Dayika girtiyê nexweş Mûtlû: Berî bimirim dixwazim berdana kurê xwe bibînim

  • rojane
  • 09:23 18 Mijdar 2022
  • |
img
AMED - Rewşa girtiyê nexwe Mehmet Mûtlû ku nexweşîna şîzofreniyê pê re heye, her diçe xirabtir dibe. Dayîka wî Emîş Mûtlûyê got: “Lawê min nikare bê dermanan biqedîne. Bes e, êdî wî berdin."
 
Li girtîgehan rewşa girtîyên nexweş her diçe giran dibe. Li gorî Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), di girtîgehan de 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Tevî hemû nexweşiyan jî berdana girtiyên nexweş tê astengkirin. Yek ji van girtiyên nexweş jî Mehmet Mûtlû ye. Mûtlûyê ku nexweşîna şîzofreniyê pê re heye û her diçe tendurisiya wî xirab dibe, di Girtigeha Panosê ya Agiriyê ya Tîpa L'yê de ye.
 
‘25 SAL IN LI BER XWE DIDE’
 
Mehmet Mûtlû, 25 sal in di girtîgehê de ye û 20 sal in jî nexweşiya şîzofreniyê û ya dil pê re heye. Mûtlû, bes bi derman û derziyên giran dikare jiyana xwe berdewam bike. Lê gava dermanên Mûtlû diqedin, dermanên wî di cî de nagihên destê wî. Ji ber vê nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne û karê xwe bike. Her wiha Mûtlû di vî 25 salên xwe yên li girtîgehê de sal û 6 mehan jî li Nexweşxaneya Demargiriyê ya Xarpêtê tedawî bûye û her wiha bi mehan li Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê û Nexweşxaneya Bakirkoyê maye. Mûtlû, gelek caran li heyetên saziyên girêdayî Wezareta Dadê û saziyên tenduristiyê yên serbixwe muayene bûye. Herî dawî Mûtlû dîsa birine ATK'yê, lê encama ATK'ê hê negihaştiye ber destê wî. Gelek saziyên tenduristiyê diyar kirine ku Mûtlû divê bê berdan, lê ji ber sûcên katalogî nayê berdan.
 
‘ÎŞKENCEYA GIRAN
 
Mûtlû, di sala 1997’an de bi hinceta ku îfade li ser wî hebûye li Amedê hatiye bincavkirin. Di dema binçavkirinê de îşkenceyeke giran lê hatiye kirin û pişt re jî Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" cezayê muebedê (36 sal) lê biriye.
 
‘NEXWEŞIYA WÎ BI ÎŞKENCEYÊ DEST PÊ KIR’
 
Emîş Mûtluyê, dayika Mehmet Mûtlû, anî ziman ku ji ber îfadeyekê 36 sal ceza li lawê wê hatiye birîn û wiha got: “Di dema binçavkirinê de îşkenceyeke giran li lawê min hat kirin. Wê demê derûniya lawê min xirab bû. Salekê zêde li Nexweşxaneya Demargiriyê ya Xarpêtê tedawî bû. Dîsa beriya 7-8 salan ji dilê xwe anjyo bû. Beriya 10 salan ji bo nexweşiyê ew birin ATK'a Stanbolê û xwestin wî têxin nava dînan, lê qebûl nekir. Got, 'ez ne dîn im, çima hûn min dibin cem dîna?'Heya niha du caran ew birine ATK'a Stanbolê û biryara berdana wî dane. Lê ji ber sûcê katalogî lawê min bernadin. Herî dawî beriya çend mehan dîsa ew birene ATK'a Stanbolê, lê hê jî tu encam nehatiye.”
 
‘LI GELEK BAJARAN GERANDIN’
 
Mûtlû da zanîn ku di vî 25 salên girtîgehê de çûye gelek girtîgehan û got ku yên tên bîra wê ev in: “Mûş, Sêrt, Elezîz, Mêrdîn, Midyad... Emrê min 84 sal e, tansiyon, nexweşîna gurçikan bi min re hene û hestiyên min dihelin. Nikarim ji ser ciyê xwe rabim, di nava ciya de me. Ji ber vê 10 sal in nikarim biçim lawê xwe bibînim."
 
'GELO BERÎ MIRINÊ EZ Ê LAWÊ XWE BIBÎNIM?'
 
Dayik Mûtlûyê di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Emrê wî di girtîgehê de derbas bû. Ez her roj dibêjim gelo berî mirina xwe ez ê lawê xwe bibînim yan na? Bavê wî bi vê hesretê jiyana xwe dest da. Ez dixwazim berî bimirim berdana kurê xwe bibînim. Min daxwazname şand ji bo ku kurê min bînin Girtîgeha Amedê, lê neanîn."
 
