Navê berxwedana Cizîrê: Asya Yuksel

  • jin
  • 09:02 14 Kanûn 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Hevseroka Meclisa Gel a Cizîrê Asya Yuksel ku di qedexeyên derketina derve de, di jêrzemînên Cizîrê de hat qetilkirin, têkoşîn û berxwedaneke mezin li pey xwe hişt. 
 
Di 12'ê tebaxa 2015'an de ji cihên ku Rêveberiya Xweser lê hatin îlankirin, yek jê jî navçeya Cizîr a Şirnexê bû. Bi îlankirina Rêveberiya Xweser re, dewleta tirk bi tank û topan navçeyê dorpêç kir. Li navçeyê ewilî di 4'ê îlonê de qedexeya derketina derve hat ragihandin. Di qedexeya ewilî de ku 9 rojan dewam kir, jin, pitik û extiyar jî di nav de bi giştî 21 kes hatin qetilkirin. Li navçeyê ku li taxên wê qedexeya derketina derve hat ragihandin, ji aliyê dewletê ve depoyên avê hatin teqandin, ceyran birîn û ji hemû mafên rewa bêpar hatin hiştin. Di 14'ê kanûna 2015'an de jî qedexeya derketina derve hat îlankirin. Di dema vê qedexeyê de ku 79 rojan dewam kiri û di 2’yê adara 2016’an de bi dawî bû, 288 kesî jiyana xwe ji dest dan. Ji van 288 kesan 177 kes di jêrzemînên avahiyan de bi saxî hatin şewitandin û qetilkirin. Ji kesên ku pêşengiya vê pêvajoyê kirî, heta dawiyê li ber xwe da û di oxira wê de jiyana xwe ji dest da yek jê Hevseroka Meclisa Gel a Cizîrê Asya Yuksel bû. 
 
SERÎ LI BER TUNDIYÊ RADIKE
 
Yuksel, di sala 1971'ê de li gundê Odulê yê navçeya Qilebana Şirnexê wekî zaroka duyemîn a malbatê ji dayik dibe. Yuksel ku di nava civakeke feodal û gotina jinê tune dihat hesibandin de mezin bû, di 19 saliya xwe de tê zewicandin. Piştî çend salan bi navê Şivan û Jiyan 2 zarokên wê çêdibin. Di heman demê de birayê Yuksel ê bi navê Necmettîn Urun jî di sala 1995'an de ji aliyê dewletê ve tê qetilkirin. Hevjînê Yukselê, Mehmet Yuksel ku di TEDAŞ'ê de dixebitî, ceryan pê digire û jiyana xwe ji dest dide. Yuksel ku piştî hevjînê wê jiyana xwe ji dest dide, tevî 2 zarokên xwe jiyana xwe didomîne. Yuksel ji bêgavî tevî du zarokên xwe li gel malbata xwe dimîne. 
 
DAXILÎ NAVA XEBATÊN SIYASÎ DIBE
 
Ferdên malbatê yên ku dibêjin Asya "jinebî ye divê bizewice", Yukselê bi kesê bi navê Şukru Urun, xizmê hevjînê wê, didin zewicandin. Asya Yuksel di zewaca xwe ya duduyan de ji warê xwe dûr dikeve û diçe Stenbolê. Di zewaca xwe ya duduyan de salekê rastî tahdeya Şukru Urun tê. Yuksel êdî zewaca bi vî kesî re hew deyax dike û dest jê berdide. Piştî zewaca duduyan lêgerîn û rêwîngiya Yukselê ya ber bi heqîqetê ve dest pê dike. Yuksel, di salên 2000'î de li Qilêbanê bi avakirina DEHAP'ê re dest bi têkoşîna xwe ya siyasî dike. Di pêvajoya salên 2000'î de ku cînayetên kiryar nediyar çêdibûn û bi kuştinê gef dihatin xwarin, Yuksel mal bi mal digeriya û jin bi rêxistin dikirin da ku êdî tu jin rastî tahdeya mêran neyên. Yuksel, piştre bi awayekî çalak tev li xebatan dibe û li bajarên wekî Sêrt, Êlih û Amedê di çarçoveya xebatên partiyê de xebatên xwe didomîne. Yuksel ku li her derê bi kenê xwe û sekna xwe ya dilnizmî bandorê li mirovan dike, axirê vedigere warê xwe û berê xwe dide Cizîrê. Di sala 2015'an de, bi ragihandina Rêveberiya Xweser re Asya Yuksel û Mehmet Tûnç wekî Hevserokên Meclisa Gel a Cizîrê tên hilbijartin. Yuksel, di qedexeya derketina derve ya Cizîrê de, di jêrzemînan de ew û hevrêyê xwe Mehmet Tûnç tevî 177 kesan tên qetilkirin. 
 
