12 sal berê hişyar kiribû: Dibe ku êdî bermayiyên azadiyê jî bi destê we nekevin

  • rojane
  • 09:56 17 Kanûn 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Abdullah Ocalan ku 12 sal berê jinan hişyar kiribû û gotibû "Dê azadiyên sînorkirî yên heyî jî ji dest we biçin", ji bo çareseriyê ev tişt pêşniyaz kiribû: "Divê hûn peymana civakî ya jinan pêşve bibin." 
 
Li seranserê cîhanê jin li dijî pergala nêrza dadikevin qadan. Ji welatên ku herî zêde êrişî jinan tê kirin yek jê jî Tirkiyeyê. Bi taybetî jî ji roja ku AKP bûye desthişat heya niha tahdeya li jinê gelekî zêde bûye. Di 7 salên ewil ên desthilatê de tahdeya li jinê tê kirin ji sedî hezar û 400 zêde bûye. 
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku ferzkirinên paşverû rexne dike, di sala 2010'an de li hemberî AKP'ê jinan hişyar kiribû û bal kişandibû ser rêxistinkirina jinê. 
 
'AKP XETEREYEKE MEZIN E'
 
Abdullah Ocalan, di hevdîtina Sibata 2010'an de ya bi parêzerên xwe re nerazîbûna xwe ya ji bo kuştina Medîne Memiyê ku di sala 2009'an de li navçeya Kolik a Semsûrê bi saxî hatibû binaxkirin anîbû zimên û bi vî awayî jinan hişyar kiribû: “Feraseta AKP’ê gelek xetere ye. Xetere ne tenê ji bo kurdan e. AKP ji bo jinan xetereyek mezin e. Jin ew azadiya ku dîtine, dibe ku êdî bermayiyên wê jî bi dest wan nekeve. Li Semsûrê terîqeta Menzîlê bi bandor e. Li vir zarokeke keç bi zindî tê çalkirin, ev ji recmê xetertir e. Belê feraseta AKP’ê ev e. Di çalkirinê de mirov hêdî hêdî axê dixwin û dimirin. Lê di remcê de mirov qet nebe bêhnê distîne. Dîsa di rojnameyan de her roj tundiya li ser jinê cih digire. Mêr li kolanê tahdeyê li jinê dike û dibêje ‘te ji min hez nekir’ û wê dikuje. Li cihekî din guhan jê dikin, pozan jê dikin, ev hemû berhema vê ferasetê ye. Ji bo vê dibêjim; divê li ser esasê felsefeyê em tevbigerin. Divê xebatên felsefîk bên kirin, bên nîqaşkirin, bên rêxistinkirin. Ancax ev dikarin vê ferasetê rawestînin. An jî wê encam wisa be û dê azadiyên sînorkirî yên heyî jî ji dest we biçin."
 
CÎHANÊ JINAN DÎT
 
Abdullah Ocalan di peyama xwe de ku di sala 2015'an de bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji jinan re şandibû, li dijî desthilata ku jinan ji qada giştî xalî dike û wan hepsî malê û malbatê dike îşaret bi girîngiya hêza rêxistinkirî kiribû û gotibû: "Di şexsê Kobanê de, jinan bi ruhê berxwedana Arîn Mîrkanê çavên xwe li jiyaneke nû, li şaristaniyeke nû vekirine. Ez bi van hesatn jinên wêrek ên ji bo azadiyê têdikoşin silav dikim û 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz dikim. Niha tevahiya cîhanê di şexsê jinên berxwedêr de ev yek dîtiye û di kovarên xwe de behsa vê bedewiyê dikin. Ev azaweriya azadiyê li vir welidî. Ev, divê rast bên fêmkirin. Li Kurdistanê, di realîteya kurdan de divê mirov bi vê sosyolojiyê zanibe. Ez evînê, hezkirinê û malbatê înkar nakim. Girêdana bi vê, girêdaneke esîl e, lê bêyî jiyaneke azad tu wateyeke evana tune ye. A ez behs dikim evîneke civakî ye." 
 
