Parêzerê Abdullah Ocalan: CPT dikare li dijî Tirkiyeyê daxuyaniyê bide

  • rojane
  • 10:18 9 Kanûn 2022
  • |
img
STENBOL - Parêzerê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Cengîz Yureklî diyar kir ku heke dewletên têkildarî li gorî pêşniyaran di mijarên îşkence û miameleya xerab de sererastkirinan nekin, rayeya CPT’yê heye ku li dijî wan dewletan daxuyaniyê bide. 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an ku bi komployeke navneteweyî anîbûn Tirkiyeyê heta niha li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ku bi Ocalan re di heman girtîgehê de tên ragirtin, jî di tecrîdê de ne. Ji 25’ê adara 2021’an heta niha tu agahî ji Ocalan û girtiyên din nayên girtin. Parêzerên Ocalan, malbat û vasiyê wî ji bo hevdîtinê serlêdanan dikin lê yan bersiv nayên dayîn an jî bi hinceta cezayê “disiplînê” tên astengkirin. Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) da zanîn ku di navbera 20-29’ê îlonê de çûye serdana Îmraliyê. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî di 29’ê mijdarê de daxuyaniyek da û da zanîn ku miwekîlên wan bi CPT’yê re hevdîtin nekirine.  
 
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Cengîz Yureklî têkildarî serdana CPT’yê û helwesta miwekîlên wan de bi ajansa me re axivî. 
 
‘CPT 3 SAL Û NÎVAN NEÇÛ ÎMRALIYÊ Û EV PIRSGIRÊK E’ 
 
Yureklî, bal kişand ser serdana CPT’yê û wiha got: “Jixwe serdana CPT’yê daxwaza me jî bû. Her hevdîtineke bi birêz Ocalan re, her hewldaneke li dijî şert û mercên nemirovî yên li Îmraliyê bo me girîng e. Me jî ev serdan weke geşedaneke erênî nirxandibû lê ewqas jî bipirsgirêk e. Lewma divê mirov wateyeke zêde lê bar neke. Ji ber ku CPT beriya vê serdanê herî dawî di bihara 2019’an de çû bû serdana Îmraliyê. Bi ser re 3 sal û nîv derbas bûn. Ev dem, demekî ji rêzê nîne. Rewşa li Îmraliyê xerab bû û têkiliya wan a bi cîhanê re qut bû ku ev 21 meh in em agahiyan jê nagirin. CPT mecbûr nebû ku xwe li benda vê bigire. Neçûna wan a di nava 3 sal û nîvan de, bi tena serê xwe pirsgirêk e. Me awayekî periyodîk ji wan re ragihand ku em miwekîlên xwe re hevdîtinan nakin. Ne tenê me, gelek derdorên cuda jî jê re gotin. Tevî vê yekê jî CPT 3 sal û nîvan neçû.” 
 
‘REWŞEKE XETERNAK E’
 
Bi domdarî Yureklî got ku CPT derheqê tenduristî û ewlehiya miwekîlên wan de agahiyan parve nake û wiha domand: “Seknekî wisa raber nake ku fikarên heyî ji holê rabin. Pir hindik jî be tu agahiyan parve nake. Rewşa heyî, rewşeke xeternak û pirsgirêk e. Me agahî girt ku birêz Ocalan derneketiye hevdîtina bi CPT’yê re. CPT’yê hêj bersivek nedaye bê ka ev agahî rast e yan na. Gelo hevdîtin çima çênebû, hikûmetê destûr neda yan CPT’yê nekarî? Gelo dibe ku birêz Ocalan bi protestokirina rola CPT’yê re ev rewş teşhîr kiribe? Gelo rewşên cuda yên ku haya me jê nîne hene? Em bersivên van pirsan nizanin.  Tenê dema ku me bi miwekîlên xwe re hevdîtin kir dikarin hîn bibin. Em rol û mîsyona CPT’yê dizanin û me ji wan tu raporên berfireh nexwestine. Lê Tenê daxwazeke me heye, em dibêjin bê ka rewşa tenduristî û ewlehiyê ya birêz Ocalan baş e yan na? Ev jî berpirsyartiyeke ku mafên mirovan esas digire. 
 
