Girtîgehê zerfa nameya ku navê 'Jîna Emînî' û dirûşma 'jin, jiyan, azadî' tê de nivîsandî guherandiye

  • rojane
  • 09:05 20 Kanûn 2022
  • |
img
MÊRSÎN - Hat diyarkirin ku Girtîgeha Tarsûsê ya Jinan a Tîpa T'yê navê "Jîna Emînî" û dirûşmeya "jin, jiyan, azadî" wekî sûc hesibandiye û zerfa nameya ku girtiyê ji Serokê Baroya Amedê Nahît Eren re nivîsandiye guherandiye.
 
Parêzer Mehtap Sert ku li ser navê Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) çû Girtîgeha Tarsûsê ya Jinan a Tîpa T'yê, hevdîtin bi Hevşaredara Nisêbînê ya berê Sara Kaya û girtî Merve Nûr Doganê re kir. Parêzer Sert diyar kir ku Kaya 7 sal in girtiye û ragihandiye ku ji ber ku girtîgeh sar e û kalorîfer piştî saet 9'ê êvarê tên vekirin tim nexweş dikeve. 
 
NAMEYA JÊ RE HATIYE NEDANÊ
 
Parêzer Sert anî ziman ku mafê sohbetê yê Kaya li qada hevpar tê astengkirin û ew girtiyên edlî di heman qawîşê de ne. Sert ev tişt ragihandin: "Di warê nameyan de pirsgirêka wê heye. Ji roja ku hatiye girtin heya niha ji derveyî welêt jinek jê re nameyan dinivîse. Ji ber ku li ser zerfê tîpên 'îbzn' hebûne, dest danîne ser nameya wê. Gotine bi şîfre ye." Sert da zanîn ku nameyên di heman zerfê de tên ji aliyê îdareyê ve tên qebûlkirin, lê belê gava girtî di heman zerfê de nameyê dişînin, nameya wan naşînin. 
 
Sert bilêv kir ku nameya ku Dogan ji Serokê Baroya Amedê Nahît Eren re nivîsandiye jî navê "Jîna Emînî" û dirûşmeya "Jin, jiyan, azadî" yên li ser zerfê nivîsandî sûc hatine hesibandin û got: "Îdareyê ji Dogan re gotiye zerfê biguherîne. Dogan jî ev di hundirê nameyê de nivîsandine û wiha şandiye. Îdareya girtîgehê bi awayekî kêfî hin peyvan wekî sûc dihesibîne û ser nameyan xêz dike û dike ku name neyên xwendin an jî dest datîne ser wan. Name, ji aliyê sê saziyên cuda ve tên xwnedin. Mohra komîsyona namexwendinê, midûrê duyemîn û midûrê sêyemîn li ser nameyê dixin û bi vî awayî dikin ku name neyên xwendin. Di dema hevdîtinê de ji ber ku girtî silavê didin malbatên girtiyên din an jî li halê wan dipirsin, îdare astengiyan dide ber wan û nahêle bi mirovên din re biaxivin." 
 
'NE HIQÛQÎ NE JÎ WIJDANÎ YE'
 
Sert da zanîn ku hefteya borî Tûba Sert û Zîlan Demîr sirgûnî Girtîgeha Manavgat a Antalyayê ya Tîpa S'yê û girtî Şevkiye Dayangaç jî sirgûnî Girtîgeha Alanyayê ya Tîpa L'yê û Gûrbet Ozturk jî sirgûnî Girtîgeha Kayseriyê ya Jinan hatiye kirin û ev agahî ragihandin: "Binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tarsûsê êdî xwe disipêrin sedemnine dûrî aqilan. Tevahiya cîhanê berxwedana jinên Îranê ya bi Jîna Emîniyê re dest pê kir silav dike, lê îdareya girtîgehê navê wê wekî sûc dihesibîne." Sert bilêv kir ku sersaxî hem daxwazeke mirovî hem jî wecîbeyeke olî ye ku piştî miriyan tê kirin, lê belê girtîgeh vê jî wekî tiştekî derqanûnî dihesibîne û wiha got: "Tiştên tên kirin ne hiqûqî ne jî wijdanî ne. Careke din divê bê bibîrxistin ku girtîgeh ne dadgeh in." 
 
