Li Tirkiyeyê cînayetên siyasî û polîtîkaya necezakirinê

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê bi destê hêzên ewlekariyê, MÎT, kontrgerîla û ulkucuyan gelek cînayetên siyasî hatin kirin lê belê di darizandinên piştre de yan ceza li kesekî nehat birîn an jî tenê bi tetîkkêşan re bisînor man. 
 
Di encama êrişa çekdarî ya li dijî Navenda Çandê ya Kurd a li Taxa Strasbourg Saint Denis a Parîs a Fransayê de Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), hunermend Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil hatin qetilkirin. Saziyên kurdan piştî komkujiyê li pey hev daxuyanî dan û diyar kirin ku komkujiya hatiye kirin têkiliya xwe bi dewleta tirk re heye. Di daxuyaniyan de hat destnîşankirin ku li gel Fransayê, dewleta tirk li gelek welatên Ewropayê xwe birêxistin kiriye û koma ku jê re dibêjin Bozkurtlar jî di van êrişan de tên bikaranîn. 
 
Komkujiya hatiye kirin, cînayetên siyasî yên berê û komkujiyên dewletê bi bîr xist. Her wiha gelek bûyerên ku faîlên wan hêzên ewlekariyê yan jî endamê Komeleya Ciwanan a Ulkucu (UGD) pêk hatin. Cînayetên siyasî yên ku beriya damezirandina komarê bi qetilkirina Mûstafa Suphî û Parlamenterê Trabzonê Alî Şukru Bey dest pê kirin, piştre jî bi taybet bi qetilkirina rewşenbîr û karmendên kurd berdewam kirin. Bi taybet jî di salên 1990’î de xebatên kontrgerîla hatin zêdekirin û li gorî daneyên fermî, herî kêm 17 hezar cînayetên kiryarnediyar hatin kirin. Di heman demê de rojnamegerên kurd Mûsa Anter, Ferhat Tepe, Hafiz Akdemîr, Huseyîn Denîz û Seyfettîn Tepe jî hatin qetilkirin. 
 
CÎNAYET BÊCEZA MAN 
 
Di darizandinên piştî qetilkirina akademîsyen, rojnameger û siyasetmedaran de sûcdarên rasteqîn nehatin eşkerekirin. Li gel ku di encama hemû lêpirsînan de weke berpirsyar rayedarên hêzên ewlekariyê, rêveberên kontrgerîla û endamên UGD’î derketin jî van kesan di dosyayan de qet ceza wernegirtin. Di hinek dozan de jî ji bo ku rê li ber bertekan bigirin tenê çendek sal ceza dan tetîkkêşan. 
 
Me çendek suîqestên siyasî yên ku navên rayedarên tirkiyeyî jî di dosyaya lêpirsînê de cih digirin berhev kirin.
 
* Damezirînerên Partiya Komunist a Tirkiyeyê Mûstafa Suphî, Ethem Nejat û 13 rêhevalên xwe di şeva 28’ê çileyê girêdayî 29’ê çileyê dikir de ji bo ku li Yekitiya Sovyetan werin vegerandin li Trabzonê li keştiyekê hatin siwarkirin û ji hêla Serqeyikvan Yahya Kahya ve hatin kuştin. Ji ber ku keştiya wan jî hat noqkirin, cenazeyên wan nehatin dîtin.
 
* Yek ji sûîqestên ewil ên dîroka komarê jî kuştina Parlamenterê Trabzonê Alî Şukrî Beg a di 27’ê adara 1923’yan de li Enqereyê ye. Di Meclisa 1’emîn de parlamenterê ku herî zêde li dijî Mûstafa Kemal Ataturk derdiket, Alî Şukru Beg bû. Derket holê ku ji hêla fermandarê lîwaya mihafiz Topal Osman ve hatiye kuştin. Dema Topal Osman jî ji Enqereyê direviya hate girtin, şewitandin û kuştin. Piştre jî dewletê îade-î îtîbar kir û Topal Osman weke lehengê neteweyî ragihand. Her wiha peykerê wî li bajarê wî Gîresûnê hate danîn. Lê belê piştperdeya bûyerê tu caran nehat vekolandin û di her komkujiyan de jî faîl nehatin cezakirin. 
 