DIVÊ CPT ÎŞKENCEYA LI ÎMRALIYÊ VEBÊJE 
 
Di rewşên wiha de nayê qebûlkirin ku CPT tenê agahiyan bide hikûmetan û agahiyan bi malbat û parêzeran re parve neke. Nexwe di rewşeke wiha de tu wateya hevdîtinê namîne. Tenê bi xwe re rewakirina îşkenceyê tîne. Di halê hazir de dibin şirîkên tecrîdê. Ev tê wê wateyê ku berpirsyartiya encamên îxtîmalî li xwe digirin. Jixwe li gorî peymanê divê CPT derheqê rejîma Îmraliyê de agahiyan bide. Ev rayeya wê heye. Heke dewleta navborî li gorî pêşniyarên CPT’yê hinek tiştan sererast neke û di helwesta xwe biisrar be, wê demê rayeya CPT’yê heye ku derheqê mijarê de bi raya giştî re agahiyan parve bike. Bêguman rewşa ku birêz Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê tê de dijîn, li gorî lîteratûra hiqûqê îşkence jî derbas kiriye. Lewma divê ev sazî rayeya xwe bi kar bîne û bibêje ku rejîma li Îmraliyê, şert û mercên ku birêz Ocalan tê de tê ragirtin û helwesta biisrar a hikûmetê ya dermirovî bi raya giştî re parve bike. CPT’yê di serdanên xwe yên 20 sal berê de jî digot ku divê pergaleke wisa bê avakirin ku hevdîtinên bi malbat û parêzeran re bi rêk û pêk bin. Lê ev rewş roj bi roj xerabtir bû. Em qala rewşeke ku 21 meh in agahî nayên girtin dikin. Ev ne rewşeke wisa ye ku mirov sivik nêz bibe. Heke rewşeke cuda rû bide jî berpirsyartiya CPT û saziyên ewropî tê de hey. Lewma divê prosedûra CPT’yê ya muyîdeyan her tim di meriyetê de be. Divê bibêje ku rewşa li Îmraliyê îşkence derbas kiriye.” 
 
‘JI BO WAN A GIRÎNG NE MAFÊN MIROVAN LÊ BERJEWENDÎ NE’ 
 
Di berdewamê de Yureklî da zanîn ku divê CPT weke saziyeke serbixwe tevbigere lê li gorî daxwazên dewletên ku endamên Konseya Ewropayê ne tevdigere û wiha pê de çû: “Peymanên aborî, polîtîk, ewlehî û dîplomatîk ên dewletan, bandorê li ser CPT’yê dikin. Anku ji bo wan mafên mirovan zêdetir, berjewendiyên wan girîng in. Divê aliyê navneteweyî yê pirsgirêka kurd ku birêz Ocalan di demên berê de gelek caran teşhîr kiriye, neyê paşguhkirin. Divê bê dîtin ku komploya li dijî birêz Ocalan hatiye kirin, şerê NATO’yê ye. Ji bo ku komploya navneteweyî mayînde bibe, rejîma tecrîdê ev 24 sal in didome. Agahînegirtina 21 mehan jî divê di vê çarçoveyê de bê fêmkirin.” 
 
