Dayikên Şemiyê: Em bi hesreta windayên xwe 2023'yan pêşwazî dikin

  • rojane
  • 13:56 31 Kanûn 2022
  • |
img
STENBOL - Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe vê heftê de de li aqûbeta Hayrettîn Eren pirsîn û gotin: "Ji bo pêkanîna edaletê û em ê her tim hêviya xwe zîndî bihêlin."
 
Dayikên Şemiyê ku her hefte ji bo aqûbeta windayên xwe bipirsin û kiryar bên eşkerekirin tên Qada Galatasarayê, ji ber ku qad li wan hat qedexekirin çalakiya xwe ya hefteya 927'emîn a dawîya sala 2022'yan bi rêya înternetê li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Hayrettîn Eren hat pirsîn. Xwişka Eren Îkbal Eren daxuyanî da. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: 
 
“Di sala 2023'yan de bila daxwaza edaletê ya her kesî pêk bê. 927 meh in em çalakiya xwe li dar dixin. Em hêvî dikin di sala 2023'yan de qeyrana bêedaletî û bêhiqûqî bi dawî be. Dayikên Şemiyê û Mirovên Şemiyê, bi hesreta xizmên xwe yên winda sala nû pêşwazî dikin. Ligel tiştên ke me jiyayî em her tim bi hêvî ne ku ji bo xizmên me rojek dê edalet pêk bê. 
 
Em sala 2022'yan jibîrnakin, efûnakin û dev ji bernadin. Di sala 2022'yan de jî ligel qedexe û zextan israra me berdewam kir. Qada Galatasarayê wek di rayagiştî ya cîhanê de bûye cihê hafizayê hêj jî li me qedexe ye. Ne tenê Qada Galatasarayê, goristana bêkesan û li ber avahiyên edliyeyê jî li me hatine qedexekirin. Di sala 2022'yan beriya hevdîtina me ya 700’î de bi lêdanê em hatin binçavkirin û doz di sala 2022'yan de jî berdewam kir.
 
Kesên ku makeqanûnê piştguh kirine, mafê jiyanê tune dihesibînin, heq û azadiyê ji holê radikin û dijminatiya edaletê dikin divê dev jî wan sêpandinan berdin. 
 
Em carek din daxwazên xwe wiha rêz dikin:
 
* Divê dewlet sûcê xwe ya windakirina di binçavan de qebûl bike û mekanîzmayên ku aqûbeta xizmên me diyar bike, pratîze bike. 
 
* Sûcê windakirina bi zorê di Qanûna Ceza a Tirk de bi sernavê sûcên li hember mirovahiyê bê sererastkirin. 
 
* Divê polîtîkayên bêcezahiştinê ya li hemberî kiryar û wezîfedarên dewletê yên ku sûc kirine, ji holê bên rakirin û divê li gorî hiqûqa gerdûnî sererastkirinek bê kirin. 
 
* Divê dewlet Peymana Navneteweyî a Derbarê Beriya Windakirinê Parastina Herkesî îmze bike. Ji ber ku ev peyman ji bo cezakirina sûcdaran û her wiha ji bo derketina rastiyan hatiye amadekirin.
 
Em bang li serokkomar jî dikin; 
 
Berpirsiyariya xwe ya li hemberî me divê hûn bi cih bînin. Dawî li binpêkirina mafên me, bêhiqûqiya li hemberî me û tevahiya mirovahiyê bînin. Dozên derbarê xizmên windayan li gorî konjonktura siyasî divê bên vekirin, divê li gorî konjonktura siyasî dosya neyên bidawîkirin. Divê hûn ji bo pratîzekirina pergala darazê tevbigirin. Divê bê zanîn ku em bi sebr û hêvî çalakiya xwe ya lêgerîna aqûbeta xizmên xwe bidomînin û em dev jî Qada Galatasarayê ya ku 228 heft ne li me hatiye qedexekirin bernadin."

