Xelkê rojavayê Kurdistanê li dijî êrişan li ser pêya ye

  • rojane
  • 21:12 20 Mijdar 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeyên Kantona Qamişloyê bi xwepêşandanên cuda êrişên Tirkiyeyê yên li dijî rojava û başûrê Kurdistanê hatin şermezarkirin.
 
Bi mebesta protestokirina êrişên balafirên şer ên Tirkiyeyê yên li dijî bajarên rojavayê Kurdistanê û başûrê Kurdistanê ku di encamê de gelek sivîl hatin qetilkirin û gelek kes jî birîndar bûn, xelkê rojavayê Kurdistanê daketin qadan. Di çalakiyan de êriş hatin şermezarkirin û soza parastina xaka Rojava hat dayîn.
 
TIRBESPIYÊ
 
Şêniyên navçeya Tirbespiyê ji ber avahiya Şaredariya Gel heta sûka navendî meşiyan. Di meşê de dirûşmên "Na ji bêdengiyê re, bêdengiya we me dikuje" hatin berzkirin. Her wiha wêneyên komkujiyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî welatiyan û wêneyên gerîlayên ku di êrişên kîmyewî de şehîd bûne, hatin hildan.
 
Meş li sûka navendî veguherî mîtîngê. Li vir ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqeyeke rêz hat girtin. Piştre endamê rêveber ê Meclîsa PYDʹê ya navçeya Tirbespiyê Hacî Îsmaîl axivî û diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji van êrişan qirkirina Kurdan û gelê herêmê yê berxwedêr e. Îsamîl anî ziman ku bêdengiya navneteweyî ya li hemberî van êrişan nîşaneya bejirandina siyasetên qirkirinê ye.
 
Bi navê Saziya Olî ya navçeya Tirbespiyê Mele Ebdullah Şêxo jî anî ziman ev sûc li dijî rêgezên tevahî olan e û AKPʹê bi navê îslamê kiryarên qetilkirinê dike.
 
Her wiha endama rêveber a Kongra Star Xaliya Ehmed jî axivî û destnîşan kir ku ew ê di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de li hemberî êriş û siyasetên dewleta Tirk bisekinin.
 
Bi navê QSDʹê endamê rêveber ê Meclîsa Têkiliyên Leşkerî ya Kantona Qamişlo Mihemed Zêdan anî zimanê ku QSDʹê wê parastina tevahî pêkhateyên herêmê ji êrişan bidomîne.
 
ÇILAXA
 
Şêniyên navçeya Çilaxa jî li Qada Şehîd Masûm kom bûn. Şêniyan wêneyên şehîdan û pankertên bi nivîsên "Na ji dagirkeriya Tirk re, Na ji qirkirinê re, têkoşîna me azadiyê ye, berxwedana me serkeftin e" bilind kirin.
 
Xwepêşandêr di kolanên navçeyê re geriyan û bênavber dirûşmên li dijî dagirkeriya Tirk û yên silavkirina berxwedana QSD`ê û gerîla berz kirin, dîsa vegeriyan Qada Şehîd Masûm. Li wir endama rêveberiya saziya perwerdeyê li navçeyê Nezha Seyfeddîn wiha axivî: "Êrişên Tirkiyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûryiê, encama derbên giran ên ji destê gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê xwarine ye."
 
Nezha diyar kir ku çiqas dewleta Tirk êriş bike jî, wan natirsîne û got: "Em girêdayî şoreşa xwe û destkeftiyên xwe ne. Em ji projeya xwe ya neteweya demokratîk paşde gav navêjin. Em soz didin em li ser rêya şehîdan têbikoşin."
 
GIRKÊ LEGÊ
 
Bi sedan şêniyên Girkê Legê, Rimêlan û gundewarên wê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bombebarankirina welatî, mal û milkên taybet û giştî xwepêşandaneke li dar xist.
 
Xwepêşandêr li kolanlên sereke geriyan û li Qada Şehîd Xebat xwepêşandan vegerî mitîngê. Li wir endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Îhsan Şiblî axivî û bêdengiya navnetweyî li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kir.
 
Xwepêşandan bi dirûşmên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk bi dawî bû.
 
