ÇEWLIK - Leşkeran duh di serê sibê de bi ser hin gundên navçeya Darahênê û gundê Ardukê yên Çewlikê de girtin û 20 kes binçav kirin. Ji ber ku li ser dosyayê biryara veşartinê heye sedema binçavkirinê nehat zanîn.
Leşkeran duh di serê sibê de bi ser gundên Mistan, Dêre û hin gundên din ên girêdayî navçeya Darahênê û gundê Ardurek ê giredayî Çewlikê de girtin. Di encama serdegirtina gundan de 20 welatî hatin binçavkirin, ji ber ku li ser dosyayê biryara veşartinê heye sedema binçavkirina li Fermandariya Cendermeyan a Bajêr tên ragirtin nehat zanîn.
Serokê Baroya Çewlikê Omer Farûk Hulaku diyar kir ku ji ber li ser dosyaya kesên hatine binçavkirin biryara veşartinê heye, sedemê binçavkirina wan hîn nebûne.