Ji bo tevlibûna danişîna ‘doza tacîza zayendî’ banga tevlibûnê hat kirin

  • rojane
  • 12:02 25 Mijdar 2022
  • |
img
RIHA - Danişîna doza M.S. ku li Wêranşarê tacîza zayendî li zirxwîşka xwe ya 10 salî S.S. kiribû û bi sûcê “bi awayekî sîstematîk tacîza zayendî kiriye” tê darizandin, di 30’ê mijdarê de tê lidarxistin. Dayika S.S. ji bo tevlibûna danişînê bang kir û wiha got: “Ev doz ne tenê doza keça min e lê doza hemû zarokên hatine îstîsmarkirin û destdirêjî lê hatiye kirin e.” 
 
Kesê bi navê M.S. (17),  li Wêranşar a Rihayê salekê bi awayekî sîstematîk tacîza zayendî li zirxwişka xwe ya 10 salî S.S. kir. Bi vê sedemê jî di 21’ê gulana 2021’an de hate binçavkirin. Piştî kar û barên îfadegirtinê yên li emniyetê, sewqî dadgeha nobedar hat kirin û hat berdan. Di lêpirsîna bi sedema “tacîza zayendî ya sîstematîk” derheqê M.S. de hatiye vekirin de biryara “hewcehî bi teqîbatê nîne” hat dayîn. 
 
NEQÎRÎNA WÊ WEKE HINCET HAT NÎŞANDAN
 
5’emîn Daîreya Dadgeha Bilind têkildarî bûyerê wiha gotibû: “Dema ku destdirêjî li mexdûreyê dihat kirin, neqîriya û alîkarî ji derdorê nexwestiye. Li gorî îfadeyên mexdûreyê, di cih û demên cuda de rastî destdirêjiyê hatiye lê di vê navberê de ev rewş bi kesekî re parve nekiriye û gilî nekiriye.” Dozgeriyê jî ev îfadeye esas girtin û wiha got: “Dema rewşa hatiye vegotin esas tê girtin; rewşeke ku mexdûre îftîrayê li zarokê sûc kiriye di dosyayê de nîne. Lê ev rewş bi tena serê xwe nabe delîl ku ev sûc hatiye kirin. Delîlên ku mexdûr rastî îstîsmara zayendî hatiye nehatine bidestxistin û îdiayên mexdûr rast nînin.” Dozgeriyê bi van îdiayan jî biryara “hewcehî bi teqîbatê nîne” da. 
 
ÎTÎRAZ HAT KIRIN 
 
Parêzera dozê Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn li dijî vê biryarê îtîraz kir. Dadgeha Bilind jî ev îtîraz rast dît û biryar da ku doz divê li Dadgeha Cezayên Giran bê dîtin. Piştî biryarê jî Dadgeha Cezayên Giran a Wêranşarê îdianameya derheqê M.S. de qebûl kir.  
 
XWEST BÊ CEZAKIRIN
 
Îdianame, bi sedema sûcê “bi awayeke sîstematîk hewl daye îstîsmara zayendî li zirxwişka xwe kiriye” hat vekirin. Di îdianameyê de hat gotin ku her çiqas delîlên tibbî yên îstîsmara zayendî nebin jî, ji ber ku di navbera mexdûr û zarokê îstîsmara zayendî kirî de dijminatiyek nîne, sedemeke ku mexdûr îftîrayê li zarok bike nîne. Di îdianameyê de hat destnîşankirin ku dema li delîl û ewraqên di dosyayê de tên nirxandin, gumana ku zarokê behsê xeberê sûc kiriye û hat xwestin ku bê cezakirin. 
 
Danişîna ewil a dozê dê di 30’ê mijdarê de li Dadgeha Cezayên Giran a Wêranşarê bê lidarxistin. 
 
JI NAVÇEYÊ BAR KIRIN
 
Dayika zaroka ku bi awayekî sîstematîk rastî tacîza zayendî hatî D.G, têkildarî mijarê axivî. D.G., da zanîn ku piştî bûyer derketî holê agahî dane mam û endamên din ên malbatê û wiha domand: “Lê mamê M.S. li biraziyê xwe xist û hewl da bi ser bûyerê bigire. Ji min re got ku heke em vê mijarê negirin, dê bo min û zarok bibe pirgsirêk. Min zaroka xwe ji Wêranşarê revand û bir Stenbolê. Me serî li Şaxa Zarokan a Navenda Polîsan a Ataşehîrê da. Li Navenda Şopandina Zarokan li gel pedagogan îfadeyê keça min girtin. Piştre jî kesê behsa xeberê li Wêranşarê hat binçavkirin û hat berdan. Em li bendê bûn ku doz were vekirin lê dozger hêj di destpêkê de biryara bêteqîbatê da û ji bo zaroka min tevdîra tenduristiyê da.” 
 
