Hevjîna Mela Hesenê ku cenazeyê wî 13 rojan li malê hat sekinandin: Kula dilê wî Kurdistaneke azad bû

  • rojane
  • 09:01 15 Kanûn 2022
  • |

ŞIRNEX - Hevjîna Mela Hesenê ku di qedexeya derketina derve ya Silopiyayê de hatibû qetilkirin, diyar kir ku kula mela tenê Kurdistaneke azad bû û wiha got: "Wî pir îşkence dît û kula dilê wî tenê ew bû ku kurd bigihîjin heqê xwe." 

 
Di 15'ê Kanûna 2015'an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê qedexeya derketina derve hat ragihandin. 7 sal bi ser qedexeya navborî re derbas bûn. Li Silopiyayê di dema qedexeya derketina derve de, di 38 rojan de 68 kes bi guleyên dewletê hatin qetilkirin û gelek kes jî birîndar bûn. Di dema qedexeyê de gelê navçeyê ji her tiştê mirovane bêpar hat hiştin. Gelê navçeyê di bin dorpêça leşkeran de xwe di jêrzemînên malan de veşart. Tevî hemû bangên ji bo alîkariyê jî gelek kesên birîndar bi zanebûnî bi mirinê re rû bi rû hatin hiştin û nehatin rizgarkirin. Her yek ji wan kesên ku di dema qedexeyên derketina derve de hatin kuştin, çîrokeke êşbar li dû xwe hişt. Yek ji van jî melayê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hasan Sanri ye.  
 
Sanir, di 40 saliya xwe de tev li refên PKK'ê dibe û piştî 7 mehan tê gund. Piştre tê girtin û 11 mehan di girtîgehê de dimîne. Di girtîgehê de bi awayekî dijwar tê îşkencekirin. Di sala 1990'î de gundê wan Spîndarok ê girêdayî Şirnexê bi dara zorê tê valakirin. Sanir ku cerdevaniyê qebûl neke, ji bêgavî ji gundê xwe derdikeve û li gundê Nerexê bi cih dibe. Li wir jî 2 salan dimîne û melatiya gund dike. Ev gund jî rastî zextên dewletê tê û tê valakirin. Mela Hesen vê carê mala xwe bar dike û berê xwe dide navçeya Silopiyayê ya Şirnexê. Tevî ev qas zext û zordariyê jî Mela Hesen dev ji têkoşîna xwe bernade û melatiya partiyê dike. Mela Hesen, di nava gel de jî wekî 'melayê partiyê' tê nasîn. Di hemû nimêjên înê ên sivîl de cih digire û xutbeyan bi kurdî dide. Di sala 2015'an de jî dema ku qedexe tê ragihandin ji navçeyê dernakeve û di qedexeyan de mala wî hedef tê girtin û ew jî tê qetilkirin. 
 
MELAYÊ HEQÎQETÊ
 
Mela Hesen, piştî ku tê qetilkirin cenazeyê wî 13 rojan di malê de dimîne. Piştre jî di bin zexta polîsan de bi tevlibûna 3 kesan tê definkirin. Mela Hesen ku hema hema ji aliyê hemû navçeyê ve tê naskirin, qetilkirina wî xemgîniyek li seranserê navçeyê bar kir. Her çiqas bi ser qetilkirina wî re 7 sal derbas bûbin jî, wêneyê wî yê ku 7 sal in li avahiya HDP'ê ya Silopiyayê daliqandiye dide der ku ew nehatiye jibîrkirin û têkoşîna wê hîn jî zindî ye. 
 
Hevjîna wî Ayşe Sanir jî piştî wî bi hinceta, "pereyê ku PKK dişîne dixwe" hat binçavkirin û 2 rojan di bin çavan de maye. Tekane zarokê Mela Hesen, Mahmût jî beriya niha bi salekê hatiye girtin û 15 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. 
 
Ayşe Sanir (67), der barê qetilkirina Mela Hesen ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.
 
