Ji malbata Înan 8 kes ji aliyê dewletê ve hatine kuştin: Ew dayika hemû Kurdistanê ye

  • rojane
  • 09:01 17 Kanûn 2022
  • |
ŞIRNEX - Hevjînê Taybet Înan, Halît Înan ê ku 8 ferdên malbata wî ji aliyê dewletê ve hatine qetilkirin anî ziman ku ew êşên xwe nikare bi gotinan rave bike û got: "Taybet dayika hemû Kurdistanê ye. Dewletê me kuşt. Em ê tu carî dest ji dawa xwe bernedin.”
 
Bi dehan sal in li Kurdistanê valakirina gundan, komkujî, wêrankirin, binçavkirin û girtinên ji aliyê dewletê ve pêk tên, berdewam dikin. Di encama van polîtîkayan de bi hezaran kurd hatin qetilkirin û bi hezaran kes bi îşkenceyê û mauemeleya xerab re rûbirû man. Yek ji wan kesên ku bi van polîtîkayên dewletê re rûbirû maye û di encamê de 8 ferdên malbata wî ji aliyê dewletê ve hatine qetilkirin, hevjînê Taybet Înan, Halît Înan e (66). Malbata Înan ku malbateke koçer e di sala 1988'an de li gundê Xwezayê yê girêdayî navçeya Silopiyayê ya Şirnexê derbasî navenda bajêr dibin. Malbat hê ku li bajêr saleke xwe tije nake kurê wan Omer û birayê wî Evdî bêsedem tên girtin. Omer dişînin girtîgeha Xarpêtê û Evdî jî dişînin girtîgeha Mêrdînê. Malbata ku hînî girtina zarokên xwe nebûye di sala 1992'yan de li Silopiyayê şerek derdikeve û zarokên malbata Înan ên bi navê Esmer (10), Botan (4), Ayaz (9), Şevzêt (5), Mehmet (10) û 2 jî cîranên wan dema ku li ber deriyên xwe dileyîzîn mayin bi wan ve diteqe û jiyana xwe ji dest didin. Zarokên malbata Înan, Esmer û Botan jî û 2 zarokên din di teqînê de jiyana xwe ji dest didin. Hê ku şîna zarokên qûrbanî xelas nebûye leşker bi ser mala wan ve digirin û di heman heftê de bavê wan Halît Înan tê girtin. Halît Înan jî dişînin girtîgeha Mêrdînê. Înan 11 mehan girtîgehê de dimîne. Piştre tê berdan. Çend roj li ser derbas nabin dîsa tê girtin û 3 sal û 9 mehan girtîgeha Sîlopiyayê de dimîne. 
 
CENAZEYÊ DAYIKA TAYBET 7 ROJAN LI KOLANÊ MABÛ
 
Di 15'ê Kanûna 2015'an de li Silopiya navçeya Şirnexê  qedexeya derketina derve tê ragihandin. Di qedexeya 38 rojan de 68 kes jiyana xwe ji dest didin û gelek jî birîndar dibin. Gelê navçeyê ji her tiştekî bêpar tê hiştin û hin di malên xwe de li ser nimêje, hin dema ku ji zarokên xwe re xwarin amade dikin û hin jî di kolanê de dibin hedef û tên qetilkirin. Di vê qedexeya derketina derve de jî hevjîna Halît Înan, Taybet Înan a 55 salî tê qetilkirin. Cenazeyê hevjîna wî ku wek Dayika Taybet hat nasîn, 7 rojan di kolanê de ma. Halît Înan ku hewl dide cenazeyê hevjîna xwe bîne vê carê jî birayê wî Yusuf Înan birîndar dibe û  tevî hemû hewledanên wî birayê wî Yusuf Înan jî jiyana xwe ji dest dide. Hê ku şîna birayê wî û hevjîna wî li erdê ye vê carê jî agahiya keça wî Heznê Înan digire. Heznî jî di qedexeya derketina derve ya Cizîrê de li jêrzemînên Cizîrê tê qetilkirin. Dewlet dixwaze qira malbatê bîne û tenê ji vê malbatê 8 ferd hatine kuştin. 
 
Halît Înan bi minesebata salvegera qedexeya derketina derve ya Silopiyayê behsa qetilkirina zarokên xwe û jiyana xwe ji Ajansa Mezopotamya (MA) re kir. 
 
