Ferhat Sarûhan ji ya xwe nehat xwarê: Ji bo vê axê û vî zimanî çû

  • rojane
  • 09:30 20 Kanûn 2022
  • |

AMED - Ferhat Sarûhan (Canfeda Bismil) ku di zarokatiya xwe de gelek caran hewl daye tev li nava refê gerîla bibe, lê ji ber ku biçûk bûye her tim paş ve hatiye vegerandin. Dema dibe 18 salî careke din berê xwe dide nava refên gerîlayan û piştî wextekê tevî 5 hevrêyên xwe di êrişên Tirkiyeyê yên li başûrê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dide. Bavê wî got: “Ferhat ji bo vê axê, vî zimanî, vê çandê tev li bû. Ji ber vê yekê ez bi şehadeta wî serbilind im.”

 
Endamê Hêzên Parastina Gel (HPG) Ferhat Sarûhan (Canfeda Bismil) ku di 2015’an de tev li nava refên PKK’ê bûye, di sala 2016’an de, di êrişên dewleta tirk de yên li başûrê Kurdistanê tevî 5 hevrêyên xwe jiyana xwe ji dest da. 
 
ÇÎROKA MALBATA SARÛHAN
 
Malbata Sarûhan, li gundê Haciya Kurdan ê girêdayî navçeya Bismilê ya Amedê dimîne. Ji ber welatparêziya malbatê û gundiyan gund her tim rastî zext û zordariyê hatiye. Ji ber vê yekê di sala 1993’yan de ji aliyê leşkeran ve gund tê dorpêçkirin û 3 gundî ji aliyê leşkeran ve tên kuştin. Ji van kesan yek jê kurê meta Ferhat Sarûhan, Behzat Sarûhan e. Piştre jî gund tê şewitandin û gundî koçber dibin. Malbata Sarûhan jî wê çaxê berê xwe dide Amedê. Ferhat di sala 1996’an de li Amedê tê dinyayê. Gava Ferhat dibe 2 salî malbat vê carê berê xwe dide navçeya Bismilê. Malbat 2 salan li vir dimîne û piştre jî di sala 2011'ê de vedigere gundê xwe. Ferhat li gund dest bi dibistanê dike û di nava malbateke welatparêz de mezin dibe.
 
Çi ji malbata Sarûhan çi jî gundê wan gelek keç û xort tev li nava Tevgera Azadiyê dibe. Ferhat jî wekî gelek ciwanên kurd bandorê ji vê yekê digire û li ser vê kûr dibe. Ji lew re Ferhat neheqiya li gelê wî tê kirin bi çavê xwe dibîne. Ferhat êdî vî tiştê qebûl nake û berê xwe dide çiyayên azad. Lê ji ber biçûk e, tevlibûna wî nayê qebûlkirin û tê vegerandin. Piştî wextekê careke din hewl dide tev li bibe, lê dîsa jî ji ber temenê xwe tevlibûna wî nayê qebûlkirin û jê re dibêjin, 'tu hê biçûk î, here dibistanê bixwîne.' Lê Ferhat di ya xwe de israr dike. Gava dibe 18 salî careke din biryara tevlibûnê dide û axirê vê carê tê qebûlkirin. 
 
‘DI DEMA KOBANÊ DE ÇÛ'
 
Di sala 2015’an de dema Ferhat biryara tevlibûnê dide, DAÎŞ bi alîkariya dewleta tirk û gelek dewletên din êrişê dibe ser Kobanê. Serokkamarê AKP'î  Erdogan di 7’ê Cotmeha 2014’an de li Dîlokê wekî ku mizgîniyekê bide gotibû: “Kobanê ha ket ha ket.” Wekî gelek kurdan ev axaftina bandorê li Ferhat jî dike. Piştî vê li seranserê welêt û derveyî welöt kurd û dostên wan dadikevin qadan û bertek nîşan didin. Her wiha bi hezaran keç û xort jî berê xwe didin Kobanê. Ferhat jî ku derfeta biçe Kobanê bi dest neketibû, ji bo vê xwesteka xwe bi cih bîne tevlî nava PKK’ê dibe. 
 
‘GUNDE ME HAT ŞEWITANDIN’
 
Askerî Sarûhan, bavê Ferhat Sarûhan wiha axivî: "Di sala 1993’yan de askeran erîşî gundê me kir. Di erîşê de 3 gundiyên me hatin kûştin. Yek ji wan kesan lawê meta min Behzat Sarûhan bû. Wê demê leşkeran gund şewitand û gundî hemû koçber bûn. Gundiyan pir zor û zehmetî dît. Em jî koçî Amedê bûn. Lê zextên dewletê li vir jî dewam kirin û 3-4 caran ez hatim binçavkirin, belesebeb îşkenceyên giran li min hatin kirin.”
 