BANGAWAZÎ
 
Mûtlûyê di dawiya axaftina xwe de bang kir ku girtiyên nexweş bên berdan: “Bila girtiyen nexweş bên berdan. Bila ev hesret di nava dile malbatan de nemîne. Bila êdî aştî û azadî çêbibe. Bila deriyê hefs û zindanan vebe. Bila aştiyek çêbibe ku yên li serê çiyayan jî bên mala xwe, bila bigihêjin heqê xwe."
 
NAME JI ÎHD'YÊ RE ŞANDIBÛ
 
Girtî Mehmet Mûtlûyê nexweş nameyek ji Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Wanê re şandibû û tê de behsa rewşa xwe kiribû. Mûtlû di nameya xwe de destnîşan kiribû ku nexweşîna şîzofreniyê pê re heye û her diçe nexweşîna wî girantir dibe. Mûtlû diyar kiribû ku niha bi dermanan tedawî dibe û ev tişt gotibûn: "Li gel nexweşînên ji ber şert û mercên girtîgehê, nexweşîna şîzofreniyê û ya dil jî bi min re heye. 20 sal in li girtîgehê li hemberî vê nexweşînê têdikoşim. Bes bi derman û derziyên giran dikarim karê xwe bikim, lê pir nikarim. Bêyî kesekî ez nikarim van tiştan jî bikim. Ez tenê li girtîgehê bi dermanan tedawî dibim. 20 sal in bênavber van dermanan dixwim. Di vî 20 salî de salek û 6 mehan li Nexweşxaneya Demargiriyê ya Xarpêtê mam. Her wiha bi mehan li Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê û Nexweşxaneya Bakirkoyê mam, lê nîşaneya saxbûnê girêdayî bikaranîna dermanan e. Gava derman diqedin, ancax piştî çend mehan tînin. Gava dermanan nexwim, ez nikarim tiştekî jî bikim. Nikarim rakevim, xwe paqij bikim, xwarinê bixwim û biaxivim."
 
Mûtlû di nameya xwe de diyar kiribû ku girtîgeh ji bo nexweşîna wî nebaş e û wiha gotibû: "Şîzofrenî bes bi rêbazekê nayê çareserkirin. Beriya her tiştî ewilî divê pêşî li ber jiyaneke li cihekî azad bê vekirin. Bi dermanan çareser dibe, lê girtîgeh ne li gorî van şert û mercan e. Ji ber van şertan pêwendiya min bi cîhana rastîn re qut dibe. Ev jî dibe cihê pirsgirêkan ji bo hevalên min ên qawîşê. Cîhana min cuda ye, ya rastîn cuda ye. Şert û mercên girtîgehê nexweşîna şîzofreniyê girantir dikin. Gelek caran li cem heyetên saziyên girêdayî Wezareta Dadê û heyetên saziyên serbixwe muayene bûme. Herî dawî min birin ATK'ê, lê hê jî encam nehatine teblîxkirin. Di piraniya hevdîtinên din de jî biryara berdanê hat dayîn, lê ji ber sûcên katalogî nehatim berdan."  
 
Her wiha Mûtlû di nameya xwe de bilêv kiribû ku malbata wî li Amedê ye, lê bi salan e hevdîtin bi malbata xwe re nekiriye û gotiye ku yên nameyên wî dinivîse jî hevalê wî Yakûp Tûrgût e ku alîkariya wî dike. 
 
