HSD’ê têkildarî êrişên Tirkiyeyê daxuyanî da: Dê bêbersiv nemînin

  • rojane
  • 14:31 20 Mijdar 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandariya Giştî ya HSD’ê têkildarî êrişên Tirkiyeyê daxuyaniyeke nivîskî da û wiha got: “Di êrişan de 13 welatî û şervanekî me şehîd bûn û 9 sivîl jî birîndar bûn. Ev komkujî dê bêbersiv nemînin û di dem û cihên guncav de wê bersivên bibandor û pêwîst werin dayîn.”
 
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî êrişên hewayî yên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di encamê de gelek sivîl hatin qetilkirin û gelek jî birîndar bûn, daxuyaniyeke nivîskî weşad. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); HSD’ê diyar kir ku dê êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêmê bêbersiv nemînin. 
 
Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya HSD’ê têkildarî mijarê wiha ye: 
 
“Dewleta tirk a dagirker ev demeke dirêj bû amadekariyên êrişeke berfireh li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rojavayê Kurdistanê dikir. Bi taybetî provakasyona ku wê bi xwe li Stenbolê pêk anîn kirin hincet û gefên êrişê li ser herêma me xwarin. Li ser bingehê van amadekariyan di roja 19’ê mijdarê de bi şev seat di 12:00’an de êrişeke hewayî ya berfireh û hovane pêk anî. Di vê êrişê de herêmên Dêrik, Dirbêsiyê, Ebû Rasên, Kobanê, Til Rifet û Şehba hatin hedefgirtin. Êrişên hewayî heya danê sibehê bi navber berdewam kirin.
 
LI DÊRIKÊ KOMKUJIYEKE MEZIN HAT KIRIN
 
Di encama van êrişan de li bajarê Dêrikê, li gundê Teqil Beqil komkujiyek mezin pêk hat. Li gundê Teqil Beqil di lêdana destpêkê de karmendekî saziya ceyranê şehîd bû. Piştî lêdana destpêkê, dema ku gel xwest biçe hewara birîndaran, balafirên şer ên artêşa tirk a dagirker careke din gel kir hedef û komkujiyeke mezin pêk anî. Di encamê de 11 welatiyên sivîl şehîd bûn, 6 welatî jî birîndar bûn. Her wiha cihê belavkirina ceyranê jî zirareke mezin dît.
 
ENCAMÊN ÊRIŞAN
 
Li herêma Dirbêsiyê 2 endamên nobedar ku nobeta embarên genim û cihên zîraetê digirtin, şehîd ketin û li xeta Ebû Rasen jî şervanekî me şehîd bû. 
 
Li Kobanê di encama êrişên hewayî yên berfireh de bi qasî ku hat tespîtkirin, 3 welatiyên sivîl birîndar bûn. Gelek mal û milkên hemwelatiyan zirar dîtin.
 
Di van êrişan de bi qasî ku hat zelalkirin zêdetirî 15 leşkerên rejîma Sûriyeyê jî jiyana xwe ji dest dan.
 
HEMÛ GELÊN HERÊMÊ HEDEF HATIN GIRTIN
 
Dewleta tirk a dagirker bi van êrişan ve carek din rûyê xwe yê qirker û faşîst eşkere kir ku ew dijminatiya gelan dike û tehemûla wê ji aramiya herêmê û jiyana hevbaş a gelên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rojavayê Kurdistanê re nîne. Ev êriş ne tenê li hemberî gelê kurd hat lidarxistin. Armanca vê êrişê hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rojavayê Kurdistanê bû.
 
DÊ DI DEM CIHÊN PÊWÎST DE BERSIV BÊ DAYÎN
 
Weke Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) heta niha çawa ku me herêm û gelê xwe ji êrişên DAIŞ’ê û dewleta tirk a dagirker parast, ji niha û şûnde jî em ê vê erka xwe ya dîrokî bi israr û biryarbûneke mezin berdewam bikin. Ev komkujiyên dewleta tirk a dagirker wê bêbersiv nemînin. Di dem û cihên guncav de wê bersivên bibandor û pêwîst werin dayîn.
 
DÊ GELÊ ME BIRYARBÛNA XWE HÎN XURTIR BIKE
 
Em bawerin ku wê gelê me heta dawiyê li hemberî van êrişên hovane yên dewleta tirk a dagirker, yekitiya xwe, hevgirtin û biryarbûna xwe hîn xurtir bike. Wê girêdana xwe bi axa xwe û aramiya herêmê ve ji her demê zêdetir pêş bixe û helwesteke xurt li dijî êrişên hovane yên dagirkeriya tirk û hevkarên wê bide.
 
Em ji bo tevahiya gelê xwe û ji malbatên kesên di vê komkujiyê de şehîd bûne sersaxiyê dixwazin û em soza xwe dubare dikin ku em ê xwedî li ked, tekoşîn û bîranîna wan derkevin. Her wiha em şîfaya xêrê bo hemû birîndaran dixwazin.” 
 