‘HER CARAN JI BER TEMENÊ BIÇÛK HAT VEGERANDI’
 
Sarûhan wiha behsa dema çûyîna kurê xwe Ferhat Sarûhan kir: “Sedema çûna Ferhat, bandora herî mezin, xal û apê wî bûn. Zext û zordariya li kurdan didît. Min jî ew fehm dikir, lê digot, 'Gelo ez ê çawa ji bo vî gelî bibim bersiveke baş e? Divê ez bixwînim ku baştir bibim bersiv.' Di temenekî biçûk de 3 caran ji bo tevlîbûnê diçe. Lê ji ber temenê xwe her tim wî divegerînin malê û jê re dibêjin ‘Temenê te biçûk e. Tu here bixwîne.’ Nexwe ev bandora li ser wî tu carî neqediyaye ku gava temenê wî bû 18 sal dîsa biryara tevlî bûne dide û diçe.”
 
‘PIR BIAQIL BÛ’
 
Sarûhan diyar kir ku der û cîran gelekî ji Ferhat hez dikirin û wiha axivî: “Zarokek cuda bû û pir biaqil bû. Ew qas biaqil bû ku carna dayîka wî jê re digot, ‘Ferhat tu biçûk î, lê wekî pîran diaxivî.’ Yanî axaftinên wî pir di cî de bûn, biaqil bû xwe pêş xistibû. Navbera min û zarokên min, wekî hevaltiyê ye. Ez tu carî wekî bav nêzîkî zarokên xwe nebûme. Ferhat ji bo min cuda bû.”
 
‘EZ BI ŞEHADETA WÎ SERBILIND IM’
 
Sarûhan bilêv kir ku bi çûna kurê xwe xemgîn bûye, lê kurê wî ji bo vî welatî, vê axê, vî zimanî û vê çandê çûye û wiha domand: "Xwestaka wî heq, hiqûq bû. Dema min şehadeta wî bihîst, pir xemgin bûm lê ji aliyekî ve jî pir serbilind im bi şahadeta wî. Ji ber ku ji bo vî welatî, vê axê, vî zimanî diçin. Ev tişt ew qas şirîn û pîroz e ku ciwanên me di vî warî de canê xwe feda dikin.”
 
YEKITÎ
 
Sarûhan anî zaman ku şer ne tiştekî baş e û di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Em ji roja roj de aştiyê dixwazin. Em ne alîgirên şer in. Êdî bila tu kes  di şer de jiyana xwe dest nede.  Bila ne esker, ne polîs ne jî gerîla êdî nemirin. Bes e. Em aştiyek birûmet dixwzain. Wekî din tiştekî naxwazin. Di vî şerî de ne leşker diqedin ne jî ciwanên kurd diqedin. Ji bo ev şer biqede pêweîst e ku çar parçeyên Kurdistanê Rojava, Rohilat, Bakur û Başûr bibin yek.”
 
‘JI BO KU EM NE  AZADIN ÇÛ’
 
Dayika Ferhat Saruhan, Kader Sarûhan jî sedema çûna lawê xwe wiha parve kir: “Beriya niha gelek kes li gundê me tev li bûne û gelek jî şehid bûne. Ji xwe apê wî  Bûrhan Sarûhan ev 30 sal in winda ye. Dîsa xalê wî jî 29 sal in di girtîgehê de ye. Derdorê dinêre ku em ne azad in, ev zilm qebûl nekir û biryara çûnê daye. Ferhat bi îrada xwe çûye."
 
‘PIR SADIQ Û HURMETDAR BÛ’
 
Kader Sarûhanê jî anî ziman ku kurê wê dixwest bixwîne û rojekê jî behsa çûnê nekiriye ji wan re û wiha got: “Mirovekî ku ji hevalên xwe re pir sadiq û hurmetdar bû. Tu carî xeyîdandin qebûl nedikir.  Carekê em û cîranê xwe ji hev du xeyîdî bûn. Ferhat hêrs bû, bi ser me de. Ferhat digot, 'Ev çi ye? Çima hûn ji hev du xeyîdî ne? Divê ku hûn tu carî ji hev du nexeyidin? Carekê jî ji bo me û ciranê me li hev bîne mamoste xwe yê dibistanê anî. Ferhat  zarokeki wısa bû.”
 
