Emîne Şenyaşar ji bo danişînê bang kir: Em li benda her kesî ne

  • jin
  • 09:00 16 Çile 2023
  • |
img
RIHA - Emîne Şenyaşar ji bo danişîna ewil a doza “komkujiya nexweşxaneyê” ku sibê bê lidarxistin got: “Heke zext çêbibe, dibe ku edalet pêk were û kurê min bê berdan. Hêviya min di hatina we de ye.” 
 
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de beriya Hilbijartina Giştî, xizm û parêzvanên parlamentere AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî dikana Malbata Şenyaşar kiribûn û êrişê li ber nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê dewam kiribû. Di êrişa li ber nexweşxaneyê de Haci Esvet Şenyaşar û lawên xwe Fadil û Adil Şenyaşar hatibûn qetilkirin. Çalakiya Nobeta Edaletê ku Emîne Şenyaşar, bi lawê xwe Ferît Şenyaşar re ji 9’ê Adara 2021’ê ve li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin didome. Danişîna ewil a dozê ku têkildarî dosyaya “nexweşxaneyê” hatiye destpêkirin wê sibê (17’ê çileyê) were lidarxistin.
 
Di doza ku ji bo 19 bersûcên kuştina her sê ferdên malbatê û birîndarkirina Ferît Şenyaşar û Mehmet Şenyaşar de cezayê girtîgehê tê xwestin de, tê payîn ku dosya dê bi dosyaya "cihê kar" re bibe yek.
 
Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar ku 679 roj in li ber Edliyeya Rihayê têkoşîna edaletê didin, ji bo danişîna dozê ku wê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê bê lidarxistin banga tevlibûnê kirin. 
 
EMÎNE ŞENYAŞARÊ BANG LI JINAN KIR 
 
Emîne Şenyaşar bi bîr xist ku danişîn wê sibê were lidarxistin û Fadil Şenyaşar 5 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Şenyaşar, bang li her kesê kir ku xwedî li dozê derkevin û wiha got: “Heta niha hemû jin xwedî li me derketin. Bila li dadgehê jî xwedî li me derkevin. Bila herkes ji her derê were dadgehê. Heke zext çêbibe belku edalet bi cih were û kurê min were berdan. Hêviya min di hatina we de ye.” 
 
‘LI NEXWEŞXANEYÊ MIROV NAYÊN KUŞTIN’
 
Şenyaşar a destnîşan kir ku du sal in ji bo edaletê têdikoşin, xwest ku bi vê dozê edalet bi cih were û wiha berdewam kir: “Bila kurê min berdin em jî biçin mala xwe. Ev hikumeteke çawa ye. Rastiya vê dewletê nîne tenê zilm dike. Kesên ku malbata min qetilkirin digerin, kurê min jî girtî ye. Êdî bes e bila ev zilm bi dawî bibe. Bila kujer bên cezakirin. Zarokên min û hevjînê min kuştin. Ez dixwazim hemû bên girtin. Li nexweşxaneyê mirov nayên kuştin, qeyd nayên tunekirin. Nexweşxaneya komkujî lê hate kirin di rojekê de nayê boyaxkirin. Ev dewleteke çawa ye? Êdî bes e bila kurê min were berdan û bila kesên ku ev komkujî pêkanîne jî bên girtin.”
 
‘SÛCÊ MIROVAHIYÊ YE’
 
Ferît Şenyaşar ê ji êrişan birîndar xelas bûbû jî wiha got: “Qetilkirina mirovên bêparastin a li nexweşxaneyê, qetilkirina bi lînckirinê li gorî hiqûqa navneteweyî sûcê şer e, sûcê li dijî mirovahiyê ye. Em bang li hemû partiyên siyasî dikin; di holê de sûcekî siyasî heye. Divê herkesên ku ji xwe re dibêjin ez mirov im tev li vê dozê bibin. Em bang li hemû baroyên Tirkiyeyê dikin. Baroyên herêmê doza me dişopînin. TBB doza me dişopîne. Rêxistinên hiqûqê doza me dişopînin. Daxwaza me edalet e. Em hemû kesên ku dixwazin li Tirkiyeyê edaletê pê bê vedixwînin danişîna ku dê sibê were lidarxistin.”
 