TU DER NEMAYE KU NEÇÛYÊ
 
Abdulkerîm Urun (80), bavê Asya Yuksel a ku di oxira jiyaneke azad de li gel bi sedan kesan li Cizîrê jiyana xwe dest da û tev li nava karwanê nemiran bû, behsa keça xwe kir. Bav Ûrûn diyar kir ku Asyayê tiştê ku pê bawer bûye daye dû wê û wiha axivî: "Asya li gundê me Odunê ji dayik bû. Piştî mezin bû, me ew zewicand. Piştî 2 zarokên wê çêbûn, hevjînê wê jiyana xwe ji dest da. Paşê bi çend salan ew û zarokên xwe li gel me man. Piştre zilamek hat û xwest ku bi Asyayê re bizewice, me jî ew pê re zewicand. Mala wî li Stenbolê bû. Tu xêr ji vê zewaca xwe ya duduyan nedît û her roj rastî tahdeyê dihat. Piştî ragihandina vê mijarê, partiya DEHAP'ê dest diavêje ser mijarê û ji Asyayê re dibêjin, 'divê ku tu vî zilamî berdî.' Wê jî ev biryar pejirand û dest ji wî berda. Piştre hat gel me. Çawa hat, daxilî nava partiyê bû. Li wir di nava baskên jinan de cih girt. Piştî ku beşdarî partiyê bû, her roj diçû tev li xebatan dibû. Piştî ku çalak bû jî derbasî Amedê bû. Salekê li Amedê ma. Ji Amedê derbasî Êlihê bû û ji wir jî hat Şirnexê. Tu der nema ku Asya neçûyê. Li her derê geriya."
 
BI YA XWE KIR
 
Urun diyar kir ku tu zarokên wî naşibin Asyayê û wiha dom kir: "Min tu kes bi qasî Asyayê zana û birêxistinkirî nedîtibû. Wekhev nêzikî her kesî dibû. Keseke ku ji wê hez nedikir nebû. Asya miroveke gelek welatparêz bû. Cizîr hemû di destê wan de bû. Tu carî nedihat malê. Ji ber ku her tim di nav xebatan de bû, me rûyê wê nedidît. Min nedixwest bixebite. Min ji wê re mezelek veqetandibû. Min ji wê re got, 'ev mezel a te ye, li vir bimîne, li vir hevserokatiya partiyê bike.' Lê guh neda min  û bi ya xwe kir. Çû derve û malek nema ku neçûyê. Di dawiyê de, di oxira tişta baweriya xwe pê anîbû, canê xwe da. Di jêrzemînên Cizîrê de li gel hevrêyê xwe Mehmet Tûnç jiyana xwe ji dest da." 
 
'ROJEKÊ TENÊ JÎ NESEKINÎ'
 
Asya Yuksel ku tê diyar kirin di bin bandora welatpareziya dayika xwe Emîne Urunê de maye 4 sal berî niha dayika wê jî ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest daye. Dayika wê Emîne Ûrûn, di sala 2016'an de di hevpeyvînekê diyar kiribû ku keça wê keseka welatparêz bû û wiha gotibû: "Asya bi kesayeta xwe ya welatparêziyê dest bi têkoşînê kir. Ji bo axa xwe rojekê jî nesekînî. Mala xwe jibîr kiribû û tev li nava xebatan bûbû. Heta demekê ji ber xebatan nehat malê. Rojekê ez lê geriyam, min got, 'tu dê kengî bê malê, me beriya te kiriye.' Ji min re got, 'Yadê ew rêya ku ez tê de dimeşim, ji wê rêya ku ez ber bi te ve bêm dirêjtir e.' Min jî ji wê re got, 'Min tu mezin kirî û heta vî temenî anî.' Ji min re got, 'Yadê ev rê rêya herî pîroz e.' Hewce nake ku ez behsa Asyayê bikim, her kes Asyaya min nas dike." 
 
'EZ Ê HESAB BIPIRSIM'
 
Dayik Urunê di berdewama axaftina xwe de gotibû ku heta sax be dê hesabê ji vê dewletê bipirse û wiha digot: "Heke emrê min têr bike, ez ê heta Ewropayê jî biçim û doza heqê keça xwe bikim. Ez ê ji leşker, polîs, dozger, serok û serokwezîrên wan hesab bipirsim. Ez heta dawiyê dozdar im. Keça min bê çek bû. 45 salî bû, 2 zarokên wê hebûn. Keça min qetil kirin, nîşanî min nedan." 

