Banga ji bo Rojava: Dakevin qadan û rê li ber sûcên Tirkiyeyê bigirin

  • rojane
  • 14:14 20 Mijdar 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Giştî ya PYD’ê, Kongreya Star, Rêveberiya Xweser a Şengalê û YRA’yê têkildarî êrişên dewleta tirk daxuyanî dan û ev bang kirin: “Dem dema xwedîderketina li rojavayê Kurdistanê ye. Hemû kes divê dakeve qadan û rê li ber van sûcên mirovahiyê yên dewleta tirk bigire.” 
 
Tirkiyeyê şevê din di saetên dereng de û îro di danê sibehê de êrişî Kobanê, Şehba, Girê Spî, Dêrik û Efrîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û derdora Çiyayê Qendîlê yê Herêma Federe ya Kurdistanê kir. Di encama êrişên heta niha de yek jê rojnameger herî kêm 11 sivîl hatin qetilkirin û gelek kes jî birîndar bûn. Êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmê jî didomin. Bertekên li dijî êrişên Tirkiyeyê her ku diçe zêdetir dibin. 
 
Di vê çarçoveyê de Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) daxuyaniyeke nivîskî weşand û êriş şermezar kir. PYD’ê, diyar kir ku dewleta tirk her tim hebûna xwe di tunekirina gelên herêmê de dibîne û wiha hat gotin: “Bi taybet jî dixwaze gelê kurd qir bike. Ji roja damezirandina komarê heta niha stratejiya wê ya sereke, koçberkirin û tunekirina gelê kurd e. Ji bo vê stratejiyê jî serî li her rêbazên terorîst dide. Li gel ku çekên kîmyewî jî li dijî bakur û başûrê Kurdistanê bi kar anîn nekarî bi ser keve. Lewma jî niha berê xwe da Rojava. Dixwaze bi serkeftinekê emrê xwe dirêj bike. Lê em ji dewleta tirk re dibêjin ku dê ev êriş nekarin vîna me têk bibin û dê projeya me ya li ser esasê biratiya gelan û jiyana hevbeş bidome. 
 
BANGA PIŞTEVANIYÊ
 
Banga me ji bo hemû pêkhateyên Sûriyeyê ew e ku li ser bingeha parastinê, xwedî li nirx, rûmet û mafên xwe yên demokratîk derbikevin. Banga me ji bo parêzvanên demokrasiyê jî ew ku li dijî vê teror û hovîtiya dewleta faşîst a tirk, li rex gelê me bisekinin. Her wiha Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya Amerîkayê berpirsên hovîtiya dewleta tirk a li ser gelê me û destkeftiyên wê ne.”
 
KONGREYA STAR 
 
Têkildarî mijarê Meclisa Kongreya Star jî daxuyaniyek da û êriş şemezar kir. Kongreya Star, wiha got: “Ji destpêka Şoreşa Rojava heta niha dewleta tirk a dagirker bênavber êrişî gel û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Ji van êrişan mebest ew e ku gel bitirsînin. Ev êriş, bi nêzbûna hilbijartinên serokkomariyê yên Tirkiyeyê pêk hatin û armanca wan jî têkbirina aramiya herêmê ye. Dewleta tirk li pêş çavên tevahiya cîhanê van êrişên hovane dike lê tevek jî bêdeng in. Em van êrişan red dikin. Divê em li dijî van êrişên qirkirinê ku dixwazin gelê kurd û destkeftiyên wan tune bikin, em dakevin qadan û serî hil din. Ev sûcên hovane dê nekarin vîna gelên herêmê têk bibin. Berevajî vê, dê bikin ku gel ji bo pêkanîna armancên şoreşa xwe ya pîroz bêhtir gavan bivêje. Em hêzên ku qada hewayî ji dewleta tirk re vekirin jî şermezar dikin. Banga me ji bo wan ew e ku li dijî vê destdirêjî û sûcên dewleta tirk gavan biavêjin û qada hewayî lê qedexe bikin. Ji bo parastina destkeftiyên şoreşa xwe, em ê bi hemû hêza xwe destkeftiyên xwe biparêzin û parastina xaka xwe bikin."
 
