Demîrtaş di Doza Kobanê de axivî: Em ê hesab ji yên ku şimaq li îradeya bi milyonan kes xistin bipirsin

  • rojane
  • 15:08 19 Kanûn 2022
  • |
img
ENQERE - Selahattîn Demîrtaş di Doza Kobanê de axivî û diyar kir ku ew ê ji yên ku li Stenbolê şimaq li îradeya bi milyonan kes dane û yên ku wî didarizînin hesab bipirsin û dadgeh mîna komisyona hilbijartinê ya AKP’ê amadekariyan dikin. 
 
Danişîna 20’emîn a Doza Kobanê di roja ewil de li eywana danişînê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin. 17 jê girtî 108 siyasetmedar ji dozê tên darizandin. 
 
Danişîn ji aliyê 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ve tê birêvebirin. Girtiyên li Girtîgeha Sîncanê tev li danişînê bûn û siyasetmedarên girtî yên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Rêveberên HDP’ê û parêzer dozê dişopînin. 
 
Danişînê bi xwendina ewraqên li dosyeyê hatine zêdekirin dest pê kir. Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş di danişînê de axivî. 
 
‘EM BEYANÊN WAN QEBÛL NAKIN’ 
 
Demîrtaş da zanîn ku ew nizanin gelek wan kesên ku bi sifata muştekî ji dosyeyê tên guhdarîkirin ji çi bi gilîker in û wiha got: “Têkildarî provokasyona 7-8’ê cotmehê ji muştekiyan eşkere pirs nayên kirin. Selahattîn Çalak çi meseleya wî şexsî bi min re heye nizanim lê bi taybetî ji min bûye gilîdar. Heke li vir bûya me yê ji bipirsiya. Pir eşkere li holê ye ku ev muştekî bi temamî bêûsil hatine guhdarîkirin. Divê di hizûra dadgehê de li van kesan bê guhdarîkirin. Heke 7 hezar lîre dixwaze, wê biçe doza tezmînatê veke lê em li vir behsa 37 caran cezakirinê dikin. 7 hezar lîre li ku, 37 li ku? Em beyanên van muştekiyan qebûl nakin. Ekîbên girêdayî Wezîrê Karên Navxweyî ku komplogerê vê dozê ye, bi taybetî her tim dixwazin bi belge û agahî bikevin vê dosyeyê. Di nava hefteyekê de belgeyek ji Walîtiya Colemêrgê hatiye, heke em bixwazin nikarin di nava hefteyekê de bigirin. Lê belê ev Sulyeman Soylûyê komploger belgeyek li ku dibîne di kêliyê de wek ‘delîl’ dişîne dosyeyê.” 
 
‘QAŞO DADGEH SERBIXWE NE…’ 
 
Demîrtaş bi bîr xist ku di dosyeyên wî de du biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hene û biryara DMME ya Ferhat Encu îro li dosyeyê hatiye zêdekirin û wiha got: “Duh li Stenbolê polîsek ku komploger Suleyman Soylû wî wezîfedar kiriye şîmaq li Ferhat Encî xist. Ew parlamentere me yê berê ye û yek ji malbata qurbaniyek Qetlîama Roboskî ye. Em dikarin bêjin k udi doza Îmamoglû biryara cezayê hatiye dayîn ku tê gotin ji ber siyasî ye. Lê belê dosyeya me ne îdia ye, biryara mehkumiyetê heye. Daraza bêteref û serbixwe li ser navê miletê tirk biryaran dide. Belê dadgeh serbixwe ye, dadgehê derbarê wan kesên ku bi salan tecawizî zaroka 6 salî kirine du sal îdianame amade nekiriye. Heta biryara binçavkirinê jî nedaye. Hema bêje em hemû ji ‘endamtiya rêxistinê’ tên darizandin. Hûn di asta jor de jî ceza bidin 9 sal û 10 meh e. Kişandina cezayê wê 6 sal e. Hinek heval ji 6 salan bêtir e li vir girtî ne. Bersûcê tecawizê ku bi 67 salan tê darizandin, nehatiye binçavkirin jî. Em dibînin ku dadgeh çiqas li gorî siyasete biryaran didin.” 
 
‘DADGEH WEK KOMÎSYONA HILBIJARTINÊ NE’ 
 
Demîrtaş destnîşan kir ku hin dadgeh li Tirkiyeyê wek komîsyona hilbijartinê ya AKP’ê amadekariyan dikin û wiha axivî: “Heyet û dozgerê we jî viya dike. Xebata bidestxistina hilbijartinê bi rê ve dibe. Lê dema mijar dibin em, kurd û jin muameleya we ev e. Ya şimaq lê dixin ya jî wan ji azadiya wan bêpar dihêlin, yan jî tişta ku tînin serê dayikên me bi erdê re kaş dikin. Em ê dawî li vê trajediye bînin. Ji hilbijartinê re 5 meh mane. Bîrdozaiya we ya siyasî bi cubeyê hatiye niximandin, lê ji ber ku nasnameya me ya siyasî eşkere ye em tên darizadandin.” 
 