SABAHATTÎN ALÎ
 
* Nivîskar Sabahattîn Alî di 16’ê hezîrana sala 1948’an de li Kirklareliyê bi lêdanê hate kuştin. Alî ku xwedî nêrîneke Marksîst bû, gelek caran hate girtin û gef lê hatin xwarin. Lewma jî xwest ji Tirkiyeyê biçe. Li ser sînorê Bulgaristanê ji hêla kesê bi navê Alî Ertekîn ve ku jê re rêberî dikir ve hate kuştin. Ertekîn ku efserekî berê bû, di îfadeya xwe de îdia kir ku Alî hestên wî yên neteweyî sor kirine lewma kuştiye. Dihat îdiakirin ku Ertekîn endamê MÎT’ê bû û hate girtin. 4 sal piştre jî hate berdan. 
 
* Rojnameger Ahmet Muzaffer Gurkan û Ayhan Hîkmet ku li Qibrisê rojnameya Cumhuriyetê diweşandin, di şeva ku 23-24’ê nîsana 1962’yan de li malên xwe hatin kuştin. Hîkmet û Gurkan wê demê muxalîfên Fazil Kuçuk û Raûf Denktaş bûn ku wê demê rêbertiya civaka tirk a li Qibrisê dikirin. Di weşanên xwe de digotin ku divê li girav ji hêla qibrisiyan ve bê birêvebirin û her du milet jî bikarin bi hev re bijîn. Îdia hene ku cînayet ji hêla Rêxistina Mukavemeta Tirk ve hatine kirin û îfadeyên endamên rêxistinê yên di vê derbarê de jî hene. Lê belê tu caran nehat eşkerekirin bê ka ev cînayet ji hêla kê ve hatine kirin. 
 
ABDÎ ÎPEKÇÎ
 
* Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê Rojnameya Mîlliyetê Abdî Îpekçî di 1’ê sibata 1979’an de ji hêla sûîqestker Mehmet Alî Agca ve hate kuştin. Agca 5 piştî cînayetê di 25’ê hezîrana 1979’an de li Kiraatxaneya Kulluk a li Qada Beyazit a Stenbolê hate girtin. Li gel ku polîsê Agca girtî 37 salî bû jî dîsa hate teqawidkirin. Agca jî got ku heke derbikeve dadgehê dê her tiştekî bibêje. Demekî kin piştre jî li Girtîgeha Leşkerî ya Maltepeyê bi cilên leşkerî firar kir. Agca di 13’ê gulana 1981’an de hewl da li dijî II. Ioannes Paulus sûîqestê bike.
 
* Yek ji akademîsyenên navdar ê Tirkiyeyê Prof. Dr. Cavît Orhan Tutengîl di 7’ê kanûna 1979’an de li pêşiya mala xwe ya li Kolana Sulun a li Levent a Stenbolê di encama êrişa çekdarî de hate kuştin. Serokê Ocaxên Ulkuyan ê berê Recep Ozturk di çarçoveya cînayeta Tutengîl hate binçavkirin lê piştre bi hinceta nebûna delîlan hate berdan. Dema ku hat xwestin îfadeya wî dîsa were girtin jî derket holê ku jizûve derketiye derveyî welat. Du ulkucuyên ku navên wan di sûîqesta Tutengîl de derbas dibun yek jê Celal Adan piştre bû Serokê DYP’a Stenbolê û yê din Alî Dogan jî bû parlamenterê ANAP’ê yê Mereşê. Lê belê ev bûyer tu caran nehat vekolandin. 
 
KEMAL TURKLER
 
* Serokê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger Kemal Turkler di 22’yê tîrmeha 1980’an de li pêşiya mala xwe ya li Stenbolê rastî êrişa çekdarî hat û hate kuştin. Kujer Unal Osmanagaoglû ku ji ber qetilkirina Turkler û Komkujiya Bahçelîevlerê lêgerîna wî hebû, di sala 1999’an de hate girtin lê di encamê de sê caran biryara beraetê hate dayîn. Dema dosya anîn dadgeha herêmî jî ji ber demborînê doz betal bû. Her wiha tevî ku di Îdianameya MHP û Saziyên Ulkucuyan de dozgeriyê ji bo Celal Adan gotibû “Teqez bûye ku di kuştina Kemal Turkler de yek ji kesên cînayet plan kirî û pêk anî jî ew e “ jî hate beraetkirin. 
 