BANGA TEVLIBÛNA DOZÊ 
 
Bi domdarî D.G. destnîşan kir ku piştî îtîraza wan a li dijî biryarê, ji ewil doz birin îstînafê û piştre jî birin Dadgeha Bilind. D.G., axaftina xwe wiha domand: “Dadgeha Bilind, dosya ji Dadgeha Malbatê girt û da Dadgeha Cezayên Giran. Di vê navberê de xizmên zarok gef li me xwarin. Ji ber van tevdîran jî dadgehê biryar da ku navnîşana me bê veşartin û biryara tevdîrê da. Danişîna dozê dê di 30’ê mijdarê de bê lidarxistin. Ev doz ne tenê doza zaroka min e. Doza hemû zarokên hatine îstîsmarkirin û zarokên rastî destdirêjiyê hatin e. Banga min ji bo her kesên ji neçarî bêdeng mayîn, yên ku bi tecawizkarê xwe re hatine zewicandin ew e ku tev li danişînê bibin. Di heman demê li dijî kesên dibêjin ‘daxwaza zarok hebû’, ev doz dê bibe dozeke mînak.” 
 

Sernavên din

29/11/2022
13:09 Malbata Şenyaşar: Feraseta ji nedîtî ve nêz dibe dê li Rihayê winda bike
12:57 Meclisa HDP’ê dê bi 3 rojevên sereke bicive
12:52 Malbatên girtiyan: Polîtikayên herî qirêjî li ser girtiyan tên meşandin
12:30 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Ocalan derneket hevdîtina bi CPT’yê re
12:28 Gunay: Pêdivî bi dengê Abdûllah Ocalan heye
12:27 Danişîna doza Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê Kilinç hat taloqkirin
12:21 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:21 Newroz Ehmed: Armanca esasî şoreşa jinê ye ku li Rojava aj dide
12:17 Li Mêrsînê 12 kes hatin girtin
11:21 Peywira Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya nû: Kêr dikare were dayîn!
09:51 Şanoger Akkûzû: 10 şanoyên kurdî li dijî şer û qedexeyên li ser ziman berxwedaneke mezin e
09:50 Li Behra Egeyê erdhej çêbû
09:49 Derheqê 50 jinan de biryara binçavkirinê hat dayîn
09:06 Akademîsyena Aştiyê Ozgun: Ev budçe jinan esas nagire
09:04 Malbatên Zekeriya Xeyal û Komar Deruftade: Hedef girtin û kuştin
09:03 Çîroka Seyrê û Elîyê Mamed kir pirtûk
09:02 Qeyûm pere di qaseya şaredariyê de nehiştiye: Nikare heqê şîrketê bide
09:00 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2022'YAN
28/11/2022
23:06 Artêşa tirk cardin Kobanê bombeberan kir
22:12 Li herêma operasyonê eskerekî din jî mir
19:16 Doza Kobanê: Armanc cezakirina siyaseta demokratîk e
18:26 Ji Girtîgeha Panosê 7 girtî hatin sirgûnkirin
16:57 HSD: 90 caran êrişî gund û bajarokan hate kirin
16:55 Cezayê Gurdal ê ku 19 rojan kelemçekirî dihat tedawîkirin hat taloqkirin
16:52 Tahîr Elçî li ser gora xwe hat bibîranîn
16:27 Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê: Em ê kolanan neterikînin
16:08 Hevseroka HDP’î ev du roj in di bin çavan de ye
16:07 Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskê: Erdnîgarî qeder nîne
16:05 Kişanak: Doza Kobanê, doza ji holê rakirina çareseriyê ye
15:42 Tahir Elçî li gelek bajaran hat bibîranîn: Em ê di rêya têkoşînê ya Elçî de bimeşin
15:33 ‘Em ê destûrê nedin êrişan û Şoreşa Rojava biparêzin’
15:19 Gelê Geverê tevî hemû astengiyan jî li dijî ‘şer û dagirkeriyê’ meşiya
13:37 Tahîr Elçî li ber Mînareya Çarling hat bibîranîn: Qasidê aştiyê bû
13:15 Malbata Şenyaşar: Mala me ber deriyê edliyeyê ye
13:06 Kesên ji ber pankarta Kurdistanê hatin binçavkirin wê sewqî edliyeyê bên kirin
12:56 Kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:31 Serokkomarê Iraqê bi şandeya Herêma Kurdistanê re hevdîtin kir
12:03 Li Tekîrdag û Manîsayê gelek kes hatin binçavkirin
11:53 Hewsel bi rengên payîzê xemilî
11:36 116 jinên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:34 Kedkarên Çapemeniya Azad meheke girtî ne: Em ji ber rojnamevantiyê tên darizandin
11:25 HDP’ê Tahir Elçî bi bîr anî: Em ji bîr nakin û nadin jibîrkirin
