Buldan: Em êrişa Stenbolê ji komkujiyên Pirsûs, Amed û Enqereyê nas dikin

img

ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan diyar kir ku ew êrişa Stenbolê ji komkujiyên di sala 2015’an ên Pirsûs, Enqere, Amed û Dîlokê nas dikin û wiha got: “Divê hemû kes li dijî van operasyonên binhişê yên siyasetê hişyar be û xwedî helwestekî hevpar be.” 

 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan di civîna koma partiya xwe de têkildarî rojevan axivî. Buldan, ji ewil êrişa li Cadeya Îstîklalê ya Stenbolê ku 6 kes hatibûn qetilkirin şermezar kir û wiha got: “Desthilatdarî hewl didde rastiyên teqîna li Taksîmê veşêre û tune bike. Mejiyê ku hêj di destpêka vê hovîtiyê de serî li manîpulasyonê da û ji operasyonên binhişê hêvî kir, bi astengkirina medyaya civakî û qedexeya weşanê re hewl da pêşî li ber gelên Tirkiyeyê bigire ku rastiyê hîn nebin. Lê demekî kin piştre derket holê ku êrişeke bombeyî û komkujiyeke bêrehm e.”
 
Bi domdarî Buldan ev tişt anî ziman: “Divê di serî de her kes bizane ku partiya me ji bo welatekî bêtundî, bêşer û ji bo azadî û wekheviyê têkoşiya û bedelên giran da. Bi komkujiyên li Pirsûs, Enqere û Amedê re jî raste rast bû hedefa vê tundiyê. Her tim li dijî êrişan sekinî ye û dê bisekine. Ji bo ku ev êşên em dikişînin bi dawî bibin, bi qasî ku ji dest tê têdikoşe. Em van êrişan, ji komkujiya 10’ê Cotmeha 2015’an a li Gara Enqereyê, ji Komkujiya Pirsûsê, ji êrişa li dijî mitînga me ya Amedê ku komkujî pêk hat, ji Komkujiya Dîlokê û ji gelek êrişên bi destê DAIŞ’ê li dijî partiya me hatine kirin, nas dikin. Em ne biyaniyên vê polîtîkayê jî nînin ku dixwazin bi tirs, xof û şer teşe bidin siyasetê. Weke HDP’ê em ê destûrê nedin van operasyonan ku berê gel didin hev û dixwazin teşe bidin pêvajoya hilbijartinê. Banga me ji bo hemû hêzên demokrasî, hiqûq û edalaetê ew e ku li dijî van êrişan helwestekî hevpar nîşan bidin.  Divê ev rewşa tundiyê were redkirin û kesek nekeve xefika dijbertiyê. Em ê pirsgirêkên xwe bi rêya guftûgoyê çareser bikin û di siyaseta demokratîk de israr bikin. Pêdiviya me ya bi demokrasî, hiqûq, edalet û wekheviyê heye.” 
 
POLÎTÎKAYA ŞER 
 
Di berdewamê de Buldan anî ziman ku girîngtirîn pirsgirêka Tirkiyeyê, pirsgirêka kurd e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rêya çareseriyê jî guftûgo û muzakere ne. Em dibêjin ku cihê çareseriyê, parlamento ye. Hûn nikarin bi polîtîkayên tecrîd, înkar û tunekirinê encamekî bi dest bixin. Ji ber polîtîkaya şer a di mijara pirsgirêka kurd de, ev welêt bi sala ye di tariyê de tê hiştin. Birînên kûr di nava civakê de hatin vekirin. Li dijî vê tarîtiyê neçareseriyê, avakirina aştî û demokrasiya vî welatî berpirsyariya me tevekan e. Divê çavkaniyên welêt û bûdçe ne ji bo şer, talan û diziyê lê ji bo gel, xizan û edaleta civakî bên xerckirin. Em dibêjin ku werin em bi hev re li dijî vê pergala şer bisekinin. Bidawîkirina xizanî û nelirêtiyan, bi sekna li dijî vê pergala şer pêkan e. 
 
NÊZIKATIYA LI HEMBERÎ HDP’Ê
 
Derdorên siyasî yên ku hebûna xwe li ser bingeha girtina HDP’ê avakirin, xwe dixapînin. Dê ji vê bingehê tu caran demokrasî aj nede. Lewma jî nêzikatiya li hemberî HDP’ê; nêzikatiya li hemberî dmeokrasî, pêşeroja wevpar û pêkvejiyanê ye. Heke hêj îro jî hêviyên demokrasiyê hebin, ev bi saya têkoşîna demokratîk a HDP’ê, hêzên demokrasiyê, jin û kedkaran e. 
 