* Dîroknas û zanyara siyasetê Bahriye Uçok di 6’ê cotmeha sala 1990’an de ji ber teqîna paketa ku hatiye ber deriyê mala wê ya li Çankaya ya Enqereyê de jiyana xwe ji dest da. Uçok, di sala 1988’an de il ser televîzyonê gotibû; “Di Îslamiyetê de girêdana dersokê û girtina rojiyan mecbûrî nîne” û piştî vê gotinê gef lê hatibûn xwarin. Rêxistina bi navê Tevgera Îslamî ev cînayet li xwe girt. 
 
MÛSA ANTER
 
* Rojnamegerê kurd Mûsa Anter di 20ê îlona sala 1992’yan de li Semta Seyrantepe ya Amedê ji hêla endamên JÎTEM’ê ve hate qetilkirin. Îtîrafkarê JÎTEM’ê Abdulkadîr Aygan piştre navên kesên ku cînayet kiribûn eşkere kir. Di Rapora Susurlukê de ku Serokê Lijneya Teftîşê ya Serokwezîriyê Kutlu Savaş amade kiribû de hat destnîşankirin ku cînayet ji hêla Mahmût Yildirim ê bi nasnavê Yeşîl ve hatiye plankirin û pêk anîn. Lê belê tevî ku di darizandinê de navê gelek endamên JÎTEM’ê derbas dibûn jî ceza nehatin dayîn û doz bi hinceta demborînê ket. 
 
* Rojnameger Namik Taranci di 20’ê mijdara sala 1992’yan de li Amedê di encama êrişeke çekdarî de hate kuştin. Taranci, nûçegihanê kovara Haberde Yorumda Gerçek’ê bû û demekê jî serokatiya Şaxa Komeleyên Ciwanên Welatparêz Şoreşger (YDGD) a Amedê kiribû. Derket holê ku êriş ji hêla Hîzbûllahê ve hatiye kirin. Lê belê cînayet nehat ronîkirin û faîlên wê nehatin cezakirin. 
 
UGUR MUMCU 
 
* Rojnameger Ugur Mumcu di 24’ê çileya sala 1993’yan de li pêşiya mala xwe ya li Kolana Karli ya Enqereyê di encama teqîna bombeya di wesayîta xwe de jiyana xwe ji dest da. Pisporên lêkolîna cihê bûyerê ku demekî kin piştre hatin cihê bûyerê, ji ber ku delîlên diviya bû bi mûkeşê bihatina komkirin paqij kirin, tu delîl neman. Rêxistinên weke Eniya Tevgera Îslamî û ÎBDA-C’ê ev cînayet li xwe girtin û hat îdiakirin ku suîqest ji hêla Mossad û kontrgerîla ve hatiye plankirin. Pêşengê rêxistina sûc a organîzekirî Seda Peker, di 23’yê gulana sala 2021’an de dîmenek parve kir û got ku sûîqest ji hêla Mehmet Agar ve hatiye pêkanîn. Tevî vê yekê jî derheqê Agar de tu lêpirsîn nehatin destpêkirin.  
 
MEHMET SÎNCAR
 
* Parlamenterê Partiya Demokrasiyê (DEP) ê Mêrdînê Mehmet Sîncar, di 4’ê îlona sala 1993’yan de li Êlihê hate qetilkirin. Ji ewilî Tugaya Tolhildanê ya Tirk ev cînayet li xwe girt. Lê di rapora piştî qezaya Susurlukê hatiye amadekirin de eşkere bû ku cînayet ji hêla Mahmût Yildirim, îtîrafkarên PKK’ê Alaattîn Kanat, Îsmaîl Yeşîlmen û Mesût Mehmetoglû ve hatiye kirin. Derheqê endamê Hîzbûllahê Cîhan Yildiz de ku tê gotin ku di êrişê de tetîkkêşî kiriye de jî hêj tu biryar nehatine dayîn. Her wiha navên Mehmet Agar, Mahmût Yildirim û îtîrafkarên JÎTEM’ê Alaattîn Kanat jî di dosyayê de derbas dibûn lê derheqê wan de tiştek nehat kirin û xetereya demborînê li ser dosyayê heye. 
 
