Malbata Emîn Sarik ê li Newala Qesaba hat veşartin: Ev bêwijdanî ye

  • rojane
  • 09:02 10 Çile 2023
  • |
img
SÊRT - Malbata Emîn Sarik ku piştî di şer de jiyana xwe ji dest daye û cenazeyê wî û hevalên wî li Newala Qesaba hatine veşartin, got ku bêwijdanî ye ku mirov rabe li ser hestiyên mirovan avahiyan çêbike. 
 
Li Newala Qesaba ku cenazeyên kurd û ermeniyên hatine qetilkirin bi awayekî komî lê hatine veşartin, vîlayên luks tên çêkirin. Bertekên li dijî vê zêde dibin. 
 
BERTEKA MALBATA SARİK
 
Li gorî qeydên cendirmeyan ji kadroyên pêşengên PKK'ê Mahmsûm Korkmaz (Egîd) jî di nav de 82 kes li Newala Qesaba hatine veşartin. Lê hejmara kesên ku di binçavan de hatine qetilkirin û li vir hatine veşartin ne daxilî vê hejmarê ye. Ji kesên li vir hatine veşartin yek jê jî ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Emîn Sarik e. Sarik ku di sala 1960'î de li gundê Kinaskê yê navçeya Misircê ya Sêrtê hatiye dinyayê, di sala 1963'yan de tevî malbata xwe li Êlihê bi cih bûye. Sarik, piştî darbeya leşkerî ya sala 1980'yî beşdarî nava PKK'ê bûye. Sarik ku bi salan di nava PKK'ê de maye, di sala 1985'an de di şer de tevî 3 hevalên xwe jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê wî ku li ber çavê dêya wî Merese Sarik li Newala Qesaba hatiye veşartin, tevî hemû hewldanan jî radestî malbatê nehatiye kirin. Merese Sarik ku ji bo hestiyên kurê xwe wergire bi salan li ber xwe daye, 4 sal beriya niha jiyana xwe ji dest daye. 
 
Huseyîn Sarik, birayê Emîn Sarik, bertek nîşanî çêkirina vîlayên luks ên li Newala Qesaba li ser hestiyên mirovan tên çêkirin, da. 
 
DAYIKA WÎ JIYANA XWE JI DEST DA
 
Sarik bibîr xist ku wê demê Fermandarê Cendirmeyan ê Perwariyê gazî bavê wî kirine ji bo teşxîskirina cenaze û got: "Bavê min ji bo teşxîskirina cenaze çû, lê teşxîs nekir. Paşê dêya min çû û ew teşxîs kir. Xwestin cenae wergirtin, lê nedan. Gava ji bo teşxîsê çûn 20 roj di ser kuştina birayê min û 3 hevalên wî re derbas bûbû. Dêya min ji me re wiha behsa wê demê dikir; 'Gava em çûn, rayedarên eskerî di nava xwe de xeber didan. Paşê hatin cem min û gotin ew ê ji bo teşxîskirinê cenaze rê wan bidin. Me li wesayîtê siwar kirin û birina Newala Qesaba. 20 roj di ser re derbas bûbûn, lê cenazeyê kurê min û 3 kesên din hê jî nehatibûn veşartin û di wesayîteke leşkerî de bûn. Min Emîn teşxîs kir. Ji bo cenazeyê me bidin, min rica kir ji rayedaran. Lê li ber çavê min li Newala Qesaba erd kolan û cenazeyê her 4 kesan xistin wir.' Dêya min ji bo wergirtina cenaze pir israr kir, lê nedan. Ji wê çaxê ve gelek caran serlêdan kir, lê bêyî ku cenazeyê kurê xwe veşêre jiyana xwe ji dest da. Tekane daxwaza wê hestiyên kurê xwe wergire."
 
TEKANE WÊNEYÊ WÎ
 
Sarik da zanîn ku tenê ne gelê Sêrtê, her kesî dizanibû ku li qada ku hestî lê ne înşeat tê çêkirin û wiha domand: “Gava em ji bo teşxskirina birayê min çûn, ez 11 salî bûm. Bi qasî ku tê bîra min lênûskeke berreş rê me dan û wêneyê birayê min tê de bû. Wê demê gava fermandarê qereqolê sixêf kirin, kalê min kul avêtibû fermandar. Paşê tahde li me kirin. Û dêya min wêneyê birayê min ji wê lênûskê kiribû. Ev wêne, tekane wêneyê birayê min e. Ji wê çaxê heya niha cenaze nedane. Tevahiya gelê Sêrtê dizane ku kûçikekî hestiyên li wir wergirtibûn û li nava Sêrtê geriyabû û cardin ew hestî anîbûn vir. Her kes bi vê dizane, lê dîsa jî li vir vîlayên luks ên bihawiz tên çêkirin. Ev çi wijdan û exlaq e." 
 
KÎJAN WIJDAN...
 
