Dîroknas Aydin: ‘Komara Demokratîk’ ji bo sedsala duyemîn şensek e

  • rojane
  • 10:08 12 Çile 2023
  • |
img
STENBOL – Dîroknas Erdogan Aydin diyar kir ku pêşniyara Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a “Komara Demokratîk” ji bo Tirkiyeyê şenseke û wiha got: “Tekane rê û rêbaza tedawîkirina birînên Tirkiyeyê Komara Demokratîk e.” 
 
Komara Tirkiyeyê piştî hilweşîna Împaratoriya Osmanî, di 29’ê Cotmeha 1923’yan de li ser bingeha “Tirkîtiyê” hate avakirin. Komara Tirkiyeyê dikeve sedsala duyemîn. Di tevahiya komarê de polîtîkayên înkar, tunekirin û pişaftinê esas hatin girtin û di serî de gelê kurd, tevahiya gelên li Tirkiyeyê di qirkirinê re hatin derbaskirin. Gelê kurd li dijî van qirkirinan, gelê kurd bi awayekî sîstematîk serî hil da. Herî dawî jî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li dijî van polîtîkayan serî hil da. Ocalan, dibêje ku çareseriya mayînde bi “Komara Demokratîk” pêkan e û ev pêşniyara Ocalan di sedsala duyemîn a Tirkiyeyê de jî tê nîqaşkirin. 
 
Dîroknas Erdogan Aydin bal kişand ser rola kurdan a di komarê de û pêşniyara Komara Demokratîk ku perspektîfa çareseriyê ya Abdullah Ocalan e nirxand. 
 
WELATÊ HEVPAR Ê KURD Û TIRKAN
 
Aydin bal kişand ser serdema beriya komarê û wiha got: “Di wê serdemê de pênaseya welatê kurdan û tirkan hebû. Lewma jî daxwazeke bi vî rengî ya Cemiyeta Azadî hebû. Di serdema têkoşîna neteweyî de sozeke ku dê mafên kurdan û tirkan mîna hev bin hatibû dayîn. Dema em ji vê hêlê ve lê dinihêrin, wateya millet a ku dihat bikaranîn ne di wateya ‘neteweya tirk’ de bû. Qala miletê misilman dihat kirin. Di nava vê têgehê de jî hem kurd û hem jî tirk hebûn.”  
 
KURD BÊTECRÛBE BÛN 
 
Bi domdarî Aydin qala Mîsak-i Mîllî kir û ev tişt anî ziman: “Xaka welêt a ku dihat xwestin were rizgarkirin, weke ‘xaka kurdan û tirkan’ dihat pênasekirin. Li gel vê, ji bo mafên kurdan û tirkan çûn Lozanê. Di vê pêvajoyê de piştgirî ji eşîrên kurdan girtin. Her wiha metnên îmzekirî jî hilgirtibûn. Lê belê di navberê de ferqekî mezin heye; çîna serdest a tirkîtiyê ku siyaseta tirkîtiyê esas digirt, ji hêla leşkerî ve pir birêxistinkirî bûn û entelektûel bûn. Bi tecrûbeya Îttîhat Terakkî re bûn. Lê hêla din ti tecrûbeyeke serdestên kurd tune bû.” 
 
‘KARÊ NÎVCOMAYÎ’
 
Di berdewamê de Aydin got ku di navbera kurdan de nakokî hebûn û vê jî dikir ku nekarin bên ba hev û bi hev re tiştekî bikn. Aydin, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di mijara siyaseta neteweyî ya kurd de zehmetî dikişandin. Serdemekî wiha bû. Dema ev faktor tên ba hev, di esasê xwe de piştî îmzekirina Peymana Lozanê, Mûstafa Kemal û rêveberên din dest bi temamkirina karê nîvcomayî kirin. Karê nîvcomayî çi bû? Bêguman projeya Ziya Gokalp a Tirkkirin, Misilmankirin û Muasirkirinê bû. Bi tesfiyekirina ermen û ruman re jixwe heta astekî pêş ketibûn. Lê vê carê divê yên bihatina tesfiyekirin, ji misilmanan bûna. Kurd jî yên sereke bûn. Lewma jî piştî Peymana Lozanê, rêveberiya Têkoşîna Neteweyî ‘Makeqanûna 1921’an’ guherand.” 
 