11:01 Xwendekarê kurd ê êriş lê hate kirin: Em dikarin bi têkoşînê van nijadperestan ji dibistanan paqij bikin
10:55 Abdullah Ocalan: Sûriye dê qedera AKP’ê jî diyar bike
10:09 Akkaya ku înfaza wî hatiye şewitandin di hucreya yekkesî de tê ragirtin
09:55 Girtiyê ku dermanên wî nehatin dayîn di hucreya yekkesî de bi edrê ket
09:54 Destê Dayika Aşitiyê ku di 25'ê mijdarê de tundî lê hate kirin ji cih derket
09:35 Canbaz: Divê em tecrîdê têk bibin û berxwedanê mezin bikin
09:04 Jinên Botanî ku hatibûn binçavkirin: Em ê li ber xwe bidin bila ev jî ji wan re bibe derd
09:04 Tevlibûna daxuyaniya ji bo Denîz Poyrazê weke ‘propagandaya rêxistinê’ hesibandin
09:02 Rojnameger Kawe Fatehî: Serhildana gelan gelek tişt li Rojhilat û Îranê guhert
09:00 Jinên Mahabadî deriyê tirsê şikandine
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2022'YAN
27/11/2022
22:18 OHD: Rêbazên leşkerî wê pirsgirêkê mezintir bikin
21:32 Dewleta tirk gundên Şêrawa bombebaran kirin
21:25 Di komxebata ‘Di kapîtalîzmê de kedxwariya jinan’ de koç hate destnîşankirin
21:03 Xelata yekemîn a Mafê Mirovan û Azadiyê diyarî Jîna Emîniyê hat kirin
20:33 Li Qersê 3 kes hatin binçavkirin
20:27 Rojnamevan Evren: Jin nêzîkî azadiyê ne
19:30 Taşdogen: Divê li dijî ‘jina maqûl’ têkoşîn bê dayîn
18:59 Di êrişan de 3 leşkerên Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dan
18:48 Di çalakiyên 25’ê Mijdarê de jinên îranî hatin silavkirin!
18:32 Li Şirnexê 9 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:55 Amedsporê li deplasmanê Înegolspor 2 û 0 têk bir
16:55 TMMOB’a Amedê: Binçavkiriyan di zûtirin demê de berdin
16:48 Tundiya mêr-dewletê li Antalyayê bi meşê hat protestokirin
16:29 MEBYA-DER bi malbatan re hate ba hev
15:58 Li Colemêrgê ji ber berfê rêya 155 gund û mezrayan hate girtin
15:31 Piştî kuştina leşkeran Akar çû ser sînor
15:30 Li Colemêrgê 3 jê jin 16 kes hatin binçavkirin
15:11 Husseîn Ronaghî hate berdan
15:00 HSD’ê bîlançoya êrişan eşkere kir
14:17 Li Mêrsînê 25 kes sê roj in di binçavan de ne
13:44 Malbata Şenyaşar: Em ê bêhêvî nebin
12:21 Di wesayîta cenazeyan a şaredariya AKP’î de tiryak hat desteserkirin
12:03 ESU: Divê NY li dijî êrişên Tirkiyeyê bikeve nava liv û tevgerê
11:55 Dewleta tirk gundê Eyn Deqnê û Balafirgeha Minixê topbaran dike
11:44 Polîsan li Taksîmê ciwanek kuşt
11:26 Turker a ku di 25’ê Mijdarê de piyê wê hate şikandin: Bijîşk hewl da tundiya polîsan veşêre
10:50 Cenazeyên 17 leşkeran anîn Colemêrgê
10:49 Li Duzceyê erdhejeke bi pileya 4.3’yan çêbû
10:49 Bertekên li dijî binçavkirinan: Çi bikin jî em ê her tim li dijî şer derkevin
10:48 Dozger tevlibûna kongreya ciwanan wek sûc hesiband
10:17 Yolerî: Bi piştevaniyê em dikarin hewldana bitenêhiştina girtiyan têk bibin
09:47 Xwişka girtiyê nexweş Guler: A tê kirin îşkence ye
09:40 Li gundê suryanan talankirina daran didome
09:10 Çelkî ku piştî fermanê dest bi rojnamegeriyê kir: Em ê êş û berxwedana vê civakê ragihînin cîhanê
09:09 Rojnameger Mêsî: Dewleta tirk li Rojava sûcên şer dike, sûcên wê belgekirî ne
09:08 'Astengiyên li ber 25'ê Mijdarê serketina jinê nîşan dide'
09:07 Dêra Geramonê bûye sergo!
09:04 Li Mahabadê hêrsa gel her ku diçe zêde dibe
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2022'YAN
08:30 Êrişên dewleta tirk di tevahiya şevê de domiyan
26/11/2022
17:57 Ebdî: Em li dijî êrişan amade ne, em ê li ber xwe bidin
17:09 DOM: Şoreşa Rojava belavî cîhanê bû
17:09 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Aydogan pirsîn
17:07 Hejmara kesên li Amedê hatin binçavkirin derket 40’an
16:56 MEBYA-DER û TUHAY-DER’ê serdana Emîne Şenyaşar kirin
16:07 Ji 20 karkerên birîndar 2 karker mirin
16:00 Jinan têkildarî 25’ê Mijdarê daxuyanî dan