RÊVEBERIYA XWESER A ŞENGALÊ 
 
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê jî têkildarî êrişan ev daxuyanî da: “Em bi navê gelê Şengalê, êrişên dewleta tirk ên li ser gelê me yê Rojava şermezar dikin. Ev êriş, li dijî aştî, aramî û jiyana hevbeş a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye kirin. Em bang li raya giştî ya cîhanê dikin ku bêdeng nemînin. Bi taybet jî bang li gelê me yê êzidî dikin ku rabin ser pêyan. Ji ber ku ên li me xwedî derketin, Rojava bû. Di demên herî zehmet de ew li kêleka me sekinîn û îro jî roja xwedîderketina li rojavayê Kurdistanê ye. Divê gelê me dakeve qadan û pêşî li ber van êrişan bigire.” 
 
YEKITIYA RAGIHANDINA AZAD
 
Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) jî têkildarî êrişa Tirkiyeyê ku di encamê de nûçegihanê ANHA’yê Îsam Abdullah jiyana xwe ji dest dabû û nûçegihanê Stêrk TV’yê Mihemed Caredê jî birîndar bûbû, daxuyanî da. YRA’yê sersaxî ji bo malbata Ebdullah xwest û ji bo El Ceradê jî şîfaya xêrê xwest. YRA’yê bi domdarî wiha got: “Em sûcên dewleta tirk ên li dijî sivîlan û rojnamegeran bi tundî şermezar dikin. Banga me ji bo civaka navdewletî, Yekitiya Rojnamevanan a Navneteweyî (IFJ) û saziyên ji parastina rojnamevanan berpirsyar ew e ku van sûcên dewleta tirk bibînin û bi erka xwe rabin. Êrişên dewleta tirk, xetereyeke mezin li ser jiyana sivîlan, rojnamevanan û xebatkarên çapemeniyê yên navneteweyî ku li herêmê dixebitin çêdike. Lewma jî divê her kes bi erka xwe rabe û pêşî li ber van êrişan bigire.” 
 

