Koçerên ku ji Bestayê vegeriyan: Çar aliyê me kamera bûn

  • rojane
  • 09:08 20 Mijdar 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Koçerên ku ji Bestayê vegeriyan diyar kirin ku wan tu salan bi qasî van salên dawî zehmetî nekişandiye û wiha gotin: "Çar aliyên me bi kamerayan girtibûn. Me nedikarî heta destşoyê jî biçin. Ji ber dengê motorên darbirînê pezê me nedikarî biçêre." 
 
Li herêmên Besta, Cûdî, Gabar û Cilênimêja yên Şirnexê di bin çavderiya leşkeran de bi destê cerdevanan darbirîna ku hatiye destpêkirin berdewam dike. Li gel darbirînê li herêmê di nava 3 mehan de 3 caran operasyonên leşkerî hatin lidarxistin. Herî dawî jî Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê di 7'e Mijdarê de ragihandibû ku li Şirnexê bi beşdariya 615 leşkeran "Operasyona Erenê ya Payîz-Zivistan-11" li dijî PKK'ê daye destpêkirin. Koçerên ku her sal bi hatina biharê berê xwe didin herêma Bestayê, îsal ji ber operasyonên leşkerî û darbirîna ku li herêmê hatiye destpêkirin rastî zehmetiyên mezin hatin. Li herêma Bestayê darên ku tên birîn, li şûna wan qûle tên çêkirin û derdorên wan jî bi kamerayan tên temaşekirin. Koçerên ku îsal ji Bestayê vegeriyan, behsa zehmetiyên ku li herêmê ditin kirin. 
 
'LI HER ÇAR ALIYÊN ME KAMERA HEBÛN'
 
Ji koçeran Taybet Gungenê (50) diyar kir ku wan îsal li herêmê gelek zehmetî kişandiye û wiha axivî: "Bi salan e em vî karî dikin. Debara me li ser sewalkariyê ye. Heger em wî pezî xwedî nekin em ê çi karî bikin? Heger ku em wî pezê xwedî nekin, kareke din tune ye ku em bikin. Îsal em çûn Rîsorê, her çar aliyê me kamera bûn. Me nedikarî em biçûna destşoyê jî. Ji ber wan kamereyan me nedikarî serê xwe bişo. Li wir 6 mehan bênavber dar dihatin bîrin. Dema dar dibîrîn kezaba me dişewitî. Weke ku cenaze ketibe erdê em xemgîn dibûn." 
 
Bi domdarî Gungen ev tişt anî ziman: "Li her derî leşker hebûn. Her gavên me dihatin temaşekirin. Kesekî ji ber wan nedikarî serê xwe bişo. Me çi bikira didîtin. Rojekê hatin wêneyên nasnameyên me û wêneyên me girtin û çûn. Heger miletê me vê darbirînê erê nekira wan nedikarî bibire. Mirov êdî nikare biçe wan deran pez xwedî bike. Hemû dar birîne. Cihê me Keniyamîr bû. Av bi qasî ava me paqij nebû. Lê li wir darbirîn dan destpêkirin û di carekê de tune kirin. Çi heqê wan hebû ku ew dar birîn? Dema motor diçe ser wan darên ter, ew ji mirovan bêtir diqîrin. Heger nebiriyana dê ew dar dê nevîçirkên me jî ew bidîtana. Me li gel pez bacan ew jî çandin. Bacanên wê derê wekî hingivîn şirîn bûn. Lê li ser qûleyên xwe çêkirin. Hemû tişt ji destê me derketin. Ava me birîn, darên me birîn. Bi Xwedê heger miletê me destûrê nede dewlet nikare bibire. Digotin li Bestayê xelas bibe, wê biçin Gabarê. Kesê ku van daran dibire kezaba wan jî bişewite. Heq nîn e ku van daran dibirin. Dar çi zirarê dide wan? Hemû mezinên me wisa kirin."
 