Sernavên din

18/12/2022
14:01 Dag: Hêza bingehîn a ku dê tecrîdê bi dawî bike ciwan in
13:46 ÎSÎG: Di 10 salan de 828 karkerên penaber jiyana xwe ji dest dan
13:26 Malbata Şenyaşar: Ên bêdeng dimînin di wijdanan de mehkûm in
12:19 Li gelek welatan ji bo piştevaniya bi berxwedana 'Jin, jiyan, azadî' re çalakî hatin kirin
12:11 Li Kerkûkê teqîn: 8 polîsan jiyana xwe ji dest dan
12:02 Ji sedî 91,2’yê gelê Tunusê neçû ser sindoqan
11:43 Ferhad Şamî: DAIŞ’ê di 20 rojan de 8 caran êriş kir
11:21 Cenazeyê Yumak ê HPG’î hate definkirin
11:12 Metîn Bakkalci: Divê CPT xwedî helwesteke zelal be
10:17 Bavê ku înfaza kurê wî 4 caran hatiye şewitandin: Dixwazin hêviya wan bişikînin
09:46 Pênc sal in ji bo wergirtina cenazeyê kekê xwe têdikoşe
09:02 Di dema hevdîtina bi rêya telefonê de hundirê devê girtiyan kontrol dikin
09:02 Dozgeriyê hemû bûyerên li bajêr xistiye stuyê wan!
09:01 Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bang li raya giştî kir
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2022'YAN
17/12/2022
23:07 Tevî hemû astengiyan jî konsera xwe li dar xistin!
21:34 26 kesên ku qedexekirina konserê şermezar kirin hatin berdan
19:57 Di êrişa li Girê Spiyê de yek jê zarok 3 kes jiyana xwe ji dest dan
19:33 Di panela Mereş û Roboskiyê de banga ji bo hevrûbûnê
18:38 Têkildarî cenazeyên li Kîlyosê bang li malbatan hat kirin
16:50 HDP'ê panela 'Di Îslamê de Ked, Aştî û Edalet' li dar xist
16:31 Li Kopê qeyûm hat protestokirin: Şaredariyê di bin deynan de hiştine
16:08 NÇM’ê ragihand ku tevî binçavkirinan jî wê konsera hatiye qedexekirin li dar bixin
16:05 Konferansa Meclisa Ciwanên HDP’ê ya Îzmîrê: Dê têkoşîna li dijî şerê taybet berfireh bibe
15:45 Girtiyê nexweş beriya emeliyatê sewqî girtîgeheke din hate kirin
15:39 Girtiyê nexweş Yûnûs Nîsgavlîoglû nayê emeliyatkirin
15:11 Platforma Jinan a Rihayê: Li dijî îstîsmarkirina zarokan em ê serhildanê bilind bikin
13:54 Dayikên Şemiyê bersiva Çavûşoglû dan: Di serdema hikûmeta we de binpêkirin zêde bûne
13:18 Hevberdevka Partiya Çep a Kesk: Tecrîd sûcê mirovahiyê ye
13:03 Malbatên Windayan li kujerên Atîlla Korkmaz û Taybet Înan pirsîn
12:34 Li Amedê gelek kes hatin binçavkirin: Li malê îşkence kirin
11:58 Xwendekaran dibin mîtînga Erdogan
11:07 Şahida Komkujiya Dêrsimê Gulîzar Halîs koça dawî kir
11:06 Maliyeta rojekê ya şerê li dijî kurdan: 20 milyon dolar
10:27 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome
10:08 Hejmara girtiyên nexweş derket hezar û 600 kesî: Rêya îtîrazê di Îmraliyê re derbas dibe
09:56 12 sal berê hişyar kiribû: Dibe ku êdî bermayiyên azadiyê jî bi destê we nekevin
09:55 MYK’a HDP’ê bi rojeva tecrîd û şer dicive
09:41 Li Kadîrliyê polîsan gule berdan wesayîtekê: Kesek mir 3 kes birîndar bûn
09:10 6 sal in li cenazeyê keça xwe digere
09:09 Hevjîna qeymeqam a bijîşk li nexweşxaneyê jî tevî parêzvanên xwe digere!
09:08 ‘Ji ewlehiya jiyana Abdullah Ocalan, CPT berpirsyar e’
09:05 Li Êlihê 7 roj in xeber ji zaroka ku hatiye revandin nayê girtin
09:04 Hevserokê MEBYA-DER'ê Kuçuk: Malbat 6 sal in li cenazeyên zarokên xwe digerin
09:01 Ji malbata Înan 8 kes ji aliyê dewletê ve hatine kuştin: Ew dayika hemû Kurdistanê ye
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2022'YAN
16/12/2022
19:20 Li Çewligê 7 kes hatin girtin
19:09 Ji HDP'iyên di binçavan de pirsîne 'çima hûn tevlî merasîma cenazeyên PKK'yiyan dibin?'