‘EM WE HEYETA WE RED DIKIN’
 
Demîrtaş cezayên li siyasetmedaran tê birîn bi bîr xist û wiha got: “Li aliyekî ceza li Kaftancioglû dibirin li aliyekî li Îmamoglû, li aliyekî li Gultan Kişanak û li aliyekî li me dibirin. Gelo ev e daraza we ya serbixwe? Emê van teşhir bikin. Hûn daraza alîgir û neserbixwe ne. Çimkî bendewariya we ji îktidarê heye. Ev ji bo me ne îdia ne, em bi biryarên DMME’yê diaxivin. Hûn biryarên DMME’yê ji nedîtî ve tên. Ji we û daraza we bêhna siyasî û îktidarê tê. Hûnê ewqas zilmê bikin, heqaretê bikin û paşê jî cubeyên xwe li xwe bikin û teqlîda hakimtiyê bikin. Divê hûn xwe ji vê dosyeyê vekişînin. Em we red dikin. Rastiyên me hene. Tevî van hemû hêcetên redkirinê jî çima hûn hê jî didarizînin? Em pir eşkere dibînin ku dozger parêzertiya Serokkomariyê kiriye.” 
 
‘EM Ê ÎKIDARÊ DI SINDOQAN DE VEŞÊRIN’ 
 
Demîrtaş destnîşan kir ku ew ê li hesabê her tiştekî bipirsin û wiha axivî: “Em îradeya gelê xwe temsîl dikin. Her kesê li vir îradeya bi milyonan kes e. Em ê ji yên li Stenbolê şimaq diavêjin jî û ji yên me didarizînin jî hesab bipirsin. Sozdayîna me heye, ev dozên ku li pêş darazê hesab bidin e. Em zarokên doyî ne. Hûn bi çarenûsa hilbijartina herî girîng a hilbijartinê lîstin, niha jî hûnê bikin. Ez wek Selahattîn Demîrtaş dibêjim ez ê di vê hucreyê de mirina xwe bidim ber çavê xwe lê em ê nehêlin ku ew wê hilbijartinê qezenc bike. Wê ew sindog bibe gora wî. Me şeş salên emre xwe bi berxwedanê li vir derbas kir. Em ê vê heqaretê ji bîr nekin. Em ê van kesên ku vê komployê çêkirine, di wan sindoqan de veşêrin.” 
 
DADGER MÎKROFONA DEMÎRTAŞ GIRT 
 
Serokê dadgehê bênavber mikrofona Demîrtaş girt. Tevî ku siyasetmedaran bertek nîşan da jî heyeta dadgehê, xwendina agahiyên ku nû hatin berdewam kir. Sebahat Tuncel bertek nîşanî heyeta dadgehê ku axaftina Demîrtaş qut kir da û bi îdiaya ku Tuncel “pergala danişînê xera kiriye” girtek hat girtin. 
 
Heyeta dadgehê daxwaza reda dadgerî ya Demîrtaş red kir. 
 
‘MASEYA OPERASYONÊ’ 
 
Piştre Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag jî axivî û diyar kir ku axaftina Demîrtaş hatiye desteserkirin û got: “Hûnê hîn bibin ku rêzê li îradeya vî gelê bigirin. Divê ku hûn ji nû ve mafê axaftinê bidin Demîrtaş. Hûn nikarin mikrofona me bigirin. Ji bo ku mafê me yê siyasete hat astengkirin ev 6 sal in em di hefsê de ne. Heyeta we sûc dike û bûye sûcdar lê em ne sûcdar in. Hûn îradeya bi milyonan a gelên Tirkiyeyê didarizînin. Tu ferqa we û ferqa heyeta dadgehê ku ceza daye Îmamoglû ji hev tune ye. Hûn didin nîşandan ku ev maseya operasyonê ye.” 
 
‘EM Ê NEBIN PARÇEYEK OPERASYONÊ’ 
 
Paşê Hevşaredara Amedê ya berê Gultan Kişanak axivî  û destnîşan kir ku divê dadgeh mafê axaftinê bide Demîrtaş û got: “Em ê nebin parçeyek vê operasyona ku hûn dixwazin.” 
 
Aktîvîsta TJA’yê û Parlamentera HDP’ê ya berê Ayla Akat Ata jî ji heyeta dadgehê re got, “Hevserokê me dizane ku wê mafê xwe axaftinê bikar bîne.” 
 