TIL BIRAK
 
Xwepêşandan ji Çerxerêya Firinê ya li başûrê Til Birakê bi beşdariya tevahî pêkhateyan dest pê kir. Xwepêşandêran dirûşmên şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk û silavkirina berxwedana gerîla berz kirin.
 
Li Çerxerêya Şehîdan a li naverasta navçeyê xwepêşandan veguherÎ mîtîngê, li wir endama rêveber a Kongra Star Rexed El Ehmed êriş û sûcên "Erdoganê ku har bûye" şermezar kirin û wiha got: "Erdogan hemû kaxizên xwe yên bazar û şantajê ji dest dide û çiqas tawîzan bide dewletên cîhanê jî dê nikaribe projeya neteweya demokratîk û tevgera gel a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe."
 
Rexed wiha domand: "Em soz didin şehîdan ku em li ser rêya wan a berxwedan û azadiyê bimeşin. Her wiha em ê li ser rêya ku Rêber Abdullah Ocalan xêz kiriye, heta gihîştina civakeke demokratîk ku tê de edalet û wekhevî serwer be, têbikoşin."
 
Hevserokê Şaredariya Gel a Til Birakê Mihemed El Hesen jî axivî û wiha got: "Ev êriş bi armanca derxistina tevlêheviyê, têkbirina îstiqrarê û derbekirina hewldanên navneteweyî yên li dijî terorê ne."
 
El Hesen bang li gel û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir li hember gef û lîstokên dagirkeriya Tirk yekdest bin û li dora saziyên xwe yên ewlehî, leşkerî û sivîl kom bibin.
 
Xwepêşandan bi dirûşmên silavkirina berxwedanê, dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.
 
TIL KOÇER
 
Bi hezaran kesî li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker xwepêşandan kir. Xwepêşandan ji pêşiya Baxçeyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, li kolanên sereke geriya û li ber wêneyên şehîdên Til Koçerê rawestiya.
 
Di xwepêşandanê de hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan ê Til Koçer Samî Mihemed Silêman axivî û dijminahiya dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir. Her wiha endama Kongra Star Delal El Şiblî jî axivî û êrişên dewleta Tirk protesto kirin.
 
Xwepêşandan bi dirûşmên li dijî êrişên dewleta Tirk bi dawî bû.
 
TIL HEMÎS
 
Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîsê ya Kantona Qamişlo li ber avahiya navçeyê kom bûn. Şêniyan alên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), alên Kongra Star, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankarta bi nivîsa "Na ji terora Erdogan re" bilind kirin.
 
Xwepêşandêr li kolanên navçeyê geriyan heta ku gihiştin qada Banka Çandiniyê. Her wiha dirûşmên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên hovane yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Na ji bombebarana hovane re) berz kirin.
 
Piştî ku çalakvan gihîştin qada li bakurê navçeyê, hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk ê navçeya Til Hemîs Xalib El Sedûn axivî. El Sedûn êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bombebarana wê ya rasterast a li ser welatiyan şermezar kir.
 
Xwepêşandan bi qêrîna dirûşmeyên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk bi dawî bû.
 