JI HEMAN MALBATÊ 5 ZAROK HATIN QETILKIRIN
 
Halît Înan diyar kir ku di rojekî de tevî zarokên wî ve 5 zarok di mala wî de hatin qetilkirin û wiha axivî: "Em koçer bûn û em di sala 1988'an de ji gundê Xwezayê hatine vê derê. Em her diçûn zozanan û piştre em hatin deştê. Me bi pez xwedîkirinê debara xwe dikir. Li vir jî em mala xelkê de diman. Mala bê derî û pace de em diman. Em hatine Silopiyayê heta niha me tu xweşî bi çavê xwe nedit. Em hemû ketin girtîgehê de. Min gelek êş kişandin. Roj hatine ku em bêşîv jî razane. Di sala 1992'yan de li Silopiyayê pêvçûnek derket. Bi ser gelek malan ve girtin û lêgerîn kirin. Wê demê ez çûm girtîgehê hevditina kurê xwe Emer. Di hevdîtinê de ez hîn bûm ku zarokên min û biraziyê min hatine qetilkirin. Ez hatim gund min lê mêze kir ku gund di bin dorbêçê de. Taybetê li zarokên me digeriya. Leşker ji me re got, 'zarokên we sunet kirî bûn?' Min tenê tiliyeke piyê wî dît. Leşkeriyê zarokên me îmha kirin. Me ji wan 7 zarokan tenê hin werselên wan ditin. Me 7 zarok jî neşûştî veşartin. Ji wan 2 keçik û 3 jî kurik min neditin çûn. Hê ku şîna 7 zarokan li erdê bû, ez hatim binçavkirin û piştre jî hatim girtin. Ez heta sibehê jî ji we re bibêjim xelas nabe..."
 
GOTINA WÊ YA DAWÎ ‘AX HEZNÊ’ BÛYE
 
Înan di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku ew dema ku difikire ku çawa hevjîna xwe xilas bike, hîn dibe ku birayê wî jî birîndar bûye û wiha berdewam kir: "Di qedexeya derketina derve de em di vê malê de bûn. Me digot, 'em ji vir derkevin biçin' lê birayê min Yusuf got, 'Em ne ji kesên mane çêtirin?’ 3 rojên me derbas bûn, li Silopiyayê şer giran bû. Serê sibehekî Taybetê taşteya me amadekir û me bi hev re xwar. Ez razabûm ew keniya û ji min re got, 'ji xwe şerm bike rabe ser piyan'. Me piştre taştê xwar. Ez jî çûm cem birayê xwe. Ez heta êvarê li wir mam. Piştre dengek hat. Min ji birayê xwe re got, 'ka lê binêre çi bû' birayê min serê xwe pacê de derxist û ji min re got, 'Li Taybet dane li kolanê ye’. Ez ji wir rabûm. Ez hatim li ser tenişta xwe ketibû. Min dengê xwe lê kir, ji min re got, 'neyê wê te jî bikujin’. Gotina wê dawî digot, 'ax Heznê'. Min şerît avêt ber wê û min hewl da wê kaş bikim. Lê piştre min dît destê wê ket erdê. Ez qederekî li wir mam. Piştre birayê min Sebrî hawar dikir û digot, ‘ay birayo’. Vê carê ez derketim û çûm. Min vê carê dît ku birayê min Yusuf birîndar bûye. Me kir û nekir kes li hawara me nehat. Her ku me hewl da em cenazeyên xwe rakin, lê leşker û polîsan êrişî me dikirin.” 
 
DI HEMAN MEHÊ DE HEVJÎNA WÎ, KEÇA WÎ Û BIRAYÊ WÎ TÊN QETILKIRIN
 
Înan anî ziman ku hê şîna hevjîna wî û birayê wî li erdê bû vê carê jî agahiya şehadeta keça xwe distîne û wiha dom kir: "Piştre em ji neçariya xwe derbasî mala keça min bûn. Sê şev û sê roj em 30 mirov li wir man. Polîs û leşkeran bi ser mala keça min de jî girtin û nehiştin em derkevin derve. Min li hewşê li cenazeyê Taybetê dinêrî. Guleyên ku bi qasî tiliyên min dirêj bûn bedabûn wê. Dora me leşkerî hebû û me nedakarî biçin cenazeyê wê rakin. Hê em bi kula Taybet û Yûsufê birayê min diêşiyan vê carê jî me bihîst ku Heznê jiyana xwe ji dest daye. Emniyet li min geriya û gazî min kir. Polîsan li emniyetê rojnameyek nîşanî min dan. Di wê rojnameyê de wêneyê Heznê hebû û gotin ku li Cizîrê hatiye kuştin. Me keça min û dayika wê Taybet li kêleka hev veşartin. Keça min di jêrzemînan de şewitandibûn."
 
'TAYBET DAYIKA HEMÛ KURDISTANÊ YE'
 
Halît Înan diyar kir ku heta ku ew sax be ew ê heqê doza zarokên xwe bike û got: "Malbatek xelas bû û çû. Ez ê birîna van 8 mirovan ji bîr nekim. Taybet dayika hemû Kurdistanê ye, dayika hemû gelê kurd e. Ew her tim di bîra gelê kurd de ye. Xwedê heqê wan li erdê nehêle. Niha hûn li ku kevirekî rakin li bin wî kevirî de hestiyê kesekî heye. Heqê wan li erdê namîne. Heta ku dilopek xwîna di laşê min de hebe, ez dev ji têkoşîna xwe bernedim. Dewletê me kuşt. Heta ku ji destê min were jî ez ê dawa wan bikim.” 
 