PEYMANA XWE YA CIVAKÎ ÇÊBIKIN
 
Azadiya jinê ji bo min di ser her tiştî re ye. Jiyana herî bedew, jiyana jina azad e. Tu kirêtî bi qasî yekkbûna bi jineke kole û mêrekî serdest re kirêt nîn e. Her wiha tu yekbûn û yekpareyî, bi qasî ya bi jineke azad û mêrekî serdestiya xwe têkşikandiye bedewtir û rasttir nîn e. 30 sal in piştgirên min ên herî girîng hevalên jin in. Pêwendiya min  û peymana min a bi jinê re girîng e. Divê hûn peyamana civakî ya jinê pêş ve bibin. Divê peymaneke wisa be ku li dijî cinayetên jinan, sinetkirina jinan, destdirêjiya li jinê û gelek tiştên bi vî rengî têbikoşe. Divê hûn bi berfirehî li ser biesekin. Baweriya xwe bi mêran neynin. Dogmatîka mêrî birûxînin. Baweriyê bi jintiya xwe bînin. Wekhevî û azadî bi meseleya jinê pêkan e. Lewma şoreşa me, şoreşa jinê ye." 
 
DU FERASET PEV DIKEVIN
 
Bêyî jinê, jiyan ne pêkan e. Bêyî azadiyê etîk û estetîk ne pêakn e. Tişta ez jê re dibêjim 'etîka jinê', hêza biryardayînê ya jinê ye. Dayin an jî standina jinekê nayê qebûlkirin. Divê tu bibêjî 'ez ez im.' 'Ez ne ya tu kesî me.' Jin ne jina mêrî, ne keça bavî yan jî ne xwişka bira ye. Divê ne wisa be. Jin, divê bi xwe be. Divê bi azwerî lis er formula vê bê sekinandin û tarîtî bê ronîkirin." 
 
Dibêje '3 zarok, zewaca di temenekî biçûk de.' Vê jî bi zanebûnî dibêje. Ez jî bi zanebûnî dibêjim. Her du feraset bi hev dikevin. Hela em ê mêze bikin, bê ew bi ser dikeve yan em. Di sernavên min ên ji bo çareseriya demokratîk de jî, xala ewil azadiya jinê ye. Fêm nakin. Dibêjin, 'Çi eleqeya vê bi çareseriya demokratîk re heye.' Ez pir zelal diaxivim. Têkiliya azadiya jinê ya bi çareseriya demokratîk re pir zelal e. Min berê jî gotibû; li welatekî wisa ku ev qas jin lê tên kuştin, ez nikarim bibim endamê vê dewletê. Çareserî, bi wekheviya jinê, bia zadî û hiqûqa jinê pêkan e. Ji bo min tişta esas hiqûq û azadiya jinê ye." 
 
EZ BI JINÊN BERXWEDÊR PIR BAWER IM
 
Çanda serdest a mêrî ya 5 hezar salî, çandeke tecawizker e. Em hewl didin ku rastiya jinê ya ku 9 hezar sal in rûxiyaye rakin ser pêyan. Lewma tevahiya xebata me ya guftûgoyê, xebata jinê ye. Ji lew re pirsgirêka jinê, pirsgirêkeke çandî, siyasî, aborî û civakî ye. Diyaloga min a bi dewletê re jî di çarçoveya projeya demokratîk de ya li ser esasê azadiya jinê ye. Dirûşmeya jinê; 'Heya Ocalana zad nebe, em ê azad nebin.' dirûşmeyeke xweş e. Ji lew re ez azad im. Divê hûn jî azad bin. Lewma di vî warî de ez bi we jinên berxwedêr pir bawer im. Ez dixwazim vê yekê diyar bikim, di pêvajoyeke wisa dîrokî de cara ewil di nava şandeyeke guftûgoyê de hebûna jinan nirxeke dîrokî ye û ez pîroz dikim. Ez wisa bawer dikim ku sedsala 21'ê dê bibe sedsala azadiya jinê. Li ser vî esasî ez careke din we bi rêzgirî silav dikim û di têkoşîna azadiyê de serkeftinê dixwazim ji bo we." 
 
