Ciwanan di konferansê de bertek nîşanî tecrîdê dan: Birêz Ocalan wê azad bibe

  • ciwan
  • 14:26 24 Kanûn 2022
  • |

AMED - Parlamenter Dersîm Dag û Mûrat Sarisaç ên beşdarî 3'yêmîn Konferansa Meclisa Ciwanan a HDP'ê bûn, bal kişand in ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan û wiha got: "Birêz Ocalan wê azad bibe."

 
Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi dirûşmeya “Bi ciwanên rêxistinkirî re, ber bi pêşerojeke azad ve" konferansa xwe ya 3'yemîn li Eywana Konferansê ya Kaplan City a navçeya Peyas a Amedê pêk anîn. Ji bajarên bakurê Kurdistanê gelek ciwan, hevserokên HDP’ê yên Amedê Gulîstan Atasoy, Zeyad Ceylan, parlementerê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç û Berdevka Meclîsa Ciwanan parlementer Dersîm Dag beşdarî konferansê bûn. Piştî lêgerîna polîsan, ciwan ketin salona konferansê û di dema lêgerînê de zarokek 16 salî hate binçavkirin. 
 
Li Eywana konferansê li gel wêneyên Nagîhan Akarsel, Hevrîn Xelef, Denîz Poyraz û Jîna Emînî pankartên li ser "Em ê bi jina rêxistinkirî re, serkeftinê biafirînin", "Bi zanîngehên xweser ên azad re, civaka demokratîk" , "Ciwan bi têkoşîna xwe li hemberî îxanetê ser dikeve" hatine nivîsîn hatin daliqandin. Ciwanan li gel axaftinan dem dem bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" , "Ciwan fedayîyên Rêber Apo ne" berz kirin.
 
'TÊKOŞÎNA ME WÊ LI VAN QADAN BERDEWAM BIKE'
 
Dersîm Dag bi van gotinan dest bi axaftinê kir: "Desthilata AKP'ê û MHP'ê bi eşkerahî êrişî siyaseta demokratîk ya kurdan dike. Her çiqasî îro êrişî parlementerên kurdan werin kirin, werin girtin yan jî parlementeriya wan were betalkirin jî bila baş were zanîn ku kurd li vîna xwe û siyaseta demokratîk xwedî derdikevin. Ji ber vê sedemê ye em bi israr in. Li ku derê ciwanên kurd xwebirexistin dikin li wir êrişeke mezin heye û êrişên li ser destkeftiyên wan pêk tên. Zanîngehên ku bûne hola ciwanan mixabin herî zêde jî zext lê zêde ne. Ji ber ku desthilata heyî dixwaze ciwanan li gorî xwe biafirînin. Lewra hertim zanîngeh bûne lûtkeya serhildanê. Bila baş were zanîn wê têkoşîna me li van qadan berdewam bike."
 
'ÇI DIBE BILA BIBE WÊ ENCAM SERKEFTÎ BE
 
Dêrsim di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser Komkujiya Parîsê û got: "Li Parîsê 3 rêhevalên me hatin qetilkirin. Em rêhevalên xwe ji vir bibîrtînin û em soz didin wan; em ê aştî û azadiyê bînin vî welatî. Em ê ji Dîasporayê heya Başûr û heya vir, ji girtîgehan heya qadan têkoşîna xwe bidin berdewamkirin. Çawa ku li her deverê tecrîd heye wê têkoşîn jî li her deverê pêk bê. Çawa ku li Îmralîyê tecrîd dest pê kir têkoşîn jî mezin bû. Em cardin soz didin ku em ê di kesayeta birêz Abdûllah Ocalan de gelê kurd azad bikin. Çi dibe bila bibe wê encam serkeftî be."
 
'CIWAN VAN POLÎTÎKAYAN ERÊ NAKIN'
 
Parlementerê HDP'ê yê Wanê Murat Sarisaç jî di destpêka axaftina xwe de dîyar kir ku tije bûna eywanê nîşaneya mezinbûna têkoşînê ye û got: "Li vê eywanê peyamek tenê heye ji bo heval û dijminan. Ev peyam jî 'me bi ciwantî dest pê kir em ê bi ciwantî serbikevin' e. Niha hemû sîstem herî zêde ji hebûna ciwanan ditirsin. Bi taybetî jî hêza ciwanan ya guherîn û pêşveçûnê tirsa sîstema kapîtalîst e. Ji Bogazîçî heya Kobanê ji wan ciwanan ditirsin. Ji ber vê herî zêde êrişî vê qadê dike û dixwaze bihêle di bin rêveberiya xwe de. Ji ber vê jî hemû rêbazên hovane bêyî ku pişve biçe dixe meriyetê. Ciwan van polîtîkayan erê nakin. Beriya niha jî gelek hewildanên wan pêkhatin lê bi serneketin. Ciwan li her deverê li ber xwe didin."
 