ŞAREDARIYÊN DESTHILATDARIYÊ VEGUHERÎNE ÇALÊN NELIRÊTIYÊ 
 
Yek ji pirsgirêkên din ên lezgîn jî têkçûna aboriyê ye. Desthilatdarî ji bo ku ev mijar nebe rojeva gel, li pey hewldanên cuda ye. Di demekî ku gel ji ber debarê digirî, ew weke ku henekên xwe bi aqilê gel bikin dibêjin; ‘Me Tirkiyeyeke ji hêla aborî ve baş ava kir.’ Bawerim ji bîr dikin ku di Endeksa Sefaletê ya Cîhanê de di rêza yekemîn de ye. Lê êdî çi bikin jî gel jê bawer nake. Berîkên wan tije dibin û pereyan direvînin. Di heman demê de şaredariyên desthilatdariyê veguherîne çalên nelirêtiyê. Ji xwe Dîwana Çavdêriya Darayî jî ev rastî derxist holê. Ji navendê heta herêman, tevek jî veguherîne çalên nelirêtiyê. Bi taybet jî şaredariyên ku qeyûm lê hatine tayînkirin. Ev der tam veguherîne sergoyan. 
 
EM NEÇARIN LI DIJÎ ŞER TIFAQA AŞTIYÊ MEZINTIR BIKIN 
 
Pergaleke hovane ya sermaye û kedxwariyê avakirin ku dibe sedema mirina karker, kedkar û zarokan. Sedema xizantiya li Tirkiyeyê jî ev aboriya ranta mezin û talanê ye. Aboriya bertîl û nelirêtiyê ye. Lewma jî em neçarin li dijî vê pergala kexwariyê û şer, têkoşîna ked, demokrasî û aştiyê mezintir bikin. Ev yek, berpirsyartiya me ya dîrokî ye. Vebijêrka vê ya herî xurt jî Tifaqa Ked û Azadiyê û HDP ye. 
 
EM JIN DÊ JIYANEKE AZAD AVA BIKIN 
 
Rêya me jinan, rêya azadî, wekhevî û jiyana nû ye. Berxwedana me li her devera cîhanê belav dibe. Ber bi serdsaleke nû ve, ber bi sedsala jinê ve gav tên avêrtin. Êdî dawiya siyaseta zilam a yekperest tê. Em ê dawî li serdema desthilatdariyên mêr bînin. Bila gumana kesekî ji vê nebe. Em jin dê jiyaneke azad ava bikin. Bi vê boneyê banga min li hemû jinan ew e ku di 25’ê Mijdarê de li dijî cînayetên jinan, tundî, îstîsmar, newekhevî, cihêkarî, xizanî û hwd. dakevin qadan. 
 
EZ SEYÎD RIZA Û HEVALÊN WÎ BI RÊZDARÎ BI BÎR TÎNIM 
 
Îro, 85’emîn salvegera qetilkirina Pîr Seyîd Riza û hevalên wî ne. Yên ku Seyîd Riza û hevalên wî bidarvekirin, digotin qey dê gelê kurd û gelê Dêrsimê bêdeng bikin û serî pê bidin tewandin. Lê belê gelê kurd ne zilma lê hatiye kirin ji bîr kir û ne jî vîna xwe radest kir. Tu carî serî netewand, dê serî netewîne jî. Ez Seyîd Riza û hevalên wî birêzdarî bi bîr tînim.” 
 
 

