Jinan ji Fransayê re got: We çima hişt ku ev komkujî çêbibe?

  • cîhan
  • 22:22 30 Kanûn 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ku li ber Wezareta Jinan û Wekheviyê ya Fransayê hatin ba hev, gotin “Em hemû Evîn in“ û diyar kirin ku ew ê nehêlin ser dosyeyên komkujiyên li Fransayê bê girtin.
 
Di ser qetlîama li Parîsê paytexta Fransayê re 8 roj buhurîn. Kar û barê cenazeyên kesên hatin qetilkirin hêj berdewam e. Gel li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya nobeta edaletê digire. Li Parîsê her roj çalakiyek tê lidarxistin. Çalakî îro li ber Wezareta Jinan û Wekheviyê ya Fransayê bû.
 
Jinên bi banga Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) li rawestgeha metroyê ya li ber wezaretê hatin ba hev, çalakiyek li dar xistin.
 
Bêrîvan Firat li ser navê Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê axaftina destpêkê kir. Di çalakiyê de dowîzên ku wêneyên Evîn Goyî (Emîne Kara) li ser û li bin wêne jî nivîsa “Em hemû Evîn in“ nivîsandî hatin hilgirtin.
 
Di şexsê Evîn Goyî de ji bo bibîranîna hemû kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyekê rêz hat girtin û bi şûn de, aktîvîsta TJK-E’yê Medya Botan axivî. Botanê diyar kir ku hêj qetlîama 10 sal berê nehatiye ronîkirin, qetlîameke din hatiye kirin û wiha pê de çû: “Em Tevgera Jinên Kurd, careke din bang li dewleta Fransayê, Yekîtiya Ewropayê dikin; eger hûn van qetlîaman eşkere nekin, hûn ê tohmetbar bin. Em jin û gelê kurd, em ê li dijî pergalên komploger û faşîst heta bi hetayê têkoşîna xwe geş bikin û bi ser bikevin. Bila kes bi kuştinê nekeve hewila terbiyekirina me!“
 
Medya Botanê anî ziman ku Evînên şehîd, bi nirxên ku di warên rewşenbîrî, siyasi, civaki û parastina rewa de afirandine wê mohra xwe li sedsala 21’ê bixin û bi lêv kir ku ew ê têkoşîna xwe bi biryardarî geş bikin.
 
‘HÛN ÇIMA ÊRÎŞÊN KÎMYEWÎ NARAWESTÎNIN?’
 
Ayşe Yûmlî Yeter jî li ser navê Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) axivî. Yûmliyê diyar kir ku ew hesabê xwîna hatiye rijandin dipirsin û wiha got: “Em hesabê guleya ku li serê Evînê ket, dipirsin. Hûn ê ji me re bibêjin, nijadperestek ê fransî? Em bawer nakin. Hûnê wisan gelê Fransî bixapînin? Kujer planên xwe li girtîgehê kiriye. Ew plan bi kê re kir? Ji endamên kontrgerîla yên tirk ên çûyîna serdana girtîgehê, kê hebû? Kê peywendî danî? Dibêje ku gelê kurd li dijî DAÎŞ’ê şer nekiriye. Evîn li Herêmên Parastinê yên Medyayê, Evîn li Rojava li dijî hovîtiya DAÎŞ’ê şer kir. Evîn li aliyekê şoreşa gel û jinan parast, li aliyê din jî li dijî paşverûtiya herêmê û li dijî emperyalîstan şer kir. Em ji dewleta Fransa pirs dikin; dema li Rojava bombe li nexweşxane, depoyên genim, ji girê trafoyên elektrîkê bi ser gel de dihat barandin, dewleta Fransa bi mêtingeriya Tirk re di nava hevkariyê de bû. Hîn berî du rojan jinên me yên gerîla, bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin; hûn ji çima êrîşên kîmyewî narawestînin? We çima destûr da ku gule li serê Evîn, Mîr Perwer û Abdûrrahman bikevin? Hûn hevkar in; bi mêtingeriya tirk re hevkariyê dikin.”
 
Ayşe Yûmlî Yeterê bang li Wezareta Jinan û Wekheviyê ya Fransayê kir û got: “We duh dosyaya Sakîneyan girt; têkoşîna jin û gelê kurd nerawesta, îro jî em ê destûr nedin ku dosyeya Evînê bê girtin. Em jin ku li dijî faşîzma AKP-MHP’ê têkoşiyane, em ê hesab ji Fransa û mêtingeriya tirk bipirsin.“
 
‘EV NE ÊRÎŞEKE NÎJADPEREST LÊ ÊRÎŞEKE BI TERORÎ YE’
 
Nûnera Konfederasyona Kedê ya Navneteweyî (Confederastîon Natîonale du Travaîl-CNT) û Berdevka Koordînasyona Jinan a Navneteweyî ya Fransayê Sûzy Rojtman jî axivîn. Sûzy Rojtmanê wiha got: “Tu kes nikare bi me bide bawerkirin ku ev bûyer tesaduf e. Ya li wir hat kuştin, nûnera jinên Kurd bû û timî di hedefê de bû. Hem jî dema ji bo komkujiya berê 10 salan amadekariya çalakiyek dihat kirin, êrîşê saziyeke Kurdan hat kirin. Dewleta Fransayê nikare bibêje ku ev êrîşeke ji rêzê û nijadperestî e. Ev êrîşeke terorî ye. Dewleta Fransayê divê li vê xakê destûra tu êrîşan nede. Divê yên li pişt van êrîşan bên eşkerekirin. Di hemû çalakiyên vê pêvajoyê bên kirin de, em ê bi jinên Kurd re bin.”
 