RÊVEBERIYA XWESER A DEMOKRATÎK
 
Aydin, diyar kir ku aliyekî Rêveberiya Nenavendî ya Makeqanûna 1921’an hebû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi vî aliyê xwe ve ‘rêveberiya xweser a demokratîk’ mîsoger dikir. Heke wê demê bi makeqanûnê bikirana, hem dê pirsgirêka kurdan bihata çareserkirin hem jî dê Tirkiye demokratîk bûbûya. Dê Tirkiye niha welatekî pir mureffeh û dewlemend bûya. Dê di qada navneteweyî de xwedî roleke pir çalak bûya. Lê belê çîna serdest a tirk tenê xwe bi sînorên tirkîtiyê ve bisînor kirin û xwestin mîna ermenan, kurdan jî tesfiye bikin. Ev tesfiye xistibûn serê xwe. Xwedî îdeolojiyeke neteweperest û meyla wan a dewletê jî bi vî rengî bû. Êdî nedixwestin van xakan û serdestiyê bi kurdan re parve bikin. Di esasê xwe de heke parve bikirana, dê îro li herêmên kurdan rewşa aboriyê gelek baş bûbûya.” 
 
SERHILDAN BI ÎNKARÊ RE DEST PÊ KIR
 
Dîroknas Aydin diyar kir ku li dijî vê ferasetê Serhildana Şêx Seîd pêş ketiye lê belê çîroka “serhildan çêbû lewma me berê xwe da kurdan” hate vegotin û ev nirxandin kir: “Ev gotin teqez rast nîne. Şêx Seîd neçarî serhildanê kirin. Sedema vê ya esasî jî ew e ku di asta makeqanûnê de kurdayetî hate înkarkirin. Sedema serhildanê ev bû. Anku hemû sozên di dema têkoşîna neteweyî de hatibûn dayîn red kirin û li ser vê yekê di şexsê Şêx Seîd de serhildan dest pê kir. Heta wê demê jî pêşerojeke hevpar dihat fikirîn. Serhildan, berteka travmayê bû. Lê mixabin ev serhildan ji hêla çîna serdest a tirk ve ji bo êrişên topyekûn ên li dijî kurdan weke firsendek hate bikaranîn. Piştre jî qanûna Takrîr-î Sukun anku ‘bêdengî’ hate derxistin. Bi vê qanûnê re ne tenê kurd, tu derdorên muxalîf li ser pêyan nehiştin. 
 
TESFIYE KETE DEWRÊ
 
Heta Raûf Orbay, Alî Fuat Cebesoy, Refet Belle, Adnan Adivar û gelek navên di nava Fikraya Komarê ya Terakkîperverê de ku ‘Têkoşîna Neteweyî’ dabûn destpêkirin, hatin tesfiyekirin. Derdorên sosyalîst jî bi fîzîkî hatin tunekirin. Ev rewş di heman demê de ‘operasyonek’ bû. Nazim Hîkmet Ran xwe bi zorê xelas kir. Tu muxalîf nehiştin. Heta çapemeniya Stenbolê ku alîgirên Enqereyê bûn, tevek jî li Xarpêtê di hucreyê de girtin. Mafê elewiyan ê elewîtiyê jî ji destê wan standin û bi awayekî fiîlî qedexe kirin. Di serdema ewil de qels bûn. Lewma bi kurdan, elewiyan û sosyalîstan re hevkarî kirin. Lê çawa ku di şer de bi ser ketin û Lozan hate îmzekirin, êdî dest bi projeya xwe kirin.”
 
TIRKIYE VEGUHERANDIN XERABIYÊ
 
Aydin, da zanîn ku bi hezaran mirov hatine kuştin û wiha derbirî: “Xerabiyên pir mezin li Tirkiyeyê kirin. Bi hezaran mirov hatin sirgûnkirin û dest danîn ser mal û milkê bi hezaran kesan. Mîna Îttîhat Terakî li kesên nemisilman kiribû, wan jî heman tişt li kurdan kir. Lê kurd li dijî wan rabûn û di berxwedana ‘Serhildana Şêx Seîd’ de gotin ‘em mafên xwe dixwazin.’ Lê gotina ‘kurdan her tim serî hil da’ raste nîne. Aliyeke cuda yê Serhildana Agiriyê heye. Lê serhildanên din tevek jî bi gotinên weke ‘em zimanê xwe, baweriya xwe dixwazin. Em jî neteweyek in’ hatin kirin.” 
 
