Metîn Bakkalci: Divê CPT xwedî helwesteke zelal be

  • rojane
  • 11:12 18 Kanûn 2022
  • |
img

STENBOL – Serokê Giştî yê TÎHV’ê Metîn Bakkalci diyar kir ku înîsiyatîfa CPT’yê heye ku di mijara rewşa Îmraliyê de daxuyaniyan bide û wiha got: “Divê CPT xwedî helwesteke zelal be.” 

 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan piştî Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha sala 1998’an de hatiye destpêkirin, di 15’ê Sibata sala 1999’an de anîn Girtîgeha Tîpa F a Bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê. Ocalan ji wê rojê heta niha di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Ocalan, herî dawî di 25’ê adara 2021’an de li ser telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re li ser telefonê axivî, telefon di nîviyêde hate qutkirin û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin. Serlêdanên parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û malbatan ên ji bo hevdîtina bi Ocalan û girtiyên din re bi hinceta “cezayên disiplînê” tên astengkirin. 
 
Di serî de Tirkiye, gelek rêxistinên hiqûqê, siyasetmedar û rewşenbîrên Rojhilata Navîn û Ewropayê ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan bang kirin û Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) di 3’y3e cotmehê de daxuyaniyek da û got ku di navbera 20-29’ê îlonê de çûye serdana Tirkiyeyê û Îmraliyê. CPT’yê tevî israran jî diyar nekir bê ka bi Abdullah Ocalan û girtiyên din re hevdîtin kiriye yan na. Li ser vê yekê parêzerên Ocalan di 29’ê mijdarê de daxuyaniyek dan û dan zanîn ku Abdullah Ocalan û miwekîlên wan ên din bi CPT’yê re hevdîtin nekirine. Tevî vê agahiyê jî CPT’yê agahî parve nekirin. 
 
Serokê Giştî yê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Metîn Bakkalci û Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerî têkildarî tecrîda li ser Abdullah Ocalan û serdana CPT’yê axivîn. 
 
MEKANÎZMAYA PÊŞÎLÊGIRTINÊ 
 
Serokê Giştî yê TÎHV’ê Metîn Bakkalci diyar kir ku CPT “pêşîlêgirtinê” ya girêdayî Konseya Ewropayê ye û wiha got: “Tirkiye jî endama konseyê ye. Biryarên ku ew didin Tirkiyeyê jî eleqedar dike. CPT mekanîzmaya 'lêpirsîn û darizandinê' nîne. Ev peywir, peywira Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ye. CPT’yê ji bo pêşîlêgirtinê gelek serdanên krîtîk kiriye û saziyeke girîng e. CPT’yê derheqê serdana li Îmraliyê de agahî parve nekirin lê aliyên têkildar ên Tirkiyeyê agahdar kiriye. Hinek rêgezên CPT’yê hene. Dema dewletên têkildar destûrê didin, hemû raporên xwe bi raya giştî re parve dikin. Rêbazeke din jî heye; hinek dewlet ji xwe pir bawerin û rayeya parvekirina raporan a otomatîk didin. Lê Tirkiye vê qebûl nake. Heke di mijara pêşîlêgirtina îşkenceyê de jidil be, divê Tirkiye jî vê rayeyê bide. Heke dewleta têkildar pêşniyarên komîteyê bi cih neyîne, înîsiyatîfa komîteyê heye ku têkildarî serdanê daxuyaniyê bide.”
 
'DIVÊ LÊPIRSÎN WERE DESTPÊKIRIN’ 
 
Bi domdarî Bakkalci bal kişand ser “Qaîdeyên Nelson Mandela” ku her wiha yên Neteweyên Yekbûyî (NY) ye û ev tişt anî ziman: “Hemû girtî dikevin ber van qeydeyan. Qeydeyên wê pir zelal in. Peywendiyên bi cîhana derve re bingehîn e. Kes nikare dest bide vê. Kesek nikare destwerdanê li hevdîtina bi parêzer, heval û malbatan re bike. Dewlet neçare ku vê bicih bîne. Nexwe ev qeyde tên binpêkirin. Ev yek binpêkirina maf e. Divê tavilê lêpirsîneke bibandor were destpêkirin û derheqê rê li ber vê bipêkirinê vekirin de lêpirsîn were destpêkirin.” 
 