Sarik bibîr xist ku niha jî li vê qada wehşetê piştî hêwana dawetan, dibistana polîsan û rêya hawirdorê, avahiyên 8 qatî û vîlayên luks ên bihawiz û AVM tên çêkirin. Sarik wiha axivî: "Wehşeta li hemberî mirovên bêkefen ên li vir hatine veşartin her diçe zêdetir dibe. Kê ew der dabe ber îmarê û wan avahiyan çêdike, dê li bara hiqûqê hesab bide. Li ser hestiyên mirovan govendgerandin û avjenîkirin wijdanek çawa ye? Hûn ê bi kîjan wijdanî zarokên xwe li vir mezin bikin? 8 meh berê gava em tevî şandeyê û parlementeran çûn wir, ji me re gotin înşeat hatiye sekinandin. Lê niha em dibînin ku bi sedan vîla tên çêkirin. Em bang li malbatan dikin. Em şandeyekê ava bikin û di warê hiqûqî de bitêkoşin. Em pêşî li ber vê hovîtiyê bigirin. Em li hemberî kapîtalîzma hov têbikoşin. Ez bang li gelê Sêrtê dikim; li ser gorên zarokên we vîla bên çêkirin hûn ê qebûl bikin? Em xwe têxin dewsa van malbatan."
 

