Dayikên ku di dema qedexeyê de bi tililiyan li ber xwe dan: Kes bi hawara aştiyê ve nehat

  • rojane
  • 09:03 14 Kanûn 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Dayikên şahidî li berxwedana di dema qedexeya derketina derve ya li Silopiyayê de kirin, diyar kirin ku ew ê wan rojan tu carî jibîr nekin û wiha gotin: "Dengê top û tankan dihat me, me dilîrand û digot, 'bijî aştî'  lê kesek bi hawara aştiyê ve nehat."
 
Di 15'ê Kanûna 2015'an de li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê li gel dorpêça polîs û leşkeran qedexeya derketina kolanan hat ragihandin. Li navçeyê di dema qedexeyên derketina derve de 38 kes ji aliyê hêzên tevgera taybet ên dewletê ve hatin qetilkirin. Gelek kes jî birîndar bûn. Di dema qedexeyan de gelê navçeyê ji mafê tenduristiyê heta bi danûstandinê ji gelek tiştan bêpar hat hiştin. Li navçeyê depoyên avê hatin teqandin û ceyran hat qutkirin. 
 
Dayikên Laçikspî yên ku di dema qedexeya derketina derve de dest ji warê xwe bernedan û li dijî tankan bi tililiyên daxwaza xwe ya ji bo aştiyê bilêv kirin, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re behsa wê pêvajoyê û şahidiya xwe ya li wan rojan kirin.
 
'AV, CEYRAN Û XWARIN TUNE BÛ' 
 
Dayik Nûriye Atmiş (62) ku li Taxa Yenîşehîrê dima û şahidî li wê demê kiriye diyar kir ku wan wê çaxê rûye zilmê dîtiye û wiha behsa wan rojan kir: "Em li Taxa Yenîşehîrê bûn. Li ber deriyê me şer hebû. Şeva ewil ceyrana me qut kirin. Em 13 kes di mezelekî de diman. Her cara ku me dengê teqînan dibihîst, me digot em mirin. Roja şeşan a qedexeyê baran dihat, me taştik danîbû ber baranê da tije bibe û em pê karê xwe bikin. Bi wê avê me firaqên xwe dişûştin û destnimêj digirt. Wê rojê mala me dan ber keviran. Piştre hêzên taybet avêtin ser malê. Weke ku dixwazin derî bişkînin, li derî dixistin. Çawa ku ketin hundur gotin, 'dewlet hat.' Min ji wan re got, 'we xêr e.' Piştre bi ser me de qîriyan. Bi qasî ku ew diqîriyan, em jî diqîriyan. Heta demekê li hundir geriyan. Min got, 'ez ê biçim avê bidim çêleka xwe.' Polîsekî ji min re got, 'xwe gorî çêlekê neke, ji me re ferman hatiye tiştek bilive mirov be, heywan be em ê bikujin.' Ji min re got,' Min duh serê sibehê tu dîtî, tu di ser vî diwarî re derbas bûyî û te şîr anî. Min ferman nedana, dê te bikuştana.' Min ji wan re got, 'Dema zarokên me kevirekî diavêjin wesayîtên we hûn 10 sal cezayê girtîgehê li wan dibirin, lê hûn dikarin bi hêsanî mala me hilweşînin û camên me bişkînin.'"
 
Dayik Atmiş wiha domand: "Wan rojan me her tişt bi çavê xwe dît. Av nebû, xwarin nebû. Me jî dikaribû em ji navçeyê derkevin. Lê me got, 'em ê zarokên xwe bi tenê nehêlin' û em derneketin. Ez tu caran wan rojan jibîr nakim. Di wê pêvajoyê de bûka min ducanî bû. Wekî dîna bûbû. Xwe nas nedikir, her tim diqîriya. Piştre ambulans hat. Min xwest ku ez jî pê re biçim, lê ewilî nehiştin ku ez pê re biçim. Bi zorê ez çûm. Min ji wan re got, 'ne dînê we û ne jî îmana we heye.' Piştre ez siwar bûm. Ez û bûka xwe tenê çûn. 2 rojan em di nav hezên tevgera taybet de man. Hêzên taybet heta ku di nexweşxaneyan de, di beşên zayinê de jî hebûn. Xwarin ji nexweşxan re dianîn. Polîsan digot, 'nedin wan, bila ji birçan bimirin.' Ma qey misilmantî bi tirkan re heye?" 
 