HIŞYARIYÊN CPT’YÊ BI BÎR XIST
 
Di berdewamê de Bakkalci daxuyand ku dema mirovekî agahî ji derve negirt, ziyaneke mezin ê li ser pêşketina fîzîkî, ruhî û civakî ya kes dibe û ev nirxandin kir: “Ev yek ‘îzolasyon’ e. Ev yek, helwestekî îşkence û miameleya xerab e. CPT’yê gelek caran ji bo Îmraliyê bi vekirî nivîsand û got; ‘ev nabe, divê tavilê şert bên başkirin.’ Ev israra ya çi ye? Ev rewş nayê qebûlkirin. Divê tavilê bi dawî bibe. Em nizanin bê ka CPT li pişt deriyên girtî hevdîtinên çawa dike. Ev hevdîtin bi veşarî tên kirin. Ev rewşa îzolasyonê bi sala ye didome lewma divê CPT xwedî helwestekî zelal be.” 
 
'DIVÊ TECRÎD BI DAWÎ BIBE’
 
Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî jî destnîşan kir ku ji sala 1997’an heta niha li dijî sepana tecrîdê kampanyaya li dar dixin û wiha pê de çû: “Ji ber ku tecrîd, sepaneke îşkenceyê ye. Niha li tevahiya girtîgehên Tirkiyeyê belav bûye ku bi taybet jî li Îmraliyê ya herî giran heye. Ev nayê qebûlkirin. Ji ber ku hem di makeqanûnê de û hem jî di peymanên navneteweyî de îşkence pir bi zelalî hatiye qedexekirin. Ji bo Abdullah Ocalan û girtiyên di sepaneke înfazê ya taybet hatiye çêkirin. Ev yek jî binpêkirina rêgeza wekheviyê ye. Divê qanûn ji bo her kesî weke hev bin lê ji bo Abdullah Ocalan serpaneke pir giran di meriyetê de ye. Ev nayê qebûlkirin. Ev sepanên taybet ne biryareke hiqûqî lê biryareke siyasî ye.” 
 
'DIKARE PLANEKE TEVGERÊ WERE ÇÊKIRIN’ 
 
Bi domdarî Yolerî bal kişand ser serdana CPT’yê û wiha derbirî: “Rapora xwe ya hevdîtina berê jî piştî 2 sala eşkere kiribû. Heta ku dewleta têkildar destûrê nede nikare tevahiya rapora xwe eşkere bike. Dibe ku nekare raporê parve bike lê dikare mijara serdanê vebêje. Lê divê were zanîn ku mekanîzmayên navneteweyî di pêvajoya dawî de hewl didin dewletan negirin hemberî xwe û li gorî vê tevdigerin. Parvekirina raporan girêdayî destûra dewletan e û ev jî CPT’yê bêqîmet dike. Ji ber ku CPT dikare bêyî agahî bide aliyan, biçe serdana her cihên ku tê gotin îşkence lê heye. Dikare rapora xwe amade bike û dewlet jî derfetan bo çêbike. CPT, di mijara vexwendinan de zêde dilxwaz tevnegera. Ev 22 meh in li Îmraliyê tu hevdîtin nayên kirin. Lewma kesek nizane li wir çi diqewime.” 
 
'DIVÊ ALÎOS WERE NÎQAŞKIRIN’ 
 
Yolerî destnîşan kir ku tev li nirxandina “CPT hevkarê rewşa li Tirkiyeyê ye” nabe û wiha bi dawî kir: “Ji ber ku dema hatiye avakirin jê re hatiye gotin ku dê li gorî destûra dewletan tevbigerî. Divê mirov ne CPT’yê lê AÎOS’ê û çarçoveya vê xebatê nîqaş bike.” 
 
MA / Mehmet Aslan
 

Sernavên din

21/12/2022
09:16 Ciwan: Divê Abdullah Ocalan azad be
09:13 HDP dê li dijî şer û xizaniyê mitîngê li dar bixe
09:12 Ew biçûk hatiye zewicandin lê niha li dijî vê têdikoşe
09:05 Serî li 5 saziyan da: Di birîna daran de hevkariya Midûriyeta Daristanan heye
09:04 Di tenduristiyê de saleke ‘netendurist’
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2022'YAN
20/12/2022
22:04 Bafil Talabanî hevdîtin bi Mazlûm Ebdî re kir
21:07 Êrîşa polîsan li Îzmîrê hat şermezarkirin
21:02 Şeva Yeldayê hat pîrozkirin
20:44 Înîsyatîfa Malbatên Pirsûsê: Divê Davûtoglû paşperdeya komkujiyê bibêje
18:28 Qeyûmê Sûrê bi kemçeyan ket qada sîtê
16:56 Raportorê PE’yê yê Tirkiyeyê Sanchez çû serdana HDP’ê
16:55 Girtiyên ji Rojava sirgûnî Konyayê hatin kirin
16:45 Kiliçdaroglû piştgirî da Sancar: Em ê bi hev re têbikoşin
16:23 Li Amedê têkildarî teqîna li dijî wesayîta polîsan 4 kes hatin girtin
16:21 Latîf Çetîn piştî 30 salan hate berdan
16:18 Li Êlihê 3 kes hatin binçavkirin
15:40 Encu bi daxwaza cezakirina Ozcan li dozgeriyê gilî kir
15:36 Ji bo danişîna Seroka TTB’ê Fîncanci bang kirin
15:13 Li Kocaeliyê 5 endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê hatin binçavkirin
14:52 Şandeya EMEP’ê serdana Encu kir
14:48 Dayika girtiyê ketiye greva birçîbûnê: Rewşa wan roj bi roj xerab dibe
14:14 Kişanak: Ewilî biçin ji qeyûmên xwe hesab bipirsin
14:01 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:00 Danişîna doza Bayram Otelê hate taloqkirin
13:58 Sancar: Divê li dijî krîzan bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin
13:04 Berxwedana li Rojhilat û Îranê didome
12:53 Di doza êrişa li dijî avahiya HDP’ê de biryar hat dayîn
12:27 Malbata Şenyaşar: Heta ku bêedaletî bidome wê nobeta me berdewam bike
12:22 Danişîna Çaglar Demîrel hate taloqkirin
12:13 Li Girtîgeha Eregliyê çalakiya greva birçîbûnê di roja 77’an de ye
11:57 Derbarê kesên kuştina Pakistan Demîr protesto kiribûn de lêpirsîn hat destpêkirin
11:46 Ciwanên ku li maça Amedsporê hatibûn bincavkirin hatin berdan
11:42 Îstînafê cezayê Polatsoy û 4 kesên din erê kir
11:06 HDP: Em hovitiya li Mereşê hate kirin ji bîr nakin
10:55 Stranên jinan dê li ser dikê olan bidin: LaWjeyên Jinan
10:27 Wezaretê mûayeneya bi kelemçe ya rojnamevana girtî parast
10:24 Temel: Ji bo tecrîd were rakirin em ê hemû hêza xwe seferber bikin
10:09 103 kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:53 Li Sîncanê bi hinceta girtiyan “bêrêzî kirine” lêpirsîn dan destpêkirin
09:43 ‘Xebatên komîsyona lêkolînkirina kîmyasalê tên astengkirin
09:30 Ferhat Sarûhan ji ya xwe nehat xwarê: Ji bo vê axê û vî zimanî çû
09:10 Şêniyên Kaynartepeyê: Dewlet bi xwe tiryakê belav dike û difiroşe
09:08 Parêzer Demîrcî: Divê baro peywira xwe bi cih bînin
09:07 Li Edeneyê amadekariyên mitîngê: Astengiya herî mezin tecrîd e
09:05 Girtîgehê zerfa nameya ku navê 'Jîna Emînî' û dirûşma 'jin, jiyan, azadî' tê de nivîsandî guherandiye
09:01 17 meh in cenazeyê Kaya yê HPG'î radestî malbatê nehatiye kirin
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2022'YAN
19/12/2022
23:05 Ateş ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket, hat warê xwe Amedê
19:51 Bûldan: Ew şîmaq nîşaneya dijminatiya li hemberî kurdan e
19:01 Li Amedê êrişa li dijî Ferhat Encu hat şermezarkirin: Em ê vê siyasetê bişînin ser sergoyê dîrokê
17:00 Sancar: Em ê yek bi yek hesabê hemû derhiqûqtiyan bipirsin
16:48 Malbata Gungen cenazeye keça xwe teşhîs kir lê cenaze nehat radestkirin
16:40 Mehmet Ateş piştî 30 salan ji girtîgehê hat berdan
16:31 'Ji bo derhênera belgefîlman Sîbel Tekîn hêjta rêxistinek nehatiye dîtin’
16:23 Semra Guzel: Ev doz, kompas e
16:19 ‘Ji peykerê Ehmedê Xanî heta ji her tiştên kurdî ditirsin’
15:56 Dayika Taybet û mele Hesen hatin bibîranîn
15:36 Qetlîama ‘Vegera Jiyanê’ di sala 22'yemîn de ye: Bila tîpên F û S bên girtin
15:33 Kiliçdaroglû bertek nîşanî dorpêça polîsan da: Şermezar dikim
15:28 Bertekên li dijî êrişê mezin dibin: Em ê şimaqekê li bin guhê AKP’ê bixin
15:08 Demîrtaş di Doza Kobanê de axivî: Em ê hesab ji yên ku şimaq li îradeya bi milyonan kes xistin bipirsin
14:53 11 sal û 3 meh cezayê hefsê li Hevşaredarên Colemêrgê yên berê hate birîn
14:37 Polîsê ku şimaq li Encu xistî perasiya Turkay jî şikandibû: Ev koma Soylu ye
14:16 Rapora binpêkirinan a DFG’ê hat astengkirin
14:13 Polîsan bi ser avahiyên PAK, PSK û Hereketa Azadî de girtin
13:57 Cezayê ‘parkkirinê’ dan wesayîta Malbata Şenyaşar
13:51 Li Çiyayê Cûdî şerek dijwar diqewime
13:35 Li Silopiya qeza: 4 kesan jiyana xwe ji dest da
13:30 Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê hat damezrandin
12:21 Ferhat Encu: Em ê hesabê vê şimaqê bipirsin
11:43 Ciwanê bi nexweşiya epîlepsî ketiye bi hêceta ku kêliya ‘sirûd’ê ranebûye hat binçavkirin
10:52 Saziyên çand û zimanê kurdî dê Cejna Şeva Yeldayê pîroz bikin
10:41 'Dixwazin hewaya ku di pencereye de dikeve girtîgehê bixin bin kontrolê’
09:49 Ciwan li dijî tecrîdê meşiyan
09:07 ‘Ne bi gilî û gazînan bi xwedî derketineke xurt em dikarin pêşî li înkara ziman bigrin’
09:06 Malbatên kesên hatine qetilkirin: Em bi tirsa ku sibê nabînin dijiyan
09:04 Îstînafê cezayê li rojnamevan Boltan hatiye birîn kêm dît
09:03 ‘Bacên me ne weke xizmet weke bombe li me dizivirin’
09:01 Cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin nadin malbatên wan!
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2022'YAN
18/12/2022
23:50 Kesên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
22:05 Hatay bi pileya 4.8 hejiya
21:25 Meclîsa Xwendekaran a Demokratîk panela ziman û wêjeyê li dar xist
20:51 Ciwanan binçavkirin bi meşê şermezar kirin
20:26 Amedspor di Koma Spî de bû yekemîn
20:04 Hevserokê HDP’î di dema binçavkirinê de krîza dil derbas kir!
19:40 HDP: Divê şimaqa li Encu ketiye di guhê hemû partiyên siyasî de çingîniyê bike
18:03 Li Îzmîrê meşa tecrîdê: 50 kes hatin binçavkirin
17:41 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê li deplasmanê tîma Edene Îdmanyûrdûyê 3-0 têk bir
17:20 Kovara Jineolojiyê ji bo Nagihan Akarselê hejmara taybet derxist
16:58 Bombeya gazê ya qedexekirî li Zapê hatiye bikaranîn
16:51 Yekitiya Sînemagerên Belgefîlmê: Divê Sîbel Tekîn tavilê were berdan
16:34 Posterê Abdullah Ocalan li Kadikoyê bi banê apartmanekê ve hate daliqandin
16:27 Barzanî û serbalyozê tirk bi rojeva Şengalê civiyan
16:24 Polîsekî di meşa Nobeta Edaletê de Ferhat Encu hedef girt
16:21 Riza Turmen: Aştî, şertê ewil ê mafên mirovan e
15:07 Li Kadikoyê Meşa Nobeta Edaletê: Bila tecrîd bi dawî bibe
14:22 'Hejmara koçberan li seranserî cîhanê derket 280 milyon kesan’
14:12 Dengbêja têkoşer: Eyşê Şan