Mîtîng bi berzkirina dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

Sernavên din

05/01/2023
09:02 Tevî ku gurcikek wî nîne jî tedawiya wî nayê kirin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2023'YAN
04/01/2023
22:33 2 leşker ji ber destdirêjiyê hatin girtin
20:54 Berteka ciwanan a li dijî tecrîdê: Aştî nayê tecrîdkirin
20:39 Kesên di Komkujiya Parîsê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
19:32 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Şoreşger Menal Mêrdîn bi êrîşeke bêbext şehîd bû
16:36 HABER-SEN’ê ji bo piştevaniyê serdana Şenyaşar kir
16:18 Aslan: Kesên keça min revandine tên parastin
15:56 Beştaş: Îktidarê ji zû ve hilbijartinê winda kiriye
15:49 MKM: Em xwedî li cenazeyan derkevin
15:24 Li Îranê berxwedana bê navber
15:08 Li pêşiya TUÎK’ê protesto: Em ne budçeya şer lê ya kedkaran dixwazin
14:40 Doza GOÇÎZDER’ê: Bihayê barkêşiyê bû mijara sûc
14:13 ÎHD’ê ji bo pirsgirêka girtiyên nexweş çareseriya mayînde pêşniyar kir
14:01 Li Girtîgeha Afyonê greva birçîbûnê dest pê kir
13:50 Hestiyên li Geliyê Zîlan derketin holê di rojeva Meclisê de ye
12:42 Ferît Şenyaşar: Gelê Rihayê ber edliyeyê nîşanî bijartiyan dide
12:16 Nobeta Edaletê di roja 10’an de didome: Dawî li sûcê xwe yê li Îmraliyê bînin
12:00 Ji bo Perwer û Kizil ên li Parîsê hatin qetilkirin wê sibê merasîmek bê lidarxistin
11:58 AYM’ê qedexeya çalakî û şahiyan wek ‘binpêkirina maf’ nirxand
11:53 Peymana Stenbolê: Em biryara ku nehatiye teblîxkirin qebûl nakin
11:42 Demîrtaş: Her ku diçe qesr dewlemend, gel feqîr dibe
11:07 Çopên Wanê dirijînin golê û Çemê Botanê
10:52 Ambargoya Şamê bû sedemê mirina zarokekî
10:51 ‘A ku tê qetilkirin felsefeya jinan e’
10:18 Li Erxevanê bi hezaran kew bi kuştinê re rû bi rû ne
10:18 ‘Ne em kesên ziman qedexe dikin pergalê xera dikin’
10:08 Jinên rêveberên saziyan dê têkoşîna Emîne Şenyaşar berfirehtir bikin
09:03 Li Newala Qesaba vîlayên luks tên çêkirin!
09:03 Li Wanê nifûs bi 'projeya siyasî' tê kêmkirin
09:03 Serokê Giştî yê EHP'ê: Heke ên hilberîner em bin, nexwe divê ên welêt bi rê ve bibin jî em bin
09:02 'Cihê ku bêhiqûqîtî lê dest pê kiriye Girava Îmraliyê ye'
09:02 Parêzerê malbata Kazanhan Dîlsîz: AYM'ê biryareke emsal da
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2023'YAN
03/01/2023
19:16 Li nexweşxaneyê tekmîl li girtiyan tê ferzkirin
16:42 Cangoriyên li Parîsê ber bi Kurdistanê ve tên oxirkirin
16:26 Li Amedê dîmenê tundiya polîsan ê dûyemîn derket holê
16:21 EŞÎK ji bo pêşniyarqanûnê çû serdana HDP’ê
16:10 Di doza 5 kesên bi wesayîta zirxî hatin kuştin de wê rêjeya ‘qisûr’ were diyarkirin
16:02 HDP’ê serî li AYM’ê da: Daxwaza Dadgeha Bilind destwerdaneke yekser a li siyasetê ye
15:57 ŞanoWan bernameya xwe ya çile eşkere kir
15:40 Ji cîgirê midûrê dibistanê gotinên nijadperest
15:27 Çawişê pispor ê Mehmet Ûytûn qetilkirî li Efrînê li ser peywîrê ye!
15:02 Wezareta Dadê ji bo girtiyên nexweş giştîname weşand
14:51 Buldan: Sala 2022’yan sala berxwedanê bû, 2023 jî wê bibe sala serkeftinê
14:38 KESK: Em ê teslîmî enflasyonê nebin
14:24 HDP çû serdana berxwedêrên Kartonsanê
14:23 Li Girtîgeha Şakranê çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir
13:31 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:17 Wênesaz Ozgur Evran jiyana xwe ji dest da