'DIVÊ EM WAN ROJAN JIBÎR NEKIN'
 
Dayik Atmiş, bi domdarî bal kişand ser yekitiya kurdan û ev tişt anî ziman: "Bila kurd bibin tifaq û destê xwe bidin hev. Dewleteke din ji me re nabe tiştek. Di qedexeya derketina derve de mal rasterast gulebaran dikirin, ma dewletê qet digot, 'ka ev mala kê ye?' Na, nedigot. Çimkî ji bo wî ferq nake. Cenazeyê Mela Hesen 14 rojan di malê de ma. Cenazeyê dayika Taybet 7 rojan li kolanê ma. Divê em van tiştan jibîr nekin." 
 
'KES BI HAWARA AŞTIYÊ NEHAT'
 
Zeynep Begenîrê (45) jî ku li Taxa Başakê şahidî li wê demê kiriye, bi lêv kir ku xwîn li ber wan bûbû co û got ku ew ê wan rojan tu carî jibîr neke. Begenîrê wiha axivî: "Di qedexeya derketina derve de em li Taxa Başakê bûn. Ji bo ev şer bisekine, em dayik heta dibistanê meşiyan. Lê heyf û mixabin, me nekarî bimeşin. Em gihîştin wê derê. Em sê rojan li wir man û piştre di yazdehê şevê de bi tangên xwe êrîşî me kirin. Negotin ev mirov in. Wexta ku êrîş kirin, gel reviya. Piştre şer dest pê kir. Di êrîşên xwe de ewilî depoyên avê teqandin. Wexta ku depoyên avê hatin teqandin ceyran jî qut bû. Cihê ku av û ceyran lê nebe gelek zehmet e. Piştre jî ketin hundir. Ji aliyê Taxa Cûdiyê ve ketin nava taxê. Piştre li her du aliyan bû şer. Lê tevî vê jî em meşiyan û heta Taxa Barbarosê çûn. Lê gelek şehîd ketin. Her kes bi aliyekî ve çû. Birîndar hebûn, mirî hebûn. Kes bi hawara me ve nehat. Me kir hawar û gazî, lê kesî dengê me nebihîst. Li ber çavê min dayika me hat gulebarankirin, me bang li ambulansê kir lê nehat. Tu kesî dest neda me."
 
Dayik Begenîrê destnîşan kir ku dewletê zilmeke nedîtî li wan kiriye û wiha got: "Ji aliyekî ve baran dibarî û ji aliyekî ve jî birîndar hebûn û ambulans nedihat. Cenaze li erdê man û neveşartî man. Dewletê zilmeke gelek mezin kir. Kesên birîndar jî bigirtana ew bi îşkenceyê dikuştin. Ciwan, zarok û pîr ji bo wan ferq nedikir. Kî li ber wan çavê wan biketa wan ji dûr ve dikuştin. Em diçûn me xurtûmên xwe dikirin ava di qenalan de diherikî û bi vî awayî me pêdiviyên xwe pêk dianîn. Me bi wê avê nan çêdikir, serê xwe dişûşt. Me gelek zehmetî dît. Dema ku cenaze li kolanê bûna em dayik diçûn me ew dianîn. Em dayik bi cesaret bûn û ji mirinê neditirsiyan. Ez tu carî wan rojan jibîr nakim. Li ber çavê we xwîn biherike ma tu dê jibîr bikî? Me digot aştî. Dengê top û tanqan dihat me, me dilîrand û digot, 'bijî aştî', lê kesek bi hawara aştiyê ve nehat."
 
