Dengê kolanên Wanê: Çare Tifaqa Ked û Azadiyê ye

  • rojane
  • 09:02 31 Kanûn 2022
  • |
WAN - Waniyan ku nîqaşên der barê tifaqa siyasî û rojeva hilbijartinê de nirxandin, diyar kirin ku ji bo guherandina rêveberiyê çareserî Tifaqa Ked û Azadiyê ye. 
 
Her ku hilbijartin nêz dibin nîqaşên di navbera partiyan de ku tifaq çêkirine gur dibin. Di vê çarçoveyê de xebatên Tifaqa Ked û Azadiyê ku bi pêşengiya HDP'ê hatiye avakirin, bênavber didomin. Pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê ku li ser esasê têkoşîna hevpar li hev kom bûne, dê di rojên ewil ên sala 2023'yan de nexşerêya xwe diyar bikin. Mitînga ewil a sala nû jî dê di 15'ê Çileyê de li Qada Kartalê ya Stenbolê bê lidarxistin. 
 
Waniyan ku têkildarî tifaqê û rojeva hilbijartinê de axivîn, xwestin ku rêveberiya welêt bê guherandin. Her wiha şêniyên bajêr gotin ku çare jî Tifaqa Ked û Azadiyê ye. 
 
'DIVÊ PERGAL BIGUHERE'
 
Tayfûn Bakir anî ziman ku ji bo desthilata heyî biguhere kurd divê bi hev re tevbigerin û wiha got: "Di serî de kurd, divê hemû gel di vê ferqê de bin û pitşgiriyê bidin Tifaqa Ked û Azadiyê. Êdî divê her kes vê zilma li gel tê kirin bibîne. Êdî bes e, divê ev pergal biguhere. Em gel êdî nikarin nanê tisî bibin mala xwe." 
 
Bakir destnîşan kir ku ji bo gelê kurd ferqa tu tifaqên din tune ye û got ku lewma ew li cem Tifaqa Ked û Azadiyê ne. 
 
BEHSA POŞMANIYA XWE KIR
 
Îrfan Tûrgût bilêv kir ku du caran raya xwe daye AKP'ê û got ku ji ber ku raya xwe daye AKP'ê pir poşman e. Tûrgût wiha axivî: "Xwezî her du lingên min bişikiyana lê min raya xwe nedana AKP'ê. Ez pir poşman im. 55 salî me, min heya vî umrê xwe xizaniyeke wiha û betaliyeke wiha nedîtibû. Mirov birçî û perîşan in. Hin mirov hene nikarin nan jî bibin mala xwe. Welêt serobino kirine. Gava em li mirovên welatên din dinêrin em ji ber xwe fedî dikin. AKP'ê bi salan e mirovan dixapîne. Niha jî behsa 2023'yan dikin. Kesên rayê didin AKP'ê bila careke din bifikirin. Ev partî tenê ketiye etra zengînan. Em hatiey rewşeke wisa ku êdî em naxwazin bijîn. Tu siberojeke ciwanan tune ye. Ez ê heya dawiyê piştgiriyê bidim Tifaqa Ked û Azadiyê." 
 
Haci Ozdemîz jî diyar kir ku li Wanê xizanî heye û got: "Li vî bajarî derfetên kar tune ne. Em ê piştgiriyê bidin tifaqa ku guh li pirgsirêkên gelan dikin û ji derdê mezlûman fêm dikin. Bila ev gel ji hilbijartinê heya hilbijartinê tenê neyê bîra wan. Bila her tim li cem gel bin. Lewma em ê pitşgiriyê bidin Tifaqa Ked û Azadiyê ku li cem gel e û guh li pirgsirêkên gel dike." 
 
'BÊYÎ HDP'Ê KES NIKARE BI SER BIKEVE'
 
Îbrahîm Sancak anî ziman ku ew her tim li cem HDP'ê ne û bêyî HDP'ê tu tifaq nikare bi ser bikeve. Sancak destnîşan kir ku gava CHP bibe desthilat dê tu ferqa wê ji AKP'ê tune be û got ku lewma rengê me HDP ye. Sancak diyar kir ku ew wanî dê piştgiriyê bidin Tifaqa Ked û Azadiyê. 
 
Mûrat Kaya jî diyar kir ku ew piştgiriyê didin HDP'ê û got: "Em piştgiriyê didin Tifqa Ked û Azadiyê ku HDP di nav de ye. Ji lew re HDP, hêvî ye. Em hêviyê di HDP'ê û Tifaqa Ked û Azadiyê de dibînin. Tu hêviya me ji her du tifaqên din tune ye. Jixwe em dibînin bê van partiyên din çi anîne serê welêt. Bi salan e zilmê li vî gelî dikin. Ji bo dawî li vê zilmê bê, raya me û rengê me HDP ye." 

