NAVEN NÛÇEYAN – Artêşa tirk noqteyên hêzên girêdayî rejîma Şamê yên li Girê Spî û Zirganê bombebaran kir. Di encama êrişê de leşkerekî rejîmê jiyana xwe ji dest da.
Balafirên şer ên dewleta tirk gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dijwarî bombebaran kirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), di encama bombebarana li dijî noqteya hêzên rejîma Sûriyeyê ya li gundê Qizelî yê Girê Spî, kuştî û birîndar çêbûne.
Hat zanîn ku di encama bombebaranê de leşkerekî rejîmê jiyana xwe ji dest da û 2 leşker jî birîndar bûne.
Di heman demê de artêşa tirk noqteyeke rejîma ya li Zirgan a Hesekê jî bombebaran kir.
Têkildarî encama bombebarana li dijî gundê Til Hermel ê li bakurê Zirganê agahî nehatin bidestxistin.