Dayika ku kurê wê li Kobanê jiyana xwe ji dest da: Çi ji destê me bê divê em bikin

  • rojane
  • 09:02 9 Kanûn 2022
  • |
img
AMED - Rûkiye Şik, dayika Rênas Karaz (Mûhammed Şik) ku di şerê li dijî DAIŞ'ê de li Kobanê  jiyana xwe ji dest dabû bertek nîşanî êrişên dewleta tirk ên li dijî Rojava dan û wiha got: “Tu mafê wan nîne ku êrişî Rojava bikin. Divê em çar aliyên Kurdistanê bibin yek û çi ji destê me bê divê em bikin."
 
Êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji şeva 19-20'ê mijdarê ve didomin. Heya niha di van êrişan de gelek sivîl hatine qetilkirin û zirar gihaştiye gelek cihwaran. Li gel vê bertekên li dijî êrişan jî didomin.
 
Rûkiye Şik, dayika Rênas Karaz (Mûhammed Şik) ku li Kobanê di şerê li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da jî nerazîbûna xwe ya ji bo êrişên vê dawiyê yên dewleta tirk anî ziman. Şik, bang kir ku her kes xwedî li rojavayê Kurdistanê derkeve û wiha got: "Tu mafê wan tune êrişî Rojava bikin. Divê em çar aliyên Kurdistanê bibin yek û çi ji destê me bê bikin."
 
‘JI BO KOBANÊ XILAS BIKE ÇÛ’
 
Dayik Rûkiye Şik diyar kir ku lawê wê Mûhammed Şik (Renas Karaz) dema li Hatayê zanîngeh dixwend çûye Kobanê û wiha qala lawê xwe kir: “20 salî bû, li Zanîngeha Hatayê Tedawiya Fîzîkê dixwend. Her tim doza zimanê dayikê û mafê gelê xwe dikir. Di zanîngehê de jî pir serkeftî bû. Sala wî ya sêyan bû li zanîngehê, şerê Kobanê nû dest pê kiribû, di sala 2014’an de me bihîst ew jî çûye Kobanê. Wê demê em jî çûn Pirsûsê, ser sînorê Kobanê. Li wir me têkilî bi hevalekî wî re danî û em bi Mihemed re axivîn. Di telefonê de ji me re got, ‘DAIŞ êrişî gelê Kobanê dike, jinên ciwan difroşin, serê pîr û zarokan jê dikin. Ji bo em Kobanê xelas bikin ez hatim, hûn jî werin alikariya me, em gelê xwe ji destê DAIŞ'ê xelas bikin.’ 16 rojan em li ser sînor man. Me çi dikir dewletê nedihişt em derbasî Kobanê bibin. Hemû tank û topên wan li ser sînor bûn. Dewletê jî alîkariya DAIŞ'ê dikir lê alikariya gelê Kobanê nedikir. Heke destûr bidana em derbasî Kobanê bibin, belkî zarokên me şehîd neketana, xelas bûbûna."
 
‘JI BO MIROVAHIYÊ CANÊ XWE DAN’
 
Bi domdarî dayik Şik da zanîn ku bi rêya telefonê xebera mirina kurê wê gihaştiye wê û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Her roj cenaze dihatin. Kesên ku li Kobanê di şerê li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan, ji bo mirovahiyê canê xwe dan. Di 1’ê mijdara 2014’an de Mihemedê min jî şehîd bû.  Em bi telefonê pê re diaxivîn. Beriya şehîd bikeve bi çend rojan ji me re got, ‘Canê me biçe jî em ê wan însanan xelas bikin.’ Roja înê bû, te digot qey kêr li sînga min ketiye, min nikaribû bisekinim. Bavê wî got, telefon neke lê min sebir nekir û geriyam. Lê hevaleke wî telefon vekir, jin bû. Li ser telefon digot, ‘Ji me re teqwiyê bişînin, em tev şehîd ketin.’Min jê pirsa Mihemedê xwe kir. Min got, 'ez dayika Renas im.' Wê jî got, ‘Ez bi qurbana Rênasê te bim, Rênasê te şehîd ket.' Min got, Mihemedê min nexin destê DAIŞ'ê, radestî me bikin. Wê jî got, ‘Heke ez nekevim destê DAIŞ'ê ez ê Mihemedê te bişînim.’ Li ser sînor em 500 kes hebûn. Min li ser sînor got, Mihemedê min ji bo gelê Kobanê, gelê Rojava cane xwe da, bila serê gelê me yê bi rûmet sax be. Me cenazeyê Mihemedê xwe anî Amedê, ew miletê li ser sînor jî bi me re hatin. Me ew bi girseyî li Goristana Karazê veşart.”
 