'ME BI TILILIYÊN XWE AŞTÎ DAXWAZ KIR'
 
Dayik Zerî Aytiş (65) ku li Taxa Zapê dima anî ziman ku wan bi tililiyên xwe doza aştiyê kiriye û wiha axivî: "Ez, hevjînê xwe û kurê xwe 25 rojan bi tena serê xwe di malê de man. Me ne xwarin dixwarne jî dikarî serê xwe bişûştana. Lê li tevî van zehmetiyan jî min her carê serê xwe ji paceya malê derdixist û min dilîrand. Min di emrê xwe de bi qasî wan rojan zehmetî nedît. Her carê bi ser mala me de digirtin. Kaxiz diavêtin malê û li ser wan kaxizan 'me vê carê çi ji we nekir, lê careke din hûn ê bibînin' nivîsandî bû. Dema em ji bo peydakirina pêdiviyên xwe yên malê derdiketin jî em gulebaran dikirin. Me nedizanî em bi ku ve biçin. Av di malê de nebû. 24 rojan min bi çavê xwe ceyran nedît. Her cara dengê teqînê bihata min dilîrand. Cîranên min her carê ji min re digotin, 'nelîrîne, te em kuştin.' Min digot, 'wele ez ê bilîrînim.' Zarokên min hemû çûn, lê ez neçûm. Piştî 25 rojan em derketin û meşiyam, ber bi Tilqebînê ve. Ez 7 rojan li wir mam û piştre dîsa vegeriyam mala xwe. Dema ez hatim malê jî min dît ku di mala min de tiştek nehiştine. Cenazeyan diavêtin çalan û bi kepçeyê axê diavêtin ser wan, ew vedişartin. Tişta ku wan anî serê me, kesek neyne serê tu kesî. Ez wan rojan jibîr nakim. Heta ez saxbim ez ê dev ji têkoşina ji bo aştiyê bernedim. " 
 
Aytişê di dawiya axaftina xwe de, kilamek avêt ser dema qedexeya li Silopiyayê.
 