TALÛKEYA KU ÎŞARET PÊ KIRIBÛ
 
Tiştên ku Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe de bal kişandibû ser wan û ew wekî "xetereyê" pênase kiribûn, di 20 salên desthilata AKP'ê de yek bi yek derketin holê. Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan ku her tim jinan dike kedef û wan biçûk dixîne, ji bo tahdeya li jinê tê kirin gotibû "'diçirçirînin.' Bi vî awayî hemû mekanîzmayên li dijî tahdeyê ji holê hatin rakirin û bi vê re jî tahdeya mêrî veguheriye 'qesda li jiyana jinê.' Li gorî çeteleya JINNEWS'ê tenê di 11 mehên 2022'yan de 330 jin ji aliyê mêrên nêzîkî xw eve hatine kuştin 
 
TERÎQET Û CEMAET
 
TErîqat û cemawetên ku Abdullah Ocalan tim bal kişandiye ser wan jî bi pêwendiya xwe ya bi AKP'ê re qet ji rojevê derneketine. Mînaka vê ya herî dawî jî Cemaeta Îsmaîlaxayê ye. Ev cemaet ku piştî derket holê damezrînerê Weqfa Hranûrê Yûsûf Ziya Gumeşel keça xwe ya 6 salî bi murîdê xwe Kadîr Îsteklî re "zewicandiye" careke din ket rojevê. Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev cemawet  pêşengiya kampanyaya fesixkirina Peymana Stenbolê kiriye. 
 
Piştî fesixkirina Peymana Stenbolê, vê carê jî Cemaweta Nûrê xwest qanûna hejmara 6284 bê betalkirin. Bi nîqaşên ji bo destûra bingehîn Qanûna Medeniyê careke din bû hedef. 
 
KOMELEYÊN JINAN HATIN GIRTIN
 
Piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmeha 2016'an, Rewşa Awarte hatibû ragihandin. Di çarçoveya Rewşa Awarte de Komeleya Jiyanê ya Jinê ya Semsûrê, Komeleya Lêkolînên Jinan a Ankayê, Komeleya Piştevaniyê ya Jinê ya Panayirê ya Bûrsayê, Komeleya Jinê ya Cerenê, Komeleya Jinê ya Heftrengê, Kongreya Jinên Azad (KJA), Komeleya Sîwana Jinê ya Mûşê, Komeleya Jinê ya Mûşê, Komeleya Jinê ya Selîsê, Komeleya Jinê ya Wanê ku di warç hiqûqî, aborî û derûniyê de piştgiriya jinan dikirin û bi perwerdehî û projeyên xwe hayjêxwebûnê li jinan peyda dikirin, hatin girtin. 
 
Her wiha modela "Hevserokatiyê" hat teorîrzekirin û hedef hat girtin. 
 
ZAROK HEDEF TÊN GIRTIN
 
Gelê ku ji ber polîtîkayên aboriyê yên desthilatê xizan bû, berê zarokên xwe dan terîqet û cemaetan. Li gorî daneyên bi rêya çapemeniyê hatine ragihandin, di 5 salên dawî de hejmara wargehên terîqet û cemaetan ji sedî 93 zêde bûne û gihaştine 3 hezar û 311'an. Cemaet û terîqetên ku berê ji aliyê Perwerdehiya Neteweyî ve dihatin kontrolkirin, niha di bin berpirsiyariya Diyanetê de ne. Bi vê re destdirêjî û destavêtina li zarokan jî zêde bûye. Desthilat ku berê ji bo destdirêjiya li 45 zarokan a li Weqfa Ensarê gotibû "ji carekê tiştek çênabe" 2 sal berê jî hay ji destdirêjiya li Weqfa Hîranûrê çêbûye û vê detsdirêjiyê jî bi vî awayî parast "ne mijara siyasetê ye." Erdogan, Cemaeta Îsmaîlaxayê wekî "saziya nûnerê baweriyê" îlan kiribû. 
 
Li gorî Statîstîkên Sîcîla Edlî yên 2021'ê yên Wezareta Dadê, ji 50 hezar û 370 dosyeyên di çaçroveya Sûcên Li Dijî Parêzbendiya Zayendî de, 20 hezar û 459 dosye jê têkildarî destdirêjî û destavêtina li zarokan e. 