LI DIJÎ ÊRIŞAN YEKITÎ
 
Di berdewamê de Şik bal kişand ser êrişên dawî yên dewleta tirk ên li dijî Rojava û destnîşan kir ku mafê dewletê tune ye ku êrişî Rojava bike û wiha bertek nîşan da: “Erdogan di qesra xwe ya fireh de ye, zarokên feqîran jî dide kuştin.Tu mafê wan tune ku êrişî Rojava bikin. Rojava tevahî xirab bû, DAIŞ’ê Kobanê serûbin kir lê wan ji nû ve ew der ava kirin. Niha cardin dewleta Tirkiyeyê êrişî zarok, pîr û malên wan dike. Vî çileyê zivistanê li ser Kobanê, Dêrik û hemû cihên din girtine û wan bombebaran dikin. Ew hemû ne şervan in, di malê xwe de ne, sivîl in. Çi mafê dewletê heye êriş dike û mala wan hildiweşîne, zarokên bêguneh dikuje. Xwedê jî vê qebûl nake. Zarokên me li dijî DAIŞ’ê şer kirin, ji bo Kobanê xelas bikin şehîd bûn, ne ji bo kêfê."
 
Dayik Şik, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji bo Kobanê çi ji destê gel tê divê bike. Em dixwazin êdî ev xwîn bê sekinandin û zarokên kesî nemirin. Banga min ji bo dayikên tirkan û leşkerên dewletê re jî heye. Divê ew jî li dijî vî şerî rabin. Bila bibêjin 'çima zarokên me bimirin, ji ber çi bimirin?' Bila ew jî rabin ser xwe û vê xwîne bidin sekinandin.”
 
Di dawiya xaftina xwe de dayik Şik bi lêv kir ku divê li dijî êrişên dewleta tirk ên li ser Rojava her çar aliyên Kurdistanê bibin yek û ev tişt anî ziman: "Ez helwesta PDK'ê şermezar dikim. Heke her çar aliyên Kurdistanê bibin yek, dê vî şerî bidin sekinandin. Heke malbata Barzanî xwedî li gelê xwe derketana niha nikaribûn êrişî Başûr û Rojava bikin. Lê malbata Barzanî ji bo berjewendiya xwe pêşiya êrişan ji dewleta tirk re vekir. Niha li vir jî yek bibêje ez kurd im wan digirin û dixin zindanê. Ji ber wê divê em li dijî van êrişan bibin yek. Ew kurdan tune dihesibînin. Li dijî êrişên li ser Rojava çi ji destê gelê me bê divê bike."
 