WEKE MÊTINGEHE NAVXWEYÎ HATE DÎTIN
 
Bi domdarî Aydin rewşa heyî bi metefora ‘gur û berxik’ vegot û wiha berdewam kir: “Gurê ku li jor dimîne ji berxik re dibêje ‘tu ava min şilo dikî.’ Berxik jî dibêje; ‘Ez nikarim ava te şilo bikim ji ber ku ez li jêr im. Ava te ji wir ber bi jêr ve diherike.’ Rewşeke wiha hebû. Kurdî hate qedexekirin, karnameyên sirgûnê, di hemû raporan de hat gotin ku Kurdistan jinûve were vesazkirin. Lewma jî ji Balkanan, Kafkasan koçber anîn û li vê herêmê bi cih kirin. Bi van sepanan teknolojiya endezyariyê bi kar anîn. Ev yek, atmosfereke mêtingeha navxweyî ye. Rêhesin birin Kurdistanê. Lê ev rêhesin ne ji bo mafê hemwelatiyê kirin. Ji bo dagirkirina Kurdistanê kirin. Dibistan jî bi heman mebestê çêkirin. Weke amûrên pişaftinê hatin bikaranîn. Heke îro mafê bingehîn ê ziman hêjta tune be, sedema vê ev e. Armanca sereke yektîpkirin bû. Bersiva ‘çima komar demokratîk nebû’ jî ev tiştên me li jor vegotin e.” 
 
DAHÛRANDINEKE GIŞTÎ YE 
 
Aydin, got; “Di hêvanê vî karî de dijdemokrasî heye” û ev nirxandin kir: “Endamtiya Tirkiyeyê ya NATO’yê bandoreke neyînî li ser demokrasiyê kir. Îktîdarê di heman çarçoveyê de polîtîka pêş xistin. Ji ber van polîtîkayan jî heta sedsala duyemîn demokrasî pêk nehat. Heke em hemû qedexeyên ku di stûyê me de hevsar û di destên me de weke kelemçe dimînin ji holê rakin û rexnedayîneke baş bidin, dê pêşiya me vebe. Wê demê dê di vê sedsala nû de pirsgirêk çareser bibin. Heke hewldaneke wiha nebe, kî dibe bila bibe ev tê wê wateyê ku rêveberên me dixwazin mîna sedsala ewil me birêve bibin. Kurdatî, elewîtî, sendîka û maf qedexe ne. Dê çi bibe? Di rewşe wiha de bila kesek nebêje çima îslamîst bûn desthilatdar. Heke hûn zextê li civakê bikin dê encam wiha be. Lewma hewcehî bi dahûrandinên giştî heye.”
 
‘JEHRKUJ E’ 
 
Herî dawî jî Aydin bal kişand ser fikra “Komara Demokratîk” a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ev tişt anî ziman: “Komara Demokratîk tê wateya komara pirçandî û pirmiletî ye. Dê her kes bikare xwe tê de îfade bike. Tê wê wateyê ku hemwelatî çawa bixwazin dikarin wisa bijîn. Lewma jî Komara Demokratîk jehrkuja ‘Komara Kemalîst’ e. Ji bo biratiyê, aboriyeke xurt, aştî û aramiyê, Komara Demokratîk ji bo dema pêş nebe nabe ye. Komara Tirkiyeyê nikare sedsala duyemîn jî mîna ya yekemîn derbas bike. Jixwe niha hemû têkiliyên wê xitimî ne. Komara Demokratîk, vebijêrk û şensek e. Divê hemû derdorên civakê vê baş fêm bikin. Divê hêzê demokrasiyê yên Tirkiyeyê, tevgera kurdan, tevgera elewiyan û sosyalîst bikarin vê ji civakê re vebêjin. Li gorî min di vê mijarê de kêmasî hene. Komara Demokraktîk tekane rê û rêbaza tedawîkirina birînên Tirkiyeyê ye.” 
 