Sernavên din

24/11/2022
09:02 Amedî: Tirkiye ji bo her 4 parçe hev nebînin êriş dike
09:00 ROJEVA 24'Ê MIJDARA 2022'YAN
23/11/2022
23:44 Qamişlo hat bombebarankirin
21:21 Tirkiyeyê Kampa Holê bombebaran kir
19:56 Ji Girtîgeha Amedê ya Jinan 2 girtiyên din jî hatin sirgûnkirin
16:50 Ji girtiyê ku înfaza wî taloqkirin re gotin: Heke zarokên te çêbibin dê bişînî çiyê?
16:21 HSD: Di êrişan de 7 sivîl û 2 şervanên YAT’ê jiyana xwe ji dest dan
16:15 Komxebata Xwendekaran: Bi têkoşîna şoreşgerî dikare êriş bên pûçkirin
15:50 Li Şirnexê serdana goristanê hat astengkirin
15:34 Malbata Şenyaşar: Dê li ser sindoqê bersiva pêwîst bê dayîn
15:27 ‘Êrişî destkeftiyên Rojava dikin’
15:08 Ji jinên girtî re nameyên piştgiriyê hatin şandin
15:04 Hêzên Demokrasiyê yên Amedê: Bila 47 kesên binçavkirî bên berdan
14:32 Mazlum Ebdî: Sê birayên êrişkara Taksîmê dema ji bo DAIŞ'ê şer dikirin hatin kuştin
13:51 Doza îşkenceya li Qursa Qur’anê hat taloqkirin
13:44 Di doza rojnameger Oruç û Muftuoglû de biryarek derneket
13:26 Li Girtîgeha Dumluyê tecrîd hat protestokirin
13:20 Ji bo Rojhilat banga greva giştî
13:11 Kongra Star: Îdiaya me mezin û hêviya me xurt e
12:24 ATB’ê ji bo Seroka TTB’ê Fîncanci bang kir
12:08 ‘Divê rewşenbîrên vî welatî bi dengekî bilind li dijî şer derkevin’
11:57 Yildirim ku bi berxwedana rojiya mirinê hatibû berdan dîsa şandin girtîgehê
11:46 Danişîna doza Tahir Elçî hat taloqkirin
11:34 Dîmenê helîkoptera li Metînayê hatiye xistin hat weşandin
11:30 Salih Muslim: Tirkiye li gorî serê xwe tevdigere lê dê rojekê li cihekî biqelibe
10:54 Li Sûriyeyê di nava 11 salan de 756 rojnameger hatin qetilkirin
10:41 'Rêxistinbûyîna jina kurd ew çavtirsandî kirine'
10:21 Ji bo meşa 25’ê Mijdarê ya li Êlihê bang: Wer in em li dijî tundî û şer bimeşin
10:01 HSD’ê bîlançoya êrişên 24 saetan eşkere kir
09:41 Swîsreyê bo Rojava daxuyanî da: Divê rêz ji hiqûqa navneteweyî re bê girtin
09:34 Akar li xwe mikûr hat ku çekên kîmyewî bi kar tînin
09:28 4 caran xaniyê wî hat şewitandin û kurekî wî hat kuştin: Ji ya xwe daneket xwarê
09:05 Darbirîna li Besta û Cûdî didome: Niha jî çav berdane Gabarê
09:04 'Ciwan dê li dijî tiryakê serwext bibin û vê pergalê birûxînin'
09:03 Li sînor bang kirin: Dem dema xwedîderketina li Rojava ye
09:02 Jinên êzidî: Bi fikra Ocalan birînên xwe derman dikin
09:01 Sonmez: Jinên HDP’î li dijî siyaseta nêrza têkoşînê bihêz dikin
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2022'YAN
08:34 Li Duzceyê bi pileya 6.0 erdhej pêk hat
22/11/2022
22:53 Zarokê li Amedê hatibû binçavkirin hat berdan
19:47 Platforma Ked û Azadiya ya Mêrdînê: Ne şeer, pêdivî bi aştiyê heye
19:32 TJA û HDP'ê li Stewrê serdana gel kir
18:33 Ji Amedê girtî Denîzê sirgûnî Kayseriyê kirin
17:15 Yuksekdag bertek nîşanî şandeya dadgehê da: Berdana bi derewkî
16:58 Sebahat Tuncel: DMME’yê mafdariya raperîna me piştrast kir
16:57 Malbatên girtiyan di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê dan
16:48 Ji NY’ê banga Îranê: Daxwazên azadiyê bibersivînin
16:42 Gergerlîoglû: Bi gotina ‘dîn, îman, Sakarya’ êrişî Rojava dikin
16:20 TJA li Botanê gund bi gund bi jinan re dicive
16:11 Ber bi 25’ê Mijdarê ve: Em ê bêjin ‘Jin jiyan azadî’ û azad bibin