'NEHIŞT EM DERKEVIN'
 
Sanir, diyar kir ku Mela Hesen tu carî zilm qebûl nekiriye û wiha behsa wî kir: "Mela gelek zehmetî dîtin. Her tim di nava vê dozê de bû. Mirovekî gelek fedakar bû. Em ji gundê Spîndarokê bûn. Ji me re gotin, 'hûn ê yan bibin cerdevan yan jî bar bikin.' Me jî got, 'em nabin cerdevan ' û em derketin. Piştî me gund hat valakirin. Piştre em ji bêgavi derbasî gundê Nerexê bûn. Mela li wir jî melatî kir. Em 2 salan li Nerexê man û piştre Nerex jî hat valakirin. Dema ku ew der jî hat valakirin em ji bêgaviya xwe derbasî Silopiyayê bûn. Ew der xweş bû. Piştî ku 20 salên me li vir qediya, li vir qedexeya derketina derve hat ragihandin. Her kes ji vir derket. Min jî got, 'Seyda em jî ji vir biçin.' Ji min re got, 'em ji mala xwe dernakevin tişta ku xwedê hez kirî ew ê çêbibe, em dernakevin.' Em derneketin. Em di jêrzemîna malê de man. Di jêrzemînê de me gelek zehmetî dîtin. Em 11 rojan di jêrzemînê de man. Bêhna melayî li malê dernediket. Ji kîjan aliyî ve deng bihata ew diçû wê derê û digot, 'ka em lê binêrin bê çi bûye.' Bi carekê ew û bûka xwe bi hewa ketin. Piştre bûka min hat. Min ji wê re got, 'mela li ku ye?' got li jor e. Piştre em hatin, me dît ku mela li erdê ye. Gava em çav bi cenazeyê wî ketin qîrînî ji me çû. Mala me wekî meşkê diçû û dihat. Dihat gulebarankirin. Mela li cihê lê ket şehîd ketibû."
 
CENAZEYÊ WÎ 13 ROJAN DI MALÊ DE MA
 
Di berdewama axaftina xwe de Sanir got ku mela her tim doza Kurdistaneke azad dikir û dixwest Kurdistana azad bi çavên xwe bibîne. Sanir, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Piştre hatin bi ser mala me de girtin. Serê kurê min girtin û ketin malê lêgerîn kirin. Ji kurê min re gotin, 'kê bavê te kuşt?' Kurê min jî got, 'ez nizanim.' Piştî 13 roj bi ser re derbas bûn, hatin cenazeyê wî rakirin morga Nexweşxaneya Şirnexê. Rê nebû, şer bû. Piştre cenaze anîn Gumrûkê. Bû şev kurê min got, 'yadê em ê bavê min defin bikin.' Kurê min 3 zilam bi xwe re biribûn û nîva şevê ew definkiribûn. Ez aciz bûm ji kurê xwe û min jê re got, 'ma te nedigot yadê tu jî were.' Kurê min ji min re got, 'yadê nehiştin.' Ez bi mela gelek serbilind bûm. Pêşengê civakê bû. Hemû tiştê wî kurdî bûn. Heta ku xudbe jî bi kurdî didan. Mela di wexta xwe de pir îşkence dît. Piştre 11 mehan di Girtîgeha Sêrtê de ma. Dewlet gelek ji wî aciz bû. Civakê gelek ji wî hez dikir. Pêşengê civakê bû. Kula dilê mela ew bû ku kurd bigihên heqê xwe û ji vê îşkenceyê, girtinan xelas bibin. Ew kul di dilê wî de ma û şehîd bû." 
 
'HETA SAX BIM, EZ Ê LI PÊY DOZA WÎ BIM'
 
Bi domdarî Sanir anî ziman ku heta ew kujerên Mela Hesen dibînine dê têbikoşe û wiha bi dawî kir: "Kurê min jî girtî ye. Zarokên wî jî bêxwedî ne û ez li wan dinêrim. Bi bêbextî hat girtin û 15 sal cezayê girtîgehê danê. Min doza wî vekir. Heta ez sax bim ez ê li pêy doza wî bim. Daxwaziya min ew e ku ev şerê giran ê li ser serê me kurdan rabe. Daxwaziya me ew e ku em bigihêjin heqê xwe. Çima li dinyayê hemûyan heqê xwe heye lê ji me kurdan re tune ye. Em dixwazin ku em ji bihîjin heqê xwe. Ev 40 sal in em bi vê kulê dijîn. Bila êdî xelas bibe û em jî bigihên heqê xwe." 
 