MA / Mehmet Guleş
 

Sernavên din

21/11/2022
14:30 'Şer ekolojiyê talan dike’
14:20 Platforma Jinan a Rihayê çû serdana Emîne Şenyaşar
14:09 Erdogan gefa êrişa bejahî li Rojava xwar
14:04 Baroyên Kurdistanê ji bo çareseriya siyasî bang li hikûmetê kirin
13:50 Ugur Kaymaz û bavê wî Ahmed Kaymaz hatin bibîranîn
13:48 Li Qerqamişê roket tên barandin lê nayê zanîn kî diavêje
13:17 Li Egeyê di 9 mehan de 573 binpêkirinên mafan qewimîn
13:16 Derbarê parêzer Aryen Turan de îdianame hat amadekirin
12:55 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em ê ji bo mafên zarokan têbikoşin
12:13 Elbeşîr îdia kir ku ew ji aliyê YPG’ê ve bi îdiaya endama OSO’yê ye hatiye girtin
12:12 Jinek li Îzmîrê hat qetilkirin
12:12 Bi nivîsên ser dîwaran êrişên Tirkiyeyê protesto kirin
11:56 Parêzeran ji bo Abdullah Ocalan serî li Baroya Stenbolê dan
11:53 Welatiyê li Dêrsimê hatibû binçavkirin hat berdan
11:39 Rojnamevana amerîkî Bodette: Hêzên garantor çavên xwe li êrişên Tirkiyeyê digirin
11:38 Di rêveberiya 23 baroyan de ku ji 228 kesan pêk tê tenê 59 jin cih digirin
11:35 Girtiyê nexweşê penceşêrê 19 roj in li nexweşxaneyê bi kelemçekirî tê tedawîkirin
11:06 Jinan li pêşiya Girtîgeha Sîncanê got: Dê serkeftin a jin, jiyan, azadî be
10:48 ‘Dem bi giyanê seferberiyê dema bilindkirina têkoşîna azadiya neteweya kurd e’
10:13 TJA: Li dijî polîtîkayên şer ên dewletê biherikin Tunela Taksîmê
10:06 Aldar Xelîl: Têkoşîna me bi êrişan lawaz nabe û divê kurdistanî xwedî li berxwedanê derkevin
09:19 Rejîma Îranê dîsa êrişî baregehên partiyên Rojhilat kir
09:18 TJA wê biryarên konferansê bi komîsyonên ku ava bike bixe meriyetê
09:15 ‘Jin çareseriyê di paradîgmaya Abdullah Ocalan de dibînin’
09:09 Qeyûmê Sêrtê mal û milkê şaredariyê derxistiye ber firotinê
09:03 Doza Malbata Dedeogûllari: Xalên têkildarî sûcê li dijî mirovahiyê esas nehatin girtin
09:02 Girtiyê ku milê wî tune ye di hucreya yekkesî de tê ragirtin
09:00 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2022'YAN
08:55 Li dijî qehwexaneyeke Amedê êrişa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
20/11/2022
22:54 Rojavayê Kobanê careke din hate bombekirin
22:30 Roket avêtin Deriyê Sînor ê Oncupinarê
22:19 Erdem ê ku piştî 30 salan hat berdan bi girseyî hat pêşwazîkirin
22:00 Komxebata Tifaqa Kurdistanî û Platforma Jinên Kurd: Bêdengî hevkariya sûcê şer e
21:12 Xelkê rojavayê Kurdistanê li dijî êrişan li ser pêya ye
19:50 Amedspor di lîgê de ket rêza yekemîn
19:37 Di şexsê Jîna û Nagihan de jinên qetilkirî hatin bibîranîn
18:47 Li Artûklûyê pirsgirêkên jinan hatin gotûbêjkirin
18:11 ‘Rojava ji bo mirovahiyê hêvî ye’
17:17 Encama 13'emîn Pêşbirka Wêneyan a Ceylan Onkol eşkere bû
16:53 HRE: Di êrişên hewayî de 5 şervanên me jiyana xwe ji dest dan
16:52 Navên 3 leşkerên rejîmê yên di êrişên Tirkiyeyê de hatin kuştin eşkere bûn
16:51 Beştaş: Êrişa li dijî Kobanê êrişa li dijî 50 milyona kurdan e
16:15 Bertekên li dijî êrişan: Kobanê rûmet e û em ê rûmeta xwe biparêzin
15:56 Ji Mêrdînê ber bi sînor ve sewqiyata leşkerî hat kirin
15:55 Di çalakiya şermezarkirina êrişan a li Dêrsimê de polîsan êrişî gel kir
15:33 ÎHD: Li Kurdistanê herî kêm mafên jiyanî yên 132 zarokan hatine binpêkirin
15:31 Hêrsa li dijî êrişan mezin dibe: Bi hezaran kes li Qamişlo û Amûdê daket qadan
14:47 Êrişa Tirkiyeyê li Şirnex û Mûşê hat protestokirin