Sernavên din

05/01/2023
09:02 Tevî ku gurcikek wî nîne jî tedawiya wî nayê kirin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2023'YAN
04/01/2023
22:33 2 leşker ji ber destdirêjiyê hatin girtin
20:54 Berteka ciwanan a li dijî tecrîdê: Aştî nayê tecrîdkirin
20:39 Kesên di Komkujiya Parîsê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
19:32 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Şoreşger Menal Mêrdîn bi êrîşeke bêbext şehîd bû
16:36 HABER-SEN’ê ji bo piştevaniyê serdana Şenyaşar kir
16:18 Aslan: Kesên keça min revandine tên parastin
15:56 Beştaş: Îktidarê ji zû ve hilbijartinê winda kiriye
15:49 MKM: Em xwedî li cenazeyan derkevin
15:24 Li Îranê berxwedana bê navber
15:08 Li pêşiya TUÎK’ê protesto: Em ne budçeya şer lê ya kedkaran dixwazin
14:40 Doza GOÇÎZDER’ê: Bihayê barkêşiyê bû mijara sûc
14:13 ÎHD’ê ji bo pirsgirêka girtiyên nexweş çareseriya mayînde pêşniyar kir
14:01 Li Girtîgeha Afyonê greva birçîbûnê dest pê kir
13:50 Hestiyên li Geliyê Zîlan derketin holê di rojeva Meclisê de ye
12:42 Ferît Şenyaşar: Gelê Rihayê ber edliyeyê nîşanî bijartiyan dide
12:16 Nobeta Edaletê di roja 10’an de didome: Dawî li sûcê xwe yê li Îmraliyê bînin
12:00 Ji bo Perwer û Kizil ên li Parîsê hatin qetilkirin wê sibê merasîmek bê lidarxistin
11:58 AYM’ê qedexeya çalakî û şahiyan wek ‘binpêkirina maf’ nirxand
11:53 Peymana Stenbolê: Em biryara ku nehatiye teblîxkirin qebûl nakin
11:42 Demîrtaş: Her ku diçe qesr dewlemend, gel feqîr dibe
11:07 Çopên Wanê dirijînin golê û Çemê Botanê
10:52 Ambargoya Şamê bû sedemê mirina zarokekî
10:51 ‘A ku tê qetilkirin felsefeya jinan e’
10:18 Li Erxevanê bi hezaran kew bi kuştinê re rû bi rû ne
10:18 ‘Ne em kesên ziman qedexe dikin pergalê xera dikin’
10:08 Jinên rêveberên saziyan dê têkoşîna Emîne Şenyaşar berfirehtir bikin
09:03 Li Newala Qesaba vîlayên luks tên çêkirin!
09:03 Li Wanê nifûs bi 'projeya siyasî' tê kêmkirin
09:03 Serokê Giştî yê EHP'ê: Heke ên hilberîner em bin, nexwe divê ên welêt bi rê ve bibin jî em bin
09:02 'Cihê ku bêhiqûqîtî lê dest pê kiriye Girava Îmraliyê ye'
09:02 Parêzerê malbata Kazanhan Dîlsîz: AYM'ê biryareke emsal da
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2023'YAN
03/01/2023
19:16 Li nexweşxaneyê tekmîl li girtiyan tê ferzkirin
16:42 Cangoriyên li Parîsê ber bi Kurdistanê ve tên oxirkirin
16:26 Li Amedê dîmenê tundiya polîsan ê dûyemîn derket holê
16:21 EŞÎK ji bo pêşniyarqanûnê çû serdana HDP’ê
16:10 Di doza 5 kesên bi wesayîta zirxî hatin kuştin de wê rêjeya ‘qisûr’ were diyarkirin
16:02 HDP’ê serî li AYM’ê da: Daxwaza Dadgeha Bilind destwerdaneke yekser a li siyasetê ye
15:57 ŞanoWan bernameya xwe ya çile eşkere kir
15:40 Ji cîgirê midûrê dibistanê gotinên nijadperest
15:27 Çawişê pispor ê Mehmet Ûytûn qetilkirî li Efrînê li ser peywîrê ye!
15:02 Wezareta Dadê ji bo girtiyên nexweş giştîname weşand
14:51 Buldan: Sala 2022’yan sala berxwedanê bû, 2023 jî wê bibe sala serkeftinê
14:38 KESK: Em ê teslîmî enflasyonê nebin
14:24 HDP çû serdana berxwedêrên Kartonsanê
14:23 Li Girtîgeha Şakranê çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir
13:31 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:17 Wênesaz Ozgur Evran jiyana xwe ji dest da