MA / Mujdat Can
 
 

Sernavên din

20/01/2023
08:58 Rojnameger Aygul hate berdan
19/01/2023
18:27 Meclîsa Federal a Almanyayê fermana êzidiyan nas kir
18:07 Ciwanan tecrîdê protesto kir
17:41 Girtiyê nexweş Gozubuyuk hat berdan
17:12 Siyasetmedarên di çalakiya greva birçîbûnê de serdana DBP’ê kirin
17:00 Bîranîna Hran Dînk: Bila tarîtiya li pişt cînayetê bê ronîkirin
16:45 Cezayê hefsê dan endama Meclisê ya HDP’î û velayeta zarokên wê jê standin
16:19 Hrant Dînk li pêşiya mala ku lê ji dayik bûbû hate bibîranîn
16:04 Şîna Tûncer bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin
15:33 Li girtiyê ku lêgerîna tazî qebûl nekir doz vekirin
15:06 Başaran: Li cihê ku jin tên qetilkirin em ê bi guherandina makeqanûnê ya AKP’ê re nebin
14:41 Têkildarî êrişa li Mêrdînê 4 kes hatin binçavkirin
14:29 TMMOB: Qeyûm dê xelkê ji cihê wan bike
14:28 Rojnamevan Karaagar li ser gora xwe hate bibîranîn
14:13 Zextên li ser aktîvîstên Îran û Rojhilat zêde bûn
13:48 Rojnamevan Nişmiye Guler beraet kir
12:52 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:51 Danişînên Doza Vartînîsê bi rêbaza veke - bigire pêş dikeve!
12:34 Ji bo 7 siyasetmedaran biryara tehliyeyê hate dayîn
12:29 Malbata Şenyaşar: Heke teqîbateke baş were kirin dê qeydên kamerayê derxînin holê
11:32 Nobeda Edaletê di roja 21’emîn de ye: Çareserî bi qasî giravê nêz e
11:21 Li Efrînê navendên tecawizê
11:18 Serokatiya Herêma Kurdistanê têkildarî serdana Amerîkayê daxuyanî da
10:29 Hejmara miriyên êrişa li Mêrdînê derket 4’an
10:24 Qeyûmê Şaredariya Bajarê Nû taxekê derxist ber firotinê
09:35 Girtî: Poşmantî û serî tewandin tê ferzkirin
09:26 'Girtîgeh veguherîne navendên binpêkirinan'
09:15 Biryara tehliyeyê gotina ‘dewlet li pişt min e’ pitşrast kir: Dengê min bibihîzin
09:01 'Çiqas êriş bikin em ewqas xurttir dibin'
09:00 Gav bi gav her tiştê Efrînê kirin tirkî!
09:00 ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08:15 Li Mêrdînê wesayîta di rê de diçû hate gulebarankirin: 4 kes mirin kesek birîndar bû
18/01/2023
20:46 Cenazeyê Tûncer piştî 4 mehan li Serêkaniyê hat veşartin
18:52 Endamê Meclîsa Ciwanan Tanrikûlû nehat berdan
17:47 Bîrdal: Ên bi ser bikevin dê kurd û hevalbendên wan bin
16:12 Di erdheja li ser sînorê Rojhilat de herî kêm 120 kes birîndar bûn
16:07 Lêgerîna nava dev û muayeneya kelemçekirî li girtî hatiye ferzkirin
15:33 Ji ber xerabûna SEGBÎS’ê doza Ayşe Gokkan hat taloqkirin
15:32 Doza êrişa bi kûçikan: Polîsan mexdûr sûcdar kirin
15:18 Gund bi gund qala tecrîdê û pêvajoyê kirin
15:14 ESP’ê û SGDF’ê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê veguhest Stenbolê
14:56 Derbarê 6 girtiyên li Girtîgeha Evînê de doza ‘şewatê’ hat vekirin
14:42 HDP dê tev li hevdîtinên Komîsyona Makeqanûnê nebe
14:27 Balafirek Tirkiyeyê li Tirbespiyê li erebeyekê da
14:12 Rojnamevanê ku Soylû wî hedef nîşan dabû beraet kir
14:02 Ferît Şenyaşar: Heta ku daxwaza me were qebûlkirin em li ber edliyeyê ne
13:50 Ciwanan li Êlihê tecrîd protesto kirin
13:46 Li ser sînorê Rojhilat bi pileya 5.9’an erdhej çêbû
13:44 Dayika Pinar Gultekîn beraet kir
13:29 Ocalan ê HDP’î: Li gorî qanûnan tevbigerin û deriyên Îmraliyê vekin
13:18 Rapora Hevdîtinên bi Girtiyan re: Mafên rojnamevanan tên astengkirin
12:43 Doz li rojnamevan Deger hat vekirin: Qertê çapemeniyê nehat nasîn