Sernavên din

24/11/2022
09:02 Amedî: Tirkiye ji bo her 4 parçe hev nebînin êriş dike
09:00 ROJEVA 24'Ê MIJDARA 2022'YAN
23/11/2022
23:44 Qamişlo hat bombebarankirin
21:21 Tirkiyeyê Kampa Holê bombebaran kir
19:56 Ji Girtîgeha Amedê ya Jinan 2 girtiyên din jî hatin sirgûnkirin
16:50 Ji girtiyê ku înfaza wî taloqkirin re gotin: Heke zarokên te çêbibin dê bişînî çiyê?
16:21 HSD: Di êrişan de 7 sivîl û 2 şervanên YAT’ê jiyana xwe ji dest dan
16:15 Komxebata Xwendekaran: Bi têkoşîna şoreşgerî dikare êriş bên pûçkirin
15:50 Li Şirnexê serdana goristanê hat astengkirin
15:34 Malbata Şenyaşar: Dê li ser sindoqê bersiva pêwîst bê dayîn
15:27 ‘Êrişî destkeftiyên Rojava dikin’
15:08 Ji jinên girtî re nameyên piştgiriyê hatin şandin
15:04 Hêzên Demokrasiyê yên Amedê: Bila 47 kesên binçavkirî bên berdan
14:32 Mazlum Ebdî: Sê birayên êrişkara Taksîmê dema ji bo DAIŞ'ê şer dikirin hatin kuştin
13:51 Doza îşkenceya li Qursa Qur’anê hat taloqkirin
13:44 Di doza rojnameger Oruç û Muftuoglû de biryarek derneket
13:26 Li Girtîgeha Dumluyê tecrîd hat protestokirin
13:20 Ji bo Rojhilat banga greva giştî
13:11 Kongra Star: Îdiaya me mezin û hêviya me xurt e
12:24 ATB’ê ji bo Seroka TTB’ê Fîncanci bang kir
12:08 ‘Divê rewşenbîrên vî welatî bi dengekî bilind li dijî şer derkevin’
11:57 Yildirim ku bi berxwedana rojiya mirinê hatibû berdan dîsa şandin girtîgehê
11:46 Danişîna doza Tahir Elçî hat taloqkirin
11:34 Dîmenê helîkoptera li Metînayê hatiye xistin hat weşandin
11:30 Salih Muslim: Tirkiye li gorî serê xwe tevdigere lê dê rojekê li cihekî biqelibe
10:54 Li Sûriyeyê di nava 11 salan de 756 rojnameger hatin qetilkirin
10:41 'Rêxistinbûyîna jina kurd ew çavtirsandî kirine'
10:21 Ji bo meşa 25’ê Mijdarê ya li Êlihê bang: Wer in em li dijî tundî û şer bimeşin
10:01 HSD’ê bîlançoya êrişên 24 saetan eşkere kir
09:41 Swîsreyê bo Rojava daxuyanî da: Divê rêz ji hiqûqa navneteweyî re bê girtin
09:34 Akar li xwe mikûr hat ku çekên kîmyewî bi kar tînin
09:28 4 caran xaniyê wî hat şewitandin û kurekî wî hat kuştin: Ji ya xwe daneket xwarê
09:05 Darbirîna li Besta û Cûdî didome: Niha jî çav berdane Gabarê
09:04 'Ciwan dê li dijî tiryakê serwext bibin û vê pergalê birûxînin'
09:03 Li sînor bang kirin: Dem dema xwedîderketina li Rojava ye
09:02 Jinên êzidî: Bi fikra Ocalan birînên xwe derman dikin
09:01 Sonmez: Jinên HDP’î li dijî siyaseta nêrza têkoşînê bihêz dikin
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2022'YAN
08:34 Li Duzceyê bi pileya 6.0 erdhej pêk hat
22/11/2022
22:53 Zarokê li Amedê hatibû binçavkirin hat berdan
19:47 Platforma Ked û Azadiya ya Mêrdînê: Ne şeer, pêdivî bi aştiyê heye
19:32 TJA û HDP'ê li Stewrê serdana gel kir
18:33 Ji Amedê girtî Denîzê sirgûnî Kayseriyê kirin
17:15 Yuksekdag bertek nîşanî şandeya dadgehê da: Berdana bi derewkî
16:58 Sebahat Tuncel: DMME’yê mafdariya raperîna me piştrast kir
16:57 Malbatên girtiyan di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê dan
16:48 Ji NY’ê banga Îranê: Daxwazên azadiyê bibersivînin
16:42 Gergerlîoglû: Bi gotina ‘dîn, îman, Sakarya’ êrişî Rojava dikin
16:20 TJA li Botanê gund bi gund bi jinan re dicive
16:11 Ber bi 25’ê Mijdarê ve: Em ê bêjin ‘Jin jiyan azadî’ û azad bibin