Sernavên din

21/12/2022
09:16 Ciwan: Divê Abdullah Ocalan azad be
09:13 HDP dê li dijî şer û xizaniyê mitîngê li dar bixe
09:12 Ew biçûk hatiye zewicandin lê niha li dijî vê têdikoşe
09:05 Serî li 5 saziyan da: Di birîna daran de hevkariya Midûriyeta Daristanan heye
09:04 Di tenduristiyê de saleke ‘netendurist’
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2022'YAN
20/12/2022
22:04 Bafil Talabanî hevdîtin bi Mazlûm Ebdî re kir
21:07 Êrîşa polîsan li Îzmîrê hat şermezarkirin
21:02 Şeva Yeldayê hat pîrozkirin
20:44 Înîsyatîfa Malbatên Pirsûsê: Divê Davûtoglû paşperdeya komkujiyê bibêje
18:28 Qeyûmê Sûrê bi kemçeyan ket qada sîtê
16:56 Raportorê PE’yê yê Tirkiyeyê Sanchez çû serdana HDP’ê
16:55 Girtiyên ji Rojava sirgûnî Konyayê hatin kirin
16:45 Kiliçdaroglû piştgirî da Sancar: Em ê bi hev re têbikoşin
16:23 Li Amedê têkildarî teqîna li dijî wesayîta polîsan 4 kes hatin girtin
16:21 Latîf Çetîn piştî 30 salan hate berdan
16:18 Li Êlihê 3 kes hatin binçavkirin
15:40 Encu bi daxwaza cezakirina Ozcan li dozgeriyê gilî kir
15:36 Ji bo danişîna Seroka TTB’ê Fîncanci bang kirin
15:13 Li Kocaeliyê 5 endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê hatin binçavkirin
14:52 Şandeya EMEP’ê serdana Encu kir
14:48 Dayika girtiyê ketiye greva birçîbûnê: Rewşa wan roj bi roj xerab dibe
14:14 Kişanak: Ewilî biçin ji qeyûmên xwe hesab bipirsin
14:01 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:00 Danişîna doza Bayram Otelê hate taloqkirin
13:58 Sancar: Divê li dijî krîzan bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin
13:04 Berxwedana li Rojhilat û Îranê didome
12:53 Di doza êrişa li dijî avahiya HDP’ê de biryar hat dayîn
12:27 Malbata Şenyaşar: Heta ku bêedaletî bidome wê nobeta me berdewam bike
12:22 Danişîna Çaglar Demîrel hate taloqkirin
12:13 Li Girtîgeha Eregliyê çalakiya greva birçîbûnê di roja 77’an de ye
11:57 Derbarê kesên kuştina Pakistan Demîr protesto kiribûn de lêpirsîn hat destpêkirin
11:46 Ciwanên ku li maça Amedsporê hatibûn bincavkirin hatin berdan
11:42 Îstînafê cezayê Polatsoy û 4 kesên din erê kir
11:06 HDP: Em hovitiya li Mereşê hate kirin ji bîr nakin
10:55 Stranên jinan dê li ser dikê olan bidin: LaWjeyên Jinan
10:27 Wezaretê mûayeneya bi kelemçe ya rojnamevana girtî parast
10:24 Temel: Ji bo tecrîd were rakirin em ê hemû hêza xwe seferber bikin
10:09 103 kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:53 Li Sîncanê bi hinceta girtiyan “bêrêzî kirine” lêpirsîn dan destpêkirin
09:43 ‘Xebatên komîsyona lêkolînkirina kîmyasalê tên astengkirin
09:30 Ferhat Sarûhan ji ya xwe nehat xwarê: Ji bo vê axê û vî zimanî çû
09:10 Şêniyên Kaynartepeyê: Dewlet bi xwe tiryakê belav dike û difiroşe
09:08 Parêzer Demîrcî: Divê baro peywira xwe bi cih bînin
09:07 Li Edeneyê amadekariyên mitîngê: Astengiya herî mezin tecrîd e
09:05 Girtîgehê zerfa nameya ku navê 'Jîna Emînî' û dirûşma 'jin, jiyan, azadî' tê de nivîsandî guherandiye
09:01 17 meh in cenazeyê Kaya yê HPG'î radestî malbatê nehatiye kirin
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2022'YAN
19/12/2022
23:05 Ateş ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket, hat warê xwe Amedê
19:51 Bûldan: Ew şîmaq nîşaneya dijminatiya li hemberî kurdan e
19:01 Li Amedê êrişa li dijî Ferhat Encu hat şermezarkirin: Em ê vê siyasetê bişînin ser sergoyê dîrokê