Sernavên din

14/01/2023
09:02 Guven jî di nav de cezayê li 27 kesan hatibû birîn hat xerakirin
09:02 Xelkê Geverê: Xezîneya herî mezîn vîn û rêxistina me ye
09:02 Ji Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê Qadir: Ji bilî tifaq û yekitiyê tu çekeke me ya din nîne
09:02 'Civaka êzidî wê bi sûîqastên MÎT'ê xelas nebe'
09:00 ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:52 Konsera kurdî bi gefa polîsan hate betalkirin
08:40 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo Veysî Taş çalakî li dar xist
13/01/2023
23:07 Konsera 'serê salê' hat lidarxistin
20:09 Li Cizîrê serê salê hat pîrozkirin
18:20 Ji bo mîtînga Tifaqa Ked û Azadiyê belavok hatin belavkirin
16:04 Rapora girtîgehên Anatoliyaya Navîn: Binpêkirin zêde dibin
16:00 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
15:57 Leşkerên tirk gule berdan zarokên li ber sewalan: 2 zarok birîndar bûn
15:33 Li Amedê Serê Salê hate pîrozkirin
15:31 Ji bo Mêrdîn ku li Şengalê hatibû qetilkirin şîn hate danîn
15:30 Rojnamevan Sezgîn Kartal hat girtin
15:15 Çûna Bulbul a Ewropayê hat astengkirin
15:07 Rewşenbîr û nivîskar: Dengên me ji bo kesên aştiyê dixwazin e
14:22 Di doza xelatkirina JIN TV de biryarên AYM’ê li ber çavan nehatin girtin
14:21 Veysî Taş ê ku xwe şewitand: Ez ji bo Rêbertiyê canê xwe feda dikim
13:36 Derbarê rojnamevan Kartal de biryara girtinê hate dayîn
13:35 Li Dêrazorê 2 DAIŞ’î hatin kuştin
13:31 Malbata Şenyaşar parlamenterên AKP’î vexwend danişînê
13:18 Li Silêmaniyê di qada gazê de teqînek çêbû
12:51 Li Qoserê Serê Salê hat pîrozkirin
12:48 Bi girseyê serdana malbata endamê HPG'ê hat kirin
12:45 Ji bo Serokê DÎAYDER’ê Baran biryara tehliyekirinê hate dayîn
12:32 Cenazeyên Yûnûs Karadagi û Mûstafa Bayindir hatin veşartin
12:32 Parlamenterên HDP'ê: Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye
12:05 Hunermend Tunç albûmeke nû derxist
11:59 Mehmet Ocalan: Divê her kes bi qasî ku ji dest tê li dijî tecrîdê derkeve
11:58 Girtiyan ji Konsolosxaneya Fransayê re name şand: Qetlîamê ronî bikin
11:55 Beriya mutalaayê dosya li Doza Kobanê hate zêdekirin
10:55 Jinek li Tarsûsê hate qetilkirin
10:47 Li bazarê kar nîne: Em li benda hilbijartinê ne
10:46 Welatiyê li Mêrdînê xwe şewitandî jiyana xwe ji dest da
10:28 Muslim: Meseleya Sûriyeyê bi tevkariya gelên Sûriyeyê dikare çareser bibe
10:13 Amadekariyên mitînga ‘Em bi hev re biguherînin’ temam bûn
10:02 Cenazeyê endamê HPG’ê Guçlu hat veşartin
09:59 Pirsa ‘Li Gabarê petrol derketiye, gelo tu çi difikirî’ ji girtiyan hatiye kirin!
09:53 Rojnameger Muhammed: Her ku Tirkiye êrişan dike DAIŞ mezintir dibe
09:06 Hevserokê PADÊ: Hevdîtinên bi Iraqê re erênî derbas bûn
09:03 Rêxistina HDP'a Amedê dê kongreya xwe li dar bixe
09:03 ‘Giştînameya ku ji bo girtiyên nexweş hat weşandin çareseriyê di xwe de nahewîne'
09:02 Xelkê Wanê: Heya em hebin dê HDP li ser pêyan be
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2023'YAN
12/01/2023
21:56 Bûldan: HDP ne kêlekbirê tu maseyan e, em rêwiyên rêya sêyem in
20:55 OHD'ê rapora xwe ya der barê Girtîgeha Sîncanê ya Jinan de eşkere kir
19:54 Li Hezoyê cerdevan bi hev ketin: 2 kes mirin
19:24 Amedsporê ji Galatasarayê lîstikvanek transfer kir
19:14 Li Girtîgeha Xarpêtê girtiyan dest bi gireva birçîbûnê kir
16:48 Rêxistina HDP’a Torbaliyê: Bila tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe
16:05 Li Êlihê doza 28 kesan hat taloqkirin
15:31 Hevdîtina li gel Abdullah Ocalan dîsa ji bo 3 mehan hat qedexekirin
15:24 Saziyên ziman: Dersên hilbijarî xapandin e, em perwerdehiya fermî dixwazin
15:18 ‘TUÎK enflasyonê vedişêre’
14:21 CHP’ê dosyeya trolên Soylû eşkere kir
14:07 Gunay: Tu zextan nekarî kevneşopiya têkoşîna me biçûk bike
14:05 Di doza ‘fînanseya’ çalakiyên Kobanê de SEGBÎS xera bû
13:47 Di êrişa li Şêrawa de 4 leşkerên Şamê birîndar bûn
13:41 Li Êlihê tundiya zilam: Kesek mir 2 kes birîndar bûn
12:44 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:15 Komîsyona OHAL’ê 109 hezar û 332 dosya red kir
11:50 Barzanî, xwest peymana ku destkeftiyên êzidiyan hedef digire were pêkanîn
11:50 Malbata Şenyaşar: Em di 17’ê çile de li Meletiyê ne
11:47 Parlamenterên HDP’î: Divê dengê Abdullah Ocalan bê bihîstin
10:43 Li Êlih û Amedê wê serê salê were pîrozkirin
10:30 Gerstêrkeke nû ya ji bo jiyanê guncav hate keşfkirin
10:23 Pileya germahiya panavan derket asta herî bilind
10:08 Dîroknas Aydin: ‘Komara Demokratîk’ ji bo sedsala duyemîn şensek e
10:02 Serokê Baroya Wanê: Divê îşkence û tundiya li ser penaberan bêceza neyê hiştin
09:52 Rojnamevan Oremar: Li Îranê gel di daxwazên xwe de bi israr e
09:04 Îstinafê cezayê ku li rojnamevan Gok hatibû birîn erê kir
09:04 HES, bendav û kanên madenê gefê li Dêrsimê dixwin
09:03 Banga ji bo mitînga 15'ê çileyê: Hêvî em in
09:03 Şeker: TBB têkildarî Îmraliyê nivîs ji wezaretê re şandiye
09:03 ‘Ji ber ku ne welatê wan e, Baxçeyên Hewselê talan dikin’
09:00 ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2023'YAN
11/01/2023
22:49 Lîstika ‘Seyrana Li Çeper’ hat lîstin
20:24 Xebatên ji bo mîtînga 15'ê Çileyê didomin
18:54 Fîncanci ji girtîgehê derket: Ev têkoşîn dê neqede
18:47 Êrişî avahiya HDP'ê ya Mûşê kirin
16:34 Egîtîm Sen: Qedexekirina zimanê zikmakî sûcê li dijî mirovahiyê ye
16:25 Li Wanê polên xwendekarên keç û kur ji hev hatin cudakirin
16:24 TTB: Cezayê li Fîncanciyê hate birîn pûç û vala ye
16:07 Li Îzmîrê bijîşkek li mala xwe mirî hate dîtin
15:04 Partiya Çep a Kesk: Biryara bloqekirina alîkariya xizîneyê xesp e
14:02 Ji bo Fîncanci biryara tehliyeyê hate dayîn
13:51 Li Êlihê qeza trafîkê: Kesek mir, 5 kes birîndar bûn
13:35 Eren: Serdozger tu delîlên hiqûqî pêşkeş nekirin
13:13 Li ser rêya Qamişlo-Hesekê êrişî wesayîtekê hat kirin
13:05 Berxwedana li Îranê tevî zextan jî didome
13:02 Fîncanci: Me got ‘bila kesek nemire’ lewma dibin hedef
12:22 Parlamenterên HDP'ê: Divê dawî li tecrîdê were û tavilê hevdîtin bê kirin
12:20 Malbata Şenyaşar: Em di 17’ê çile de li benda darizandinek adilane ne
11:39 76 sazî û 2 hezar û 393 kes li dijî blokekirina hesabê HDP'ê rabûn
11:30 Giştînameya girtiyên nexweş: Divê rêgeza wekheviyê bê pêkanîn
11:29 Thomas Schmidt: CPT’yê bi serdana xwe ya dawî re qebûl kir ku li Îmraliyê mercên taybet hene
11:15 Serlêdana parastina penaberên ji rojhilatê Kurdistanê hat redkirin
10:55 Qeyûm ne kesê 95 puan wergirt, kesê 61 puan wergirt kar û kir midûr!