Sernavên din

24/11/2022
09:02 Amedî: Tirkiye ji bo her 4 parçe hev nebînin êriş dike
09:00 ROJEVA 24'Ê MIJDARA 2022'YAN
23/11/2022
23:44 Qamişlo hat bombebarankirin
21:21 Tirkiyeyê Kampa Holê bombebaran kir
19:56 Ji Girtîgeha Amedê ya Jinan 2 girtiyên din jî hatin sirgûnkirin
16:50 Ji girtiyê ku înfaza wî taloqkirin re gotin: Heke zarokên te çêbibin dê bişînî çiyê?
16:21 HSD: Di êrişan de 7 sivîl û 2 şervanên YAT’ê jiyana xwe ji dest dan
16:15 Komxebata Xwendekaran: Bi têkoşîna şoreşgerî dikare êriş bên pûçkirin
15:50 Li Şirnexê serdana goristanê hat astengkirin
15:34 Malbata Şenyaşar: Dê li ser sindoqê bersiva pêwîst bê dayîn
15:27 ‘Êrişî destkeftiyên Rojava dikin’
15:08 Ji jinên girtî re nameyên piştgiriyê hatin şandin
15:04 Hêzên Demokrasiyê yên Amedê: Bila 47 kesên binçavkirî bên berdan
14:32 Mazlum Ebdî: Sê birayên êrişkara Taksîmê dema ji bo DAIŞ'ê şer dikirin hatin kuştin
13:51 Doza îşkenceya li Qursa Qur’anê hat taloqkirin
13:44 Di doza rojnameger Oruç û Muftuoglû de biryarek derneket
13:26 Li Girtîgeha Dumluyê tecrîd hat protestokirin
13:20 Ji bo Rojhilat banga greva giştî
13:11 Kongra Star: Îdiaya me mezin û hêviya me xurt e
12:24 ATB’ê ji bo Seroka TTB’ê Fîncanci bang kir
12:08 ‘Divê rewşenbîrên vî welatî bi dengekî bilind li dijî şer derkevin’
11:57 Yildirim ku bi berxwedana rojiya mirinê hatibû berdan dîsa şandin girtîgehê
11:46 Danişîna doza Tahir Elçî hat taloqkirin
11:34 Dîmenê helîkoptera li Metînayê hatiye xistin hat weşandin
11:30 Salih Muslim: Tirkiye li gorî serê xwe tevdigere lê dê rojekê li cihekî biqelibe
10:54 Li Sûriyeyê di nava 11 salan de 756 rojnameger hatin qetilkirin
10:41 'Rêxistinbûyîna jina kurd ew çavtirsandî kirine'
10:21 Ji bo meşa 25’ê Mijdarê ya li Êlihê bang: Wer in em li dijî tundî û şer bimeşin
10:01 HSD’ê bîlançoya êrişên 24 saetan eşkere kir
09:41 Swîsreyê bo Rojava daxuyanî da: Divê rêz ji hiqûqa navneteweyî re bê girtin
09:34 Akar li xwe mikûr hat ku çekên kîmyewî bi kar tînin
09:28 4 caran xaniyê wî hat şewitandin û kurekî wî hat kuştin: Ji ya xwe daneket xwarê
09:05 Darbirîna li Besta û Cûdî didome: Niha jî çav berdane Gabarê
09:04 'Ciwan dê li dijî tiryakê serwext bibin û vê pergalê birûxînin'
09:03 Li sînor bang kirin: Dem dema xwedîderketina li Rojava ye
09:02 Jinên êzidî: Bi fikra Ocalan birînên xwe derman dikin
09:01 Sonmez: Jinên HDP’î li dijî siyaseta nêrza têkoşînê bihêz dikin
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2022'YAN
08:34 Li Duzceyê bi pileya 6.0 erdhej pêk hat
22/11/2022
22:53 Zarokê li Amedê hatibû binçavkirin hat berdan
19:47 Platforma Ked û Azadiya ya Mêrdînê: Ne şeer, pêdivî bi aştiyê heye
19:32 TJA û HDP'ê li Stewrê serdana gel kir
18:33 Ji Amedê girtî Denîzê sirgûnî Kayseriyê kirin
17:15 Yuksekdag bertek nîşanî şandeya dadgehê da: Berdana bi derewkî
16:58 Sebahat Tuncel: DMME’yê mafdariya raperîna me piştrast kir
16:57 Malbatên girtiyan di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê dan
16:48 Ji NY’ê banga Îranê: Daxwazên azadiyê bibersivînin
16:42 Gergerlîoglû: Bi gotina ‘dîn, îman, Sakarya’ êrişî Rojava dikin
16:20 TJA li Botanê gund bi gund bi jinan re dicive
16:11 Ber bi 25’ê Mijdarê ve: Em ê bêjin ‘Jin jiyan azadî’ û azad bibin
