STENBOL - Yusuf Ziya Gumuşel ê sazûmankarê Weqfa Hîranûrê ku dengê xwe ji tecawiza keça xwe ya 6 salî re nekir û “zavê” wî Kadîr Îsteklî sewqî Edliyeya Anadolûyê hatin kirin.
Sazûmankarê Weqfa Hîranûr a girêdayî Cemata Îsamîlaga Yusuf Ziya Gumuşel, keça xwe ya 6 salî H.K.G., bi mirîde xwe Kadîr Îsteklî re da zewicandin û çavê xwe li vê tecawizê girt. Piştî ku derket holê ev yek pêk hatiye, li ser îtîraza parêzerên H.K.G., derbarê Gumuşel û Îsteklî yê negirtî dihatin darizandin biryara binçavkirinê hat derxistin.
SEWQÎ EDLIYEYÊ HATIN KIRIN
2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Anadoluya Stenbolê derbarê her duyan de biryara girtinê derxist û bi hêceta dê birevin hatin binçavkirin.
Gumuşel û Îsteklî yê li Midûriyeta Polîsan a Gayrettepya Stenbolê di binçavan de dihatin ragirtin, sewqî Edliyeya Anadolûyê hatin kirin.
CEZAYÊN TÊ XWESTIN
Di îdianameya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Anadolûyê ve hatiye amadekirin ji Yusuf Ziya Gumuşel û hevjîna wî Fatima Gumuşel heta 22 sal û 6 meh ceza tê xwestin. Derbarê Kadîr Îsteklî de jî sûcê “êrişa cinsî” û “îstîsmara cinsî ya li dijî zarok” 67 sal û 10 meh û 15 roj ceza tê xwestin.
2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Anadolûyê ku îdianame qebûl kiribû 22’yê gulana 2023’yan roja danişînê dabû. Piştî nerazîbûna raya giştî dadgehê roja danişînê wek 30’ê çileya 2023’yan diyar kiribû.