‘BILA ÊDÎ DAYIK NEGIRÎN’
 
Kader Sarûhanê di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Bila ev xwin êdî bê sekinandin. Aştiyek bê çêkirin. Êdî bes e, bila hêstirên çavên dayikan nerijin. Ev sed sal in şer berdewam dike û dayik her tim digirîn. Dayikan pîr êş dît, bila êdî ev êş bê sekinandin.”
 

Sernavên din

23/12/2022
15:33 Li ber DBP’ê daxuyanî: Kurd bi ser dikevin, îktidara AKP-MHP’ê têk diçe
15:28 Baroya Êlihê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:17 HDP’ê û DBP’ê li Dîlokê çalakiya nobetê da destpêkirin
15:00 Hevseroka HDP’ê ya berê ku jiyana xwe ji dest da hate veşartin
14:59 Baroya Rihayê ji bo Îmraliyê serî li Wezareta Dadê û TBB’ê da
14:50 Li Girtîgeha Eregliyê televîzyon û pirtûk hatin qedexekirin
14:43 Li Parîsê êrişî Navenda Çandê ya Ahmet Kaya hat kirin: Birîndar hene
14:18 Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci nehat tehliyekirin
14:02 Doza Kobanê: Pêdiviya Tirkiyeyê bi demokrasiyê heye
13:57 Li Dêrsimê kesê ku hatibû binçavkirin hate girtin
13:53 Parlamenterên HDP’î bang li Wezareta Dadê kirin: Heke Îmrali li Tirkiyeyê be tecrîda mutleq rakin
13:52 Polîsan li avahiya DBP’a Êlihê ajandayên vala desteser kirin!
13:43 Operasyona li dijî DBP’ê hat protestokirin: Em ê serî netewînin
13:20 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:52 Di serdegirtina Navenda DBP’ê de dest danîn ser wêneyê Orhan Dogan
12:46 Endamên DBP'ê bertek nîşanî weşana A Haberê dan
12:05 'Gel daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dike’
11:57 MYK’a HDP’ê: Nîşana serkeftinê ya Bayindir, rêbera serkeftinê ya gelê kurd e
11:57 Fîncanci: Xebatên min dewletê aciz kiriye
11:23 Di lêpirsîna DBP’ê de ji bo 15 kesan biryara binçavkirinê
11:22 Li herêma operasyonê mirina biguman a leşkerekî
11:13 Avahiya DBP’ê bi girseyî ziyaret kirin
11:11 Li Stenbolê 7 kes hatin binçavkirin
11:03 Banga mitînga Êlihê: Em li dijî tecrîdê azadiyê biparêzin
10:59 Jinan bertek nîşanî betalkirina parlamenteriya Guzelê da: Biryarê nas nakin
10:40 Ji bo azadiya Fîncanci li ber Edliyeya Stenbolê gazî kirin
10:12 DBP: Kurdek jî dê li ber faşîzma we serê xwe netewîne
09:10 Keşîşxaneya Mor Ahoyê hatiye wêrankirin!
09:10 Şaredariya Silopiyayê Kompleksa Werzîşê ya Jinan çêdike
09:08 Li Roboskiyê çarenûsa hevpar a du birayan
09:06 Bayindir: Em ê sala 2023’yan bikin sala bingeha şikandina tecrîdê
09:05 Xweza di sala 2022’yan de dinaliya!
09:04 Jin di nava têkoşînê de bûne yek
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2022'YAN
08:32 Polîsan avêt ser avahiyên DBP’ê: Hevserokê Giştî Keskîn Bayindir hat binçavkirin
22/12/2022
22:22 Rojnamevan Aygul hat berdan
21:26 Di Nobeda Azadiyê de ji bo danişîna Fîncanciyê bang kirin
21:09 HDP: Em ê hesab ji feraseta darbekar bipirsin
17:09 Li Êlihê gel vexwendin mitîngê
16:48 Parlamenteriya Semra Guzel hat betalkirin
16:46 Hefsa malê rakirin vê carê jî derveyî welat lê qedexe kirin!
16:28 Bernameya meha çileyê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
15:51 Hevserokê HDP’î ku di êrişa polîsan de krîza dil derbas kir wê cara duyemîn anjiyo bibe
15:51 Tirkiyeyê li Kobanê êrişî îstasyonek avê kir: 3 karker birîndar bûn
15:43 Li Girtîgeha Eregliyê av, ceyran û gaza xwezayî hat qutkirin
15:43 HDP’ê bertek nîşanî mûçeyê kêmtirîn da: Xizanî tê ferzkirin