DOZA ATÎNAYÊ Û ŞÊWEYÊ PARVEKIRINA WÊ
 
Têkildarî parastina ku DMME’yê ji ber Doza Atînayê ji Yewnanistanê xwestî jî Yureklî ev tişt anî ziman: “Divê lingê komploya navneteweyî yê Ewropayê jî ji hêla hiqûqî ve bê mehkûmkirin. Ev yek girîng e. Birêz Ocalan jî li ser vê mijarê pir disekine. Di lingê komploya navneteweyî yê Ewropayê de rola herî qirêjî Yewnanistanê lîst. Li dijî wê me di çarçoveya hiqûqa navxweyî de hinek hewldan kirin. Serlêdanên ku me di sala 2008’an de kiribûn di tebaxa 2018’an de biencam bûn. Daraza wan daxwazên me red kir û got ku para wan di komployê de nîne. Li ser vê yekê me di 2019’an de serî li DMME’yê da. Dosya îsal hat nirxandin û ji aliyan re hate şandin. Ji ber ku hêj hemû qonaxên wê diyar nebûne, me ev rewş parve nekir. Di dema pêwîst de em ê agahiyan jî parve bikin. Lê haya me ji dem û şêweyê parvekirina wê nebû. Xuyaye ku haya meqamên Yewnanistanê jî ji vê rewşê nîne. Bawerim nûçegihanê ji Tirkiyeyê ku di ajansa almanan de dixebite ev agahî parve kir. Bi têgehan lîstine û gotin; ‘dadgehê serlêdan qebûl kir.’ Bi vî awayî pêşkeşkirina wê ji xwe pirsgirêk e. Tam di demeke ku hevdîtina bi CPT’yê re de ku şert û mercên tecrîdê tên nîqaşkirin de ev agahî hat parvekirin. Gelo ev nûçe ji bo kê hat çêkirin? Dibêjin ku dê encama serlêdana li dijî Yewnanistanê di demekî nêz de diyar bibe. Lê çima serlêdana me ya di sala 2011’an de ji bo DMME’yê hatiye kirin nayê bersivandin. Divê ev were lêpirsîn. Nivîsên aliyan ên di vê serlêdanê de di nîsana par de temam bûne û di qonaxa biryardayînê de ye. Li gel ku hemû kar û bar xelas bûne jî, li gel ku ev 21 meh in em agahiyan ji birêz Ocalan nagirin, DMME ji bo vê dosyayê biryarê nade.” 
 