* Rojnamegerê qibrisî Kutlu Adali di 6’ê tîrmeha sala 1996’an de li pêşiya mala xwe hate kuştin. Ji lêpirsîna Midûriyeta Giştî ya Polîsan encamek derneket û nehat zanîn bê ka cînayet kê kiriye. Hevjîna wî Îlkaya Adali derheqê Tirkiyeyê de li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) doz vekir û DMME’yê bi sedema ku lêkolîneke baş nehatiye kirin Tirkiye mehkûm kir. Sedat Peker, di parvekirina xwe ya di 23’yê gulana 2021’an de bal kişand ser hevalê Midûrê Giştî yê Emniyetê yê demê Mehmet Agar ê bi navê Korkut Eren. Peker, da zanîn ku ji bo sûîqestê ji wî tetîkkêş hatiye xwestin û wî jî ji birayê xwe Atîlla Peker peywirdar kiriye lê sûîqest ji hêla komeke din ve hatiye kirin. 
 
HRANT DÎNK
 
* Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk di 19’ê çileya 2007’an de li pêşiya rojnameyê ya li Şîşlî ya Stenbolê hate kuştin. Pêvajoya darizandinê heta demekî dirêj li ser tetîkkêş Ogun Samast û Yasîn Hayal hate domandin û di 15’ê tîrmeha 2016’an de jî lêpirsîn hate berfirehkirin. Rayedarên emniyetên Stenbol û Trabzonê yên demê jî tev li lêpirsînê hatin kirin. Di danişîna dozê ya li 14’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê de ev biryar hat dayîn: “Sûîqest di çarçoveya armancên FETO’yê de hatiye kirin.” 
 
KOMKUJIYA PARÎSÊ 
 
* Ji damezirînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Parîsê Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di 9’ê çileya sala 2013’an de li Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê ya li Parîs a Fransayê hatin qetilkirin. Kujer Omer Guney piştî komkujiyê hate girtin û di sala 2013’an de bi sedema “cînayetê” derheqê wî de lêpirsîn hate destpêkirin. Lêpirsîna derheqê sûîqestê di gulana 2015’an de temam bû lê doz nehat vekirin. Dihat plankirin ku doz bi tawanbariya “sûîqesta têkildarî rêxistina terorê” di 23’yê çileya 2017’an de bê lidarxistin lê derket holê ku Guney di 17’ê kanûna 2016’an de mirî ye. Dozgeriya Parîsê endamtiya Guney a MÎT’ê paşguh kir û ji bo belgeyên Guney ku 20 roj beriya komkujiyê çûbû Tirkiyeyê jî israr nekir. Serlêdana giliyê ya malbatan ku di sala 2018’an de ji bo darazê kirin û di daxwaznameyê de gelek belge îşaret bi rola MÎT’ê ya di cînayetê de dikirin û derket holê ku Guney beriya komkujiyê gelek caran çûye Tirkiyeyê û vegeriya ye. 
 
Li Girtîgeha Fresnesê qeydên dengên hevdîtinên Guney ên bi ziyaretvanan re dihatin girtin. Di van dengan de derket holê ku têkiliya di navbera sîxûrên MÎT’ê ên li Almanya û Belçîkayê yên bi Guney re pir xurt in. Di encama serdegirtinên polîsên alman de pêşî li ber plana MÎT’yê ya revandina Guney  li nexweşxaneyê hate astengkirin. Tevî belgeyên li Almanya û Belçîkayê derketin holê jî ji bo ronîkirina piştperdeya komkujiyê tiştek nehat kirin. 
 
Di 23’yê kanûna 2022’yan de jî li Parîsê komkujiya duyemîn hate kirin. Mîna komkujiya ewilî, hewl didin komkujiyê têxistin stûyê kesekî “hişê wî ne li serê wî.” 
 

