* Hatîce Buruntekîn, keça Ayşe Buruntekîn a di dema qedexeya derketina derve ya Silopiyayê de hat qetilkirin û cenazeyê wê 7 rojan bi zarokên wê re di heman odeyê de ma, got: “Heke edalet hebûya dê dayika min nehatana qetilkirin. Li vê dinyayê zalim neyên cezakirin jî dê li axretê êş û azarê bikişînin.”
* Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 648’an de berdewam bike.
* Danişîna doza Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel dê li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê bê lidarxistin. (10.00)
* Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamegerênên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) dê bi boneya 16 rojnamegerên di meha hezîranê de hatine girtin li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyaniyê bidin. (11.00) ZINDÎ
* KESK û rêxistinên civaka sivîl dê bi boneya qedexekirina mitînga ku dê di 17’ê kanûnê de li Enqereyê bihata lidarxistin û hevdîtinên budçeya sala 2023’yan ku li Meclisê hêj didomin, li gelek bajaran daxuyaniyan bidin. (12.30.17.30)
* Rêxistinên civaka sivîl dê bi minasebeta Hefteya Mafên Mirovan li Amed û Stenbolê çalakiyan li dar bixin. (17.00-20.00)