12:32 Heta 15 salan ceza ji rojnameger Parlak re hat xwestin
12:31 Erebistana Siûdî piştgiriya ‘fînansî’ da Tirkiyeyê
12:31 KCK’ê ji bo Mehmet Akar daxuyanî da
12:06 Di doza OHD’ê û TUHAD-FED’ê de ‘şahid’ nayên dîtin!
12:06 Li Qamişloyê agir bi depoyeke petrolê ket
11:45 Wezîrê Karên Navxweyî yê Ukraynayê di qezaya helîkopterê de mir
11:34 Servet Aslan ê li Semsûrê zaroka 4 salî revandî hate binçavkirin
11:09 Kekê Kemal Kûrkût: Necezakirin rê li ber cînayetên nû vedike
11:08 Ji ber qerta serê salê derheqê girtî Çagirci de lêpirsîna disiplînê hate destpêkirin
11:01 Parêzerê malbata Kûrkût: Ji destpêkê ve ev biryar dihat xwestin
10:57 Ji Jinan Hevdîtina Herêma Egeyê: Em ê nerazîbûn û berxwedanê birêxistin bikin
10:43 Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê: Di zanîstê de pêdivî bi perspektîfa jinê heye
10:33 Mêrga gundiyan pêşkeşî Eksîm Holdîngê tê kirin
10:23 Cenazeyê dayika Mîr Perwer li kêleka wî hat veşartin
10:08 Estukyan: Hrant ji ber ku nebû ermenê pergalê hat qetilkirin
10:01 Li Efrînê berxwedana ‘serdemê’
09:43 Girtiyên di rêya dadgehê de hatin derbkirin xistin hucreya yek kesî
09:06 Mele Korkmaz: Astengkirina veşartina cenaze binpêkirina fermana Xwedê ye
09:05 ‘Em ê krediyê bikişînin, ji xwarina xwe kêm bikin û piştgiriya HDP'ê bikin'
09:04 Tevî hemû gefan jî dest ji belavkirina rojnameyê berneda
09:02 Parêzer Yamar: CPT û Tirkiye şirîkê tecrîda li Îmraliyê ne
09:01 Walîtiya Şirnexê gef li welatiyan xwar û got ‘hûn bixwazin û nexwazin jî em ê daran bibirin’
09:01 Ji ber silavdayîna bi kurdî cezayê disiplînê lê hat birîn
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2022'YAN
17/01/2023
23:59 Akarê xwe li Sûrê şewitand hat veşartin
20:31 Dêya Mîr Perwer jiyana xwe ji dest da
20:06 Doza malbata Şenyaşarê: Ên ev îdianame amade kirine şirîkên vî sûcî ne
17:32 Şenyaşar: Bi fermana Yildizê AKP'î zarokên min ên birîndar birin Nexweşxaneya Pirsûsê
16:53 Abdullah Canan ku 27 sal berê hatibû qetilkirin hate bibîranîn
16:45 Desteya Şêwirê ya HDP’ê banga ‘helwest nîşandanê’ kir
16:27 McGurk bi YNK'ê û PDK'ê re civiya
16:18 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
16:15 Ozer: Ez li nezaretê hîn bûm ku ji ber çi hatim girtin
15:37 Erdogan beriya êrişa Taksîmê 31 caran gef li Rojava xwariye
14:56 Bulbul ê HDP’î: Hewl didin kesê êrişî cemxaneyan kirî xelas bikin
14:55 Doza hevşaredarên Qoser û Stewrê taloq bû
14:24 Li ser dîwarê dêrê nivîsa ‘Tekane rê Îslam e’ hate nivîsandin
14:21 Emîne Şenyaşar ji bersûcan re got: Kê hevjîn û zarokên min kuştin?
14:18 Dewleta tirk di rojekê de 21 caran çekên kîmyewî bi kar anî
13:35 Malbatên qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê wê serî li AYM’ê bidin
13:34 Akar ê li Birça Keçikê xwe şewitandibû jiyana xwe ji dest da
13:34 Bûldan: Desthilatdariya AKP-MHP'ê wê çem û çem têk biçe
13:15 Tevî biryara AYM’ê jî heman ceza dan faîlê Alî Îsmaîl Korkmaz
12:29 Zarokê malbata ku îktidarê ew li ber HDP’ê dabû rûniştandin li dijî tecrîdê xwe şewitand
12:29 Ji ber îdiayên emniyetê hevdîtina bi rojnamegeran re tê astengkirin
12:05 Doza ‘Komkujiya Nexweşxaneyê’ ya Malbata Şenyaşar dest pê kir
12:04 Dadgehê ji bo polîsê ku Kurkut qetil kiribû biryara ‘cihê cezakirinê nîne’ da
11:52 ESP û SGDF dê greva birçîbû li bajarên cuda bidomîne