‘Mafê girtiyan ê tenduristiyê tê xespkirin’

  • rojane
  • 10:32 9 Kanûn 2022
  • |
img
MÊRSÎN - Rêveberê TÛAY-DER’a Çûkûrovayê Ergîn Altûntaş diyar kir ku ji ber ferzkirinên “mûayeneya bikelemçe” û “lêgerîna nava dev” mafê girtiyên nexweş ê tedawiyê tê xespkirin û wiha got: “Mafê girtiyan ê xwe gihandina tenduristiyê heye û mafê kesê nîne ku vê asteng bike.”
 
Li gorî daneyên Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li girtîgehên Tirkiyeyê û Kurdistanê 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Li girtiyên nexweş ên tevî hemû bangên parazvanên mafên mirovan nayên berdan “mûayeneya bikelemce” û “lêgerîna nava dev” tê ferzkirin. Girtiyên ku vê ferzkirina li dijî mirovahiyê qebûl nakin naçin nexweşxaneyê û revîrê û ji mafê tenduristiyê bêpar dimînin. 
 
PEYMAN TÊ BINPÊKIRIN
 
Lê belê xalên têkildarî mafê tenduristiyê yê girtî yan hikumxwaran ên di Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ku Tirkiye alîgirê wê ye de cih digirin, bi awayekî vekirî radixe ber çavan ku Tirkiye li gorî peymanê tevnagere.
 
PERGALA TECRÎDÊ 
 
Rêveberê Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Çûkûrovayê (Çûkûrova TUAY-DER) Ergîn Altûntaş, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê tên ragirtin û diyar kir ku mafê wan ê tenduristiyê tê binpêkirin. Altûntaş, anî ziman ku di bingeha binpêkirinên mafan ên diqewimin de tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye sepandin heye û destnîşan kir ku bi dawîkirina tecrîdê wê binpêkirinên mafan jî bi dawî bibin. 
 
Altûntaş da zanîn ku girtiyên nexweş ji Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê û Girtîgeha Kampûsa Tarsûsê sirgûnî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Ereglî û Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Antalyayê hatine kirin û ew li hucreyên yek kesî tên ragirtin û anî ziman ku tedawiya girtiyên nexweş tê astengkirin 
 
GIRTIYÊN NEXWEŞ
 
Altûntaş, daxuyand ku nexweşiyên giran ên Abdûlazîz Ozdemîr, Mehmet Abay û Sûphî Aydin ên li Girtîgeha Kampus a Tarsûsê dimînin û Kemal Ozelmali yê li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê dimîne hene û wiha got: “Abdûlazîz Ozdemîr 30 sal in girtî ye nexweşiyên wî yên dil û mîde hene. Mehmet Abay 25 sal in girtî ye û nexweşiyên wî yên sara, tansiyona bilind û nexweşiya şekrê hene. Cezayê Sûphî Aydin ê ku 6 sal hatine misogerkirin heye. Nexweşê gurçika ne û divê girêdayî makîneya dîyalîzê bê kirin lê belê ji aliyê rêveberiyê ve tê astengkirin.”
 
SENDROMA WERNICKE KORSAKOFF
 
Altûntaş, anî ziman ku yek girtiyê nexweş ku tedawiya wî tê astengkirin jî Kemal Ozelmali yê nexweşiya “Sendroma Wernicke Korsakoff” pê re heye û wiha berdewam kir: “Kemal Ozelmali yê nexweşiya Wernicke Korsakoff pê re heye ji linge xwe yê çepê ji ber birîndarbûnê seqet e, ji ber krampên di dest, stû û lingên wî de pirsgirêkên hevsengiyê hene û dikare bi alîkariya girtiyên din pêdiviyên xwe yên rojane peyda bike. Saziya me serî li ÎHD’ê, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Meclisê dan. Lê tevî hemû hewldanên me jî me tu encam negirtin.”
 
‘BÊYÎ MUZAKERE BERDIN’
 
Altûntaş diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê, ji ber ferzkirina muayeneyên bikelemçe û “lêgerîna nava dev” mafên tedawiyê yên girtiyên nexweş tên xespkirin û anî ziman ku ev rewş binpêkirina mafên mirovan e. Altûntaş, diyar kir ku ev pêkanîn li dijî rûmeta mirovahiyê ne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Mafê mirovan ê xwe gihandina tenduristiyê heye û vî mafî kes nikare asteng bike. Divê demildest bêyî muzakereyan girtiyên nexweş bên berdan.”
 