Sernavên din

16/11/2022
10:54 ‘Jin bihêz in lewma ziravê wan diqete lê dê bi êrişên xwe bi me nekarin’
10:36 Danişîna biryarê ya doza Dedeogûllari sibe tê lidarxistin
09:19 Moşek li Polonyayê ket: NATO dê bicive
09:13 Ji OHD û DTO'yê piştgiriya ji bo Nobeda Edaletê: Binpêkirina mafan îşkence ye
09:03 Aktivîstên jin: Berxwedana li Îranê bi felsefeya Ocalan bi ruh û can dibe
09:02 Rihayî: Em nîv kîlo goşt dikirin û bêhn dikin
09:01 Hevserokê HDP'ê yê cezayê hepsa malê lê hatiye birîn: Ceza delîla kîmyasalê ye
09:00 ROJEVA 16’Ê MIJDARA 2022’YAN
15/11/2022
21:19 Çalakiya rûniştinê ya jinan bi dawî bû
21:07 Li Dersimê Seyîd Riza û hevrêyên wi hatin bibiranîn
17:38 Li Hezexê zarokek mirî hat dîtin
17:08 Li rojhilatê Kurdistanê greva giştî dest pê kir
17:00 Li Silopiyayê jinan dest çalakiya rûniştinê kir
16:51 Bekîr Bozdag bi wêneyên girtiyên nexweş re rûbirû ma
16:46 Li Kampa Holê 2 zarok hatin qetilkirin
16:12 Dadgehê îdia kir ku qetilkirina endamên malbata Dedeogûllari bi qesta qirkirinê nehatiye kirin
16:02 Lİ Êlihê jinan ji bo 25’ê Mijdarê daxuyanî dan
15:39 Nobeta Edaletê: Dawî li şerê qirêjî bînin
15:37 66 kesên beşdarî bîranîna Tahîr Elçî bûne hatine fîşkirin!
15:25 Li Pirsûsê qeyûm hat protestokirin
15:07 HDK’ê banga hevrûbûna bi Dêrsimê re kir
15:06 ‘Kes nikare pêşî li ber têkoşîna azadiyê ya jinan bigire’
14:51 Hevdîtinên telefonê yên Albasahir ên bi serokê MHP’î re derketin holê
14:38 ‘Wêjeya li zindanan bi mêjiyekî azad û îradeyek xurt tê hilberandin’
13:39 Buldan: Em êrişa Stenbolê ji komkujiyên Pirsûs, Amed û Enqereyê nas dikin
13:38 2 jinên ku otobûsê li wan da jiyana xwe ji dest dan
13:16 Li gorî Bozdag îşkence tune ye û standartên demokrasiyê pir baş in!
13:04 PYD: Tirkiye ji bo êrişan bingehê amade dike
12:23 Malbatên girtiyan: Em zilma li ser zarokên xwe qebûl nakin
12:12 Li Demîrel a HDP’î 5 meh cezayê hefsê hate birîn
12:01 Bîlançoya 7 mehan a şer hat eşkerekirin
11:57 TUÎK’ê rêjeya bêkariyê eşkere kir
11:51 Parlamenter Dag bêûsûliyên li Şaredariya Amedê bir rojeva Meclisê
11:48 Koca: 6 birîndar li lêniherîna awarte ne
11:37 Malbata Şenyaşar: Baweriya me emir dike ku li dijî zilmê bêdeng nemînin
11:24 Girtî Erkol piştî hevdîtina bi malbatê re li erdê hat kaşkirin
11:13 Hejmara nû ya Kovara Golikê bi berga ‘Jin jiyan azadî’ derket
11:10 Li Geverê operasyona leşkerî hat destpêkirin
11:05 Hejmara binçavkirinên ji ber teqîna Stenbolê derket 50’an
10:58 AYM’ê ji bo hevşaredarên ku neanîn danişînê biryara binpêkirinê da
10:34 Baroya Stenbolê du roj piştre daxuyanî da
10:11 KCK: Tu eleqeya tevgera me bi teqîna li Taksîmê re nîne
10:07 Hejmara 50’an a Pêveka Jinê ya Yenîşamê derket
09:51 Girtiyê nexweş Çelîk: Girtiyan terkî mirinê dikin
09:04 Leşkeran şivan tazî kirin û îşkence li wan kirin
09:04 Malbatên girtiyan: Dengê Nobeda Edaletê bibihîsin
09:02 Nivîskarê elewî Beyî: Dewlet divê pêşî hesabê komkujiyan bide
09:01 Parêzer Enmek: Çareserî li Îmraliyê ye
09:01 Îşkenceya ku li Amara Dwlayê hatiye kirin di rapora ATK'ê de jî hatiye destnîşankirin
09:00 Derbarê siyasetmedar Aysel Tûglûkê de îdianameyeke nû
09:00 ROJEVA 15’Ê MIJDARA 2022’YAN
08:15 Li Edeneyê 5 kes hatin binçavkirin
14/11/2022
21:13 Nivîskarên girtî bi bîr anîn