MA / Mehmet Aslan
 

Sernavên din

12/12/2022
21:58 Li Zanîngeha Mûnzûrê sîxurtî li Xwendekaran tê ferzkirin
21:47 48 kesên ku li Wanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:54 Li Amedê li dijî destdirêjiya li zarokan çalakiya 'xeleka mor'
19:35 Cenazeyê endamê HPG’ê Tok piştî 5 mehan radestî malbatê hat kirin
18:48 Banga ji bo mîtînga 'Em nikarin debara xwe bikin'
18:28 Banga ji bo xwedîderketina li doza GOÇÎZDER'ê
16:43 Di doza girtina HDP’ê de geşadaneke nû
15:44 Dosyeya ku bûye sedema sekinandina cînayeta Sîncar dê bê lêkolînkirin
15:35 Doza teqîna Pasûrê hate taloqkirin
15:27 Dayikên Aştiyê yên Rihayê bi laçikên spî çalakî li dar xistin
15:15 Qeyûmê Êlihê ji bo ‘Serkeftina Milazgirê’ 400 û ji bo TUGVA’yê 270 hezar TL xerc kir
15:02 Li Duhokê êrişî hêzên asayişê hate kirin
14:53 Di Nobeta Edaletê de wê tecrîd were şermezarkirin
14:33 Polîsan li Wanê êrişî meşa li dijî tecrîdê kirin
14:16 Ji bo mitîngê bang kirin: Li dijî bêedaletiyê em ê li Enqereyê bin
14:01 Li Zambiyayê cenazeyê 27 penaberan hatin dîtin
13:35 ÎSÎG: Di mijdarê de 127 karkeran jiyana xwe ji dest daye
12:55 Li Meclisê rageşiya Weqfa Hîranûrê: Berpirsyar îktîdar e
12:41 Malbata Şenyaşar: Doza ku serokkomar alîgir be wê adil nebe
11:57 Polîsan li Stenbolê jinek qetil kir
11:35 Sewqên girtiyê nexweş Ayik ên nexweşxaneyê tên betalkirin
11:16 Ceyrana mizgefta ku fatûreya wê nehatiye dayîn hate birîn
11:14 TUÎK’ê daneyên bêkariyê parve kir
10:51 Kiliçdaroglû ber bi Wezareta Dadê ve meşiya
10:37 Di encama darizandina 18 rojan de Mecîd Riza Rehneverd hate darvekirin
10:34 Hevserokê DFG’ê Altan: Heke çapemenî azad nebe civak jî azad nabe
09:03 Li dijî hişmendiya qedexeker wê konsera ‘Em ê bêjin’ were lidarxistin
09:03 CPT bixwaze dikare bike
09:01 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2022'YAN
11/12/2022
23:45 Li kampa koçberan a Hewlêrê şewat derket: Zarokekî 17 salî jiyana xwe ji dest da
22:47 Li Rihayê salvegera 27’emîn a KESK’ê hate pîroz kirin
19:40 Nagihan Akarsel li Zurîhê hat bibîranîn
19:31 HDP û DBP li Egeyê bi gel re civiyan
18:30 Amedsporê li deplasmana Duzcesporê pûanek stand
18:10 Di hevdîtinên budçeyê de xwestin kurdî bibe zimanê fermî
16:45 Surucu: Ji qadên ber projeya GAP’ê diketin tenê li sedî 35’an avdanî tê kirin
16:06 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê tîma Fenerbahçeyê têk bir
15:56 Keskîn: AKP’ê bi dewleta kûr re li hev kir
15:27 Kaya: Hemû xerabiyên xwe di bin ol û alayê de vedişêrin
14:49 Li Amedê protestoya tecrîdê: Muxatab Abdullah Ocalan e
14:31 Gelê Wanê ji bo meşa sibe amade ye: Werin em bi hev re tecrîdê têk bibin
14:08 Tevî biryara dadgehê jî qeyûm 306 karkeran mexdûr dike
13:54 Ciwanan di konferansa xwe ya Rihayê de bertek nîşanî tecrîdê dan
13:12 Malbata Şenyaşar: Hemû dinya vê bêedaletiyê dişopîne
13:08 TJA’yê ji bo ‘mafên mirovan’ daxuyanî da: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
12:44 Tevî êrişan jî li gelek bajarên Îranê meş hatin lidarxistin
12:16 Di êrişa dewleta tirk de sivîlek hate qetilkirin
11:52 Kurdo Baksî hêjayî xelata 'Azadiya Îfadeyê ya David Isak' hat dîtin
11:39 Dozgerê berê ji bo tecawiza li nava cemaetê hişyarî kir: Dibe ku delîl bên tunekirin
11:04 NPG’ê piştî îdiaya Akar ku digot ‘şande çûye’ daxuyanî da
10:46 Nexweşiya girtî ji malbata wî hat veşartin