Sernavên din

05/01/2023
09:02 Tevî ku gurcikek wî nîne jî tedawiya wî nayê kirin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2023'YAN
04/01/2023
22:33 2 leşker ji ber destdirêjiyê hatin girtin
20:54 Berteka ciwanan a li dijî tecrîdê: Aştî nayê tecrîdkirin
20:39 Kesên di Komkujiya Parîsê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
19:32 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Şoreşger Menal Mêrdîn bi êrîşeke bêbext şehîd bû
16:36 HABER-SEN’ê ji bo piştevaniyê serdana Şenyaşar kir
16:18 Aslan: Kesên keça min revandine tên parastin
15:56 Beştaş: Îktidarê ji zû ve hilbijartinê winda kiriye
15:49 MKM: Em xwedî li cenazeyan derkevin
15:24 Li Îranê berxwedana bê navber
15:08 Li pêşiya TUÎK’ê protesto: Em ne budçeya şer lê ya kedkaran dixwazin
14:40 Doza GOÇÎZDER’ê: Bihayê barkêşiyê bû mijara sûc
14:13 ÎHD’ê ji bo pirsgirêka girtiyên nexweş çareseriya mayînde pêşniyar kir
14:01 Li Girtîgeha Afyonê greva birçîbûnê dest pê kir
13:50 Hestiyên li Geliyê Zîlan derketin holê di rojeva Meclisê de ye
12:42 Ferît Şenyaşar: Gelê Rihayê ber edliyeyê nîşanî bijartiyan dide
12:16 Nobeta Edaletê di roja 10’an de didome: Dawî li sûcê xwe yê li Îmraliyê bînin
12:00 Ji bo Perwer û Kizil ên li Parîsê hatin qetilkirin wê sibê merasîmek bê lidarxistin
11:58 AYM’ê qedexeya çalakî û şahiyan wek ‘binpêkirina maf’ nirxand
11:53 Peymana Stenbolê: Em biryara ku nehatiye teblîxkirin qebûl nakin
11:42 Demîrtaş: Her ku diçe qesr dewlemend, gel feqîr dibe
11:07 Çopên Wanê dirijînin golê û Çemê Botanê
10:52 Ambargoya Şamê bû sedemê mirina zarokekî
10:51 ‘A ku tê qetilkirin felsefeya jinan e’
10:18 Li Erxevanê bi hezaran kew bi kuştinê re rû bi rû ne
10:18 ‘Ne em kesên ziman qedexe dikin pergalê xera dikin’
10:08 Jinên rêveberên saziyan dê têkoşîna Emîne Şenyaşar berfirehtir bikin
09:03 Li Newala Qesaba vîlayên luks tên çêkirin!
09:03 Li Wanê nifûs bi 'projeya siyasî' tê kêmkirin
09:03 Serokê Giştî yê EHP'ê: Heke ên hilberîner em bin, nexwe divê ên welêt bi rê ve bibin jî em bin
09:02 'Cihê ku bêhiqûqîtî lê dest pê kiriye Girava Îmraliyê ye'
09:02 Parêzerê malbata Kazanhan Dîlsîz: AYM'ê biryareke emsal da
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2023'YAN
03/01/2023
19:16 Li nexweşxaneyê tekmîl li girtiyan tê ferzkirin
16:42 Cangoriyên li Parîsê ber bi Kurdistanê ve tên oxirkirin
16:26 Li Amedê dîmenê tundiya polîsan ê dûyemîn derket holê
16:21 EŞÎK ji bo pêşniyarqanûnê çû serdana HDP’ê
16:10 Di doza 5 kesên bi wesayîta zirxî hatin kuştin de wê rêjeya ‘qisûr’ were diyarkirin
16:02 HDP’ê serî li AYM’ê da: Daxwaza Dadgeha Bilind destwerdaneke yekser a li siyasetê ye
15:57 ŞanoWan bernameya xwe ya çile eşkere kir
15:40 Ji cîgirê midûrê dibistanê gotinên nijadperest
15:27 Çawişê pispor ê Mehmet Ûytûn qetilkirî li Efrînê li ser peywîrê ye!
15:02 Wezareta Dadê ji bo girtiyên nexweş giştîname weşand
14:51 Buldan: Sala 2022’yan sala berxwedanê bû, 2023 jî wê bibe sala serkeftinê
14:38 KESK: Em ê teslîmî enflasyonê nebin
14:24 HDP çû serdana berxwedêrên Kartonsanê
14:23 Li Girtîgeha Şakranê çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir
13:31 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:17 Wênesaz Ozgur Evran jiyana xwe ji dest da