MA / Zeynep Dûrgût
 

Sernavên din

18/12/2022
14:01 Dag: Hêza bingehîn a ku dê tecrîdê bi dawî bike ciwan in
13:46 ÎSÎG: Di 10 salan de 828 karkerên penaber jiyana xwe ji dest dan
13:26 Malbata Şenyaşar: Ên bêdeng dimînin di wijdanan de mehkûm in
12:19 Li gelek welatan ji bo piştevaniya bi berxwedana 'Jin, jiyan, azadî' re çalakî hatin kirin
12:11 Li Kerkûkê teqîn: 8 polîsan jiyana xwe ji dest dan
12:02 Ji sedî 91,2’yê gelê Tunusê neçû ser sindoqan
11:43 Ferhad Şamî: DAIŞ’ê di 20 rojan de 8 caran êriş kir
11:21 Cenazeyê Yumak ê HPG’î hate definkirin
11:12 Metîn Bakkalci: Divê CPT xwedî helwesteke zelal be
10:17 Bavê ku înfaza kurê wî 4 caran hatiye şewitandin: Dixwazin hêviya wan bişikînin
09:46 Pênc sal in ji bo wergirtina cenazeyê kekê xwe têdikoşe
09:02 Di dema hevdîtina bi rêya telefonê de hundirê devê girtiyan kontrol dikin
09:02 Dozgeriyê hemû bûyerên li bajêr xistiye stuyê wan!
09:01 Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bang li raya giştî kir
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2022'YAN
17/12/2022
23:07 Tevî hemû astengiyan jî konsera xwe li dar xistin!
21:34 26 kesên ku qedexekirina konserê şermezar kirin hatin berdan
19:57 Di êrişa li Girê Spiyê de yek jê zarok 3 kes jiyana xwe ji dest dan
19:33 Di panela Mereş û Roboskiyê de banga ji bo hevrûbûnê
18:38 Têkildarî cenazeyên li Kîlyosê bang li malbatan hat kirin
16:50 HDP'ê panela 'Di Îslamê de Ked, Aştî û Edalet' li dar xist
16:31 Li Kopê qeyûm hat protestokirin: Şaredariyê di bin deynan de hiştine
16:08 NÇM’ê ragihand ku tevî binçavkirinan jî wê konsera hatiye qedexekirin li dar bixin
16:05 Konferansa Meclisa Ciwanên HDP’ê ya Îzmîrê: Dê têkoşîna li dijî şerê taybet berfireh bibe
15:45 Girtiyê nexweş beriya emeliyatê sewqî girtîgeheke din hate kirin
15:39 Girtiyê nexweş Yûnûs Nîsgavlîoglû nayê emeliyatkirin
15:11 Platforma Jinan a Rihayê: Li dijî îstîsmarkirina zarokan em ê serhildanê bilind bikin
13:54 Dayikên Şemiyê bersiva Çavûşoglû dan: Di serdema hikûmeta we de binpêkirin zêde bûne
13:18 Hevberdevka Partiya Çep a Kesk: Tecrîd sûcê mirovahiyê ye
13:03 Malbatên Windayan li kujerên Atîlla Korkmaz û Taybet Înan pirsîn
12:34 Li Amedê gelek kes hatin binçavkirin: Li malê îşkence kirin
11:58 Xwendekaran dibin mîtînga Erdogan
11:07 Şahida Komkujiya Dêrsimê Gulîzar Halîs koça dawî kir
11:06 Maliyeta rojekê ya şerê li dijî kurdan: 20 milyon dolar
10:27 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome
10:08 Hejmara girtiyên nexweş derket hezar û 600 kesî: Rêya îtîrazê di Îmraliyê re derbas dibe
09:56 12 sal berê hişyar kiribû: Dibe ku êdî bermayiyên azadiyê jî bi destê we nekevin
09:55 MYK’a HDP’ê bi rojeva tecrîd û şer dicive
09:41 Li Kadîrliyê polîsan gule berdan wesayîtekê: Kesek mir 3 kes birîndar bûn
09:10 6 sal in li cenazeyê keça xwe digere
09:09 Hevjîna qeymeqam a bijîşk li nexweşxaneyê jî tevî parêzvanên xwe digere!
09:08 ‘Ji ewlehiya jiyana Abdullah Ocalan, CPT berpirsyar e’
09:05 Li Êlihê 7 roj in xeber ji zaroka ku hatiye revandin nayê girtin
09:04 Hevserokê MEBYA-DER'ê Kuçuk: Malbat 6 sal in li cenazeyên zarokên xwe digerin
09:01 Ji malbata Înan 8 kes ji aliyê dewletê ve hatine kuştin: Ew dayika hemû Kurdistanê ye
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2022'YAN
16/12/2022
19:20 Li Çewligê 7 kes hatin girtin
19:09 Ji HDP'iyên di binçavan de pirsîne 'çima hûn tevlî merasîma cenazeyên PKK'yiyan dibin?'