18:27 Baroya Mêrdînê malbata Şenyaşarê kir mêvan
18:20 Li Amedê sê welatî bi hev ketin: Kesek mir
16:45 Li Edeneyê wê mîtînga ‘Ji şer û xizaniyê re na’ were lidarxistin
16:24 Li Rihayê mînîbûs kete qenala avê: 6 kes mirin
15:50 28 rojnamegeran ji bo hempîşeyên xwe bang kir: Hevalên me berdin!
15:25 Serhildana li Îranê 3 meh li pey xwe hiştin
15:05 Pirtûkên destan ên ‘Gelo em mafên xwe dizanin?’ hatin belavkirin
14:51 Li ber Meclisê êrişî kedkarên ku mîtînga wan hate qedexekirin kirin
13:55 Girtiyên di greva birçîbûnê de xistin hucreyên yekkesî
13:40 Sebahat Tuncel: Daraz milîtaniya AKP’ê dike
12:41 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:39 Jina bi çekê giran birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
12:14 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo konferansê bang kir
11:19 Ji ber Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Keskîn bertek nîşanî doza Poyraz da doz lê hate vekirin
11:11 DFG û MKGP: Girtina rojnamegeran sûc e, hevalên me berdin
11:05 Serokê Şaredariya Beşîktaşê yê berê Hazînedar hate girtin
10:48 Jina ku zilamê tecawiz lê dikir kuştî hate girtin
10:47 Cenazeyê Mahmût Taş hate veşartin
10:38 Li dijî tecrîdê dê li Îzmîrê meşeke girseyî bê lidarxistin
10:01 ‘Yekitiya neteweyî ya gelê kurd girêdayî yekitiya jinên kurd e’
10:00 Li warê zeytûnan komkirina zeytûnan destpê kir
09:29 Derhênera belgefîlmê Sîbel Tekîn hate binçavkirin
09:01 Înîsiyatîfa Ereban a Ji Bo Azadiya Ocalan wê bi rojeva tecrîdê kom bibe
09:00 Keça Buruntekînê ku cenazeyê wê 7 rojan di malê de ma: Dê zalim êş û azarê bikişînin
09:00 ROJEVA 16’Ê KANÛNA 2022’YAN
08:40 Cenazeyê Taş piştî 3 salan birin bajarê wî
07:59 Li Amedê dema wesayîta polîsan derbas dibû teqînek pêk hat
15/12/2022
23:57 Bahattîn Keskîn piştî 30 salan hate berdan
21:05 Nobeda Azadiyê ya ji bo Fîncanciyê: Demildest divê Fîncanci bê berdan
17:04 ‘Divê li dijî tevgerên nîjadperest ên li dijî kurdan têkoşîn bê meşandin’
17:02 Li Edliyeya Amedê di navbera du koman de şer derket
16:57 Der barê kujerê Hêlîn Şen de biryara anîna dadgehê ya bi darê zorê hat dayîn
16:36 Kaçmaz: Li dijî kurdan û daxwazên wan neyartî tê kirin
16:28 Baroya Amedê li serdozgeriyê giliyê Esra Erol kir
15:50 Binpêkirinên li girtîgehên Êlihê: Pirtûkên bi kurdî qedexe ne
15:46 Yusuf Ziya Gumuşel û Kadîr Îsteklî hatin girtin
15:25 Malbatên girtiyan: Deriyê Îmraliyê vekin
14:47 Di doza Şîmonî Dîrîl de hewldana tunekirina delîlan
14:45 Ji bo mitînga Erdogan gefa beşdariyê li karsaz, keya û kedkaran hat xwarin
14:05 Bi hinceta îfadeyên ‘şahidê nepen’ derheqê girtî Ozer de dozeke nû hate vekirin
14:03 Yusuf Ziya Gumuşel û Kadîr Îsteklî sewqî edliyeyê hatin kirin
13:56 Wezareta parastinê ragihand ku serpelek hatiye kuştin
13:50 Bi hinceta ‘tayîna dadger’ doza Turkdogan nehat lidarxistin
13:48 Ji binçavkiriyên Mêrsînê yek jê hate berdan û 8 kes li emniyetê tên ragirtin
13:47 Malbata Şenyaşar: Dê tevahiya Tirkiyeyê bibe cihê nobeda me
13:30 Di doza GOÇÎZDER’ê de 4 kes hatin berdan
13:30 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:20 Hejmara 52’yan a Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê derket
13:16 Di doza GOÇÎZDER’ê de parastin hat astengkirin!
13:04 Gelek kes li Amedê çûn şîna Yakut, Arslan û Gokalan
12:44 Dadger cezayê mîna xelatê da îşkencekaran
12:32 Bîlançoya 8 mehan hate eşkerekirin