16:49 Li Girtîgeha Antalyayê mafê tedawiyê yê girtiyan tê binpêkirin
16:48 Jiyan Tosûn a ku hedef hat nîşandan: Saziyên fermî agahiyên min belav kirin
16:23 Mazlum Ebdî: Eleqeya hêzên me bi êrişa li Stenbolê re nîne
16:18 Li Girtîgeha Eregliyê kurdî li girtiyan hatiye qedexekirin
15:48 Dê 25’ê Mijdarê bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ pêşwazî bikin
15:34 Di encama êrişa rejîma Îranê de 2 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan
15:30 TJA li Hezexê bi jinan re civiya: Kesek nikare rê li ber têkoşîna me bigire
15:21 Ji 357 kesan daxuyaniya hevpar: NA ji tundiya rejîma Îranê re
15:11 NPG: Tu eleqeya me bi teqîna li Stenbolê re nîne
14:41 Akdenîz: Tengkirina bantê sansûr e
14:41 Dozger cezayê li Onder hatiye birîn kêm dît û serî li îstînafê da
14:35 Wezareta Pêşmergeyan çû serdana Bexdayê
14:34 Ji bo çalakiyên ku dê 3 rojan li Îranê bidomin bang hat kirin
13:11 Tê xwestin jina ji Îranê ku derbarê wê de biryara darvekirinê heye dersînor bikin
13:02 Jinên îzmîrî dê di 25’ê Mijdarê de dakevin kolanan
12:51 Hevberdevkê Maseya Îslamê ya HDP’ê Ay ji bo bernameya sibe bang li gelê Amedê kir
12:38 Têkildarî teqîna li Taksîmê 46 kes hatin binçavkirin
12:31 Kesên li Taksîmê jiyana xwe ji dest dayîn hatin bibîranîn
12:26 Rapora qeyûmê Amedê: Hemû neguhêzbar hatine hecizkirin, bi 23 milyon lîre lale hatine kirîn
12:01 Ferît Şenyaşar: AKP’î di xwe de rû nabînin ku li Rihayê derkevin nava gel
11:47 Meclisên Ciwanan: Em ê rê nedin planên kaotîk
11:39 Jin cîhanek bêtundî diaxivin: Çareserî têkoşîna hevpar e
11:24 Îranê êrişî baregehên Komele û PDK-Î’yê kir
11:21 Li dijî rojnamegerên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê hewldanên ‘taybet’
11:13 Rapora Dîwana Çavdêriya Darayî: Şaredariya Agiriyê deynê xwe kêm nîşan da
10:33 Parêzer Tosun ku hedef hatibû nîşandan li dozgeriyê gilî kir
10:20 Rapora qeyûm a Dîwana Çavdêriya Darayî: Lîmîta deynkirinê 12 qat derbas kirine
10:11 Têkildarî teqînê kesek hat binçavkirin
09:59 Li ser navê kesekê din tê girtin: Tevî belgeyan jî serlêdan tê redkirin
09:07 Baroya Şirnexê ji ber nivîsên nîjadperest gilî kir
09:05 Parêzerê Guven: Dadgeh ne çalakiyê rabûrdûyê darizandiye
09:02 'Bila li şûna girtîgehan bûdçe ji bo tenduristî û perwerdehiyê bê veqetandin’
09:01 Salvegera rizgarkirina Şengalê di sala 7’emîn de ye: Rêveberiya Xweser paşve gav naavêje
09:00 Li girtiya nexweş Tenzîle Acar muayeneya kelemçekirî hatiye ferzkirin
09:00 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2022'YAN
13/11/2022
22:55 Roja Nivîskarên di Girtîgehan de: Zindan bûye qada afirîneriyê
20:42 HDP'ê derbarê teqîna Taksîmê de daxuyanî da
19:48 Di panela şoreşê de serhildana rojhilatê Kurdistanê hat silavkirin
19:18 Amedspor û Tarsûsspor beramber man
18:12 Piştî teqînê herka Twitterê rawestiya
17:00 Malbatên girtiyan hatin ba hev: Girtîgeh pirsgirêka tevahiya civakê ye
16:46 Rejîma Îranê bi kesên reformîst hewl dide çalakiyan têk bibe
16:45 Li Cadeya Îstîklalê teqîn: 6 mirî û 81 birîndar
16:20 Rêxistinên elewî daketin qadê: Em destûrê nadin ku kesek me pênase bike
16:00 Bi dehhezaran kes li dijî bikaranîna çekên kîmyewî daketin qadê
15:42 PDK’ê nehişt weşanxaneya Rojava tev li fuara pirtûkan bibe
15:25 Malbata Şenyaşar: Em ji bo jiyaneke birûmet têdikoşin