18:27 Baroya Mêrdînê malbata Şenyaşarê kir mêvan
18:20 Li Amedê sê welatî bi hev ketin: Kesek mir
16:45 Li Edeneyê wê mîtînga ‘Ji şer û xizaniyê re na’ were lidarxistin
16:24 Li Rihayê mînîbûs kete qenala avê: 6 kes mirin
15:50 28 rojnamegeran ji bo hempîşeyên xwe bang kir: Hevalên me berdin!
15:25 Serhildana li Îranê 3 meh li pey xwe hiştin
15:05 Pirtûkên destan ên ‘Gelo em mafên xwe dizanin?’ hatin belavkirin
14:51 Li ber Meclisê êrişî kedkarên ku mîtînga wan hate qedexekirin kirin
13:55 Girtiyên di greva birçîbûnê de xistin hucreyên yekkesî
13:40 Sebahat Tuncel: Daraz milîtaniya AKP’ê dike
12:41 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:39 Jina bi çekê giran birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
12:14 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo konferansê bang kir
11:19 Ji ber Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Keskîn bertek nîşanî doza Poyraz da doz lê hate vekirin
11:11 DFG û MKGP: Girtina rojnamegeran sûc e, hevalên me berdin
11:05 Serokê Şaredariya Beşîktaşê yê berê Hazînedar hate girtin
10:48 Jina ku zilamê tecawiz lê dikir kuştî hate girtin
10:47 Cenazeyê Mahmût Taş hate veşartin
10:38 Li dijî tecrîdê dê li Îzmîrê meşeke girseyî bê lidarxistin
10:01 ‘Yekitiya neteweyî ya gelê kurd girêdayî yekitiya jinên kurd e’
10:00 Li warê zeytûnan komkirina zeytûnan destpê kir
09:29 Derhênera belgefîlmê Sîbel Tekîn hate binçavkirin
09:01 Înîsiyatîfa Ereban a Ji Bo Azadiya Ocalan wê bi rojeva tecrîdê kom bibe
09:00 Keça Buruntekînê ku cenazeyê wê 7 rojan di malê de ma: Dê zalim êş û azarê bikişînin
09:00 ROJEVA 16’Ê KANÛNA 2022’YAN
08:40 Cenazeyê Taş piştî 3 salan birin bajarê wî
07:59 Li Amedê dema wesayîta polîsan derbas dibû teqînek pêk hat
15/12/2022
23:57 Bahattîn Keskîn piştî 30 salan hate berdan
21:05 Nobeda Azadiyê ya ji bo Fîncanciyê: Demildest divê Fîncanci bê berdan
17:04 ‘Divê li dijî tevgerên nîjadperest ên li dijî kurdan têkoşîn bê meşandin’
17:02 Li Edliyeya Amedê di navbera du koman de şer derket
16:57 Der barê kujerê Hêlîn Şen de biryara anîna dadgehê ya bi darê zorê hat dayîn
16:36 Kaçmaz: Li dijî kurdan û daxwazên wan neyartî tê kirin
16:28 Baroya Amedê li serdozgeriyê giliyê Esra Erol kir
15:50 Binpêkirinên li girtîgehên Êlihê: Pirtûkên bi kurdî qedexe ne
15:46 Yusuf Ziya Gumuşel û Kadîr Îsteklî hatin girtin
15:25 Malbatên girtiyan: Deriyê Îmraliyê vekin
14:47 Di doza Şîmonî Dîrîl de hewldana tunekirina delîlan
14:45 Ji bo mitînga Erdogan gefa beşdariyê li karsaz, keya û kedkaran hat xwarin
14:05 Bi hinceta îfadeyên ‘şahidê nepen’ derheqê girtî Ozer de dozeke nû hate vekirin
14:03 Yusuf Ziya Gumuşel û Kadîr Îsteklî sewqî edliyeyê hatin kirin
13:56 Wezareta parastinê ragihand ku serpelek hatiye kuştin
13:50 Bi hinceta ‘tayîna dadger’ doza Turkdogan nehat lidarxistin
13:48 Ji binçavkiriyên Mêrsînê yek jê hate berdan û 8 kes li emniyetê tên ragirtin
13:47 Malbata Şenyaşar: Dê tevahiya Tirkiyeyê bibe cihê nobeda me
13:30 Di doza GOÇÎZDER’ê de 4 kes hatin berdan
13:30 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:20 Hejmara 52’yan a Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê derket
13:16 Di doza GOÇÎZDER’ê de parastin hat astengkirin!
13:04 Gelek kes li Amedê çûn şîna Yakut, Arslan û Gokalan
12:44 Dadger cezayê mîna xelatê da îşkencekaran
12:32 Bîlançoya 8 mehan hate eşkerekirin