MA / Zeynep Dûrgût 
 

Sernavên din

21/12/2022
09:16 Ciwan: Divê Abdullah Ocalan azad be
09:13 HDP dê li dijî şer û xizaniyê mitîngê li dar bixe
09:12 Ew biçûk hatiye zewicandin lê niha li dijî vê têdikoşe
09:05 Serî li 5 saziyan da: Di birîna daran de hevkariya Midûriyeta Daristanan heye
09:04 Di tenduristiyê de saleke ‘netendurist’
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2022'YAN
20/12/2022
22:04 Bafil Talabanî hevdîtin bi Mazlûm Ebdî re kir
21:07 Êrîşa polîsan li Îzmîrê hat şermezarkirin
21:02 Şeva Yeldayê hat pîrozkirin
20:44 Înîsyatîfa Malbatên Pirsûsê: Divê Davûtoglû paşperdeya komkujiyê bibêje
18:28 Qeyûmê Sûrê bi kemçeyan ket qada sîtê
16:56 Raportorê PE’yê yê Tirkiyeyê Sanchez çû serdana HDP’ê
16:55 Girtiyên ji Rojava sirgûnî Konyayê hatin kirin
16:45 Kiliçdaroglû piştgirî da Sancar: Em ê bi hev re têbikoşin
16:23 Li Amedê têkildarî teqîna li dijî wesayîta polîsan 4 kes hatin girtin
16:21 Latîf Çetîn piştî 30 salan hate berdan
16:18 Li Êlihê 3 kes hatin binçavkirin
15:40 Encu bi daxwaza cezakirina Ozcan li dozgeriyê gilî kir
15:36 Ji bo danişîna Seroka TTB’ê Fîncanci bang kirin
15:13 Li Kocaeliyê 5 endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê hatin binçavkirin
14:52 Şandeya EMEP’ê serdana Encu kir
14:48 Dayika girtiyê ketiye greva birçîbûnê: Rewşa wan roj bi roj xerab dibe
14:14 Kişanak: Ewilî biçin ji qeyûmên xwe hesab bipirsin
14:01 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:00 Danişîna doza Bayram Otelê hate taloqkirin
13:58 Sancar: Divê li dijî krîzan bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin
13:04 Berxwedana li Rojhilat û Îranê didome
12:53 Di doza êrişa li dijî avahiya HDP’ê de biryar hat dayîn
12:27 Malbata Şenyaşar: Heta ku bêedaletî bidome wê nobeta me berdewam bike
12:22 Danişîna Çaglar Demîrel hate taloqkirin
12:13 Li Girtîgeha Eregliyê çalakiya greva birçîbûnê di roja 77’an de ye
11:57 Derbarê kesên kuştina Pakistan Demîr protesto kiribûn de lêpirsîn hat destpêkirin
11:46 Ciwanên ku li maça Amedsporê hatibûn bincavkirin hatin berdan
11:42 Îstînafê cezayê Polatsoy û 4 kesên din erê kir
11:06 HDP: Em hovitiya li Mereşê hate kirin ji bîr nakin
10:55 Stranên jinan dê li ser dikê olan bidin: LaWjeyên Jinan
10:27 Wezaretê mûayeneya bi kelemçe ya rojnamevana girtî parast
10:24 Temel: Ji bo tecrîd were rakirin em ê hemû hêza xwe seferber bikin
10:09 103 kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:53 Li Sîncanê bi hinceta girtiyan “bêrêzî kirine” lêpirsîn dan destpêkirin
09:43 ‘Xebatên komîsyona lêkolînkirina kîmyasalê tên astengkirin
09:30 Ferhat Sarûhan ji ya xwe nehat xwarê: Ji bo vê axê û vî zimanî çû
09:10 Şêniyên Kaynartepeyê: Dewlet bi xwe tiryakê belav dike û difiroşe
09:08 Parêzer Demîrcî: Divê baro peywira xwe bi cih bînin
09:07 Li Edeneyê amadekariyên mitîngê: Astengiya herî mezin tecrîd e
09:05 Girtîgehê zerfa nameya ku navê 'Jîna Emînî' û dirûşma 'jin, jiyan, azadî' tê de nivîsandî guherandiye
09:01 17 meh in cenazeyê Kaya yê HPG'î radestî malbatê nehatiye kirin
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2022'YAN
19/12/2022
23:05 Ateş ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket, hat warê xwe Amedê
19:51 Bûldan: Ew şîmaq nîşaneya dijminatiya li hemberî kurdan e
19:01 Li Amedê êrişa li dijî Ferhat Encu hat şermezarkirin: Em ê vê siyasetê bişînin ser sergoyê dîrokê