MA / Mehmet Aslan
 

Sernavên din

17/01/2023
09:09 Ji ber ku 'poşmanîtî' qebûl nekir berdana wê 6 meh taloq kirin
09:07 Bi îfadeya şahidê veşarî yê 'winda' ceza lê birîn
09:06 'Azadiya Abdullah Ocalan bi yekitiya gelan pêkan e'
09:05 ‘Bi bertekên xurt em dikarin pêşî li ber tunekirina xwezaya Kurdistanê bigrin’
09:04 Derhênerê ‘Seyrana Li Çeper’ Karaman: Şanoya kurdî xwedî ruhekî azad e
09:00 ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2022'YAN
16/01/2023
23:19 Li Amedê welatiyekî xwe şewitand
22:20 Minbic û Dêrazorê tecrîda li Îmraliyê protesto kirin
16:56 ESP û SGDF’ê li dijî tecrîda li Îmraliyê greva birçîbûnê da destpêkirin
15:46 Karkerên firinan ên Amedê: Em heqê keda xwe dixwazin
15:32 Kalo di salvegera yekemîn de li ser gora xwe hat bibîranîn
15:16 Wezîra Parastinê ya Almanyayê Lambrecht îstîfaya xwe da
14:41 Li ser sînor bang li rejîma Îranê kirin: Biryarên darvekirinê betal bikin
14:24 MYK’a HDP’ê civiya
14:23 Girtiyê ku 40 roj in di greva birçîbûnê de: Dengê me bibihîsin
14:12 Berxwedana li rojhilatê Kurdistanê û Îranê ket meha 5’emîn
14:12 Dewleta tirk bi çekên kîmyewî êrişî Zapê dike
14:06 Sancar: Me serî li AYM'ê da, divê biryar bimîne piştî hilbijartinê
13:19 Pêşnûmeya têkildarî hestiyên li Zîlanê bi hinceta ‘gotinên qebe û nexweş’ nehat qebûlkirin
12:20 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin
12:17 Iraq li sînor noqteyên kontrolê çêdike
11:53 Malbata Şenyaşar: Êdî bila zilm bidawî bibe
11:40 Faîlê ku 6 meh piştî kuştina Kiliç hate girtin biraziyê parlamenterê MHP’ê derket
11:20 Parlamentera Efxanistanê ya berê Mursel Nebîzade hate qetilkirin
11:06 Parlamenterên HDP’ê: Tecrîdkirina Ocalan, şer dijwartir dike
11:02 Li rawestgeha metrobusê welatiyek jiyana xwe ji dest da
09:52 Hayrî Durmuş nas kir, emrê xwe fedayî gelê xwe kir
09:05 Generalekî Biçûk ê girêdayî doza xwe: Kalo
09:04 Hevserokê OHD’ê: Girtî têkoşîna xwe ya birûmet didomînin
09:02 Li bazarên ku hêviya xizanan e jî her tişt biha ye
09:00 Emîne Şenyaşar ji bo danişînê bang kir: Em li benda her kesî ne
09:00 ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2023'YAN
15/01/2023
21:58 Bûldan: Gelên Tirkiyeyê wê fîşê AKP’ê û MHP’ê bikişînin
19:06 Çîçek: Hemû bêhiqûqiyan ji Îmraliyê dest pê kir û li welat belav bû
17:15 Diz ketin avahiya MED-DER’ê
16:58 Kalo dê sibe li ser gora xwe bê bibîranîn
16:57 Amedsporê tîma Isparta 32 Sporê 4-0 têk bir
16:06 Li Silopiyayê bernameya jinên dengbêj
14:07 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em soz didin vê desthilatê em ê bişînin
14:04 Mitînga ‘Em bi hev re biguherînin’ bi strana Demîrtaş dest pê kir
13:19 Hevserokên HDP’a Amedê diyar bûn
12:44 Qada Kartalê ji bo Tifaqa Ked û Azadiyê teng hat
12:16 150 malbatên li Kampa Holê dê bibin Mûsilê
11:44 Kongreya HDP’a Amedê: Sala 2023’yan dê bibe sala azadiya fîzîkî ya Ocalan
11:28 Li Newala Qesaban hevkariya sermaye-îktîdarê
11:08 Li Îzmîrê bi pileya 3.5’an erdhej çêbû
11:06 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re edaletê bînin
11:03 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Şakranê di roja 14’an de didome
10:50 Derket holê ku ciwanê digotin ji zinar ketiye hatiye kuştin
10:49 Li Aryen Komê qeydên qursa muzîkê dest pê kirin