Sernavên din

12/12/2022
21:58 Li Zanîngeha Mûnzûrê sîxurtî li Xwendekaran tê ferzkirin
21:47 48 kesên ku li Wanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:54 Li Amedê li dijî destdirêjiya li zarokan çalakiya 'xeleka mor'
19:35 Cenazeyê endamê HPG’ê Tok piştî 5 mehan radestî malbatê hat kirin
18:48 Banga ji bo mîtînga 'Em nikarin debara xwe bikin'
18:28 Banga ji bo xwedîderketina li doza GOÇÎZDER'ê
16:43 Di doza girtina HDP’ê de geşadaneke nû
15:44 Dosyeya ku bûye sedema sekinandina cînayeta Sîncar dê bê lêkolînkirin
15:35 Doza teqîna Pasûrê hate taloqkirin
15:27 Dayikên Aştiyê yên Rihayê bi laçikên spî çalakî li dar xistin
15:15 Qeyûmê Êlihê ji bo ‘Serkeftina Milazgirê’ 400 û ji bo TUGVA’yê 270 hezar TL xerc kir
15:02 Li Duhokê êrişî hêzên asayişê hate kirin
14:53 Di Nobeta Edaletê de wê tecrîd were şermezarkirin
14:33 Polîsan li Wanê êrişî meşa li dijî tecrîdê kirin
14:16 Ji bo mitîngê bang kirin: Li dijî bêedaletiyê em ê li Enqereyê bin
14:01 Li Zambiyayê cenazeyê 27 penaberan hatin dîtin
13:35 ÎSÎG: Di mijdarê de 127 karkeran jiyana xwe ji dest daye
12:55 Li Meclisê rageşiya Weqfa Hîranûrê: Berpirsyar îktîdar e
12:41 Malbata Şenyaşar: Doza ku serokkomar alîgir be wê adil nebe
11:57 Polîsan li Stenbolê jinek qetil kir
11:35 Sewqên girtiyê nexweş Ayik ên nexweşxaneyê tên betalkirin
11:16 Ceyrana mizgefta ku fatûreya wê nehatiye dayîn hate birîn
11:14 TUÎK’ê daneyên bêkariyê parve kir
10:51 Kiliçdaroglû ber bi Wezareta Dadê ve meşiya
10:37 Di encama darizandina 18 rojan de Mecîd Riza Rehneverd hate darvekirin
10:34 Hevserokê DFG’ê Altan: Heke çapemenî azad nebe civak jî azad nabe
09:03 Li dijî hişmendiya qedexeker wê konsera ‘Em ê bêjin’ were lidarxistin
09:03 CPT bixwaze dikare bike
09:01 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2022'YAN
11/12/2022
23:45 Li kampa koçberan a Hewlêrê şewat derket: Zarokekî 17 salî jiyana xwe ji dest da
22:47 Li Rihayê salvegera 27’emîn a KESK’ê hate pîroz kirin
19:40 Nagihan Akarsel li Zurîhê hat bibîranîn
19:31 HDP û DBP li Egeyê bi gel re civiyan
18:30 Amedsporê li deplasmana Duzcesporê pûanek stand
18:10 Di hevdîtinên budçeyê de xwestin kurdî bibe zimanê fermî
16:45 Surucu: Ji qadên ber projeya GAP’ê diketin tenê li sedî 35’an avdanî tê kirin
16:06 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê tîma Fenerbahçeyê têk bir
15:56 Keskîn: AKP’ê bi dewleta kûr re li hev kir
15:27 Kaya: Hemû xerabiyên xwe di bin ol û alayê de vedişêrin
14:49 Li Amedê protestoya tecrîdê: Muxatab Abdullah Ocalan e
14:31 Gelê Wanê ji bo meşa sibe amade ye: Werin em bi hev re tecrîdê têk bibin
14:08 Tevî biryara dadgehê jî qeyûm 306 karkeran mexdûr dike
13:54 Ciwanan di konferansa xwe ya Rihayê de bertek nîşanî tecrîdê dan
13:12 Malbata Şenyaşar: Hemû dinya vê bêedaletiyê dişopîne
13:08 TJA’yê ji bo ‘mafên mirovan’ daxuyanî da: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
12:44 Tevî êrişan jî li gelek bajarên Îranê meş hatin lidarxistin
12:16 Di êrişa dewleta tirk de sivîlek hate qetilkirin
11:52 Kurdo Baksî hêjayî xelata 'Azadiya Îfadeyê ya David Isak' hat dîtin
11:39 Dozgerê berê ji bo tecawiza li nava cemaetê hişyarî kir: Dibe ku delîl bên tunekirin
11:04 NPG’ê piştî îdiaya Akar ku digot ‘şande çûye’ daxuyanî da
10:46 Nexweşiya girtî ji malbata wî hat veşartin