Sernavên din

18/12/2022
14:01 Dag: Hêza bingehîn a ku dê tecrîdê bi dawî bike ciwan in
13:46 ÎSÎG: Di 10 salan de 828 karkerên penaber jiyana xwe ji dest dan
13:26 Malbata Şenyaşar: Ên bêdeng dimînin di wijdanan de mehkûm in
12:19 Li gelek welatan ji bo piştevaniya bi berxwedana 'Jin, jiyan, azadî' re çalakî hatin kirin
12:11 Li Kerkûkê teqîn: 8 polîsan jiyana xwe ji dest dan
12:02 Ji sedî 91,2’yê gelê Tunusê neçû ser sindoqan
11:43 Ferhad Şamî: DAIŞ’ê di 20 rojan de 8 caran êriş kir
11:21 Cenazeyê Yumak ê HPG’î hate definkirin
11:12 Metîn Bakkalci: Divê CPT xwedî helwesteke zelal be
10:17 Bavê ku înfaza kurê wî 4 caran hatiye şewitandin: Dixwazin hêviya wan bişikînin
09:46 Pênc sal in ji bo wergirtina cenazeyê kekê xwe têdikoşe
09:02 Di dema hevdîtina bi rêya telefonê de hundirê devê girtiyan kontrol dikin
09:02 Dozgeriyê hemû bûyerên li bajêr xistiye stuyê wan!
09:01 Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bang li raya giştî kir
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2022'YAN
17/12/2022
23:07 Tevî hemû astengiyan jî konsera xwe li dar xistin!
21:34 26 kesên ku qedexekirina konserê şermezar kirin hatin berdan
19:57 Di êrişa li Girê Spiyê de yek jê zarok 3 kes jiyana xwe ji dest dan
19:33 Di panela Mereş û Roboskiyê de banga ji bo hevrûbûnê
18:38 Têkildarî cenazeyên li Kîlyosê bang li malbatan hat kirin
16:50 HDP'ê panela 'Di Îslamê de Ked, Aştî û Edalet' li dar xist
16:31 Li Kopê qeyûm hat protestokirin: Şaredariyê di bin deynan de hiştine
16:08 NÇM’ê ragihand ku tevî binçavkirinan jî wê konsera hatiye qedexekirin li dar bixin
16:05 Konferansa Meclisa Ciwanên HDP’ê ya Îzmîrê: Dê têkoşîna li dijî şerê taybet berfireh bibe
15:45 Girtiyê nexweş beriya emeliyatê sewqî girtîgeheke din hate kirin
15:39 Girtiyê nexweş Yûnûs Nîsgavlîoglû nayê emeliyatkirin
15:11 Platforma Jinan a Rihayê: Li dijî îstîsmarkirina zarokan em ê serhildanê bilind bikin
13:54 Dayikên Şemiyê bersiva Çavûşoglû dan: Di serdema hikûmeta we de binpêkirin zêde bûne
13:18 Hevberdevka Partiya Çep a Kesk: Tecrîd sûcê mirovahiyê ye
13:03 Malbatên Windayan li kujerên Atîlla Korkmaz û Taybet Înan pirsîn
12:34 Li Amedê gelek kes hatin binçavkirin: Li malê îşkence kirin
11:58 Xwendekaran dibin mîtînga Erdogan
11:07 Şahida Komkujiya Dêrsimê Gulîzar Halîs koça dawî kir
11:06 Maliyeta rojekê ya şerê li dijî kurdan: 20 milyon dolar
10:27 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome
10:08 Hejmara girtiyên nexweş derket hezar û 600 kesî: Rêya îtîrazê di Îmraliyê re derbas dibe
09:56 12 sal berê hişyar kiribû: Dibe ku êdî bermayiyên azadiyê jî bi destê we nekevin
09:55 MYK’a HDP’ê bi rojeva tecrîd û şer dicive
09:41 Li Kadîrliyê polîsan gule berdan wesayîtekê: Kesek mir 3 kes birîndar bûn
09:10 6 sal in li cenazeyê keça xwe digere
09:09 Hevjîna qeymeqam a bijîşk li nexweşxaneyê jî tevî parêzvanên xwe digere!
09:08 ‘Ji ewlehiya jiyana Abdullah Ocalan, CPT berpirsyar e’
09:05 Li Êlihê 7 roj in xeber ji zaroka ku hatiye revandin nayê girtin
09:04 Hevserokê MEBYA-DER'ê Kuçuk: Malbat 6 sal in li cenazeyên zarokên xwe digerin
09:01 Ji malbata Înan 8 kes ji aliyê dewletê ve hatine kuştin: Ew dayika hemû Kurdistanê ye
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2022'YAN
16/12/2022
19:20 Li Çewligê 7 kes hatin girtin
19:09 Ji HDP'iyên di binçavan de pirsîne 'çima hûn tevlî merasîma cenazeyên PKK'yiyan dibin?'