15:42 Danişîna doza Kizilkaya û Dîcle hate taloqkirin
15:18 Îsam Ebdullah kêliya ku bi kameraya xwe êrişên Tirkiyeyê radigihand hat qetilkirin
15:15 4 gundên Geverê 11 roj in di bin dorpêçê de ne
15:01 DFG û MKGP: Çapemeniya Azad di tu şert û mercan de bêdeng namîne
14:20 Ji bo piştevaniyê ji Şebnem Korur Fînanci re qert hatin şandin
14:14 BMG: Tekane çareserî têkoşîna hevpar e
14:12 Dozger ji rojnamevan Çapan re ceza xwest
13:58 ÇHD: Di mijara teqîna li Taksîmê de hewl didin gel manîpule bikin
13:46 Serokên baroyan li dijî qedexeyên walîtiyan in
13:38 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:32 Buldan: AKP’ê kampanyaya hilbijartinê bi şer da destpêkirin
13:21 Danişîna doza rojnamevan Çelîk û Yayla hat lidarxistin
13:06 Amerîka, Fransa, Rûsya û Almayayê ji bo Rojava daxuyanî dan
13:04 Malbata Şenyaşar: Yên dev ji Rabîayê berdayîn dê sibe dev ji wekîlê xwe jî berdin
12:59 Akar dîsa gotinên her carê dubare kir: Di envantera me de çekên kîmyewî nînin
12:52 Parlamentoya Iraqê dê bi rojeva êrişên Îran û Tirkiyeyê bicive
12:51 Bi hinceta ‘qedexeyê’ nehiştin malbatên girtiyan çalakiya xwe li dar bixin
12:39 Dayika girtî: Li Girtîgeha Kalkandereyê greva birçîbûnê hatiye destpêkirin
12:38 4 zarokên bi îdiaya 'al daxistine' hatibûn binçavkirin, hatine derbkirin
12:21 Tifaqa Ked û Azadiyê wê li Îzmîrê bi gel re were gelhev
11:48 ‘Îktidar ji bo faşîzma xwe sazûman bike gavên bilez diavêje’
11:48 Kujerê Ozlem G’yê hate girtin
11:22 ‘Êrişên ser Rojava dijminatiya dewletê ya sîstematîk a li dijî kurdan e’
11:12 Dr. Mansouran: Rûxandina rejîma Îranê bûye vîneke civakî
11:12 Ji bo Semra Guzel serî li AYM’ê hat dayîn
10:48 Rojnamevan Bûldan: Berxwedana gel a li dijî rejîma Îranê xurtir didome
10:33 Binçavkiriyên Enqereyê hatin berdan
10:19 Doza Dedeogûllari: Desthilatdariyê bi gotinên xwe bingehê ji komkujiyên nû re çêdike
09:41 Bila girtiyê nexweş Emîn Guler bê berdan
09:13 Jinên şirnexî: Li dijî tundiyê divê em bibin yek
09:07 Li Efxanistanê berxwedan: Astenga herî mezin a li ber pergala Talîban jin in
09:04 Parêzer Kaya: Bi tecrîdê nahêlin fikrên Ocalan bigihên gelan
09:02 Hevserokê PENa Kurd Fîdan: Dengê nivîskariya kurdî bi ser siyasetê neketiye
09:01 'Serokatiya cemxaneyê tunekirina civat û baweriyên cuda ye'
09:00 ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2022'YAN
21/11/2022
23:28 Endamê SES'ê Mûstafa Yaşa hat berdan
21:59 Berteka amediyan a li dijî êrişan: Bijî berxwedana Kobanê
18:58 Têkildarî êrişa li Taksîmê 5 kesên din jî hatin girtin
18:34 'Pêşketinên berxwedana jinê geştir dibin'
18:02 Tirkiyeyê ji hewayê ve êriş bir ser Amûdê
17:58 Nûçegihanê Yenî Yaşamê Bedîr hat berdan
16:52 ‘Em ê ji bo jiyana azad a zarokan têbikoşin’
16:39 Rewşenbîran bang li rêxistinên navneteweyî kir: Pêşî li ber êrişên Tirkiyeyê bigirin
16:36 Êrişên li dijî Rojava hatin protestokirin: Kobanê wê nekeve
16:36 Çerkezoglû: Em ê teslîmî tirsê nebin
16:00 TJA li Qilebanê bi jinan re civiya
15:59 Banga beşdariya meşên 25’ê Mijdarê hat kirin
15:55 Doza Kobanê: Tifaqa jinan wê pergala heramiyan hilweşîne
15:51 Ji bo endamên HPG’ê Yavûz û Sarûhan mewlîd hatin dayîn
15:30 Maseya Îslamê ya HDP’ê li Wanê panel li dar xist