12:33 'Heke derfet ji bo Abdullah Ocalan bê nasîn dê li Rojhilata Navîn şer biqede’
12:33 Di navbera daneyên enflasyonê yên ENAG û TUÎK’ê deji sedî 73 ferq heye
12:32 Malbata Şenyaşar: Pirsgirêka bingehîn a welêt bêedaletî ye
12:10 ÎHD’a Amedê ji ber ‘îşkenceya li kolanê’ dê giliyê polîsan bike
12:00 Ocalan: Divê makeqanûneke ku tundiya 40 salan li gelê kurd û tirk bide derbaskirin hebe
11:17 Li Tirkiyeyê cînayetên siyasî û polîtîkaya necezakirinê
11:15 Tifaqa Ked û Azadiyê li Stenbolê dicive
10:20 Ji bo cenazeyên li Goristana Kilyosê bang: Bila malbat serlêdanê bikin
09:55 Têkildarî hestiyên li Geliyê Zîlan hatin dîtin hê jî lêpirsîn nehatiye destpêkirin
09:44 Ji bo zaroka hatiye revandin meleye mizgeftê xistin dewrê!
09:43 Sarisozen: Hevdîtina Tirkiye-Şamê nîşaneya têkçûnê ye
09:16 ‘Keça me li ber zilmê rabû û çû çiyê’
09:04 Naxwazin li gundê wan tesîsa komkirina bermayiyên hişk bê çêkirin
09:02 Bavê Kûrtayê ku bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest da: Çima her kes tenê temaşe dike?
09:01 Berxwedana ji Gabarê ber bi Silopiyayê ve: Fatma Uyar
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2023'YAN
08:57 2 polîsên ku Elaltunterî derb kirin ji peywirê hatin dûrxistin
02/01/2023
23:18 Kesên di qezayê de mirin hatin veşartin
23:12 Li Amedê polîsan li welatiyekî xist
22:47 Cenazeyê Kûrt piştî 7 salan li Amedê hat veşartin
20:00 Li Girtîgeha Afyonê girtî dê dest bi greva birçîbûnê bikin
18:33 Danişîna doza çalakiyên Kobanê hat lidarxistin
16:56 Malbata Kurt piştî 7 salan cenazeyê kurê xwe wergirt
16:42 Tecrîda Îmraliyê di rojeva Meclisê de ye: 17 pirs ji Bozdag kirin
16:20 Karataş ê 30 sal in girtî ye xistin hucreya yek kesî
15:31 Kazan: Daxwaza ‘bila tevdîrê deynin ser alîkariya Xizîneyê ya ji bo HDP’ê’ skandala hiqûqî ye
15:27 HDP'ê li Amedê serdanên gel bi dawî kir
14:51 Febrîqeya Nan a Gel li Qereçobanê dest bi hilberînê kir
14:42 Planên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
14:20 Wezîrî 2 sal berê ji bo rêya ku 6 kes lê mirîbûn soza ‘rêwîtiya biewle’ dabû
13:36 Rojhilat û Îranê bi protestoyan dest bi sala 2023’yan kir
13:23 Îbrahîm Seydo Aydogan qala hûrguliyên Komkujiya Parîsê kiriye
13:04 Li Qamişloyê 36 DAIŞ’î û hevkarên wan hatin girtin
12:48 KON-MED: Em bi girseyî cenazeyên xwe bişînin Kurdistanê
12:45 Li Stenbolê polîsan 2 ciwan bi çekê birîndar kirin
12:41 Malbata Şenyaşar: Yên ku çavê xwe ji bêdaletiyê re digrin wê têk biçin
12:30 NPG’ê bîlançoya şer a salekê parve kir
11:14 Parlamenterên HDP’ê: Divê demildest hevdîtin li gel Abdullah Ocalan bê kirin
10:58 Îsraîlê Balafirgeha Şamê bombebaran kir
10:45 Cenazeyê welatiyê ku di Çemê Dîcleyê de winda bûbû hat dîtin
10:28 Li Mêrdînê wesayîta xebatkaran qelibî: 6 kes mirin, 5 kes jî birîndar bûn
10:08 Li Meksîkayê bi wesayîtên zirxî ser girtîgehê de girtin: 14 kes mirin
09:02 Alaya têkoşînê ya keça xwe hilgirtiye
09:00 ‘Li girtîgehan ewlehiya jiyanî ya girtiyan ji holê rabûye'
09:00 Parêzera Fîncanci: Dadgeh di bin zextan de ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2023'YAN
08:30 Xebatkarê şaredariyê întîhar kir
08:21 Berdana wî bû mizgîniya sersalê
01/01/2023
21:04 Welatiyek di Çemê Dîcleyê de wer bû
19:36 Balafirên şer Geliyê Bazêyanê bombeberan kirin