15:42 Danişîna doza Kizilkaya û Dîcle hate taloqkirin
15:18 Îsam Ebdullah kêliya ku bi kameraya xwe êrişên Tirkiyeyê radigihand hat qetilkirin
15:15 4 gundên Geverê 11 roj in di bin dorpêçê de ne
15:01 DFG û MKGP: Çapemeniya Azad di tu şert û mercan de bêdeng namîne
14:20 Ji bo piştevaniyê ji Şebnem Korur Fînanci re qert hatin şandin
14:14 BMG: Tekane çareserî têkoşîna hevpar e
14:12 Dozger ji rojnamevan Çapan re ceza xwest
13:58 ÇHD: Di mijara teqîna li Taksîmê de hewl didin gel manîpule bikin
13:46 Serokên baroyan li dijî qedexeyên walîtiyan in
13:38 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:32 Buldan: AKP’ê kampanyaya hilbijartinê bi şer da destpêkirin
13:21 Danişîna doza rojnamevan Çelîk û Yayla hat lidarxistin
13:06 Amerîka, Fransa, Rûsya û Almayayê ji bo Rojava daxuyanî dan
13:04 Malbata Şenyaşar: Yên dev ji Rabîayê berdayîn dê sibe dev ji wekîlê xwe jî berdin
12:59 Akar dîsa gotinên her carê dubare kir: Di envantera me de çekên kîmyewî nînin
12:52 Parlamentoya Iraqê dê bi rojeva êrişên Îran û Tirkiyeyê bicive
12:51 Bi hinceta ‘qedexeyê’ nehiştin malbatên girtiyan çalakiya xwe li dar bixin
12:39 Dayika girtî: Li Girtîgeha Kalkandereyê greva birçîbûnê hatiye destpêkirin
12:38 4 zarokên bi îdiaya 'al daxistine' hatibûn binçavkirin, hatine derbkirin
12:21 Tifaqa Ked û Azadiyê wê li Îzmîrê bi gel re were gelhev
11:48 ‘Îktidar ji bo faşîzma xwe sazûman bike gavên bilez diavêje’
11:48 Kujerê Ozlem G’yê hate girtin
11:22 ‘Êrişên ser Rojava dijminatiya dewletê ya sîstematîk a li dijî kurdan e’
11:12 Dr. Mansouran: Rûxandina rejîma Îranê bûye vîneke civakî
11:12 Ji bo Semra Guzel serî li AYM’ê hat dayîn
10:48 Rojnamevan Bûldan: Berxwedana gel a li dijî rejîma Îranê xurtir didome
10:33 Binçavkiriyên Enqereyê hatin berdan
10:19 Doza Dedeogûllari: Desthilatdariyê bi gotinên xwe bingehê ji komkujiyên nû re çêdike
09:41 Bila girtiyê nexweş Emîn Guler bê berdan
09:13 Jinên şirnexî: Li dijî tundiyê divê em bibin yek
09:07 Li Efxanistanê berxwedan: Astenga herî mezin a li ber pergala Talîban jin in
09:04 Parêzer Kaya: Bi tecrîdê nahêlin fikrên Ocalan bigihên gelan
09:02 Hevserokê PENa Kurd Fîdan: Dengê nivîskariya kurdî bi ser siyasetê neketiye
09:01 'Serokatiya cemxaneyê tunekirina civat û baweriyên cuda ye'
09:00 ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2022'YAN
21/11/2022
23:28 Endamê SES'ê Mûstafa Yaşa hat berdan
21:59 Berteka amediyan a li dijî êrişan: Bijî berxwedana Kobanê
18:58 Têkildarî êrişa li Taksîmê 5 kesên din jî hatin girtin
18:34 'Pêşketinên berxwedana jinê geştir dibin'
18:02 Tirkiyeyê ji hewayê ve êriş bir ser Amûdê
17:58 Nûçegihanê Yenî Yaşamê Bedîr hat berdan
16:52 ‘Em ê ji bo jiyana azad a zarokan têbikoşin’
16:39 Rewşenbîran bang li rêxistinên navneteweyî kir: Pêşî li ber êrişên Tirkiyeyê bigirin
16:36 Êrişên li dijî Rojava hatin protestokirin: Kobanê wê nekeve
16:36 Çerkezoglû: Em ê teslîmî tirsê nebin
16:00 TJA li Qilebanê bi jinan re civiya
15:59 Banga beşdariya meşên 25’ê Mijdarê hat kirin
15:55 Doza Kobanê: Tifaqa jinan wê pergala heramiyan hilweşîne
15:51 Ji bo endamên HPG’ê Yavûz û Sarûhan mewlîd hatin dayîn
15:30 Maseya Îslamê ya HDP’ê li Wanê panel li dar xist