 

Sernavên din

12/12/2022
21:58 Li Zanîngeha Mûnzûrê sîxurtî li Xwendekaran tê ferzkirin
21:47 48 kesên ku li Wanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:54 Li Amedê li dijî destdirêjiya li zarokan çalakiya 'xeleka mor'
19:35 Cenazeyê endamê HPG’ê Tok piştî 5 mehan radestî malbatê hat kirin
18:48 Banga ji bo mîtînga 'Em nikarin debara xwe bikin'
18:28 Banga ji bo xwedîderketina li doza GOÇÎZDER'ê
16:43 Di doza girtina HDP’ê de geşadaneke nû
15:44 Dosyeya ku bûye sedema sekinandina cînayeta Sîncar dê bê lêkolînkirin
15:35 Doza teqîna Pasûrê hate taloqkirin
15:27 Dayikên Aştiyê yên Rihayê bi laçikên spî çalakî li dar xistin
15:15 Qeyûmê Êlihê ji bo ‘Serkeftina Milazgirê’ 400 û ji bo TUGVA’yê 270 hezar TL xerc kir
15:02 Li Duhokê êrişî hêzên asayişê hate kirin
14:53 Di Nobeta Edaletê de wê tecrîd were şermezarkirin
14:33 Polîsan li Wanê êrişî meşa li dijî tecrîdê kirin
14:16 Ji bo mitîngê bang kirin: Li dijî bêedaletiyê em ê li Enqereyê bin
14:01 Li Zambiyayê cenazeyê 27 penaberan hatin dîtin
13:35 ÎSÎG: Di mijdarê de 127 karkeran jiyana xwe ji dest daye
12:55 Li Meclisê rageşiya Weqfa Hîranûrê: Berpirsyar îktîdar e
12:41 Malbata Şenyaşar: Doza ku serokkomar alîgir be wê adil nebe
11:57 Polîsan li Stenbolê jinek qetil kir
11:35 Sewqên girtiyê nexweş Ayik ên nexweşxaneyê tên betalkirin
11:16 Ceyrana mizgefta ku fatûreya wê nehatiye dayîn hate birîn
11:14 TUÎK’ê daneyên bêkariyê parve kir
10:51 Kiliçdaroglû ber bi Wezareta Dadê ve meşiya
10:37 Di encama darizandina 18 rojan de Mecîd Riza Rehneverd hate darvekirin
10:34 Hevserokê DFG’ê Altan: Heke çapemenî azad nebe civak jî azad nabe
09:03 Li dijî hişmendiya qedexeker wê konsera ‘Em ê bêjin’ were lidarxistin
09:03 CPT bixwaze dikare bike
09:01 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2022'YAN
11/12/2022
23:45 Li kampa koçberan a Hewlêrê şewat derket: Zarokekî 17 salî jiyana xwe ji dest da
22:47 Li Rihayê salvegera 27’emîn a KESK’ê hate pîroz kirin
19:40 Nagihan Akarsel li Zurîhê hat bibîranîn
19:31 HDP û DBP li Egeyê bi gel re civiyan
18:30 Amedsporê li deplasmana Duzcesporê pûanek stand
18:10 Di hevdîtinên budçeyê de xwestin kurdî bibe zimanê fermî
16:45 Surucu: Ji qadên ber projeya GAP’ê diketin tenê li sedî 35’an avdanî tê kirin
16:06 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê tîma Fenerbahçeyê têk bir
15:56 Keskîn: AKP’ê bi dewleta kûr re li hev kir
15:27 Kaya: Hemû xerabiyên xwe di bin ol û alayê de vedişêrin
14:49 Li Amedê protestoya tecrîdê: Muxatab Abdullah Ocalan e
14:31 Gelê Wanê ji bo meşa sibe amade ye: Werin em bi hev re tecrîdê têk bibin
14:08 Tevî biryara dadgehê jî qeyûm 306 karkeran mexdûr dike
13:54 Ciwanan di konferansa xwe ya Rihayê de bertek nîşanî tecrîdê dan
13:12 Malbata Şenyaşar: Hemû dinya vê bêedaletiyê dişopîne
13:08 TJA’yê ji bo ‘mafên mirovan’ daxuyanî da: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
12:44 Tevî êrişan jî li gelek bajarên Îranê meş hatin lidarxistin
12:16 Di êrişa dewleta tirk de sivîlek hate qetilkirin
11:52 Kurdo Baksî hêjayî xelata 'Azadiya Îfadeyê ya David Isak' hat dîtin
11:39 Dozgerê berê ji bo tecawiza li nava cemaetê hişyarî kir: Dibe ku delîl bên tunekirin
11:04 NPG’ê piştî îdiaya Akar ku digot ‘şande çûye’ daxuyanî da
10:46 Nexweşiya girtî ji malbata wî hat veşartin
