Beştaş: Êrişa li dijî Kobanê êrişa li dijî 50 milyona kurdan e

  • rojane
  • 16:51 20 Mijdar 2022
  • |
img

STENBOL - Hevberdevka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş di kongreya MATUHAY-DER’ê de bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Kobanê û wiha got: “Ev êriş, êrişeke li dijî 50 milyon kurdan e.” 

 
Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) bi dirûşma “Em bibin dengê berxwedana li zindanan”, 3’yemîn Kongreya Awarte li dar xist. Kongre, li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) navçeya Bagcilarê hat lidarxistin. Di kongreyê de xizmên girtiyan pêşmalkên “Ji bo girtiyên nexweş azadî” li xwe kiribûn. Hevberdevka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Stenbolê Erkan Tepelî, endamên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Anatoliyayê (ANYAKAY-DER), Hevberdevka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Herêma Marmarayê Dîlber Demîr, parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Hevserokê HDP’a Stenbolê Ferhat Encû û bi sedan kes di kongreyê de amade bûn. Kongre, bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn dest pê kir. Piştre jî girseyê dirûşma “Şehîd namirin” berz kir. 
 
‘ÊRIŞ LI DIJÎ 50 MILYON KURDAN HATIYE KIRIN’
 
Hevberdevka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş di kongreyê de axivî û teqîna li Stenbolê weke “kompasa nû” ya desthilatdariyê pênase kir. Beştaş, bi domdarî wiha got: “Bi vê senaryoyê jî plana êrişa li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat amadekirin. Li pey armancên cuda bûn lê ev senaryo di nava lepên wan de teqiya. Dixwestin bikin hinceta êrişa li dijî Rojava û Kobanê. Lê gelên tirk û kurd û hemû cîhanê dîtin ku ji bo domandina desthilatdariya xwe dikevin nava her hewldanekê. Berxwedana li Kobanê ya li dijî DAIŞ’ê tu carî ranegirtin. Niha jî bi êrişa li dijî Kobanê dixwazin DAIŞ û dûvikên wê dîsa zindî bikin. Ev êriş, li dijî 50 milyon kurdan hatiye kirin.” 
 
‘HÛN DÊ NEKARIN DI HILBIJARTINÊ DE BI SER KEVIN’
 
Bi domdarî Beştaş destnîşan kir ku dê piştevaniya xwe ya bi gelê Kobanê re bidomînin û wiha pê de çû: “Hûn dê nekarin bi kûrkirina şer û zêdekirina mirinan di hilbijartinê de bi ser kevin. We li ser vê xakê ji xwe pir zû de winda kiriye. Dawî li bombebarana ser Kobanê bînin. Xelk di ferqa lîstikên we de ye. Derewên we, we bi xwe vala derdixînin. Divê her kes li dijî van êrişan dengê xwe derxîne.”
 
BERTEK NÎŞANÎ TECRÎDÊ DA
 
Di berdewamê de Beştaş bal kişand ser polîtîkayên tecrîdê û wiha pê de çû: “Birîna herî xedar a vî welatî, tecrîda li ser girtîgehan e. Rojane bi dehan serlêdan bo me tên. Beriya her tiştî, tecrîda li ser birêz Ocalan û hevalên wî, navê neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Tecrîd, navê polîtîkaya şer e. Ne CPT, ne çavdêrên navneteweyî û ne jî makeqanûna vî welatî destûra tecrîdê nade. Haya tu kes ji me ji şert û mercên birêz Ocalan û hevalên wî nîne. Em vê tecrîdê qebûl nakin. Her wiha desthilatdarî bi zanebûn girtiyan terkî mirinê dike. Lewma jî ez çalakiya Nobeta Edaletê ya dayikan a li dijî vê, silav dikim. Divê em bi hev re xwedî li girtiyên siyasî derbikevin û dayikan bi tenê nehêlin. Têkoşîna hevalên me yên li girtîgehê, têkoşîna me ye.”
 
Piştî ku axaftina Beştaş bi dawî bûy, beşdaran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kir. 
 
'BÊ SEROK JIYAN NABE'
 
Piştre jî têkildarî berxwedana li zindanan sînevîzyonek hat pêşandan. Di dema sînevîzyonê de ku wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî hatin nîşandan de girseyê dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir. Di sînevîzyonê de her wiha wêneyên Garîbe Gezer ku li Girtîgeha Kandirayê hatibû qetilkirin û girtiyên nexweş jî hatin nîşandan. 
 
AKGUL: ME BI TENÊ NEHÊLIN
 
Di kongreyê de Hevserokê MATUHAY-DER’ê Esîn Çelîk rapora çalakî û darayî yên salekê xwend. Yek ji çalakvanên Nobeta Edaletê Kumrî Akgul piştre axivî û wiha got: “Tekane daxwaza me ew e ku ji girtîgehan cenaze dernekevin. Em bi tena serê xwe man. Me bi tenê nehêlin, hemû dayik nexweş in. Dilê dayikan dişewite, ez jî dayikek im. Em dixwazin bi destê wan bigirin. Li Stenbolê me bi tenê nehêlin.”
 
