EDENE - Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê li dijî xespkirina îradeyê banga têkoşîna hevpar kir.
Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê têkildarî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Sêrtê, li Parka Înonuyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Qeyûm derbeya li dijî demokrasiyê ye. Na ji derbeya demokrasiyê re” hate hilgirtin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tev li daxuyaniyê bûn.
'ÎKTÎDAR DI DIZIYÊ DE ISRAR DIKE’
Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr bertek nîşanî xespkirina îradeyê da û wiha got: “Îktîdar dev ji êrişên ser îradeya gel bernade; di derbekarî û diziya îradeya gel de israr dike. Me di demên berê de ji bo qeyûman hişyarî kir. Di serî de CHP, partiyên muxalîf bêdeng in. Herî dawî îradeya xelkê Sêrtê hate xespkirin. Îktîdar dixwaze rejîma qeyûm mayinde bike û rejîma otorîter xurtir bike. Îktîdar êdî rewa nîne. Gelê Kurd dê hînî xespkirina îradeyê û derbeyan nebe. Em ê li her derê vîna gel biparêzin. Li dijî xespkirina îradeyê em banga têkoşîna hevpar li her kesî dikin.”
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.