'JI BER DENGÊ MOTORÊ PEZ NEDIKARÎ BIÇERE'
 
Hîkmet Taşar, (52) jî anî ziman ku ji roja ku darbirîn li herêmê hatiye destpêkirin heta niha ew rastî astengiyên mezin tên û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Pezê me li ku bisekine wesayitên zirxî li ber disekinin. Cihê me Keniyamîr bû. Ew jî ji destê me derxistin. Qereqol û qûleyên xwe tê de çêkirin. Darên wê hemû birîn. Îsal li her çar aliyên me darbirîn hebû. Ji ber dengê motorê pezê me nedikarî biçêre. Cihê me yê 50 salan bi carekê re tune kirin. Bîrên wê yek carê danin erdê. Koçeriya berê nemaye. Berê te ku bixwesta tu li wir disekînî. Di wan 2 mehên dawî de leşkeran ji me re her carê hişyarî dida û digotin, 'rabin' û li Çilênimêja ji me re gotin, 'hûn dê rabin.' Em rabûn ji wir çûn Rîsorê. Li wir jî ji ber darbirînê koneyên me di bin toza traktoran de ku daran dikişandin ma. Em daxwaz dikin ku aramî hebe."
 
'DAR QELANDIN'
 
Ji koçeran Taybet Gunê jî bi lêv kir ku li herêmê zehmetî gihîştine asta herî jor û wiha behsa astengiyan kir: "Darbirîn îsal pir hebû. Mehek mabû em vegerin, ji me re gotin, 'herin ciheke din bisekinin, tiştek bê serê we berpirsyar ne em in.' Zehmetiyên îsal pir zêde bûn. Bi taybetî jî ji jinan re zehmettir bû. Li her cihê ku darbirînê didan destpêkirin li wir kamera hebûn. Li wir dar qelandin. Rojê 30 wesayit dihatin dar dibirîn û ew bi traktoran dikişandin. Di carekê de darên Bestayê tune kirin. Ji pezê me re gelek zehmet bû. Bi birîna her darekê dilê me dişewitî. Lê tiştek ji destê mirov nedihat. Darbirîn ne tiştekî însanî ye, guneh e." 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