Sarisaç, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan û wiha got: "Tecrîd ne tenê li ser Birêz Ocalan li ser hemû civakê heye. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Zagona dijmin a li Îmraliyê tê sepandin, di rewşeke wisa de ye ku bi şêweyên hiqûqî nayê ravekirin. Dema deriyê Îmraliyê hat girtin, tecrîd girantir bû, bû sedem ku deriyên şer vebin. Birêz Ocalan ne tenê keseke, di dîroka têkoşîna 50 salî de kurd ji nû ve afirandiye. Azadiya fîzikî ya Birêz Ocalan wê bi têkoşîna me pêk were.”

Sernavên din

29/12/2022
14:41 Beştaş: Em ê dest ji faîlên ku daraz wan diparêze bernedin
14:28 Biryara AYM’ê ya Kazanhan: Sûc giran e lê ceza kêm e
14:06 Ayla Akat: Ji çareserkirina pirsgirêka kurd ditirsin
14:05 Serokê TBB’ê: Bihîstina qîrîna Malbata Şenyaşar bi darizandineke adilane dibe
14:05 Tifaqa Kurdistanî ji bo piştevaniyê serdana DBP’ê kir
13:35 Gunay ji Bozdag re got: Hûn jî dibin şirîkê sûcê tecrîdê
12:51 Tetikkêşê Komkujiya Parîsê xistin hucreyê
12:18 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:11 Girtî Aslan: Bi rêya girtiyên edlî provakasyonan dikin
12:06 Çalakiya nobeda li dijî tecrîdê didome: Fikarên gelê kurd ji holê rakin
12:03 Hevalên Kara yên têkoşînê qala wê kir: Pêşenga şoreşê bû
12:02 Komkujiya duyemîn a Parîsê di qeydên deng ên Omer Guney de hebû!
11:44 Êrişên çekên kîmyewî: OPCW bêdeng e, Tirkiye jî înkar dike
11:38 Ji zaroka li Êlihê hatiye revandin ev 20 roj in tu agahî nayên girtin
11:16 Rojnameger du meh in girtî ne: Îtîraz di heman rojê de hatin redkirin!
11:05 Girtiyê nexweş 9 saet kelemçekirî sewqî girtîgehek din hatiye kirin
10:53 Duşunmez ê OHD’î: Divê serlêdanên têkildarî tecrîdê demildest bên bersivandin
10:39 Meclisa Ciwanan a HDP’ê: Gel dê bi pêşengtiya ciwanan tecrîdê têk bibe
10:30 Xaniyên ku dewletê çêkirin bi serê gundiyan ve hildiweşe
09:01 Dê têkoşîna wan bi 'jin jiyan azadî'yê bidome
09:01 Gelo hestiyên li 'Baregeha JÎTEM'ê hatin dîtin ên Kevcî ne?
09:01 Berdevka PYD'ê Begdaş: Serdana Talabanî xwedîderketina ji bo destkeftiyan bû
09:00 Bînîcî: Heya tecrîd bidome dê zilm jî bidome
09:00 Sala 2022’yan bi binpêkirinan derbas bû
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2022'YAN
28/12/2022
23:30 Yurek piştî 30 salan hat Amedê
20:44 Ji HDP'a Rihayê xwarina piştevaniyê
17:46 Parêzerên cerdevanan destdirêjiyê parastin
15:40 HSD’ê bîlançoya salekê parve kir
15:37 Li gelek bajaran bîranîna qurbaniyên Roboskî: Bila berpirsiyar bên darizandin
14:58 'Em ê nehêlin xeyalên AKP-MHP’ê pêk bên’
14:45 Partiya Şoreşger çû serdana DBP’ê
14:32 Pirtûka ku ‘biryara wê ya komkirinê’ nîne nedan rojnamevanê girtî
14:31 Li Liceyê 3 jîngeh weke ‘herêmên ewlehiyê’ hatin ragihandin
13:59 Amed êdî ‘Bajarê Şaristaniyan’ e
13:50 Bêdengiya Îmraliyê didome: Çima serlêdan nayên bersivandin?
13:27 Daxwaza betalkirina doza GOÇÎZDER’ê hat redkirin
13:10 Li Girtîgeha Xarpêtê 5 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin e
12:04 Vîrûsa Influenza li rojavayê Kurdistanê belav dibe: Dibistan hatin girtin
11:59 Li Wanê kesek hate binçavkirin
11:50 Malbata Şenyaşar: Rêya me rêya edaletê ye
11:45 Doza Denîz Poyraz: Ev dosye jî ‘kiryar nediyar’ hat hiştin
11:44 Dîroka Konferansa Komara Demokratîk hate diyarkirin
11:12 Rojnamevan Amed Dîcle: Kujer ji aliyê tîmek profesyonel ve hatiye amadekirin
11:11 Li Roboskiyê 34 qurbanî hatin bibîranîn