10:17 Bajarên Serhedê qerisîn
10:16 Li Nepalê balafira rêwiyan ket: Herî kêm 16 kes mirin
10:16 Beriya mitînga Kartalê hinek rê ji trafîkê re hatin girtin
10:15 Li Xarpêtê bi pileya 4,9 erdhej çêbû
09:58 Rojnameger Aştiyan: Berxwedana jinan a li Îranê bandor li zilaman jî kir
09:18 Şaredariya Şirnexê ji aliyê mêran ve tê birêvirin: Tu serlêdanên ji bo xebatên jinan nayên qebûlkirin
09:08 ‘Heta tecrîd neyê rakirin demokrasî jî nayê vî welatî’
09:07 Parêzerên Malbata Şenyaşar banga beşdariya dozê kirin
09:06 Zarokê ku ketibû xefika çeteya hişbirê hat rizgarkirin!
09:05 Nivîskarê ‘Kûçikê Stalîn’: Armanca sereke ya şanoya kurdî hebûn e
09:03 Jina têkoşer a li ser zar û zimanan: Binevş Agal
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2023'YAN
14/01/2023
21:53 Li Êlihê tundiya zilam
21:21 Stenbol ji bo mitînga Tifaqa Ked û Azadiyê amade ye
20:24 4 zilamên ku tecawizî zarokekê kiribûn hatin girtin
18:57 Heyeta KESK’ê serdana DBP’ê kir
17:56 Li Stenbol, Mêrsîn û Enqereyê Serê Salê hat pîrozkirin
16:44 Şîna Bayindir bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin
16:34 Cenazeyê berxwedêrê rojiya mirinê Kûrt anîn Tirkiyeyê
16:33 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê hukmen bi ser ket
16:31 Ji ber nûçeyê derbarê rojnameger Candemîr de lêpirsîn hat destpêkirin
16:30 Dayikên Şemiyê: Divê faîlên Canan bên cezakirin
16:30 Komeleya 78’an a Amedê kongreya xwe li dar xist
15:56 ÎHD’a Stenbolê xwest Siddik Guler ê 83 salî bê berdan
15:38 Her ku diçe rewşa girtiyê nexweş Tanhan xerab dibe
15:22 DBP: Bila tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin
15:18 Baroya Colemêrg serî li Wezareta Dadê û TBB’ê da
14:50 Serdana Şînê: Sekna Bubo Taş, li dijî tecrîdê serhildan e
13:55 Sûngûr ê li Gabarê jiyana xwe ji dest dabû hate veşartin
13:52 Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk: Em ê bi têkoşîna hevpar bi ser bikevin
13:44 Malbatên windakiriyan xwestin kujer bên cezakirin
12:38 Odeyên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi kamerayan tên şopandin
11:56 Malbata Şenyaşar: Em bi daxwaza xwe ya edaletê di 17’ê çile de li Meletiyê ne
11:27 Tirkiye zexta ‘ser komkujiyê binuximîne’ li Fransayê dike
11:15 Ji serlêdanê re 87 roj in bersiv nayê dayîn: Wezareta Dadê sûc dike
10:07 Tifaqa Ked û Azadiyê bi mitîngê heyama nû dide destpêkirin
10:05 Li Wanê dikandarên halê di nav krîzê de ne
09:37 Li Sûriyeyê leşkerek tirk hat kuştin
09:35 Şûraya Dewletê dosyeya zarokê 14 salî ku hatibû qetilkirin xera kir
09:02 Guven jî di nav de cezayê li 27 kesan hatibû birîn hat xerakirin
09:02 Xelkê Geverê: Xezîneya herî mezîn vîn û rêxistina me ye
09:02 Ji Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê Qadir: Ji bilî tifaq û yekitiyê tu çekeke me ya din nîne
09:02 'Civaka êzidî wê bi sûîqastên MÎT'ê xelas nebe'
09:00 ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:52 Konsera kurdî bi gefa polîsan hate betalkirin
08:40 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo Veysî Taş çalakî li dar xist
13/01/2023
23:07 Konsera 'serê salê' hat lidarxistin
20:09 Li Cizîrê serê salê hat pîrozkirin
18:20 Ji bo mîtînga Tifaqa Ked û Azadiyê belavok hatin belavkirin
16:04 Rapora girtîgehên Anatoliyaya Navîn: Binpêkirin zêde dibin