24/11/2022
09:02 Amedî: Tirkiye ji bo her 4 parçe hev nebînin êriş dike
09:00 ROJEVA 24'Ê MIJDARA 2022'YAN
23/11/2022
23:44 Qamişlo hat bombebarankirin
21:21 Tirkiyeyê Kampa Holê bombebaran kir
19:56 Ji Girtîgeha Amedê ya Jinan 2 girtiyên din jî hatin sirgûnkirin
16:50 Ji girtiyê ku înfaza wî taloqkirin re gotin: Heke zarokên te çêbibin dê bişînî çiyê?
16:21 HSD: Di êrişan de 7 sivîl û 2 şervanên YAT’ê jiyana xwe ji dest dan
16:15 Komxebata Xwendekaran: Bi têkoşîna şoreşgerî dikare êriş bên pûçkirin
15:50 Li Şirnexê serdana goristanê hat astengkirin
15:34 Malbata Şenyaşar: Dê li ser sindoqê bersiva pêwîst bê dayîn
15:27 ‘Êrişî destkeftiyên Rojava dikin’
15:08 Ji jinên girtî re nameyên piştgiriyê hatin şandin
15:04 Hêzên Demokrasiyê yên Amedê: Bila 47 kesên binçavkirî bên berdan
14:32 Mazlum Ebdî: Sê birayên êrişkara Taksîmê dema ji bo DAIŞ'ê şer dikirin hatin kuştin
13:51 Doza îşkenceya li Qursa Qur’anê hat taloqkirin
13:44 Di doza rojnameger Oruç û Muftuoglû de biryarek derneket
13:26 Li Girtîgeha Dumluyê tecrîd hat protestokirin
13:20 Ji bo Rojhilat banga greva giştî
13:11 Kongra Star: Îdiaya me mezin û hêviya me xurt e
12:24 ATB’ê ji bo Seroka TTB’ê Fîncanci bang kir
12:08 ‘Divê rewşenbîrên vî welatî bi dengekî bilind li dijî şer derkevin’
11:57 Yildirim ku bi berxwedana rojiya mirinê hatibû berdan dîsa şandin girtîgehê
11:46 Danişîna doza Tahir Elçî hat taloqkirin
11:34 Dîmenê helîkoptera li Metînayê hatiye xistin hat weşandin
11:30 Salih Muslim: Tirkiye li gorî serê xwe tevdigere lê dê rojekê li cihekî biqelibe
10:54 Li Sûriyeyê di nava 11 salan de 756 rojnameger hatin qetilkirin
10:41 'Rêxistinbûyîna jina kurd ew çavtirsandî kirine'
10:21 Ji bo meşa 25’ê Mijdarê ya li Êlihê bang: Wer in em li dijî tundî û şer bimeşin
10:01 HSD’ê bîlançoya êrişên 24 saetan eşkere kir
09:41 Swîsreyê bo Rojava daxuyanî da: Divê rêz ji hiqûqa navneteweyî re bê girtin
09:34 Akar li xwe mikûr hat ku çekên kîmyewî bi kar tînin
09:28 4 caran xaniyê wî hat şewitandin û kurekî wî hat kuştin: Ji ya xwe daneket xwarê
09:05 Darbirîna li Besta û Cûdî didome: Niha jî çav berdane Gabarê
09:04 'Ciwan dê li dijî tiryakê serwext bibin û vê pergalê birûxînin'
09:03 Li sînor bang kirin: Dem dema xwedîderketina li Rojava ye
09:02 Jinên êzidî: Bi fikra Ocalan birînên xwe derman dikin
09:01 Sonmez: Jinên HDP’î li dijî siyaseta nêrza têkoşînê bihêz dikin
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2022'YAN
08:34 Li Duzceyê bi pileya 6.0 erdhej pêk hat
22/11/2022
22:53 Zarokê li Amedê hatibû binçavkirin hat berdan
19:47 Platforma Ked û Azadiya ya Mêrdînê: Ne şeer, pêdivî bi aştiyê heye
19:32 TJA û HDP'ê li Stewrê serdana gel kir
18:33 Ji Amedê girtî Denîzê sirgûnî Kayseriyê kirin
17:15 Yuksekdag bertek nîşanî şandeya dadgehê da: Berdana bi derewkî
16:58 Sebahat Tuncel: DMME’yê mafdariya raperîna me piştrast kir
16:57 Malbatên girtiyan di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê dan
16:48 Ji NY’ê banga Îranê: Daxwazên azadiyê bibersivînin
16:42 Gergerlîoglû: Bi gotina ‘dîn, îman, Sakarya’ êrişî Rojava dikin
16:20 TJA li Botanê gund bi gund bi jinan re dicive
16:11 Ber bi 25’ê Mijdarê ve: Em ê bêjin ‘Jin jiyan azadî’ û azad bibin