17:00 Sancar: Em ê yek bi yek hesabê hemû derhiqûqtiyan bipirsin
16:48 Malbata Gungen cenazeye keça xwe teşhîs kir lê cenaze nehat radestkirin
16:40 Mehmet Ateş piştî 30 salan ji girtîgehê hat berdan
16:31 'Ji bo derhênera belgefîlman Sîbel Tekîn hêjta rêxistinek nehatiye dîtin’
16:23 Semra Guzel: Ev doz, kompas e
16:19 ‘Ji peykerê Ehmedê Xanî heta ji her tiştên kurdî ditirsin’
15:56 Dayika Taybet û mele Hesen hatin bibîranîn
15:36 Qetlîama ‘Vegera Jiyanê’ di sala 22'yemîn de ye: Bila tîpên F û S bên girtin
15:33 Kiliçdaroglû bertek nîşanî dorpêça polîsan da: Şermezar dikim
15:28 Bertekên li dijî êrişê mezin dibin: Em ê şimaqekê li bin guhê AKP’ê bixin
15:08 Demîrtaş di Doza Kobanê de axivî: Em ê hesab ji yên ku şimaq li îradeya bi milyonan kes xistin bipirsin
14:53 11 sal û 3 meh cezayê hefsê li Hevşaredarên Colemêrgê yên berê hate birîn
14:37 Polîsê ku şimaq li Encu xistî perasiya Turkay jî şikandibû: Ev koma Soylu ye
14:16 Rapora binpêkirinan a DFG’ê hat astengkirin
14:13 Polîsan bi ser avahiyên PAK, PSK û Hereketa Azadî de girtin
13:57 Cezayê ‘parkkirinê’ dan wesayîta Malbata Şenyaşar
13:51 Li Çiyayê Cûdî şerek dijwar diqewime
13:35 Li Silopiya qeza: 4 kesan jiyana xwe ji dest da
13:30 Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê hat damezrandin
12:21 Ferhat Encu: Em ê hesabê vê şimaqê bipirsin
11:43 Ciwanê bi nexweşiya epîlepsî ketiye bi hêceta ku kêliya ‘sirûd’ê ranebûye hat binçavkirin
10:52 Saziyên çand û zimanê kurdî dê Cejna Şeva Yeldayê pîroz bikin
10:41 'Dixwazin hewaya ku di pencereye de dikeve girtîgehê bixin bin kontrolê’
09:49 Ciwan li dijî tecrîdê meşiyan
09:07 ‘Ne bi gilî û gazînan bi xwedî derketineke xurt em dikarin pêşî li înkara ziman bigrin’
09:06 Malbatên kesên hatine qetilkirin: Em bi tirsa ku sibê nabînin dijiyan
09:04 Îstînafê cezayê li rojnamevan Boltan hatiye birîn kêm dît
09:03 ‘Bacên me ne weke xizmet weke bombe li me dizivirin’
09:01 Cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin nadin malbatên wan!
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2022'YAN
18/12/2022
23:50 Kesên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
22:05 Hatay bi pileya 4.8 hejiya
21:25 Meclîsa Xwendekaran a Demokratîk panela ziman û wêjeyê li dar xist
20:51 Ciwanan binçavkirin bi meşê şermezar kirin
20:26 Amedspor di Koma Spî de bû yekemîn
20:04 Hevserokê HDP’î di dema binçavkirinê de krîza dil derbas kir!
19:40 HDP: Divê şimaqa li Encu ketiye di guhê hemû partiyên siyasî de çingîniyê bike
18:03 Li Îzmîrê meşa tecrîdê: 50 kes hatin binçavkirin
17:41 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê li deplasmanê tîma Edene Îdmanyûrdûyê 3-0 têk bir
17:20 Kovara Jineolojiyê ji bo Nagihan Akarselê hejmara taybet derxist
16:58 Bombeya gazê ya qedexekirî li Zapê hatiye bikaranîn
16:51 Yekitiya Sînemagerên Belgefîlmê: Divê Sîbel Tekîn tavilê were berdan
16:34 Posterê Abdullah Ocalan li Kadikoyê bi banê apartmanekê ve hate daliqandin
16:27 Barzanî û serbalyozê tirk bi rojeva Şengalê civiyan
16:24 Polîsekî di meşa Nobeta Edaletê de Ferhat Encu hedef girt
16:21 Riza Turmen: Aştî, şertê ewil ê mafên mirovan e
15:07 Li Kadikoyê Meşa Nobeta Edaletê: Bila tecrîd bi dawî bibe
14:22 'Hejmara koçberan li seranserî cîhanê derket 280 milyon kesan’
14:12 Dengbêja têkoşer: Eyşê Şan