17:00 Sancar: Em ê yek bi yek hesabê hemû derhiqûqtiyan bipirsin
16:48 Malbata Gungen cenazeye keça xwe teşhîs kir lê cenaze nehat radestkirin
16:40 Mehmet Ateş piştî 30 salan ji girtîgehê hat berdan
16:31 'Ji bo derhênera belgefîlman Sîbel Tekîn hêjta rêxistinek nehatiye dîtin’
16:23 Semra Guzel: Ev doz, kompas e
16:19 ‘Ji peykerê Ehmedê Xanî heta ji her tiştên kurdî ditirsin’
15:56 Dayika Taybet û mele Hesen hatin bibîranîn
15:36 Qetlîama ‘Vegera Jiyanê’ di sala 22'yemîn de ye: Bila tîpên F û S bên girtin
15:33 Kiliçdaroglû bertek nîşanî dorpêça polîsan da: Şermezar dikim
15:28 Bertekên li dijî êrişê mezin dibin: Em ê şimaqekê li bin guhê AKP’ê bixin
15:08 Demîrtaş di Doza Kobanê de axivî: Em ê hesab ji yên ku şimaq li îradeya bi milyonan kes xistin bipirsin
14:53 11 sal û 3 meh cezayê hefsê li Hevşaredarên Colemêrgê yên berê hate birîn
14:37 Polîsê ku şimaq li Encu xistî perasiya Turkay jî şikandibû: Ev koma Soylu ye
14:16 Rapora binpêkirinan a DFG’ê hat astengkirin
14:13 Polîsan bi ser avahiyên PAK, PSK û Hereketa Azadî de girtin
13:57 Cezayê ‘parkkirinê’ dan wesayîta Malbata Şenyaşar
13:51 Li Çiyayê Cûdî şerek dijwar diqewime
13:35 Li Silopiya qeza: 4 kesan jiyana xwe ji dest da
13:30 Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê hat damezrandin
12:21 Ferhat Encu: Em ê hesabê vê şimaqê bipirsin
11:43 Ciwanê bi nexweşiya epîlepsî ketiye bi hêceta ku kêliya ‘sirûd’ê ranebûye hat binçavkirin
10:52 Saziyên çand û zimanê kurdî dê Cejna Şeva Yeldayê pîroz bikin
10:41 'Dixwazin hewaya ku di pencereye de dikeve girtîgehê bixin bin kontrolê’
09:49 Ciwan li dijî tecrîdê meşiyan
09:07 ‘Ne bi gilî û gazînan bi xwedî derketineke xurt em dikarin pêşî li înkara ziman bigrin’
09:06 Malbatên kesên hatine qetilkirin: Em bi tirsa ku sibê nabînin dijiyan
09:04 Îstînafê cezayê li rojnamevan Boltan hatiye birîn kêm dît
09:03 ‘Bacên me ne weke xizmet weke bombe li me dizivirin’
09:01 Cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin nadin malbatên wan!
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2022'YAN
18/12/2022
23:50 Kesên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
22:05 Hatay bi pileya 4.8 hejiya
21:25 Meclîsa Xwendekaran a Demokratîk panela ziman û wêjeyê li dar xist
20:51 Ciwanan binçavkirin bi meşê şermezar kirin
20:26 Amedspor di Koma Spî de bû yekemîn
20:04 Hevserokê HDP’î di dema binçavkirinê de krîza dil derbas kir!
19:40 HDP: Divê şimaqa li Encu ketiye di guhê hemû partiyên siyasî de çingîniyê bike
18:03 Li Îzmîrê meşa tecrîdê: 50 kes hatin binçavkirin
17:41 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê li deplasmanê tîma Edene Îdmanyûrdûyê 3-0 têk bir
17:20 Kovara Jineolojiyê ji bo Nagihan Akarselê hejmara taybet derxist
16:58 Bombeya gazê ya qedexekirî li Zapê hatiye bikaranîn
16:51 Yekitiya Sînemagerên Belgefîlmê: Divê Sîbel Tekîn tavilê were berdan
16:34 Posterê Abdullah Ocalan li Kadikoyê bi banê apartmanekê ve hate daliqandin
16:27 Barzanî û serbalyozê tirk bi rojeva Şengalê civiyan
16:24 Polîsekî di meşa Nobeta Edaletê de Ferhat Encu hedef girt
16:21 Riza Turmen: Aştî, şertê ewil ê mafên mirovan e
15:07 Li Kadikoyê Meşa Nobeta Edaletê: Bila tecrîd bi dawî bibe
14:22 'Hejmara koçberan li seranserî cîhanê derket 280 milyon kesan’
14:12 Dengbêja têkoşer: Eyşê Şan