15:28 Doza rojnamevan Akogûl hat taloqkirin
15:11 ‘AKP, tehamulî çalakî û aktîvîteyan nake’
14:55 Başaran: Semra Guzel wê her parlamentera Amedê be
14:39 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:13 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:08 Ji Wezareta Dadê re bang kirin: Deriyên Îmraliyê vekin
13:47 Ceza ji parêzer Ûlaş re hat xwestin
13:40 Kujerê Pakistan Demîr ne dîn e
13:17 Mûçeyê kemtirîn bû 8 hezar û 500 lîre
13:11 Temel: Rojeva me ya sereke mîsogerkirina azadiya Ocalan e
12:42 Malbata Şenyaşar: Bila kes baweriya xwe bi hêza xwe ya siyasî neîne
12:18 ‘Divê li dijî êrişan têkoşîneke hevpar were meşandin’
11:32 KCD'ê û HDP’ê ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
10:24 Mirinên li girtîgehan nayên lêkolînkirin
10:23 Doza Fîncanci sibê ye: Dadgerên ku Sokrates darizandin nayê bîra kesî
09:42 Li Rojhilat merasimên çilrojê welatiyên hatine kuştin têne lidarxistin
09:14 ‘Helwesta desthilatê rê li ber tahde û destdirêjiyê vedike'
09:14 Parêzer Aslan: Bi tecrîdê neçareserî hatiye tecrîhkirin
09:13 Înfaza Tûrsûn ê ku 30 sal in girtiye bi hinceta 'ne poşman e' hat taloqkirin
09:11 Tifaqa Ked û Demokrasiyê: Em ê di 2023'yan de pergaleke nû ava bikin
09:07 Karker bi berxwedana xwe bi ser ketin
09:04 Çîçek: Siyaseta kurd êdî pêşeroja welêt diyar dike
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2022'YAN
21/12/2022
20:47 Li Amedê Şeva Yeldayê hat pîrozkirin
19:41 Cenazeyê Yorgûn piştî 7 mehan hat veşartin
19:22 Li Silopiyayê ajokarê TIR'ê hat kuştin
19:01 Çalakiya 'Azadî ji bo Ocalan' ket sala 2'yan
17:04 ‘Şahidê’ ku derbarê parêzerên xwe de îfade dan parêzer nas nekirin
16:51 Biryara derheqê Semra Guzel de dê sibe were dayîn
16:34 ‘Divê Girtîgeha Amedê veguhere Muzeya Mafên Mirovan’
16:32 TMMOB: Hewl tê dayîn ku Sûrê ji Mîrateya Çandê ya Cîhanê derxînin
16:26 Cenazeyên endamên HPG’ê li Goristana Bêkesan hatin veşartin
16:26 Parlamenterên HDP’ê li dijî tecrîdê wê her roj li ber Wezareta Dadê bin
16:25 HDP’ê li Sûrê serdana dikandaran kir
16:25 Dadgehê cezayê hefsê li rojnamevan Hayrî Demîr birî
15:53 Li Tekîrdagê 11 siyasetmedar hatin tehliyekirin
15:51 Tiryakî: Di şexsê Semra Guzel de kûmpasek hat çêkirin
14:46 Li Meclisê betalkirina parlamenteriya Guzel tê axaftin
14:45 Li Edeneyê amadekariyên mîtîngê didomin
14:28 Doza rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hat taloqkirin
14:27 Danişîna Akin û Sarisozen hate taloqkirin
13:57 Dayika 3 zarokan Menîce Îş hat girtin
13:35 Li Enqereyê 6 kes hatin binçavkirin
13:34 Hate îdiakirin ku li Cûdî helîkopterek ketiye
13:03 Ji bo parêzer Newroz Uysal cezayê hefsê hat xwestin
12:50 Ji bo penaberên ji Rojhilat serlêdana mafê penaberiyê hat kirin
12:13 Emîne Şenyaşar: Lawê min berdin, kujeran bigirin
11:46 ‘Heqîqeta jinan a li Rojava serweran ditirsîne’
11:00 Li ber Wezareta Dadê çalakiya li dijî tecrîdê: Heta encam jê bê girtin em ê li vir bin
10:55 Hewldana astengkirina alîkariya xezîneyê bo HDP’ê: Divê demildest AYM’ê daxwazê red bike
10:51 Li Pêrtagê welatiyek hat binçavkirin
10:11 Rojnameya Xwebûnê 4 salî ye
10:10 Li Îmraliyê serdemek krîtîk: Divê Girtîgeha Îmraliyê ji kontrola Meclisê re bê vekirin
09:17 Mexdûrên Komkujiya Mereşê 44 sal in li benda 'hevrûbûnê' ne