AMED - Amedspor di seha xwe de Baybûrtspor 2-0 têk bir û di lîgê de ket rêza yekemîn.
Di Koma Spî ya Lîga 2’yemîn a Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de Amedspor di heftaya 14’mîn de li seha xwe bi Baybûrtsporê re lîst. Amedspor di encama maçê de Baybûrtsporê 2-0 têk bir.
Di maçê de gola yekemîn di deqîqeya 4'na de Mehmed Aladdînoglu avêt û beşa ewil bi 1-0 qediya.
Di beşa duyemîn de jî di deqîqeya 56'an de vê carê jî lîstikvanê Amedsporê Tayyîp Kaynar skor kir 2-0. Baybûrtsporê li miqabilî Amedsporê 2-0 têk çû û Amedsporê vê hefteyê jî 3 puan stend.
Amedspor puanê xwe kir 27 û di lîgê de ket rêza yekemîn.