10:09 Şandeya Hikûmeta Başûr dîsa çû Bexdayê
10:03 ‘Gelê herêma Soranê ji ber êrişên dewleta tirk koçber dibe’
09:56 Konseya Federe ya Swîsreyê: Em geşedanên têkildarî îdiayên çekên kîmyewî dişopînin
09:38 Ji Latîn Amerîkayê bo kurdan bang li civaka navneteweyî hat kirin
09:02 Xwendekarên Fakûlteya Hiqûqê: Berxwedana me didome
09:01 ‘Di budçeya 2023’yan de ne kesên teqawidbûyî lê şer heye'
09:00 Seroka Navenda Parastina Mafên Zarokan Hamîdî: Dewlet divê dest ji rewakirina kiryarên terîqetan berde
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2022'YAN
10/12/2022
21:15 Di êrişên Tirkiyeyê de leşkerekî rejîma Şamê mir
19:41 Li Amedê jina 91 salî ya ji avahiyê ket xwarê jiyana xwe ji dest da
19:06 Li Mexmûrê starta çalakiyên li dijî tecrîdê
17:28 Tirkiyeyê êrişî Kobanê, Til Temir û Eyn Îsayê kir
17:08 Ji bo girtiyê di beşa lênêrîna awarte de bêhiş e banga berdanê hate kirin
16:57 ‘Di bingeha binpêkirinan de neçareserkirina pirsgirêka kurd heye’
16:40 Ramazan Ateş ê di sala 1992’yan de hatibû girtin tehliye bû
16:33 Ji bo meşa li dijî tecrîdê bang kir: Em ê li dijî faşîzmê li kolanan bin
16:17 HDP’ê bersiva Soylû da: Yên ku ji te bitirsin bila wek te bin
16:06 Li Mûşê civîna ciwanan: Kesên ku derfetê didin tarîkatan sûcdar in
15:52 Hat xwestin ku girtiya nexweş Ozge Ozbek bê berdan
15:39 Kiliçgun Ûçar: Di bingeha tundiya li Tirkiyeyê de bêhiqûqiya li Îmraliyê heye
15:13 'Tahîr Guldal ji ber xemsariyê jiyana xwe ji dest da'
14:55 ÎHD: Li Girtîgeha Kiriklarê îşkence li girtiyê nexweş hatiye kirin
14:50 Qeyûm Amed bi tûxreya Osmanî da naskirin
14:38 Li Wanê banga meşê hate kirin: Heta tecrîd neyê şikandin çareserî nikare bê axaftin
14:32 Dayikên Şemiyê xwestin kujerên Demîr û Akîpa bên darizandin
13:54 Çalakiya malbatên windakiriyan: Polîtikayên bêcezakirine li dijî kurdan pêk tên
13:30 Malbata Şenyaşar: Em ê serbikevin
13:21 ‘Dibe ku hilbijartin bibe destpêka stratejiyeke xurt’
12:41 Serpel û çawişê pispor ji ber bertîlê hatin girtin
12:40 Girtiyê nexweş Gurdal li Geverê hate veşartin
12:18 ‘Sedemê binpêkirina mafên mirovan a sereke pirsgirêka kurd e’
12:13 104 qurbanî hatin bibîranîn: Em ê raperîna xwe mezin bikin
11:49 Dadgeha Îstînafê biryara doza Şenyaşar xera kir: Divê her du dosye bibin yek
10:51 Cenazeyê Bedîrhan Abî li Wanê hate veşartin
10:42 Prz. Akîpa: ‘Jin jiyan azadî’ di pergalê de derzên kûr afirand
10:11 Rojnamevan Ozûgûrlû: Tevgera bejahiyê wê Tirkiyeyê têk bibe
09:02 Perwerdehiya di konteyneran de!
09:01 Ji bo bernameya vekirinê ya Erdogan qada tenduristiyê kirin qada avahiyan û firotin
09:00 Hevserokên HDP'î: Kesên doza azadiyê dikin dive tev li meşê bibin
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:21 Girtiyê nexweş Tahîr Gurdal 13 roj piştî taloqkirina cezayî jiyana xwe ji dest da
09/12/2022
21:47 Cenazeyê Abî piştî 6 salan dan malbatê
18:41 Kesên di Nobeda Edaletê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
18:35 Herêma Bradostê hat bombebarankirin
17:02 ‘Zewicandina’ zaroka 6 salî: Em neçar in ku bi vê tarîtiyê re têbikoşin
16:27 Bîlançoya ‘Binpêkirinên Mafên Mirovan’: Pirsgirêka herî girîng pirsgirêka kurd e
16:21 Tifaqa Ked û Azadiyê dê bi gel re bicive
16:20 ‘Bacên me weke tank û top li me vedigerin’
15:48 Li Çemçoyê çekên kîmyewî tên bikaranîn