15:42 Danişîna doza Kizilkaya û Dîcle hate taloqkirin
15:18 Îsam Ebdullah kêliya ku bi kameraya xwe êrişên Tirkiyeyê radigihand hat qetilkirin
15:15 4 gundên Geverê 11 roj in di bin dorpêçê de ne
15:01 DFG û MKGP: Çapemeniya Azad di tu şert û mercan de bêdeng namîne
14:20 Ji bo piştevaniyê ji Şebnem Korur Fînanci re qert hatin şandin
14:14 BMG: Tekane çareserî têkoşîna hevpar e
14:12 Dozger ji rojnamevan Çapan re ceza xwest
13:58 ÇHD: Di mijara teqîna li Taksîmê de hewl didin gel manîpule bikin
13:46 Serokên baroyan li dijî qedexeyên walîtiyan in
13:38 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:32 Buldan: AKP’ê kampanyaya hilbijartinê bi şer da destpêkirin
13:21 Danişîna doza rojnamevan Çelîk û Yayla hat lidarxistin
13:06 Amerîka, Fransa, Rûsya û Almayayê ji bo Rojava daxuyanî dan
13:04 Malbata Şenyaşar: Yên dev ji Rabîayê berdayîn dê sibe dev ji wekîlê xwe jî berdin
12:59 Akar dîsa gotinên her carê dubare kir: Di envantera me de çekên kîmyewî nînin
12:52 Parlamentoya Iraqê dê bi rojeva êrişên Îran û Tirkiyeyê bicive
12:51 Bi hinceta ‘qedexeyê’ nehiştin malbatên girtiyan çalakiya xwe li dar bixin
12:39 Dayika girtî: Li Girtîgeha Kalkandereyê greva birçîbûnê hatiye destpêkirin
12:38 4 zarokên bi îdiaya 'al daxistine' hatibûn binçavkirin, hatine derbkirin
12:21 Tifaqa Ked û Azadiyê wê li Îzmîrê bi gel re were gelhev
11:48 ‘Îktidar ji bo faşîzma xwe sazûman bike gavên bilez diavêje’
11:48 Kujerê Ozlem G’yê hate girtin
11:22 ‘Êrişên ser Rojava dijminatiya dewletê ya sîstematîk a li dijî kurdan e’
11:12 Dr. Mansouran: Rûxandina rejîma Îranê bûye vîneke civakî
11:12 Ji bo Semra Guzel serî li AYM’ê hat dayîn
10:48 Rojnamevan Bûldan: Berxwedana gel a li dijî rejîma Îranê xurtir didome
10:33 Binçavkiriyên Enqereyê hatin berdan
10:19 Doza Dedeogûllari: Desthilatdariyê bi gotinên xwe bingehê ji komkujiyên nû re çêdike
09:41 Bila girtiyê nexweş Emîn Guler bê berdan
09:13 Jinên şirnexî: Li dijî tundiyê divê em bibin yek
09:07 Li Efxanistanê berxwedan: Astenga herî mezin a li ber pergala Talîban jin in
09:04 Parêzer Kaya: Bi tecrîdê nahêlin fikrên Ocalan bigihên gelan
09:02 Hevserokê PENa Kurd Fîdan: Dengê nivîskariya kurdî bi ser siyasetê neketiye
09:01 'Serokatiya cemxaneyê tunekirina civat û baweriyên cuda ye'
09:00 ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2022'YAN
21/11/2022
23:28 Endamê SES'ê Mûstafa Yaşa hat berdan
21:59 Berteka amediyan a li dijî êrişan: Bijî berxwedana Kobanê
18:58 Têkildarî êrişa li Taksîmê 5 kesên din jî hatin girtin
18:34 'Pêşketinên berxwedana jinê geştir dibin'
18:02 Tirkiyeyê ji hewayê ve êriş bir ser Amûdê
17:58 Nûçegihanê Yenî Yaşamê Bedîr hat berdan
16:52 ‘Em ê ji bo jiyana azad a zarokan têbikoşin’
16:39 Rewşenbîran bang li rêxistinên navneteweyî kir: Pêşî li ber êrişên Tirkiyeyê bigirin
16:36 Êrişên li dijî Rojava hatin protestokirin: Kobanê wê nekeve
16:36 Çerkezoglû: Em ê teslîmî tirsê nebin
16:00 TJA li Qilebanê bi jinan re civiya
15:59 Banga beşdariya meşên 25’ê Mijdarê hat kirin
15:55 Doza Kobanê: Tifaqa jinan wê pergala heramiyan hilweşîne
15:51 Ji bo endamên HPG’ê Yavûz û Sarûhan mewlîd hatin dayîn
15:30 Maseya Îslamê ya HDP’ê li Wanê panel li dar xist