‘EM BI SEDEMÊN SIYASÎ LI VIR IN’ 
 
Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel jî da zanîn ku heyet her tim rageşiyê derdixe û got: “Hevserokê me dikare axaftina xwe bidomîne. Em bi sedemên siyasî li vir in. Girtina vê mîkrofonê jî parçeyek tundiya mêr û dewletê ye. Dewlet hê jî bi zilma kurdan xwe aş dike. Dixwazin bi şimaqê Ferhat Encu ‘terbiye’ bikin. Bi kaşkirina erdê ya dayikên me û Garîbe Gezer dixwazin ‘terbiye’ bikin. Em ê van hemûyan ji nedîtî ve bên? Em ê her li ku dibe bila bibe têkoşîna xwe bidomînin.” 
 
Heyeta dadgehê navber da danişînê. 
 

Sernavên din

23/12/2022
15:33 Li ber DBP’ê daxuyanî: Kurd bi ser dikevin, îktidara AKP-MHP’ê têk diçe
15:28 Baroya Êlihê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:17 HDP’ê û DBP’ê li Dîlokê çalakiya nobetê da destpêkirin
15:00 Hevseroka HDP’ê ya berê ku jiyana xwe ji dest da hate veşartin
14:59 Baroya Rihayê ji bo Îmraliyê serî li Wezareta Dadê û TBB’ê da
14:50 Li Girtîgeha Eregliyê televîzyon û pirtûk hatin qedexekirin
14:43 Li Parîsê êrişî Navenda Çandê ya Ahmet Kaya hat kirin: Birîndar hene
14:18 Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci nehat tehliyekirin
14:02 Doza Kobanê: Pêdiviya Tirkiyeyê bi demokrasiyê heye
13:57 Li Dêrsimê kesê ku hatibû binçavkirin hate girtin
13:53 Parlamenterên HDP’î bang li Wezareta Dadê kirin: Heke Îmrali li Tirkiyeyê be tecrîda mutleq rakin
13:52 Polîsan li avahiya DBP’a Êlihê ajandayên vala desteser kirin!
13:43 Operasyona li dijî DBP’ê hat protestokirin: Em ê serî netewînin
13:20 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:52 Di serdegirtina Navenda DBP’ê de dest danîn ser wêneyê Orhan Dogan
12:46 Endamên DBP'ê bertek nîşanî weşana A Haberê dan
12:05 'Gel daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dike’
11:57 MYK’a HDP’ê: Nîşana serkeftinê ya Bayindir, rêbera serkeftinê ya gelê kurd e
11:57 Fîncanci: Xebatên min dewletê aciz kiriye
11:23 Di lêpirsîna DBP’ê de ji bo 15 kesan biryara binçavkirinê
11:22 Li herêma operasyonê mirina biguman a leşkerekî
11:13 Avahiya DBP’ê bi girseyî ziyaret kirin
11:11 Li Stenbolê 7 kes hatin binçavkirin
11:03 Banga mitînga Êlihê: Em li dijî tecrîdê azadiyê biparêzin
10:59 Jinan bertek nîşanî betalkirina parlamenteriya Guzelê da: Biryarê nas nakin
10:40 Ji bo azadiya Fîncanci li ber Edliyeya Stenbolê gazî kirin
10:12 DBP: Kurdek jî dê li ber faşîzma we serê xwe netewîne
09:10 Keşîşxaneya Mor Ahoyê hatiye wêrankirin!
09:10 Şaredariya Silopiyayê Kompleksa Werzîşê ya Jinan çêdike
09:08 Li Roboskiyê çarenûsa hevpar a du birayan
09:06 Bayindir: Em ê sala 2023’yan bikin sala bingeha şikandina tecrîdê
09:05 Xweza di sala 2022’yan de dinaliya!
09:04 Jin di nava têkoşînê de bûne yek
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2022'YAN
08:32 Polîsan avêt ser avahiyên DBP’ê: Hevserokê Giştî Keskîn Bayindir hat binçavkirin
22/12/2022
22:22 Rojnamevan Aygul hat berdan
21:26 Di Nobeda Azadiyê de ji bo danişîna Fîncanciyê bang kirin
21:09 HDP: Em ê hesab ji feraseta darbekar bipirsin
17:09 Li Êlihê gel vexwendin mitîngê
16:48 Parlamenteriya Semra Guzel hat betalkirin
16:46 Hefsa malê rakirin vê carê jî derveyî welat lê qedexe kirin!
16:28 Bernameya meha çileyê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
15:51 Hevserokê HDP’î ku di êrişa polîsan de krîza dil derbas kir wê cara duyemîn anjiyo bibe
15:51 Tirkiyeyê li Kobanê êrişî îstasyonek avê kir: 3 karker birîndar bûn