10:09 Şandeya Hikûmeta Başûr dîsa çû Bexdayê
10:03 ‘Gelê herêma Soranê ji ber êrişên dewleta tirk koçber dibe’
09:56 Konseya Federe ya Swîsreyê: Em geşedanên têkildarî îdiayên çekên kîmyewî dişopînin
09:38 Ji Latîn Amerîkayê bo kurdan bang li civaka navneteweyî hat kirin
09:02 Xwendekarên Fakûlteya Hiqûqê: Berxwedana me didome
09:01 ‘Di budçeya 2023’yan de ne kesên teqawidbûyî lê şer heye'
09:00 Seroka Navenda Parastina Mafên Zarokan Hamîdî: Dewlet divê dest ji rewakirina kiryarên terîqetan berde
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2022'YAN
10/12/2022
21:15 Di êrişên Tirkiyeyê de leşkerekî rejîma Şamê mir
19:41 Li Amedê jina 91 salî ya ji avahiyê ket xwarê jiyana xwe ji dest da
19:06 Li Mexmûrê starta çalakiyên li dijî tecrîdê
17:28 Tirkiyeyê êrişî Kobanê, Til Temir û Eyn Îsayê kir
17:08 Ji bo girtiyê di beşa lênêrîna awarte de bêhiş e banga berdanê hate kirin
16:57 ‘Di bingeha binpêkirinan de neçareserkirina pirsgirêka kurd heye’
16:40 Ramazan Ateş ê di sala 1992’yan de hatibû girtin tehliye bû
16:33 Ji bo meşa li dijî tecrîdê bang kir: Em ê li dijî faşîzmê li kolanan bin
16:17 HDP’ê bersiva Soylû da: Yên ku ji te bitirsin bila wek te bin
16:06 Li Mûşê civîna ciwanan: Kesên ku derfetê didin tarîkatan sûcdar in
15:52 Hat xwestin ku girtiya nexweş Ozge Ozbek bê berdan
15:39 Kiliçgun Ûçar: Di bingeha tundiya li Tirkiyeyê de bêhiqûqiya li Îmraliyê heye
15:13 'Tahîr Guldal ji ber xemsariyê jiyana xwe ji dest da'
14:55 ÎHD: Li Girtîgeha Kiriklarê îşkence li girtiyê nexweş hatiye kirin
14:50 Qeyûm Amed bi tûxreya Osmanî da naskirin
14:38 Li Wanê banga meşê hate kirin: Heta tecrîd neyê şikandin çareserî nikare bê axaftin
14:32 Dayikên Şemiyê xwestin kujerên Demîr û Akîpa bên darizandin
13:54 Çalakiya malbatên windakiriyan: Polîtikayên bêcezakirine li dijî kurdan pêk tên
13:30 Malbata Şenyaşar: Em ê serbikevin
13:21 ‘Dibe ku hilbijartin bibe destpêka stratejiyeke xurt’
12:41 Serpel û çawişê pispor ji ber bertîlê hatin girtin
12:40 Girtiyê nexweş Gurdal li Geverê hate veşartin
12:18 ‘Sedemê binpêkirina mafên mirovan a sereke pirsgirêka kurd e’
12:13 104 qurbanî hatin bibîranîn: Em ê raperîna xwe mezin bikin
11:49 Dadgeha Îstînafê biryara doza Şenyaşar xera kir: Divê her du dosye bibin yek
10:51 Cenazeyê Bedîrhan Abî li Wanê hate veşartin
10:42 Prz. Akîpa: ‘Jin jiyan azadî’ di pergalê de derzên kûr afirand
10:11 Rojnamevan Ozûgûrlû: Tevgera bejahiyê wê Tirkiyeyê têk bibe
09:02 Perwerdehiya di konteyneran de!
09:01 Ji bo bernameya vekirinê ya Erdogan qada tenduristiyê kirin qada avahiyan û firotin
09:00 Hevserokên HDP'î: Kesên doza azadiyê dikin dive tev li meşê bibin
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:21 Girtiyê nexweş Tahîr Gurdal 13 roj piştî taloqkirina cezayî jiyana xwe ji dest da
09/12/2022
21:47 Cenazeyê Abî piştî 6 salan dan malbatê
18:41 Kesên di Nobeda Edaletê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
18:35 Herêma Bradostê hat bombebarankirin
17:02 ‘Zewicandina’ zaroka 6 salî: Em neçar in ku bi vê tarîtiyê re têbikoşin
16:27 Bîlançoya ‘Binpêkirinên Mafên Mirovan’: Pirsgirêka herî girîng pirsgirêka kurd e
16:21 Tifaqa Ked û Azadiyê dê bi gel re bicive
16:20 ‘Bacên me weke tank û top li me vedigerin’
15:48 Li Çemçoyê çekên kîmyewî tên bikaranîn