Her wiha di kongreyê de nameya Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerî jî hat xwendin. Yolerî, di nameyê de destnîşan kir ku dê her tim li cem dayikan bin û peyama piştevaniyê da. 
 
Piştre jî MATUHAY-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart. Dîlek Demîr û Mehmet Şafî Erol weke hevserokên nû hatin hilbijartin. 
 

Sernavên din

24/11/2022
09:02 Amedî: Tirkiye ji bo her 4 parçe hev nebînin êriş dike
09:00 ROJEVA 24'Ê MIJDARA 2022'YAN
23/11/2022
23:44 Qamişlo hat bombebarankirin
21:21 Tirkiyeyê Kampa Holê bombebaran kir
19:56 Ji Girtîgeha Amedê ya Jinan 2 girtiyên din jî hatin sirgûnkirin
16:50 Ji girtiyê ku înfaza wî taloqkirin re gotin: Heke zarokên te çêbibin dê bişînî çiyê?
16:21 HSD: Di êrişan de 7 sivîl û 2 şervanên YAT’ê jiyana xwe ji dest dan
16:15 Komxebata Xwendekaran: Bi têkoşîna şoreşgerî dikare êriş bên pûçkirin
15:50 Li Şirnexê serdana goristanê hat astengkirin
15:34 Malbata Şenyaşar: Dê li ser sindoqê bersiva pêwîst bê dayîn
15:27 ‘Êrişî destkeftiyên Rojava dikin’
15:08 Ji jinên girtî re nameyên piştgiriyê hatin şandin
15:04 Hêzên Demokrasiyê yên Amedê: Bila 47 kesên binçavkirî bên berdan
14:32 Mazlum Ebdî: Sê birayên êrişkara Taksîmê dema ji bo DAIŞ'ê şer dikirin hatin kuştin
13:51 Doza îşkenceya li Qursa Qur’anê hat taloqkirin
13:44 Di doza rojnameger Oruç û Muftuoglû de biryarek derneket
13:26 Li Girtîgeha Dumluyê tecrîd hat protestokirin
13:20 Ji bo Rojhilat banga greva giştî
13:11 Kongra Star: Îdiaya me mezin û hêviya me xurt e
12:24 ATB’ê ji bo Seroka TTB’ê Fîncanci bang kir
12:08 ‘Divê rewşenbîrên vî welatî bi dengekî bilind li dijî şer derkevin’
11:57 Yildirim ku bi berxwedana rojiya mirinê hatibû berdan dîsa şandin girtîgehê
11:46 Danişîna doza Tahir Elçî hat taloqkirin
11:34 Dîmenê helîkoptera li Metînayê hatiye xistin hat weşandin
11:30 Salih Muslim: Tirkiye li gorî serê xwe tevdigere lê dê rojekê li cihekî biqelibe
10:54 Li Sûriyeyê di nava 11 salan de 756 rojnameger hatin qetilkirin
10:41 'Rêxistinbûyîna jina kurd ew çavtirsandî kirine'
10:21 Ji bo meşa 25’ê Mijdarê ya li Êlihê bang: Wer in em li dijî tundî û şer bimeşin
10:01 HSD’ê bîlançoya êrişên 24 saetan eşkere kir
09:41 Swîsreyê bo Rojava daxuyanî da: Divê rêz ji hiqûqa navneteweyî re bê girtin
09:34 Akar li xwe mikûr hat ku çekên kîmyewî bi kar tînin
09:28 4 caran xaniyê wî hat şewitandin û kurekî wî hat kuştin: Ji ya xwe daneket xwarê
09:05 Darbirîna li Besta û Cûdî didome: Niha jî çav berdane Gabarê
09:04 'Ciwan dê li dijî tiryakê serwext bibin û vê pergalê birûxînin'
09:03 Li sînor bang kirin: Dem dema xwedîderketina li Rojava ye
09:02 Jinên êzidî: Bi fikra Ocalan birînên xwe derman dikin
09:01 Sonmez: Jinên HDP’î li dijî siyaseta nêrza têkoşînê bihêz dikin
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2022'YAN
08:34 Li Duzceyê bi pileya 6.0 erdhej pêk hat
22/11/2022
22:53 Zarokê li Amedê hatibû binçavkirin hat berdan
19:47 Platforma Ked û Azadiya ya Mêrdînê: Ne şeer, pêdivî bi aştiyê heye
19:32 TJA û HDP'ê li Stewrê serdana gel kir
18:33 Ji Amedê girtî Denîzê sirgûnî Kayseriyê kirin
17:15 Yuksekdag bertek nîşanî şandeya dadgehê da: Berdana bi derewkî
16:58 Sebahat Tuncel: DMME’yê mafdariya raperîna me piştrast kir
16:57 Malbatên girtiyan di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê dan
16:48 Ji NY’ê banga Îranê: Daxwazên azadiyê bibersivînin
