewldanên ‘taybet’
11:13 Rapora Dîwana Çavdêriya Darayî: Şaredariya Agiriyê deynê xwe kêm nîşan da
10:33 Parêzer Tosun ku hedef hatibû nîşandan li dozgeriyê gilî kir
10:20 Rapora qeyûm a Dîwana Çavdêriya Darayî: Lîmîta deynkirinê 12 qat derbas kirine
10:11 Têkildarî teqînê kesek hat binçavkirin
09:59 Li ser navê kesekê din tê girtin: Tevî belgeyan jî serlêdan tê redkirin
09:07 Baroya Şirnexê ji ber nivîsên nîjadperest gilî kir
09:05 Parêzerê Guven: Dadgeh ne çalakiyê rabûrdûyê darizandiye
09:02 'Bila li şûna girtîgehan bûdçe ji bo tenduristî û perwerdehiyê bê veqetandin’
09:01 Salvegera rizgarkirina Şengalê di sala 7’emîn de ye: Rêveberiya Xweser paşve gav naavêje
09:00 Li girtiya nexweş Tenzîle Acar muayeneya kelemçekirî hatiye ferzkirin
09:00 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2022'YAN
13/11/2022
22:55 Roja Nivîskarên di Girtîgehan de: Zindan bûye qada afirîneriyê
20:42 HDP'ê derbarê teqîna Taksîmê de daxuyanî da
19:48 Di panela şoreşê de serhildana rojhilatê Kurdistanê hat silavkirin
19:18 Amedspor û Tarsûsspor beramber man
18:12 Piştî teqînê herka Twitterê rawestiya
17:00 Malbatên girtiyan hatin ba hev: Girtîgeh pirsgirêka tevahiya civakê ye
16:46 Rejîma Îranê bi kesên reformîst hewl dide çalakiyan têk bibe
16:45 Li Cadeya Îstîklalê teqîn: 6 mirî û 81 birîndar
16:20 Rêxistinên elewî daketin qadê: Em destûrê nadin ku kesek me pênase bike
16:00 Bi dehhezaran kes li dijî bikaranîna çekên kîmyewî daketin qadê
15:42 PDK’ê nehişt weşanxaneya Rojava tev li fuara pirtûkan bibe
15:25 Malbata Şenyaşar: Em ji bo jiyaneke birûmet têdikoşin