Rapora Hevdîtinên bi Girtiyan re: Mafên rojnamevanan tên astengkirin

  • rojane
  • 13:18 18 Çile 2023
  • |
img
ENQERE - Komeleya Lêkolînên Heqîqetên di Çapemenî û Heqîqê de bi rojnamevanên girtî re hevdîtin kir û di rapora xwe de diyar kir ku mafên rojnamevanan tên astengkirin û binpêkirin. 
 
Komeleya Lêkolînên Heqîqetên di Çapemenî û Heqîqê rapora xwe ya bi sernavê “Hevdîtinên bi Girtiyên li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan re” weşand. Ji parêzerên Komeleyê, parêzer Gulan Çagin Kalelî li Girtîgeha Sîncanê bi Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezpotamya (MA) Dîren Yûrtsever, nûçegihanên MA’yê Bêrîvan Altan, Ceylan Şahînlî û nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren Oznûr Deger ên di 29’ê cotmeha 2022’yan de di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de hatibûn girtin re hevdîtin pêk anî. 
 
MAFÊ NÛÇEGIRTINÊ 
 
Di rapora Komeleyê de hat diyarkirin ku rojnamevanên girtî tenê dikarin li televîzyonên wek A Haber, FOX û Haber Turkê temaşe bikin û rojnameya Yenî Yaşamê li gel daxwaz dikin jî nadin wan. Di raporê de hat gotin rojnamevanan diyar kiriye ku mafê wan ê nûçegirtinê tê astengkirin û ev mudaxileya li ser pîşeya wan e. 
 
Di raporê de behsa sînordarkirina kotaya danîne pêşiya pirtûk û kovaran jî hat kirin û mafê xwegihandina computerê ku ji girtiyên din re tê nasîn bo wan nayê nasîn. Di raporê de hat gotin rojnamevan viya wek desteserkirina mafên xwe dibînin. 
 
MAFÊN RAGINDAINÊ TÊN ASTENGKIRIN 
 
Di raporê de hat destnîşankirin ku nameyên bo wan tên şandin dereng radestî wan tên kirin, kartpostal nadin nadin wan û nûçe û nivîsên ew dixwazin bişînin derve lê ev tê astengkirin. Di raporê de hat gotin rojnamevanan gotiye mafê wan ragihandinê tê sînordarkirin û astengkirin. 
 
GIRTIN BINPÊKRINA DARAZANDINÊ YE 
 
Di raporê de sepanên li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan wek “burokratîk” hat pênasekirin û girtiyên têkildarî hewcedarî û pirsgirêkên xwe serlêdanan dikin ji bo pirsgirêkek tenê destûra daxwaznameyên giştî nayê dayîn û ji bo her pirsgirêkekê wan neçarî daxwaznameyên yeko yeko kirine. Di raporê de hat destnîşankirin ku ragirtina rojnamevanan a di girtîgehê de binpêkirina darizandinê ye û neheqî li rojnamevanan tê kirin. 
 
‘FERQA AZADÎ YE’ 
 
Di raporê de cih dane axaftina rojnamevan Bêrîvan Altan û wiha dibêje: “Li zindanê jî jiyanek heye. Meriv li girtîgehê carek din ferqa azadî û neazadiyê dibîne. 4 dîwar, bejna wan 92,5 cm ye, firehiya wan 32,5 cm ye. Helbet min vê bi pêlava xwe ya 37 nimro pîva. Dixwazi me di vî cihê teng de tengav bikin. Lê nikarin bi ser bikevin. Em li vir jî jinayek ava dikin, serpêhatî berhev dibin, çavdêrî tê kirin û em qawîşên cîran re jî têkiliya xwe xurt dikin. Em li vir ê jiyanek diafirînin.” 
 
‘EM Ê HER BINIVISÎNIN’ 
 
Di raporê de axaftina rojnamevan Habîbe Eren jî heye û wiha dibêje: “Tişta ku pêwîst bû çapemeniya azad kir. Dibe ku îktidar ji nûçey^ne me aciz be, lê bila ji bîr neke, çapemenî çavê sêyemîn e. Ji îktidaran, otorîteran serbixwe ye. Îktidaran kontrol dike, rxen dike, binpêkirinên wan  teşhîr dike. Titşa me kir jî ev e. Gelek jinan ji me re qala binpêkirinên mafên xwe dikirin. Sedema vê yekê jî ew binpêkirinên in. Em ê di her şert û mercan de binivisînin.” 
 