12:33 'Heke derfet ji bo Abdullah Ocalan bê nasîn dê li Rojhilata Navîn şer biqede’
12:33 Di navbera daneyên enflasyonê yên ENAG û TUÎK’ê deji sedî 73 ferq heye
12:32 Malbata Şenyaşar: Pirsgirêka bingehîn a welêt bêedaletî ye
12:10 ÎHD’a Amedê ji ber ‘îşkenceya li kolanê’ dê giliyê polîsan bike
12:00 Ocalan: Divê makeqanûneke ku tundiya 40 salan li gelê kurd û tirk bide derbaskirin hebe
11:17 Li Tirkiyeyê cînayetên siyasî û polîtîkaya necezakirinê
11:15 Tifaqa Ked û Azadiyê li Stenbolê dicive
10:20 Ji bo cenazeyên li Goristana Kilyosê bang: Bila malbat serlêdanê bikin
09:55 Têkildarî hestiyên li Geliyê Zîlan hatin dîtin hê jî lêpirsîn nehatiye destpêkirin
09:44 Ji bo zaroka hatiye revandin meleye mizgeftê xistin dewrê!
09:43 Sarisozen: Hevdîtina Tirkiye-Şamê nîşaneya têkçûnê ye
09:16 ‘Keça me li ber zilmê rabû û çû çiyê’
09:04 Naxwazin li gundê wan tesîsa komkirina bermayiyên hişk bê çêkirin
09:02 Bavê Kûrtayê ku bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest da: Çima her kes tenê temaşe dike?
09:01 Berxwedana ji Gabarê ber bi Silopiyayê ve: Fatma Uyar
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2023'YAN
08:57 2 polîsên ku Elaltunterî derb kirin ji peywirê hatin dûrxistin
02/01/2023
23:18 Kesên di qezayê de mirin hatin veşartin
23:12 Li Amedê polîsan li welatiyekî xist
22:47 Cenazeyê Kûrt piştî 7 salan li Amedê hat veşartin
20:00 Li Girtîgeha Afyonê girtî dê dest bi greva birçîbûnê bikin
18:33 Danişîna doza çalakiyên Kobanê hat lidarxistin
16:56 Malbata Kurt piştî 7 salan cenazeyê kurê xwe wergirt
16:42 Tecrîda Îmraliyê di rojeva Meclisê de ye: 17 pirs ji Bozdag kirin
16:20 Karataş ê 30 sal in girtî ye xistin hucreya yek kesî
15:31 Kazan: Daxwaza ‘bila tevdîrê deynin ser alîkariya Xizîneyê ya ji bo HDP’ê’ skandala hiqûqî ye
15:27 HDP'ê li Amedê serdanên gel bi dawî kir
14:51 Febrîqeya Nan a Gel li Qereçobanê dest bi hilberînê kir
14:42 Planên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
14:20 Wezîrî 2 sal berê ji bo rêya ku 6 kes lê mirîbûn soza ‘rêwîtiya biewle’ dabû
13:36 Rojhilat û Îranê bi protestoyan dest bi sala 2023’yan kir
13:23 Îbrahîm Seydo Aydogan qala hûrguliyên Komkujiya Parîsê kiriye
13:04 Li Qamişloyê 36 DAIŞ’î û hevkarên wan hatin girtin
12:48 KON-MED: Em bi girseyî cenazeyên xwe bişînin Kurdistanê
12:45 Li Stenbolê polîsan 2 ciwan bi çekê birîndar kirin
12:41 Malbata Şenyaşar: Yên ku çavê xwe ji bêdaletiyê re digrin wê têk biçin
12:30 NPG’ê bîlançoya şer a salekê parve kir
11:14 Parlamenterên HDP’ê: Divê demildest hevdîtin li gel Abdullah Ocalan bê kirin
10:58 Îsraîlê Balafirgeha Şamê bombebaran kir
10:45 Cenazeyê welatiyê ku di Çemê Dîcleyê de winda bûbû hat dîtin
10:28 Li Mêrdînê wesayîta xebatkaran qelibî: 6 kes mirin, 5 kes jî birîndar bûn
10:08 Li Meksîkayê bi wesayîtên zirxî ser girtîgehê de girtin: 14 kes mirin
09:02 Alaya têkoşînê ya keça xwe hilgirtiye
09:00 ‘Li girtîgehan ewlehiya jiyanî ya girtiyan ji holê rabûye'
09:00 Parêzera Fîncanci: Dadgeh di bin zextan de ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2023'YAN
08:30 Xebatkarê şaredariyê întîhar kir
08:21 Berdana wî bû mizgîniya sersalê
01/01/2023
21:04 Welatiyek di Çemê Dîcleyê de wer bû
19:36 Balafirên şer Geliyê Bazêyanê bombeberan kirin