10:09 Şandeya Hikûmeta Başûr dîsa çû Bexdayê
10:03 ‘Gelê herêma Soranê ji ber êrişên dewleta tirk koçber dibe’
09:56 Konseya Federe ya Swîsreyê: Em geşedanên têkildarî îdiayên çekên kîmyewî dişopînin
09:38 Ji Latîn Amerîkayê bo kurdan bang li civaka navneteweyî hat kirin
09:02 Xwendekarên Fakûlteya Hiqûqê: Berxwedana me didome
09:01 ‘Di budçeya 2023’yan de ne kesên teqawidbûyî lê şer heye'
09:00 Seroka Navenda Parastina Mafên Zarokan Hamîdî: Dewlet divê dest ji rewakirina kiryarên terîqetan berde
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2022'YAN
10/12/2022
21:15 Di êrişên Tirkiyeyê de leşkerekî rejîma Şamê mir
19:41 Li Amedê jina 91 salî ya ji avahiyê ket xwarê jiyana xwe ji dest da
19:06 Li Mexmûrê starta çalakiyên li dijî tecrîdê
17:28 Tirkiyeyê êrişî Kobanê, Til Temir û Eyn Îsayê kir
17:08 Ji bo girtiyê di beşa lênêrîna awarte de bêhiş e banga berdanê hate kirin
16:57 ‘Di bingeha binpêkirinan de neçareserkirina pirsgirêka kurd heye’
16:40 Ramazan Ateş ê di sala 1992’yan de hatibû girtin tehliye bû
16:33 Ji bo meşa li dijî tecrîdê bang kir: Em ê li dijî faşîzmê li kolanan bin
16:17 HDP’ê bersiva Soylû da: Yên ku ji te bitirsin bila wek te bin
16:06 Li Mûşê civîna ciwanan: Kesên ku derfetê didin tarîkatan sûcdar in
15:52 Hat xwestin ku girtiya nexweş Ozge Ozbek bê berdan
15:39 Kiliçgun Ûçar: Di bingeha tundiya li Tirkiyeyê de bêhiqûqiya li Îmraliyê heye
15:13 'Tahîr Guldal ji ber xemsariyê jiyana xwe ji dest da'
14:55 ÎHD: Li Girtîgeha Kiriklarê îşkence li girtiyê nexweş hatiye kirin
14:50 Qeyûm Amed bi tûxreya Osmanî da naskirin
14:38 Li Wanê banga meşê hate kirin: Heta tecrîd neyê şikandin çareserî nikare bê axaftin
14:32 Dayikên Şemiyê xwestin kujerên Demîr û Akîpa bên darizandin
13:54 Çalakiya malbatên windakiriyan: Polîtikayên bêcezakirine li dijî kurdan pêk tên
13:30 Malbata Şenyaşar: Em ê serbikevin
13:21 ‘Dibe ku hilbijartin bibe destpêka stratejiyeke xurt’
12:41 Serpel û çawişê pispor ji ber bertîlê hatin girtin
12:40 Girtiyê nexweş Gurdal li Geverê hate veşartin
12:18 ‘Sedemê binpêkirina mafên mirovan a sereke pirsgirêka kurd e’
12:13 104 qurbanî hatin bibîranîn: Em ê raperîna xwe mezin bikin
11:49 Dadgeha Îstînafê biryara doza Şenyaşar xera kir: Divê her du dosye bibin yek
10:51 Cenazeyê Bedîrhan Abî li Wanê hate veşartin
10:42 Prz. Akîpa: ‘Jin jiyan azadî’ di pergalê de derzên kûr afirand
10:11 Rojnamevan Ozûgûrlû: Tevgera bejahiyê wê Tirkiyeyê têk bibe
09:02 Perwerdehiya di konteyneran de!
09:01 Ji bo bernameya vekirinê ya Erdogan qada tenduristiyê kirin qada avahiyan û firotin
09:00 Hevserokên HDP'î: Kesên doza azadiyê dikin dive tev li meşê bibin
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:21 Girtiyê nexweş Tahîr Gurdal 13 roj piştî taloqkirina cezayî jiyana xwe ji dest da
09/12/2022
21:47 Cenazeyê Abî piştî 6 salan dan malbatê
18:41 Kesên di Nobeda Edaletê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
18:35 Herêma Bradostê hat bombebarankirin
17:02 ‘Zewicandina’ zaroka 6 salî: Em neçar in ku bi vê tarîtiyê re têbikoşin
16:27 Bîlançoya ‘Binpêkirinên Mafên Mirovan’: Pirsgirêka herî girîng pirsgirêka kurd e
16:21 Tifaqa Ked û Azadiyê dê bi gel re bicive
16:20 ‘Bacên me weke tank û top li me vedigerin’
15:48 Li Çemçoyê çekên kîmyewî tên bikaranîn