MA / Hamdûllah Yagiz Kesen
 
 

Sernavên din

23/12/2022
15:33 Li ber DBP’ê daxuyanî: Kurd bi ser dikevin, îktidara AKP-MHP’ê têk diçe
15:28 Baroya Êlihê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:17 HDP’ê û DBP’ê li Dîlokê çalakiya nobetê da destpêkirin
15:00 Hevseroka HDP’ê ya berê ku jiyana xwe ji dest da hate veşartin
14:59 Baroya Rihayê ji bo Îmraliyê serî li Wezareta Dadê û TBB’ê da
14:50 Li Girtîgeha Eregliyê televîzyon û pirtûk hatin qedexekirin
14:43 Li Parîsê êrişî Navenda Çandê ya Ahmet Kaya hat kirin: Birîndar hene
14:18 Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci nehat tehliyekirin
14:02 Doza Kobanê: Pêdiviya Tirkiyeyê bi demokrasiyê heye
13:57 Li Dêrsimê kesê ku hatibû binçavkirin hate girtin
13:53 Parlamenterên HDP’î bang li Wezareta Dadê kirin: Heke Îmrali li Tirkiyeyê be tecrîda mutleq rakin
13:52 Polîsan li avahiya DBP’a Êlihê ajandayên vala desteser kirin!
13:43 Operasyona li dijî DBP’ê hat protestokirin: Em ê serî netewînin
13:20 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:52 Di serdegirtina Navenda DBP’ê de dest danîn ser wêneyê Orhan Dogan
12:46 Endamên DBP'ê bertek nîşanî weşana A Haberê dan
12:05 'Gel daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dike’
11:57 MYK’a HDP’ê: Nîşana serkeftinê ya Bayindir, rêbera serkeftinê ya gelê kurd e
11:57 Fîncanci: Xebatên min dewletê aciz kiriye
11:23 Di lêpirsîna DBP’ê de ji bo 15 kesan biryara binçavkirinê
11:22 Li herêma operasyonê mirina biguman a leşkerekî
11:13 Avahiya DBP’ê bi girseyî ziyaret kirin
11:11 Li Stenbolê 7 kes hatin binçavkirin
11:03 Banga mitînga Êlihê: Em li dijî tecrîdê azadiyê biparêzin
10:59 Jinan bertek nîşanî betalkirina parlamenteriya Guzelê da: Biryarê nas nakin
10:40 Ji bo azadiya Fîncanci li ber Edliyeya Stenbolê gazî kirin
10:12 DBP: Kurdek jî dê li ber faşîzma we serê xwe netewîne
09:10 Keşîşxaneya Mor Ahoyê hatiye wêrankirin!
09:10 Şaredariya Silopiyayê Kompleksa Werzîşê ya Jinan çêdike
09:08 Li Roboskiyê çarenûsa hevpar a du birayan
09:06 Bayindir: Em ê sala 2023’yan bikin sala bingeha şikandina tecrîdê
09:05 Xweza di sala 2022’yan de dinaliya!
09:04 Jin di nava têkoşînê de bûne yek
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2022'YAN
08:32 Polîsan avêt ser avahiyên DBP’ê: Hevserokê Giştî Keskîn Bayindir hat binçavkirin
22/12/2022
22:22 Rojnamevan Aygul hat berdan
21:26 Di Nobeda Azadiyê de ji bo danişîna Fîncanciyê bang kirin
21:09 HDP: Em ê hesab ji feraseta darbekar bipirsin
17:09 Li Êlihê gel vexwendin mitîngê
16:48 Parlamenteriya Semra Guzel hat betalkirin
16:46 Hefsa malê rakirin vê carê jî derveyî welat lê qedexe kirin!
16:28 Bernameya meha çileyê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
15:51 Hevserokê HDP’î ku di êrişa polîsan de krîza dil derbas kir wê cara duyemîn anjiyo bibe
15:51 Tirkiyeyê li Kobanê êrişî îstasyonek avê kir: 3 karker birîndar bûn
15:43 Li Girtîgeha Eregliyê av, ceyran û gaza xwezayî hat qutkirin
15:43 HDP’ê bertek nîşanî mûçeyê kêmtirîn da: Xizanî tê ferzkirin
15:28 Doza rojnamevan Akogûl hat taloqkirin
15:11 ‘AKP, tehamulî çalakî û aktîvîteyan nake’