16:42 Gergerlîoglû: Bi gotina ‘dîn, îman, Sakarya’ êrişî Rojava dikin
16:20 TJA li Botanê gund bi gund bi jinan re dicive
16:11 Ber bi 25’ê Mijdarê ve: Em ê bêjin ‘Jin jiyan azadî’ û azad bibin
15:42 Danişîna doza Kizilkaya û Dîcle hate taloqkirin
15:18 Îsam Ebdullah kêliya ku bi kameraya xwe êrişên Tirkiyeyê radigihand hat qetilkirin
15:15 4 gundên Geverê 11 roj in di bin dorpêçê de ne
15:01 DFG û MKGP: Çapemeniya Azad di tu şert û mercan de bêdeng namîne
14:20 Ji bo piştevaniyê ji Şebnem Korur Fînanci re qert hatin şandin
14:14 BMG: Tekane çareserî têkoşîna hevpar e
14:12 Dozger ji rojnamevan Çapan re ceza xwest
13:58 ÇHD: Di mijara teqîna li Taksîmê de hewl didin gel manîpule bikin
13:46 Serokên baroyan li dijî qedexeyên walîtiyan in
13:38 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:32 Buldan: AKP’ê kampanyaya hilbijartinê bi şer da destpêkirin
13:21 Danişîna doza rojnamevan Çelîk û Yayla hat lidarxistin
13:06 Amerîka, Fransa, Rûsya û Almayayê ji bo Rojava daxuyanî dan
13:04 Malbata Şenyaşar: Yên dev ji Rabîayê berdayîn dê sibe dev ji wekîlê xwe jî berdin
12:59 Akar dîsa gotinên her carê dubare kir: Di envantera me de çekên kîmyewî nînin
12:52 Parlamentoya Iraqê dê bi rojeva êrişên Îran û Tirkiyeyê bicive
12:51 Bi hinceta ‘qedexeyê’ nehiştin malbatên girtiyan çalakiya xwe li dar bixin
12:39 Dayika girtî: Li Girtîgeha Kalkandereyê greva birçîbûnê hatiye destpêkirin
12:38 4 zarokên bi îdiaya 'al daxistine' hatibûn binçavkirin, hatine derbkirin
12:21 Tifaqa Ked û Azadiyê wê li Îzmîrê bi gel re were gelhev
11:48 ‘Îktidar ji bo faşîzma xwe sazûman bike gavên bilez diavêje’
11:48 Kujerê Ozlem G’yê hate girtin
11:22 ‘Êrişên ser Rojava dijminatiya dewletê ya sîstematîk a li dijî kurdan e’
11:12 Dr. Mansouran: Rûxandina rejîma Îranê bûye vîneke civakî
11:12 Ji bo Semra Guzel serî li AYM’ê hat dayîn
10:48 Rojnamevan Bûldan: Berxwedana gel a li dijî rejîma Îranê xurtir didome
10:33 Binçavkiriyên Enqereyê hatin berdan
10:19 Doza Dedeogûllari: Desthilatdariyê bi gotinên xwe bingehê ji komkujiyên nû re çêdike
09:41 Bila girtiyê nexweş Emîn Guler bê berdan
09:13 Jinên şirnexî: Li dijî tundiyê divê em bibin yek
09:07 Li Efxanistanê berxwedan: Astenga herî mezin a li ber pergala Talîban jin in
09:04 Parêzer Kaya: Bi tecrîdê nahêlin fikrên Ocalan bigihên gelan
09:02 Hevserokê PENa Kurd Fîdan: Dengê nivîskariya kurdî bi ser siyasetê neketiye
09:01 'Serokatiya cemxaneyê tunekirina civat û baweriyên cuda ye'
09:00 ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2022'YAN
21/11/2022
23:28 Endamê SES'ê Mûstafa Yaşa hat berdan
21:59 Berteka amediyan a li dijî êrişan: Bijî berxwedana Kobanê
18:58 Têkildarî êrişa li Taksîmê 5 kesên din jî hatin girtin
18:34 'Pêşketinên berxwedana jinê geştir dibin'
18:02 Tirkiyeyê ji hewayê ve êriş bir ser Amûdê
17:58 Nûçegihanê Yenî Yaşamê Bedîr hat berdan
16:52 ‘Em ê ji bo jiyana azad a zarokan têbikoşin’
16:39 Rewşenbîran bang li rêxistinên navneteweyî kir: Pêşî li ber êrişên Tirkiyeyê bigirin
16:36 Êrişên li dijî Rojava hatin protestokirin: Kobanê wê nekeve
16:36 Çerkezoglû: Em ê teslîmî tirsê nebin
16:00 TJA li Qilebanê bi jinan re civiya
15:59 Banga beşdariya meşên 25’ê Mijdarê hat kirin
15:55 Doza Kobanê: Tifaqa jinan wê pergala heramiyan hilweşîne
15:51 Ji bo endamên HPG’ê Yavûz û Sarûhan mewlîd hatin dayîn
15:30 Maseya Îslamê ya HDP’ê li Wanê panel li dar xist