15:42 Danişîna doza Kizilkaya û Dîcle hate taloqkirin
15:18 Îsam Ebdullah kêliya ku bi kameraya xwe êrişên Tirkiyeyê radigihand hat qetilkirin
15:15 4 gundên Geverê 11 roj in di bin dorpêçê de ne
15:01 DFG û MKGP: Çapemeniya Azad di tu şert û mercan de bêdeng namîne
14:20 Ji bo piştevaniyê ji Şebnem Korur Fînanci re qert hatin şandin
14:14 BMG: Tekane çareserî têkoşîna hevpar e
14:12 Dozger ji rojnamevan Çapan re ceza xwest
13:58 ÇHD: Di mijara teqîna li Taksîmê de hewl didin gel manîpule bikin
13:46 Serokên baroyan li dijî qedexeyên walîtiyan in
13:38 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:32 Buldan: AKP’ê kampanyaya hilbijartinê bi şer da destpêkirin
13:21 Danişîna doza rojnamevan Çelîk û Yayla hat lidarxistin
13:06 Amerîka, Fransa, Rûsya û Almayayê ji bo Rojava daxuyanî dan
13:04 Malbata Şenyaşar: Yên dev ji Rabîayê berdayîn dê sibe dev ji wekîlê xwe jî berdin
12:59 Akar dîsa gotinên her carê dubare kir: Di envantera me de çekên kîmyewî nînin
12:52 Parlamentoya Iraqê dê bi rojeva êrişên Îran û Tirkiyeyê bicive
12:51 Bi hinceta ‘qedexeyê’ nehiştin malbatên girtiyan çalakiya xwe li dar bixin
12:39 Dayika girtî: Li Girtîgeha Kalkandereyê greva birçîbûnê hatiye destpêkirin
12:38 4 zarokên bi îdiaya 'al daxistine' hatibûn binçavkirin, hatine derbkirin
12:21 Tifaqa Ked û Azadiyê wê li Îzmîrê bi gel re were gelhev
11:48 ‘Îktidar ji bo faşîzma xwe sazûman bike gavên bilez diavêje’
11:48 Kujerê Ozlem G’yê hate girtin
11:22 ‘Êrişên ser Rojava dijminatiya dewletê ya sîstematîk a li dijî kurdan e’
11:12 Dr. Mansouran: Rûxandina rejîma Îranê bûye vîneke civakî
11:12 Ji bo Semra Guzel serî li AYM’ê hat dayîn
10:48 Rojnamevan Bûldan: Berxwedana gel a li dijî rejîma Îranê xurtir didome
10:33 Binçavkiriyên Enqereyê hatin berdan
10:19 Doza Dedeogûllari: Desthilatdariyê bi gotinên xwe bingehê ji komkujiyên nû re çêdike
09:41 Bila girtiyê nexweş Emîn Guler bê berdan
09:13 Jinên şirnexî: Li dijî tundiyê divê em bibin yek
09:07 Li Efxanistanê berxwedan: Astenga herî mezin a li ber pergala Talîban jin in
09:04 Parêzer Kaya: Bi tecrîdê nahêlin fikrên Ocalan bigihên gelan
09:02 Hevserokê PENa Kurd Fîdan: Dengê nivîskariya kurdî bi ser siyasetê neketiye
09:01 'Serokatiya cemxaneyê tunekirina civat û baweriyên cuda ye'
09:00 ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2022'YAN
21/11/2022
23:28 Endamê SES'ê Mûstafa Yaşa hat berdan
21:59 Berteka amediyan a li dijî êrişan: Bijî berxwedana Kobanê
18:58 Têkildarî êrişa li Taksîmê 5 kesên din jî hatin girtin
18:34 'Pêşketinên berxwedana jinê geştir dibin'
18:02 Tirkiyeyê ji hewayê ve êriş bir ser Amûdê
17:58 Nûçegihanê Yenî Yaşamê Bedîr hat berdan
16:52 ‘Em ê ji bo jiyana azad a zarokan têbikoşin’
16:39 Rewşenbîran bang li rêxistinên navneteweyî kir: Pêşî li ber êrişên Tirkiyeyê bigirin
16:36 Êrişên li dijî Rojava hatin protestokirin: Kobanê wê nekeve
16:36 Çerkezoglû: Em ê teslîmî tirsê nebin
16:00 TJA li Qilebanê bi jinan re civiya
15:59 Banga beşdariya meşên 25’ê Mijdarê hat kirin
15:55 Doza Kobanê: Tifaqa jinan wê pergala heramiyan hilweşîne
15:51 Ji bo endamên HPG’ê Yavûz û Sarûhan mewlîd hatin dayîn
15:30 Maseya Îslamê ya HDP’ê li Wanê panel li dar xist