Sernavên din

08/01/2023
09:00 Li ser sînor amadekariyên êrişê tên kirin
09:00 ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2023'YAN
09:00 Li Şirnexê kesek hate binçavkirin
07/01/2023
22:11 Li navçeyên Stenbolê 3 jinên kurd ên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
21:46 Li Ewropayê bi deh hezaran kesî xwest ku komkujî bê ronîkirin
19:02 Li Kobanê ciwanan komkujiyên li Parîsê protesto kirin
18:36 Diz ketin Cemiyeta Rojnamevanan a Bedlîsê
16:57 Ferît Orak nayê berdan: Nexweşiyên wî lê nû bûn
16:55 Kurtulan: Divê em li dijî tecrîdê têkoşînê berfireh bikin
16:39 ‘Tu hêz nikare siyaseta demokratîk bloke bike’
16:38 TJA’yê û HDP’ê cangoriyên Parîs û Silopiyayê bi bîr anîn
16:17 Girtiyê nexweş ê 82 salî êdî nikare biaxive!
15:40 PENa Kurd: Divê qada navnetewî xwedî li nivîskar û rojnamegerên girtî derkeve
15:24 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Gurban were berdan
15:07 TJA: Em dengê xwe bi dengê jinên Kurdistanê re bilind dikin
15:03 Dayika Aştiyê Bedriye Demîr hate veşartin
14:52 Bûldan: HDP dê bi namzetê/a xwe bikeve hilbijartinê
14:41 Polîsan gule berdan dolmîşa penaberan: Kesek mir, kesek birîndar bû
14:35 35 sal in agahî ji Îsa Soysal nayê girtin
14:35 Dayikên Şemiyê : Em ji bo qûrbaniyên Basayê edaletê dixwazin
13:59 Doza Denîz Poyraz: Em ê dosyeyê bibin dadgehên bilind
13:35 Ozdogan: Di pergala hiqûqê de blokekirina alîkariyê tune ye
11:56 Berxwedana li Rojhilat û Îranê dê li Amedê were nîqaşkirin
11:27 Malbata Şenyaşar: Tawanbar xwe li pişt AKP’ê veşartiye
10:59 Li Îranê 2 kes hatin bidarvekirin
10:46 Abdullah Ocalan: ‘Gladioya nû’ nayê fêmkirin, dibe meylên bi vî rengî rû bidin
10:13 Sê jinên ku rêya wan li ser têkoşîna azadiyê gihîşt hev !
09:40 Dest ji koçertiya bi salan berdide!
09:29 Gelê Amedê: Bi bloqekirina xizîneyê nikarin vîna gel bişkînin HDP gel e
09:11 Rojnamevan Gulo: Gel li xaka Sûriyeyê li çareseriyê digere
09:02 Parêzer Yildirim: Heya hiqûq li Îmraliyê pêk neyê em ê têbikoşin
09:02 Li Amedê konsera Serê Salê tê lidarxistin
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:05 Li Amedê otobusa rêwiyan wergeriya: 5 kes mirin 22 kes birîndar bûn
06/01/2023
23:00 Li Wêjegeh Amedê fîlmê ‘Pîrebok’ê
22:39 Li Kanîreşê berfê erdê spî kir
21:20 Dayika Aştiyê Demîr jiyana xwe ji dest da
16:13 Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bang: Divê demildest lêkolîn bê destpêkirin
15:54 Nobeta Aştiyê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:36 Şandeya ku ji Başûr hat serdana DBP’ê kir
14:18 Sepanên li Deriyê Sînor ê Xabûrê rêya îxracatê dirêj kir!
14:16 OHD: Blokekirina hesabê alîkariya bo HDP’ê li dijî Destûra Bingehîn e
14:08 ÎSÎG’ê rapora sala 2022’yan aşkere kir: Hezar û 843 karkeran jiyana xwe ji dest da
14:01 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:55 Xelata Edaletê dan Emîne Şenyaşar
12:46 Li Edeneyê nan bû 5 TL
12:29 Vahyettîn Sari yê 25 sal in girtî ye sewqî Sîncanê hate kirin
12:29 Serokwekîlê Koma HDP’ê Olûç: Em bê vebijêrk nînin, em ê mezin bidin windakirin
12:02 Ji bo Îmraliyê gazî Wezareta Dadê kirin: Divê Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike
11:43 Sakîne Cansiz: Li Rojhilat baweriya min bi hêza jinê tê
11:34 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em nêzî vebijêrka namzetê hevpar in
10:45 Bertek nîşanî biryara AYM’ê da: Darbeyeke li dijî siyaseta demokratîk e
10:40 Fehîm Taştekin: Li Sûriyeyê kurd dikarin hevkariyê bi ser bixînin
10:21 Wezaretê mirina Rozerîn Çûkûr weke ‘maf’ dît
10:07 Li Mêrsînê 8 kes hatin binçavkirin
10:03 Xwendekarên rastî êrişa nîjadperestan hatibûn hatin berdan
09:59 Lêçûyînên qeymeqamiyê hemû ji kîsî şaredariyê ne
09:58 Pitika ku di bin TIR’ê de ma jiyana xwe ji dest da
09:43 Li Pêtirgehê 32 qadên madenê hatine vekirin!
09:03 Şaredariya AKP'î ruxset da avahiya derqanûnî
09:03 Sînem Mihemed: Şermezarkirin têr nake, divê li dijî ambargoyê tevbigerin
09:02 Li Sêrtê seferberiya ji bo kurdî: Em xwedî li zimanê xwe derkevin
09:02 Li komeleya AVESTA'yê qursên kurdî dest pê kirin
09:01 Baltaci ku 30 sal in girtiye nayê berdan
09:01 ‘Gelo ji zilma kîmyasalê mezintir zilmek din heye?’
09:00 ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2023'YAN
05/01/2023
20:44 Amedsporê cardin qalevan Yokûşlû transfer kir
20:36 Platforma Jinan a Dersimê: Gulîstan Dokû li ku ye?
19:56 Li Hezêxê zarokekê hewl da ku xwe bikuje
18:54 Cenazeyê Evîn Goyiyê li Qendîlê spartin axê
16:53 Li Şirnexê jinên kurd ên hatin qetilkirin hatin bibîranîn
16:52 Togrûl: Gelo AYM di fermana kê de ye?
16:43 AYM’ê biryara HDP’ê teblîxî parêzeran nekir
16:40 ‘Berevajîkirinên emniyetê bûn mijara darizandinê’
15:34 Qeymeqamtiyê têkildarî tundiya polîsan a li Nisêbînê daxuyanî da
15:20 Cenazeyê Mîr Perwer di bin dorpêçê de hat veşartin
15:00 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:59 Qeyûm li Amedê ji bo kadroyan seferber bûn: Herî kêm 700 kesan dikin kadro
14:59 Doza GOÇÎZDER’ê: 13 kes hatin berdan
14:47 Cenazeyê Emîne Kara ber bi Qendîlê ve hate oxirkirin
14:29 Jinan li Amedê jinên kurd bibîr anî: Dengê jinan dengê şoreşê ye
14:15 Hesaba alîkariya Xizîneyê ya HDP’ê hate bloqekirin
13:52 Baroya Mêrdînê têkildarî tundiya polîsan daxuyanî da
13:04 Cenazeyê qurbaniyê êrişa Fransayê Abdurrahman Kizil hat veşartin
12:55 Derhiqûqtiya li girtîgehê: Hevdîtinên parêzer-girtiyan hatine guhdarîkirin
12:52 Cezayê gefxwarinê li kujer Onûr Gencer hat birîn
12:30 PAK’ê ji bo piştgiriyê serdana Malbata Şenyaşar kir
12:29 Tifaqa Ked û Azadiyê civiya
11:53 Çalakiya parlamenterên HDP’ê: Li Îmraliyê hiqûq ji holê hatiye rakirin
11:26 Li rojnamevana girtî Şahînliyê piştî 5 salan doz hate vekirin
11:15 Di operasyona leşkerî de daristan hatin şewitandin
10:46 Li Mezopotamyayê xetereya hişkesaliyê
10:02 Polîsan ji ber cil û bergên kurdî tundiyê li zarokek û ciwanekî kirin
09:04 Birayê Arvas ji bo Kîlyosê bang li parêzvanên mafên mirovan kir
09:04 Kursiya ku avêt polîsan wekî çekê hatiye hesibandin!
09:03 Li Nûrheqê qada ji bo kanên madenan hatiye veqetandin ji qada jiyanê berfirehtir e
09:03 Qeyûm nikaribû pere bide, 'Baxçeyê Gel' di nîvî de ma
09:03 Qeyûm ji dêvla Qada Bajêr, tuwalet çêkirine
09:03 Dadgeh: Beşdariya li civîna KCD'ê ne sûc e
09:02 Daxwazên Baroya Şirnexê yên ji bo tevlibûna dozên jinan tên redkirin