12:33 'Heke derfet ji bo Abdullah Ocalan bê nasîn dê li Rojhilata Navîn şer biqede’
12:33 Di navbera daneyên enflasyonê yên ENAG û TUÎK’ê deji sedî 73 ferq heye
12:32 Malbata Şenyaşar: Pirsgirêka bingehîn a welêt bêedaletî ye
12:10 ÎHD’a Amedê ji ber ‘îşkenceya li kolanê’ dê giliyê polîsan bike
12:00 Ocalan: Divê makeqanûneke ku tundiya 40 salan li gelê kurd û tirk bide derbaskirin hebe
11:17 Li Tirkiyeyê cînayetên siyasî û polîtîkaya necezakirinê
11:15 Tifaqa Ked û Azadiyê li Stenbolê dicive
10:20 Ji bo cenazeyên li Goristana Kilyosê bang: Bila malbat serlêdanê bikin
09:55 Têkildarî hestiyên li Geliyê Zîlan hatin dîtin hê jî lêpirsîn nehatiye destpêkirin
09:44 Ji bo zaroka hatiye revandin meleye mizgeftê xistin dewrê!
09:43 Sarisozen: Hevdîtina Tirkiye-Şamê nîşaneya têkçûnê ye
09:16 ‘Keça me li ber zilmê rabû û çû çiyê’
09:04 Naxwazin li gundê wan tesîsa komkirina bermayiyên hişk bê çêkirin
09:02 Bavê Kûrtayê ku bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest da: Çima her kes tenê temaşe dike?
09:01 Berxwedana ji Gabarê ber bi Silopiyayê ve: Fatma Uyar
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2023'YAN
08:57 2 polîsên ku Elaltunterî derb kirin ji peywirê hatin dûrxistin
02/01/2023
23:18 Kesên di qezayê de mirin hatin veşartin
23:12 Li Amedê polîsan li welatiyekî xist
22:47 Cenazeyê Kûrt piştî 7 salan li Amedê hat veşartin
20:00 Li Girtîgeha Afyonê girtî dê dest bi greva birçîbûnê bikin
18:33 Danişîna doza çalakiyên Kobanê hat lidarxistin
16:56 Malbata Kurt piştî 7 salan cenazeyê kurê xwe wergirt
16:42 Tecrîda Îmraliyê di rojeva Meclisê de ye: 17 pirs ji Bozdag kirin
16:20 Karataş ê 30 sal in girtî ye xistin hucreya yek kesî
15:31 Kazan: Daxwaza ‘bila tevdîrê deynin ser alîkariya Xizîneyê ya ji bo HDP’ê’ skandala hiqûqî ye
15:27 HDP'ê li Amedê serdanên gel bi dawî kir
14:51 Febrîqeya Nan a Gel li Qereçobanê dest bi hilberînê kir
14:42 Planên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
14:20 Wezîrî 2 sal berê ji bo rêya ku 6 kes lê mirîbûn soza ‘rêwîtiya biewle’ dabû
13:36 Rojhilat û Îranê bi protestoyan dest bi sala 2023’yan kir
13:23 Îbrahîm Seydo Aydogan qala hûrguliyên Komkujiya Parîsê kiriye
13:04 Li Qamişloyê 36 DAIŞ’î û hevkarên wan hatin girtin
12:48 KON-MED: Em bi girseyî cenazeyên xwe bişînin Kurdistanê
12:45 Li Stenbolê polîsan 2 ciwan bi çekê birîndar kirin
12:41 Malbata Şenyaşar: Yên ku çavê xwe ji bêdaletiyê re digrin wê têk biçin
12:30 NPG’ê bîlançoya şer a salekê parve kir
11:14 Parlamenterên HDP’ê: Divê demildest hevdîtin li gel Abdullah Ocalan bê kirin
10:58 Îsraîlê Balafirgeha Şamê bombebaran kir
10:45 Cenazeyê welatiyê ku di Çemê Dîcleyê de winda bûbû hat dîtin
10:28 Li Mêrdînê wesayîta xebatkaran qelibî: 6 kes mirin, 5 kes jî birîndar bûn
10:08 Li Meksîkayê bi wesayîtên zirxî ser girtîgehê de girtin: 14 kes mirin
09:02 Alaya têkoşînê ya keça xwe hilgirtiye
09:00 ‘Li girtîgehan ewlehiya jiyanî ya girtiyan ji holê rabûye'
09:00 Parêzera Fîncanci: Dadgeh di bin zextan de ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2023'YAN
08:30 Xebatkarê şaredariyê întîhar kir
08:21 Berdana wî bû mizgîniya sersalê
01/01/2023
21:04 Welatiyek di Çemê Dîcleyê de wer bû
19:36 Balafirên şer Geliyê Bazêyanê bombeberan kirin