15:43 Li Girtîgeha Eregliyê av, ceyran û gaza xwezayî hat qutkirin
15:43 HDP’ê bertek nîşanî mûçeyê kêmtirîn da: Xizanî tê ferzkirin
15:28 Doza rojnamevan Akogûl hat taloqkirin
15:11 ‘AKP, tehamulî çalakî û aktîvîteyan nake’
14:55 Başaran: Semra Guzel wê her parlamentera Amedê be
14:39 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:13 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:08 Ji Wezareta Dadê re bang kirin: Deriyên Îmraliyê vekin
13:47 Ceza ji parêzer Ûlaş re hat xwestin
13:40 Kujerê Pakistan Demîr ne dîn e
13:17 Mûçeyê kemtirîn bû 8 hezar û 500 lîre
13:11 Temel: Rojeva me ya sereke mîsogerkirina azadiya Ocalan e
12:42 Malbata Şenyaşar: Bila kes baweriya xwe bi hêza xwe ya siyasî neîne
12:18 ‘Divê li dijî êrişan têkoşîneke hevpar were meşandin’
11:32 KCD'ê û HDP’ê ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
10:24 Mirinên li girtîgehan nayên lêkolînkirin
10:23 Doza Fîncanci sibê ye: Dadgerên ku Sokrates darizandin nayê bîra kesî
09:42 Li Rojhilat merasimên çilrojê welatiyên hatine kuştin têne lidarxistin
09:14 ‘Helwesta desthilatê rê li ber tahde û destdirêjiyê vedike'
09:14 Parêzer Aslan: Bi tecrîdê neçareserî hatiye tecrîhkirin
09:13 Înfaza Tûrsûn ê ku 30 sal in girtiye bi hinceta 'ne poşman e' hat taloqkirin
09:11 Tifaqa Ked û Demokrasiyê: Em ê di 2023'yan de pergaleke nû ava bikin
09:07 Karker bi berxwedana xwe bi ser ketin
09:04 Çîçek: Siyaseta kurd êdî pêşeroja welêt diyar dike
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2022'YAN
21/12/2022
20:47 Li Amedê Şeva Yeldayê hat pîrozkirin
19:41 Cenazeyê Yorgûn piştî 7 mehan hat veşartin
19:22 Li Silopiyayê ajokarê TIR'ê hat kuştin
19:01 Çalakiya 'Azadî ji bo Ocalan' ket sala 2'yan
17:04 ‘Şahidê’ ku derbarê parêzerên xwe de îfade dan parêzer nas nekirin
16:51 Biryara derheqê Semra Guzel de dê sibe were dayîn
16:34 ‘Divê Girtîgeha Amedê veguhere Muzeya Mafên Mirovan’
16:32 TMMOB: Hewl tê dayîn ku Sûrê ji Mîrateya Çandê ya Cîhanê derxînin
16:26 Cenazeyên endamên HPG’ê li Goristana Bêkesan hatin veşartin
16:26 Parlamenterên HDP’ê li dijî tecrîdê wê her roj li ber Wezareta Dadê bin
16:25 HDP’ê li Sûrê serdana dikandaran kir
16:25 Dadgehê cezayê hefsê li rojnamevan Hayrî Demîr birî
15:53 Li Tekîrdagê 11 siyasetmedar hatin tehliyekirin
15:51 Tiryakî: Di şexsê Semra Guzel de kûmpasek hat çêkirin
14:46 Li Meclisê betalkirina parlamenteriya Guzel tê axaftin
14:45 Li Edeneyê amadekariyên mîtîngê didomin
14:28 Doza rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hat taloqkirin
14:27 Danişîna Akin û Sarisozen hate taloqkirin
13:57 Dayika 3 zarokan Menîce Îş hat girtin
13:35 Li Enqereyê 6 kes hatin binçavkirin
13:34 Hate îdiakirin ku li Cûdî helîkopterek ketiye
13:03 Ji bo parêzer Newroz Uysal cezayê hefsê hat xwestin
12:50 Ji bo penaberên ji Rojhilat serlêdana mafê penaberiyê hat kirin
12:13 Emîne Şenyaşar: Lawê min berdin, kujeran bigirin
11:46 ‘Heqîqeta jinan a li Rojava serweran ditirsîne’
11:00 Li ber Wezareta Dadê çalakiya li dijî tecrîdê: Heta encam jê bê girtin em ê li vir bin
10:55 Hewldana astengkirina alîkariya xezîneyê bo HDP’ê: Divê demildest AYM’ê daxwazê red bike
10:51 Li Pêrtagê welatiyek hat binçavkirin
10:11 Rojnameya Xwebûnê 4 salî ye
10:10 Li Îmraliyê serdemek krîtîk: Divê Girtîgeha Îmraliyê ji kontrola Meclisê re bê vekirin
09:17 Mexdûrên Komkujiya Mereşê 44 sal in li benda 'hevrûbûnê' ne