18:27 Baroya Mêrdînê malbata Şenyaşarê kir mêvan
18:20 Li Amedê sê welatî bi hev ketin: Kesek mir
16:45 Li Edeneyê wê mîtînga ‘Ji şer û xizaniyê re na’ were lidarxistin
16:24 Li Rihayê mînîbûs kete qenala avê: 6 kes mirin
15:50 28 rojnamegeran ji bo hempîşeyên xwe bang kir: Hevalên me berdin!
15:25 Serhildana li Îranê 3 meh li pey xwe hiştin
15:05 Pirtûkên destan ên ‘Gelo em mafên xwe dizanin?’ hatin belavkirin
14:51 Li ber Meclisê êrişî kedkarên ku mîtînga wan hate qedexekirin kirin
13:55 Girtiyên di greva birçîbûnê de xistin hucreyên yekkesî
13:40 Sebahat Tuncel: Daraz milîtaniya AKP’ê dike
12:41 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:39 Jina bi çekê giran birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
12:14 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo konferansê bang kir
11:19 Ji ber Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Keskîn bertek nîşanî doza Poyraz da doz lê hate vekirin
11:11 DFG û MKGP: Girtina rojnamegeran sûc e, hevalên me berdin
11:05 Serokê Şaredariya Beşîktaşê yê berê Hazînedar hate girtin
10:48 Jina ku zilamê tecawiz lê dikir kuştî hate girtin
10:47 Cenazeyê Mahmût Taş hate veşartin
10:38 Li dijî tecrîdê dê li Îzmîrê meşeke girseyî bê lidarxistin
10:01 ‘Yekitiya neteweyî ya gelê kurd girêdayî yekitiya jinên kurd e’
10:00 Li warê zeytûnan komkirina zeytûnan destpê kir
09:29 Derhênera belgefîlmê Sîbel Tekîn hate binçavkirin
09:01 Înîsiyatîfa Ereban a Ji Bo Azadiya Ocalan wê bi rojeva tecrîdê kom bibe
09:00 Keça Buruntekînê ku cenazeyê wê 7 rojan di malê de ma: Dê zalim êş û azarê bikişînin
09:00 ROJEVA 16’Ê KANÛNA 2022’YAN
08:40 Cenazeyê Taş piştî 3 salan birin bajarê wî
07:59 Li Amedê dema wesayîta polîsan derbas dibû teqînek pêk hat
15/12/2022
23:57 Bahattîn Keskîn piştî 30 salan hate berdan
21:05 Nobeda Azadiyê ya ji bo Fîncanciyê: Demildest divê Fîncanci bê berdan
17:04 ‘Divê li dijî tevgerên nîjadperest ên li dijî kurdan têkoşîn bê meşandin’
17:02 Li Edliyeya Amedê di navbera du koman de şer derket
16:57 Der barê kujerê Hêlîn Şen de biryara anîna dadgehê ya bi darê zorê hat dayîn
16:36 Kaçmaz: Li dijî kurdan û daxwazên wan neyartî tê kirin
16:28 Baroya Amedê li serdozgeriyê giliyê Esra Erol kir
15:50 Binpêkirinên li girtîgehên Êlihê: Pirtûkên bi kurdî qedexe ne
15:46 Yusuf Ziya Gumuşel û Kadîr Îsteklî hatin girtin
15:25 Malbatên girtiyan: Deriyê Îmraliyê vekin
14:47 Di doza Şîmonî Dîrîl de hewldana tunekirina delîlan
14:45 Ji bo mitînga Erdogan gefa beşdariyê li karsaz, keya û kedkaran hat xwarin
14:05 Bi hinceta îfadeyên ‘şahidê nepen’ derheqê girtî Ozer de dozeke nû hate vekirin
14:03 Yusuf Ziya Gumuşel û Kadîr Îsteklî sewqî edliyeyê hatin kirin
13:56 Wezareta parastinê ragihand ku serpelek hatiye kuştin
13:50 Bi hinceta ‘tayîna dadger’ doza Turkdogan nehat lidarxistin
13:48 Ji binçavkiriyên Mêrsînê yek jê hate berdan û 8 kes li emniyetê tên ragirtin
13:47 Malbata Şenyaşar: Dê tevahiya Tirkiyeyê bibe cihê nobeda me
13:30 Di doza GOÇÎZDER’ê de 4 kes hatin berdan
13:30 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:20 Hejmara 52’yan a Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê derket
13:16 Di doza GOÇÎZDER’ê de parastin hat astengkirin!
13:04 Gelek kes li Amedê çûn şîna Yakut, Arslan û Gokalan
12:44 Dadger cezayê mîna xelatê da îşkencekaran
12:32 Bîlançoya 8 mehan hate eşkerekirin