ŞIRNEX – Ciwanekî ku xwe li Cizîrê avêtî Çemê Dîcleyê winda bû. Ji bo dîtina ciwanî, xebatên lêgerîn hatin destpêkirin.
Ciwanekê ku navê wî nehat zanîn, li Taxa Yafes a navçeya Cizîr a Şirnexê avêt Çemê Dîcleyê. Hat ragihandin ku ciwan di nava çem de winda bû û nîv saet piştî bûyerê jî noqav hatin cihê bûyerê. Xebata lêgerînê ya ku noqav bi bota AFAD’ê daye destpêkirin didome. s