10:57 Li Girtîgeha Eregliyê binpêkirinên mafan zêde dibin
10:09 Li Komeleya Birca Belek serdema nû dest pê kir
09:44 Êlihiyan bertek nîşanî êrişên li dijî siyaseta kurd dan: Kurd dê vê desthilata faşîşt hilweşînin
09:18 Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ rejîma Îranê hejand
09:11 Qeyûm milkên şaredariyê firot, hevşaredar serî li dadgehê da
09:11 Endama Meclisa DBP'ê: Ev êriş ji bo hilbijartinê ne
09:10 Gelê Êlihê: Divê em li hemberî çekên kîmyewî rabin
09:09 Bavê ku cenazeyê kurê xwe dît: Ez dibêjim qey çekên kîmyewî hatine bikaranîn
09:08 Keskîn: Girtiyên nexweş divê bêyî ku li nasnameya wan bê nerîn bên berdan
09:07 Navenda Dîplomatîk a Civakî: Me ji NY’yê xwest ku li ber sûcên şer ên Tirkiyeyê rabe
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2022'YAN
27/12/2022
19:49 'Bila kiryarên Roboskiyê bên darizandin'
18:17 Jinan bertek nîşanî biryara doza Denîz Poyrazê dan
17:01 Ji Doza Kobanê kes nehat berdan
16:46 Aydar navê kujerê Nagihan Akarsel eşkere kir
16:37 Ozturk: Bingeha êriş û şerê li dijî kurdan tecrîda li ser birêz Ocalan e
16:36 Di rojekê de 2 caran çekên kimyewî hat bikaranîn
15:23 EŞÎK: AKP nikare ji bo azadiyan makeqanûneke guncav çêbike
15:22 Doza Qetlîama 10’ê Cotmehê: Bila Davûtoglû û Ozdag bên guhdarîkirin
14:40 Biryara doza Denîz Poyraz hat eşkerekirin
13:44 Derbarê Emîne Şenyaşar de 2 lêpirsînên din jî hatin destpêkirin
13:34 Ji bo Îmraliyê bang li Wezareta Dadê kirin: Gavê biavêjin
12:56 Ne roja şînê ye roja berxwedanê ye!
12:31 Li Stenbolê heqê rê hat bihakirin
12:29 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:20 Doza Denîz Poyraz: Parêzeran nagirin hundir
11:40 Sancar: Em ê destûr nedin ku doza Poyraz bi bersûcekî bê girtin
10:51 ‘Heke Fransa êrişê ronî neke, wê weke tetîkkêşa Tirkiyeyê derbasî dîrokê bibe’
10:50 Di êrişa çekên kîmyewî de 11 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan
10:30 Sebahat Tûncel: Gelê kurd bivejînê serkeftinê anî
09:06 Xelkê Êlihê: Peyveke Ocalan bi tenê ji bo aştiyê bes e
09:05 Daxwazên elewiyan: Welatekî demokratîk û laîk
09:04 Rojnamevan Çelîk serî li AYM'yê da
09:03 Cendirmeyan polîsê ku tiryak pê re bû kuştin
09:01 Kurdan di tevahiya salê de li ber xwe dan
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2022'YAN
26/12/2022
23:50 Hevserokê Giştî yê DBP'ê Bayindir hat girtin
23:10 Tetikkêşê Komkujiya Parîsê hat girtin
22:09 Cenazeyê leşkerekî din jî anîn Colemêrgê
21:04 Li Wanê fiyetê nan hat bihakirin
20:45 Hevserokê DBP'ê yê Amedê Altûn hat girtin
20:34 Yilmaz Yurek piştî 30 salan ji girtîgehê derket
19:07 Li Reqayê qedexeya derketina ji derve hat ragihandin
18:53 Ciwanên ku li Wan û Mûşê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:03 Li Amedê tax bi tax serdana gel hate kirin
16:57 Li Amedê wesayita leşkeran qeza kir: 6 leşker birîndar bûn
16:49 TBB û baroyan ji bo Denîz Poyraz Nobeda Edaletê girtin
16:34 Rêveberên SES’ê tevî qeydên HTS’ê jî nehatin berdan
15:45 Li Reqayê di êrişa DAIŞ'ê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:30 10 kesên di binçavan de hatin berdan
15:18 Li ber konsolosxaneya Fransayê protestoya komkujiyê: Gelek hunermend hatin binçavkirin
15:17 Bayindir û 14 hevserokan mafê bêdengiyê bikaranîn
14:49 Li Reqayê pevçûn: 2 DAIŞ’î hatin kuştin
14:48 Li Parîsê kurd û dostên xwe li dijî komkujiyê meşiyan
14:43 Beriya Komkujiya Parîsê ji bo ewlehiyê serlêdan hatiye kirin