14:31 HSD’ê têkildarî êrişên Tirkiyeyê daxuyanî da: Dê bêbersiv nemînin
14:14 Banga ji bo Rojava: Dakevin qadan û rê li ber sûcên Tirkiyeyê bigirin
13:13 Li Kanîreşê tûp teqiya: Kesek birîndar bû
13:07 HDP ji ber êrişan dê sibe civîna awarte li dar bixe
12:50 Parlamenterê Iraqê: Tirkiyeyê çekên kîmyewî bi kar anîn
12:44 Malbata Şenyaşar: Rêya jiyana biedalet piştevanî ye
12:40 Serhildana 'Jin, jiyan, azadî" di hefteya 10’an de ye
12:33 Bertekên li dijî êrişan: Roj roja bi ruhê Kobanê rabûna ser pêyan e
12:13 Di êrişên Tirkiyeyê de 11 sivîl û rojnamegerek hatin qetilkirin
11:56 Tirkiyeyê li Kobanê nexweşxane kir hedef û bi temamî rûxand
11:40 Rojava dê li dijî êrişan dakeve qadan
11:38 Di êrişa li dijî Şerayê de 10 leşkerên rejîma Sûriyeyê hatin kuştin
11:33 Mazlûm Ebdî: Heke êriş bidomin dê ziyan bigihije her kesî
11:14 Li Dêrikê Komkujî: Di encama êrişa Tirkiyeyê de 9 kes hatin qetilkirin
11:08 Di êrişa hewayî de nûçegihanê ANHA’yê hate qetilkirin
10:56 Hevserokê Herêma Firatê: Dixwazin vîna me têk bibin lê em ê bi bersiveke dîrokî bi ser kevin
10:28 ‘Kovara Destarê li dijî her cureyê wêjeya serdest raperîneke wêjeyî ye’
10:14 BMG: Kobanê dê nekeve, em ê faşîzmê hilweşînin
10:13 Tirkiyeyê dîsa êrişî Kobanê kir
09:58 Emeliyata girtiyê bi penceşêrê ketiye bi derengî tê xistin
09:56 ‘Yên ku naxwazin cenazeyên zarokên xwe ji ATK’ê wergirin, bila tev li Nobeta Edaletê bibin’
09:46 Di wesayîtên biraziyên serokên AKP û MHP’î de tiryak hat girtin
09:10 Zarokên ku xeyalên wan hatine têkbirin
09:10 Da pey şopa jiyana Meryem Xanê, xwe gihand agahiyên rasteqîn
09:08 Koçerên ku ji Bestayê vegeriyan: Çar aliyê me kamera bûn
09:07 Sara Aktaş: Têkoşîneke ku navenda wê azadiya jinê nebe dê encam negire
09:00 ROJEVA 20’Ê MIJDARA 2022’YAN
08:33 Foza Yûsif: Em ê serî netewînin û xaka xwe biparêzin
08:14 KCDK-E û DBP: Divê hemû kes li her derê xwedî li Rojava derkeve
07:54 Mazlum Ebdî: Bi êrişê gef li tevahiya herêmê tê xwarin
07:47 Artêşa tirk noqteyên rejîma Şamê bombebaran kir
00:48 Gelek deverên Rojava û Herêma Federe ya Kurdistanê hatin bombebarankirin
19/11/2022
20:19 Li Amedê kesek ji ber dûmanê fetisî
18:45 Banga TJA û Platforma Jinan a Şahmaranê ya ji bo têkoşîna li dijî tundiyê
18:36 TJA li Elkê bi jinan re civiya
17:55 Meclîsa Jînan a HDP’a Geverê jin vexwadin meşa 25'ê Mijdarê
16:38 Îfadeyên kesên ji teqîna Taksîmê hatin girtin derketin holê
16:37 Konsera 25’ê Mijdarê bi hinceta ‘ewlehiyê’ hate astengkirin
16:14 Faîlên jinên hatin windakirin hatin pirsîn: Em edaletê dixwazin
16:13 Hat xwestin girtiyê nexweş Şahîn tavilê bê emeliyatkirin
15:57 Keskîn: Sedema pirsgirêkên li Tirkiyeyê îdeolojiya fermî ye
15:42 Li aqûbeta zarokên windakirî pirsîn
15:22 ÎHD: Girtiya nexweş Acar berdin
15:10 Sancar li Agiriyê axivî: Hûn ne bêalternatîfin, HDP heye
15:09 Têkildarî êrişa Taksîmê 8 kesên din hatin binçavkirin
14:51 Li Amedê panela ‘azadiya çapemeniyê’ hate lidarxistin
14:18 Xwişka Hayrettîn Eren: Dewlet dibe şirîkê sûc
13:30 DTO’yê bertek nîşanî binçavkirina Dr. Mûstafa Yaşa da
13:19 Tora li Dijî Tundiyê: Bila Mûsa Sevîm bê girtin
12:43 Li Egeyê jin dê bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' dakevin qadan
11:46 Li Amedê zarokek hat binçavkirin
11:39 Malbata Şenyaşar: Heya edalet neyê em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin