Ferhad Şamî: DAIŞ’ê di 20 rojan de 8 caran êriş kir

  • rojane
  • 11:43 18 Kanûn 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN – Berpirsyarê Çapemeniya HSD’ê Ferhad Şamî diyar kir ku gelemperiya 20 hezar DAIŞ’iyên  winda li herêmên di bin kontrola Tirkiye û komên paramîlîter ên girêdayî wê de dijîn û wiha got: “Di nava 20 rojan de DAIŞ’ê 8 caran êriş kir.” 

 
Êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Dewleta tirk di şeva 19'ê mijdarê de li gel binesaziya herêmê, êriş bir ser Kampa Holê û zindana li Qamişloyê. Li Kampa Holê di êrişê de 8 şervanên HSD'ê jiyana xwe ji dest dan, çeteyên DAIŞ'ê yên xwestin birevin jî ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatin girtin.
 
Iraq, Sûriye, Ozbekistan, Azerbaycan, Tirkiye, Tirkmenistan, Kirgizistan, Çeçenistan, Tirkistan a Rojhilat, Endonezya, Rûsya, Elmanya, Belçîka, Norwêc, Hollanda, Fînlandiya, Misir, Fas, Cezayîr û Tûnis jî di nav de ji 60 welatên cuda derdora 65 hezar kes li Kampa Holê dimînin.
 
Bi pêşengiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdariya hêzên HSD, YPG û YPJ'ê di 28'ê adara 2021'ê de li hemberî şaneyên veşartî yên DAIŞ'ê bi navê 'Operasyona Ewlekariyê û Mirovî' li kampê operasyonek hatibû destpêkirin. Di encama operasyonê de bi dehan şandeyên DAIŞ'ê hatin têkbirin, serçeteyên DAIŞ'ê jî di nav de nêzî 300 çete hatibûn girtin.
 
‘DI SALEKÊ DE HERÎ KÊM 44 KES HATIN QETILKIRIN’
 
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Navxweyî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 25'ê tebaxa 2022'an de ragihandibû, ku ji bo rizgariya ji gefên DAIŞ'ê yên li ser Kampa Holê, wan dest bi qonaxa duyemîn a 'Operasyona Ewlekariyê û Mirovî' kirine. Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku Kampa Holê veguheriye navenda şane û malbatên DAIŞ'ê û agahî dabû ku li kampê îsal 43 êrişên terorîstî hatin kirin, 14 jin û zarok jî di nav de 44 kes hatin qetilkirin.
 
 
Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 65 hezar çeteyên DAIŞ'ê 12 hezar jê li zindana girtî ne. Berpirsyarê Çapemeniyê yê HSD'ê Ferhad Şamî li ser mijarê bersiv da pirsên Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) 
 
Di serî de Şamî bal kişand ser rewşa Kampa Holê û ev agahî dan: “DAIŞ niha dixwaze li herêma me hin firsendan bi kar bîne. Bi taybetî piştî kuştina serçeteyan û derbên giran ên xwarin. Ji bo karibin xwe li Sûriye, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Iraq û gelek herêman îspat bike, çalakiyên tolhildanên lidar dixin. Li herêmê gelek dosya hene ku DAIŞ dixwaze sûdê jê werbigire. Niha nêzî 600 çolên Sûriyeyê di destê DAIŞ'ê de ne û li van çolan jî liv û tevgera çeteyan gelekî zêde ye. Li Hums, Suveyda, Dera, Dêrazor, Hama û sînorê Iraqê - ji van deveran re çola Sûriyeyê tê gotin- liv û tevger di asta herî bilind de ye û her roj dixwaze deverên cuda bi dest bixin. Gundan dagir dikin, her wiha berê xwe didin bajarokan. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi taybetî li Dêrazor, carna jî li Reqa û başûrê Hesekê zextê li xelkê herêmê dikin. 
 
LI HERÊMÊN DI BIN KONTROLA TIRKIYEYÊ DE 50 SERÇETEYÊN DAIŞ’Ê HENE 
 
Bi rêya hucreyan nîvê şevê tevdigerin, di bin navê zekatê de pereyan kom dikin lê belê van pereyan ji bo jinûve birêxistinkirinê bi kar tînin. Ji bo çalakiyan pêwîstî bi pere û cebilxaneyê heye, pereyên hatine komkirin jî ne kêm e. Civak dibe ku pereyên têne komkirin weke meseleyeke biçûk dibîne lê belê DAIŞ ji bo karibe xwe ji nû ve bi rêxistin bike li Sûriye û Iraqê di bin navê zekatê de pereyan kom dike. Bêguman hin dewlet jî li pişt wan e, ji derve jî gelek pere jê re tên, ji bo fînanskirina navxweyî jî van rêbazan bi kar tînin. Li gorî agahiyên îstîxbaratî yên di pêvajoya Baxozê de gihîştin ber destê me 20 hezar çeteyên DAIŞ'ê yên biyanî winda ne. Çeteyên biyanî yên tevlî DAIŞ'ê bûbûn 46 hezar çete bûn. Ji van 26 hezar hatin kuştin an jî hatin girtin, 20 hezar kes jî niha winda ne. DAIŞ'ê bi taybetî di şerê Mûsil û Reqayê de kadroyên xwe yên esasî revand. Ev kadro jî li herêmên di bin dagirkeriya dewleta tirk de ne bi cih kir. Gelek çeteyên weke Ebû Bekir Bexdadî birin van herêman. Li gorî tespîtên me, li herêmên dagirkirî 50 serçeteyên DAIŞ'ê hene. Her wiha bi hezaran çete jî hene ku me ev agahî bi hêzên koalîsyonê re jî parve kirine.”
 
‘DAIŞ XWE LI KAMPA HOLÊ BIRÊXISTIN DIKE’
 
Têkildarî metirsiyên êrişên dewleta tirk ên li dijî Kampa Holê û zindanên ku DAIŞ’î lê tên ragirtin jî Şamî ev nirxandin kir: “Di dawiya dawî de DAIŞ dixwaze êrişên dewleta tirk careke din bi kar bîne û bi ser xwe ve were. Têkildarî zindanên ku DAIŞ'î lê ne û Kampa Holê gelek agahiyên bi vî rengî hene. Meha çileyê êriş li ser zindana li Hesekê hate kirin. Di nava êrişên plankirî de tenê yek ji wan bû. Ji ber ku li herêmê şaneyên wan ên veşartî hene û her roj em li hemberî wan çalakiyan dikin. Ji DAIŞ'ê re fermandar û serkêş lazim e. Ev fermandar jî halê hazir li zindanê ne. Bi revandina van dixwazin rêxistiniya xwe berfireh bikin. Qadên wan ên îdeolojîk jî li Kampa Holê ne. Kampa Holê niha bi du beşan e. Yek jê leşkerî ya duyemîn jî îdeolojîk e. Di Pêngava Ewlekariyê û Mirovî de ku me herî dawî pêk anî, ev yek eşkere bû. Li beşa perwerdeyê ya kampê çek tune bû, bi temamî perwerdeya îdeolojîk dihate dayin lê belê li beşa din me malzemeyên leşkerî dîtin. Anku DAIŞ li Kampa Holê ji 2 baskan ve rêxistiniya xwe ji nû ve ava dike. Van mehên dawî li beşên koçber lê ne zarokên 2 salî derketin holê. Heta niha li çapemeniyê nehatin weşandin lê belê dema bê wê dîmen werin weşandin. Çi karê van pitikan li beşa koçberan heye? Ji ber ku li vê beşa ku koçber lê ne mêr nîne. Diyar e ku zarok jî têne zewicandin. Bi zewicandina zarokên 12-13 salî dixwazin xwe zêde bikin. Ji ber ku hêzên me yên ewlekariyê kesên di vî temenî de ji beşa koçberan derdixînin.
 
DEWLETA TIRK BI ÊRIŞAN DIXWAZE RÊYA DAIŞ’Ê VEKE 
 
Li herêmê bêguman gelek çeteyên DAIŞ'ê hene. Li zindanan û kampê heta niha 65 hezar DAIŞ'î hene. Ji wan 12 hezar tenê li zindanan e. Ji bilî Sûriye û Iraqê ji 60 welatî mirov hene. Hemû jî fermandarên DAIŞ'ê ne. Niha di nava liv û tevgerê de ne û dixwazin rêxistiniya xwe berfireh bikin. Ji bo van xilas bikin gelek pêngav kirin. Lê belê hewl didin ku êrişên dagirkeriyê yên dewleta tirk weke firsendekê bi kar bînin. Çeteyan di nava 20 rojî de 8 caran êriş kirin. Yek ji van êrişan li ser Kampa Holê bû. Amadekariya din jî li ser zindana li Hesekê, Reqa, Dêrazor û başûrê Hesekê bû. Ji bo vê jî di navbera dewleta tirk û êrişên DAIŞ'ê de hevsengiyek heye, bi taybetî êrişên vê DAIŞ'ê rasthatin nîne. Êriş yekser li ser Kampa Holê hate kirin. Armanc ew bû ku DAIŞ'iyan bidin revandin. Êrişa li ser Kobanê jî hewldana ji bo şînkirina hêviyên DAIŞ'iyan bû. Li ser zindana li Qamişloyê jî êriş hate kirin. Êriş hemû bi heman armancê hatin kirin. Qada Mekmenê ku bi 80 kîlometreyî dûrî sînor e, ji aliyê balafirên dewleta tirk ve hate bombekirin. Qadeke stratejîk e di navbera Reqa, Dêrazor û Hesekê de ye. Bi rizgarkirina Mekmenê re Dêrazor û Reqa hatin rizgarkirin. DAIŞ'ê gelek caran hewl da li Mekmenê careke din xwe komî ser hev bike û gelek êriş kir. Dewleta tirk yekser êrişî Mekmenê kir. Ev êrişeke ji rêzê nebû û ne rasthatin bû. Tolhildana DAIŞ'ê ye. Bi van êrişên dewleta tirk re DAIŞ'ê jî firsend bi dest xist û 8 caran êriş kir. Di demekê de ku em bi êrişên dewleta tirk re mijûl bûn, me 8 êrişên DAIŞ'ê jî têk bir.”
 
‘DIVÊ PÊŞEROJA DAIŞ’IYAN WERE DIYARKIRIN’ 
 
Bi domdarî Şamî bal kişand ser tevdîrên ji bo pêşîlêgirtina êrişên DAIŞ’ê û wiha got: “Divê mirov eşkere bikin ku li zindanê û kampan kî hene. Li Girtîgeha Sînaayê DAIŞ'iyên ji 50 neteweyan hene. Piraniya DAIŞ'iyên ewropî li zindanê ne. Di heman demê de li kampan jî DAIŞ'iyên ji welatên cuda hene. Li van herdu deveran her wiha kesên di temenê zarokatiyê de hebûn lê belê temenê wan niha mezin bûye û bi fikrê radîkal ê DAIŞ'ê mezin bûn. Mîna bombeya eyarkirî niha li ber destê me ye. Ya rast ji kampeke koçberan bêhtir bûye mîna kampeke leşkerî. Dewleta tirk heta niha DAIŞ'ê weke rêxistineke terorê nabîne. Ji xwe ji bo DAIŞ'ê nabêjin rêxistineke terorê, dibêjin rêxistineke çekdarî. Pêşeroja zindanê û kampa Holê nediyar e. Metirsîdar e. Rast e, hin zindan jinûve têne çêkirin, mesref lê diçin. Lê belê têrê nakin, bi kêr nayên. Tenê weke karekî demkî ne. Ya ku têrê bike ew e ku pêşeroja van bê diyarkirin. Bêguman divê li ser van nîqaş bê kirin.
 
DIVÊ EV KES LI HERÊMA ME BÊN DARIZANDIN 
 
Destpêkê, ya divê li herêmên me dadgeh bên avakirin. Em çima dibêjin herêma me? Girtî di destê me de ne. Li gel vê yekê gelek kes li herêma me ne ku girtiyan îşkence li wan kiribûn û ev mirov jî 5 milyon kes e. Her wiha têkildarî sûcên hatine kirin li ber destê me belge hene. Hêzên navneteweyî carna dibêjin ku divê ev dadgeh li deverên din bêne çêkirin. Avakirina dadgehê li devereke cuda wê bi kêr neyê. Ji ber ku hûn nikarin 5 milyon kesî bibin welatên cuda. Hûn ê ewqas girtiyan çawa bibin deverên cuda, hûn nikarin vê bikin. Her wiha belgeyên li ber destê me jî heke hûn bibin deverên cuda hûn ê nikaribin biparêzin. Ya rast dixwazin dosya DAIŞ'ê bi vî rengî belav bikin û naxwazin ev dosya bibe dosya DAIŞ'ê. Mîna ku dosya DAIŞ'iyekî bi tenê ye dixwazin darizînin, dixwazin şexsî bikin. DAIŞ şexsî nîne, DAIŞ mejiyeke. Şerê me ne li dijî yek, du kesan e, şerê me li dijî mejiyekî mîna DAIŞ'ê ye. Heta niha tenê 3 hezar DAIŞ'iyên Iraqî û ji welatên din jî 2 hezar DAIŞ'î ji aliyê welatên xwe ve hatin wergirtin. Ev bi têrî nake. Ji sala 2019'an û vir ve nêzî 5 hezar DAIŞ'î wergirtin lê belê li gel me 65 hezar DAIŞ'î hene. Heke bi vî rengî dewam bike wê nêzî 25 salên din DAIŞ'î li vir bimînin. Divê çareseriyek bê peydakirin. Ya divê dadgeh bêne avakirin, yan jî her welat DAIŞ'iyên xwe bibin.
 
BI KOALÎSYONÊ RE HEVDÎTIN TÊN KIRIN 
 
Bêguman bi hêzên koalîsyonê re nîqaşên me çêbûn, hîn jî dewam dikin. Ev 85 welat weke koalîsyona navneteweyî li herêma me dimîne. Hem îstîxbarat hem jî alîkariyên cuda yên ji HSD'ê re têne dayin gelekî kêm dimînin. Ji bo şerê li dijî DAIŞ'ê têrê nake. Hem piştgiriya ji bo vî şerî hem jî piştgiriya ji bo civaka li herêmê divê werin zêdekirin. Ji ber ku DAIŞ'ê xisareke mezin li gelê herêmê kir. Binesaziya me xera bû, dibistanên me piraniya wan hatin xerakirin, av û elektrîk hate têkbirin, bajarên me hatin talankirin û xerakirin. Ew mijar in ku divê yekser alîkarî ji bo wan bêne kirin. Her wiha divê nasnameya siyasî ya herêmê bi demdirêjî bê naskirin. Ji ber ku şerê li dijî DAIŞ'ê tê kirin şerekî çekdarî nîne, şerekî siyasî û îdeolojîk e. Heta ku nasnameya herêma me neyê naskirin, wê gefa DAIŞ'ê ya li ser herêmê dewam bike û dewleta tirk jî wê destê xwe ji DAIŞ'ê venekişîne. Di vê mijarê de me bi koalîsyonê re nîqaşên berfireh kirin.
 
Hêzên koalîsyonê mikur tên ku bêyî YPJ, YPG û HSD'ê di şerê dijî DAIŞ'ê de nikarin encamê bi dest bixin. Tenê dewleta tirk qerbûl nake, ji xwe ew jî DAIŞ'ê fînanse dike. Mîna HSD'ê hêzek tune ye ku karibe li dijî DAIŞ'ê şer bike, ji xwe pêkan jî nîne. Ji bo vê, ji bo şer bi ser bikeve, ji bo DAIŞ careke din li ser mirovahiyê nebe metirsiyek divê piştgiriya ji bo HSD'ê bê zêdekirin.
 
AMADEKARIYA ÊRIŞA LI SER SERÊKANIYÊ
 
Encama lêpirsîna têkildarî êrişa li ser zindana Hesekê diyar bû, em ê dema bê parve bikin. Dosyayeke ku bi ser fermandariya DAIŞ'ê ya li kamp û zindanê ye. Kî fermandar be ew vê dosyayê bi rê ve dibin. Fermandarên wan berê li Idlib û Efrînê bûn, niha jî li wan deveran e. Vê dosyayê yekser ji wir dimeşînin. Di êrişa li ser zindana Hesekê de li gorî belgeyên hatin bidestxistin, êriş li herêmên dagirkirî, bi taybetî jî li Idlib û Efrînê hate birêvebirin. Beriya meh û nîvekê ji bo amadekariya êrişa li ser zindanê 3 çeteyên dixwestin şaneyekê ava bikin li Reqayê hatin girtin. Ev çete ji bo êrişeke nû li ser zindana Hesekê bikin li Serêkaniyê li kampên perwerdeyê hatibûn perwerdekirin. Em ê dema bê mikurhatinên van 3 çeteyan biweşînin.”
 

Sernavên din

21/12/2022
09:16 Ciwan: Divê Abdullah Ocalan azad be
09:13 HDP dê li dijî şer û xizaniyê mitîngê li dar bixe
09:12 Ew biçûk hatiye zewicandin lê niha li dijî vê têdikoşe
09:05 Serî li 5 saziyan da: Di birîna daran de hevkariya Midûriyeta Daristanan heye
09:04 Di tenduristiyê de saleke ‘netendurist’
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2022'YAN
20/12/2022
22:04 Bafil Talabanî hevdîtin bi Mazlûm Ebdî re kir
21:07 Êrîşa polîsan li Îzmîrê hat şermezarkirin
21:02 Şeva Yeldayê hat pîrozkirin
20:44 Înîsyatîfa Malbatên Pirsûsê: Divê Davûtoglû paşperdeya komkujiyê bibêje
18:28 Qeyûmê Sûrê bi kemçeyan ket qada sîtê
16:56 Raportorê PE’yê yê Tirkiyeyê Sanchez çû serdana HDP’ê
16:55 Girtiyên ji Rojava sirgûnî Konyayê hatin kirin
16:45 Kiliçdaroglû piştgirî da Sancar: Em ê bi hev re têbikoşin
16:23 Li Amedê têkildarî teqîna li dijî wesayîta polîsan 4 kes hatin girtin
16:21 Latîf Çetîn piştî 30 salan hate berdan
16:18 Li Êlihê 3 kes hatin binçavkirin
15:40 Encu bi daxwaza cezakirina Ozcan li dozgeriyê gilî kir
15:36 Ji bo danişîna Seroka TTB’ê Fîncanci bang kirin
15:13 Li Kocaeliyê 5 endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê hatin binçavkirin
14:52 Şandeya EMEP’ê serdana Encu kir
14:48 Dayika girtiyê ketiye greva birçîbûnê: Rewşa wan roj bi roj xerab dibe
14:14 Kişanak: Ewilî biçin ji qeyûmên xwe hesab bipirsin
14:01 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:00 Danişîna doza Bayram Otelê hate taloqkirin
13:58 Sancar: Divê li dijî krîzan bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin
13:04 Berxwedana li Rojhilat û Îranê didome
12:53 Di doza êrişa li dijî avahiya HDP’ê de biryar hat dayîn
12:27 Malbata Şenyaşar: Heta ku bêedaletî bidome wê nobeta me berdewam bike
12:22 Danişîna Çaglar Demîrel hate taloqkirin
12:13 Li Girtîgeha Eregliyê çalakiya greva birçîbûnê di roja 77’an de ye
11:57 Derbarê kesên kuştina Pakistan Demîr protesto kiribûn de lêpirsîn hat destpêkirin
11:46 Ciwanên ku li maça Amedsporê hatibûn bincavkirin hatin berdan
11:42 Îstînafê cezayê Polatsoy û 4 kesên din erê kir
11:06 HDP: Em hovitiya li Mereşê hate kirin ji bîr nakin
10:55 Stranên jinan dê li ser dikê olan bidin: LaWjeyên Jinan
10:27 Wezaretê mûayeneya bi kelemçe ya rojnamevana girtî parast
10:24 Temel: Ji bo tecrîd were rakirin em ê hemû hêza xwe seferber bikin
10:09 103 kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:53 Li Sîncanê bi hinceta girtiyan “bêrêzî kirine” lêpirsîn dan destpêkirin
09:43 ‘Xebatên komîsyona lêkolînkirina kîmyasalê tên astengkirin
09:30 Ferhat Sarûhan ji ya xwe nehat xwarê: Ji bo vê axê û vî zimanî çû
09:10 Şêniyên Kaynartepeyê: Dewlet bi xwe tiryakê belav dike û difiroşe
09:08 Parêzer Demîrcî: Divê baro peywira xwe bi cih bînin
09:07 Li Edeneyê amadekariyên mitîngê: Astengiya herî mezin tecrîd e
09:05 Girtîgehê zerfa nameya ku navê 'Jîna Emînî' û dirûşma 'jin, jiyan, azadî' tê de nivîsandî guherandiye
09:01 17 meh in cenazeyê Kaya yê HPG'î radestî malbatê nehatiye kirin
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2022'YAN
19/12/2022
23:05 Ateş ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket, hat warê xwe Amedê
19:51 Bûldan: Ew şîmaq nîşaneya dijminatiya li hemberî kurdan e
19:01 Li Amedê êrişa li dijî Ferhat Encu hat şermezarkirin: Em ê vê siyasetê bişînin ser sergoyê dîrokê
17:00 Sancar: Em ê yek bi yek hesabê hemû derhiqûqtiyan bipirsin
16:48 Malbata Gungen cenazeye keça xwe teşhîs kir lê cenaze nehat radestkirin
16:40 Mehmet Ateş piştî 30 salan ji girtîgehê hat berdan
16:31 'Ji bo derhênera belgefîlman Sîbel Tekîn hêjta rêxistinek nehatiye dîtin’
16:23 Semra Guzel: Ev doz, kompas e
16:19 ‘Ji peykerê Ehmedê Xanî heta ji her tiştên kurdî ditirsin’
15:56 Dayika Taybet û mele Hesen hatin bibîranîn
15:36 Qetlîama ‘Vegera Jiyanê’ di sala 22'yemîn de ye: Bila tîpên F û S bên girtin
15:33 Kiliçdaroglû bertek nîşanî dorpêça polîsan da: Şermezar dikim
15:28 Bertekên li dijî êrişê mezin dibin: Em ê şimaqekê li bin guhê AKP’ê bixin
15:08 Demîrtaş di Doza Kobanê de axivî: Em ê hesab ji yên ku şimaq li îradeya bi milyonan kes xistin bipirsin
14:53 11 sal û 3 meh cezayê hefsê li Hevşaredarên Colemêrgê yên berê hate birîn
14:37 Polîsê ku şimaq li Encu xistî perasiya Turkay jî şikandibû: Ev koma Soylu ye
14:16 Rapora binpêkirinan a DFG’ê hat astengkirin
14:13 Polîsan bi ser avahiyên PAK, PSK û Hereketa Azadî de girtin
13:57 Cezayê ‘parkkirinê’ dan wesayîta Malbata Şenyaşar
13:51 Li Çiyayê Cûdî şerek dijwar diqewime
13:35 Li Silopiya qeza: 4 kesan jiyana xwe ji dest da
13:30 Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê hat damezrandin
12:21 Ferhat Encu: Em ê hesabê vê şimaqê bipirsin
11:43 Ciwanê bi nexweşiya epîlepsî ketiye bi hêceta ku kêliya ‘sirûd’ê ranebûye hat binçavkirin
10:52 Saziyên çand û zimanê kurdî dê Cejna Şeva Yeldayê pîroz bikin
10:41 'Dixwazin hewaya ku di pencereye de dikeve girtîgehê bixin bin kontrolê’
09:49 Ciwan li dijî tecrîdê meşiyan
09:07 ‘Ne bi gilî û gazînan bi xwedî derketineke xurt em dikarin pêşî li înkara ziman bigrin’
09:06 Malbatên kesên hatine qetilkirin: Em bi tirsa ku sibê nabînin dijiyan
09:04 Îstînafê cezayê li rojnamevan Boltan hatiye birîn kêm dît
09:03 ‘Bacên me ne weke xizmet weke bombe li me dizivirin’
09:01 Cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin nadin malbatên wan!
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2022'YAN
18/12/2022
23:50 Kesên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
22:05 Hatay bi pileya 4.8 hejiya
21:25 Meclîsa Xwendekaran a Demokratîk panela ziman û wêjeyê li dar xist
20:51 Ciwanan binçavkirin bi meşê şermezar kirin
20:26 Amedspor di Koma Spî de bû yekemîn
20:04 Hevserokê HDP’î di dema binçavkirinê de krîza dil derbas kir!
19:40 HDP: Divê şimaqa li Encu ketiye di guhê hemû partiyên siyasî de çingîniyê bike
18:03 Li Îzmîrê meşa tecrîdê: 50 kes hatin binçavkirin
17:41 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê li deplasmanê tîma Edene Îdmanyûrdûyê 3-0 têk bir
17:20 Kovara Jineolojiyê ji bo Nagihan Akarselê hejmara taybet derxist
16:58 Bombeya gazê ya qedexekirî li Zapê hatiye bikaranîn
16:51 Yekitiya Sînemagerên Belgefîlmê: Divê Sîbel Tekîn tavilê were berdan
16:34 Posterê Abdullah Ocalan li Kadikoyê bi banê apartmanekê ve hate daliqandin
16:27 Barzanî û serbalyozê tirk bi rojeva Şengalê civiyan
16:24 Polîsekî di meşa Nobeta Edaletê de Ferhat Encu hedef girt
16:21 Riza Turmen: Aştî, şertê ewil ê mafên mirovan e
15:07 Li Kadikoyê Meşa Nobeta Edaletê: Bila tecrîd bi dawî bibe
14:22 'Hejmara koçberan li seranserî cîhanê derket 280 milyon kesan’
14:12 Dengbêja têkoşer: Eyşê Şan