EDENE - Bi hinceta îfadeyên “şahidê nepen”, derheqê girtiyê bi navê Mehmet Ozer de ku li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê tê ragirtin, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dozeke nû hate vekirin.
Girtiyê bi navê Mehmet Ozer ku di pevçûneke sala 1997’an a li Dêrsimê de bi birîndarî hatibû binçavkirin, bi îdiaya “xerabkirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebbeta giran lê hatibû birîn. Ozer, niha li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê tê ragirtin. Rêveberiya girtîgeha, derheqê Ozer de li Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê gilî kir. Serdozgeriyê jî lêpirsîna bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihat domandin temam kir û îdianame amade kir. Îdianame ji hêla 11’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê ve hate qebûlkirin.
Di îdianameyê de dozger bal kişandiye ser îfadeyên şahidekî nepen û bi îdiaya ku li girtîgehê xebatên rêxistinî meşandine, xwest ku Ozer bi sûcê “endamtiya rêxistinê” were cezakirin.