14:55 Başaran: Semra Guzel wê her parlamentera Amedê be
14:39 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:13 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:08 Ji Wezareta Dadê re bang kirin: Deriyên Îmraliyê vekin
13:47 Ceza ji parêzer Ûlaş re hat xwestin
13:40 Kujerê Pakistan Demîr ne dîn e
13:17 Mûçeyê kemtirîn bû 8 hezar û 500 lîre
13:11 Temel: Rojeva me ya sereke mîsogerkirina azadiya Ocalan e
12:42 Malbata Şenyaşar: Bila kes baweriya xwe bi hêza xwe ya siyasî neîne
12:18 ‘Divê li dijî êrişan têkoşîneke hevpar were meşandin’
11:32 KCD'ê û HDP’ê ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
10:24 Mirinên li girtîgehan nayên lêkolînkirin
10:23 Doza Fîncanci sibê ye: Dadgerên ku Sokrates darizandin nayê bîra kesî
09:42 Li Rojhilat merasimên çilrojê welatiyên hatine kuştin têne lidarxistin
09:14 ‘Helwesta desthilatê rê li ber tahde û destdirêjiyê vedike'
09:14 Parêzer Aslan: Bi tecrîdê neçareserî hatiye tecrîhkirin
09:13 Înfaza Tûrsûn ê ku 30 sal in girtiye bi hinceta 'ne poşman e' hat taloqkirin
09:11 Tifaqa Ked û Demokrasiyê: Em ê di 2023'yan de pergaleke nû ava bikin
09:07 Karker bi berxwedana xwe bi ser ketin
09:04 Çîçek: Siyaseta kurd êdî pêşeroja welêt diyar dike
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2022'YAN
21/12/2022
20:47 Li Amedê Şeva Yeldayê hat pîrozkirin
19:41 Cenazeyê Yorgûn piştî 7 mehan hat veşartin
19:22 Li Silopiyayê ajokarê TIR'ê hat kuştin
19:01 Çalakiya 'Azadî ji bo Ocalan' ket sala 2'yan
17:04 ‘Şahidê’ ku derbarê parêzerên xwe de îfade dan parêzer nas nekirin
16:51 Biryara derheqê Semra Guzel de dê sibe were dayîn
16:34 ‘Divê Girtîgeha Amedê veguhere Muzeya Mafên Mirovan’
16:32 TMMOB: Hewl tê dayîn ku Sûrê ji Mîrateya Çandê ya Cîhanê derxînin
16:26 Cenazeyên endamên HPG’ê li Goristana Bêkesan hatin veşartin
16:26 Parlamenterên HDP’ê li dijî tecrîdê wê her roj li ber Wezareta Dadê bin
16:25 HDP’ê li Sûrê serdana dikandaran kir
16:25 Dadgehê cezayê hefsê li rojnamevan Hayrî Demîr birî
15:53 Li Tekîrdagê 11 siyasetmedar hatin tehliyekirin
15:51 Tiryakî: Di şexsê Semra Guzel de kûmpasek hat çêkirin
14:46 Li Meclisê betalkirina parlamenteriya Guzel tê axaftin
14:45 Li Edeneyê amadekariyên mîtîngê didomin
14:28 Doza rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hat taloqkirin
14:27 Danişîna Akin û Sarisozen hate taloqkirin
13:57 Dayika 3 zarokan Menîce Îş hat girtin
13:35 Li Enqereyê 6 kes hatin binçavkirin
13:34 Hate îdiakirin ku li Cûdî helîkopterek ketiye
13:03 Ji bo parêzer Newroz Uysal cezayê hefsê hat xwestin
12:50 Ji bo penaberên ji Rojhilat serlêdana mafê penaberiyê hat kirin
12:13 Emîne Şenyaşar: Lawê min berdin, kujeran bigirin
11:46 ‘Heqîqeta jinan a li Rojava serweran ditirsîne’
11:00 Li ber Wezareta Dadê çalakiya li dijî tecrîdê: Heta encam jê bê girtin em ê li vir bin
10:55 Hewldana astengkirina alîkariya xezîneyê bo HDP’ê: Divê demildest AYM’ê daxwazê red bike
10:51 Li Pêrtagê welatiyek hat binçavkirin
10:11 Rojnameya Xwebûnê 4 salî ye
10:10 Li Îmraliyê serdemek krîtîk: Divê Girtîgeha Îmraliyê ji kontrola Meclisê re bê vekirin
09:17 Mexdûrên Komkujiya Mereşê 44 sal in li benda 'hevrûbûnê' ne