BINPÊKRINA MAFÊN MIROVΠ
 
Di raporê de hat destnîşankirin ku tişta li girtîgehê rojnamevan pê re rûbirû dimînin binpêkirina mafên wan bingehîn û mirovî ye û ev binpêkirin li dijî mafên bingehîn û azadî û rêgezên mafên mirovan ên gerdûnî ne. 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

23/01/2023
11:58 Ji bo gumanbarên komkujiya li Mêrdînê daxwaza girtinê
11:46 Li Çiyayê Amanosê gelek dar hatin birîn
11:30 Xizmên serokê AKP’a Farqînê ji ber esrarê hatin girtin
10:03 KNK: Divê statu û ewlehiya Şengalê bê misogerkirin
09:26 Navên kesên li Şêxmeqsûdê jiyana xwe ji dest dan diyar bûn
09:06 Rojnameya Xwebûnê dê di roja ziman de şahiyekê li dar bixe
09:06 Li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne: Divê her kes li ber tecrîdê rabe
09:05 Malbata Emîn Ozkan: Beriya giştînameyê divê ATK ji holê were rakirin
09:04 Li Giyadînê metirsiya siyanûrê: Wê hemû Kurdistan were jehrîkirin
09:04 Parlamenterê HDP’ê Eksîk: Tecrîd rêbazek îşkenceyê ye
09:03 Du birayên nexweş nayên berdan: Birînên wan bêderman in
09:02 Tosûn: Giştînameya Wezareta Dadê çareseriyê nayîne
09:01 Kela berxwedanê: Kobanê
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2023'YAN
22/01/2023
21:55 Li Kocaeliyê li malekê teqîn rû da: 2 jê giran 5 kes birîndar bûn
21:48 Tayyîp Erdogan û Tansû Çîller mil dane milên hev!
21:35 Ciwan li Stenbolê ji bo Abdullah Ocalan meşiyan
21:25 Li Kadikoyê ‘Dîwana Dengbêjan’ hat sazkirin
19:08 HDP û pêkhateyên xwe civiyan
16:12 Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP’ê bertek nîşanî şewitandina Qur’anê da
16:08 Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin
15:55 HPG’ê têkildarî komkujiya li Mêrdînê daxuyanî da
15:46 Ji Zarok Ma’yê konsereke biçûk
15:32 Li Enqereyê simît bû 7 lîra
15:28 Tîma Jinan a Amedsporê li sehaya xwe Tîma Jinan a Trabzonsporê têk bir
15:20 Karkerên înaşetê li Amedê çalakî kirin: Bila bihayê herî kêm 600 lîre be
14:32 Karkerek li Etî Bakirê birîndar bû
14:15 Li Bestayê cerdavenek hate kuştin û gelek leşker birîndar bûn
13:51 Hejmara kesên li Şêxmeqsûd jiyana xwe ji dest dayîn derket 12’an
13:16 Li DYA’yê êrişa çekdarî
13:11 Li Çînê aşût hat xwarê: 28 kes mirin
13:10 Rojnameger Aygul: Peywira rojnamegeran nivîsandina heqîqetê ye
12:44 Polîsan endama OGK’ê Polat îşkence kirin
12:32 Li Liceyê operasyona leşkerî hate destpêkirin
11:52 Malbata Şenyaşar: Em ji bo welatekî mirov bikare lê bijî daxwaza edaletê dikin
10:44 Li Şêxmeqsûd avahiyek hilweşiya: Mirî û birîndar hene
10:27 HDK dê Lijneya Giştî li dar bixe: Em hêzên civakî bikin yek
09:42 Ozsoy: Bi milyonan kes mereqa Abdullah Ocalan dikin
09:03 Ûca: Peyman tenê ne bes e, divê daxwazên şengaliyan jî li ber çavan bên girtin
09:03 Bi îdiaya ku 'li gardiyan xistiye' doz li girtî hat vekirin
09:01 Tenduristiya Giyasettîn Sevmîş xirab dibe
09:00 Cerdevanê ku zaroka 14 salî tacîz kiribû hate berdan
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
21/01/2023
23:32 Koma Ma'yê stranên xwe diyarî jinên berxwedêr kir
19:14 Bi hezaran kes li dijî tecrîda li Îmraliyê daketin qadan
16:41 Li Farqînê Festîvala Gastronomiyê hat lidarxistin
16:33 Di êrişa SÎHA’yê de endamekî QSD’ê jiyana xwe ji dest da
15:57 Li Edeneyê çalakiya greva birçîbûnê: Em bi hev re têbikoşin
15:25 Hat xwestin girtiyê nexweş Yahya Guneş bê berdan
15:18 Girtiyê 71 salî 3 sal in di hucreya yek kesî de ye
15:09 ÎHD’ê banga berdana Mehmet Emîn Ozkan kir
14:44 Malbatên Windakiriyan: Dewlet pergala xwe ya faîlan diparêze didomîne
14:30 Li aqûbeta Şahîn ê 27 sal berê hatibû windakirin pirsîn
13:48 Ozguneş: Em ê deriyê Îmraliyê bişikînin
12:28 Cezayê hucreyê li rojnamevan Derya Ren birîn
12:13 Cenazeyê Atilgan ê bi awayek guman li Edliyeya Geverê mir, hat veşartin
12:12 Malbata Şenyaşar: Kesên edaletê ji nedîtî ve tên dê winda bikin
11:52 Li Stenbolê mirina biguman a jinekê
11:14 Derziya ku divê mehê carekê li girtî bê xistin 6 mehan carekê tê xistin
10:44 Gelo 5 welatiyên ji Başûr çima hatin kuştin?
10:30 ‘Divê bi zimanê dayikê ne dersên bijarte, perwerdehî bê dayîn’
09:03 Partiya ÎYÎ bi navê 'alikariyê' bêyî haya wan jê hebe gelek jin kirine endam
09:02 ‘Di destdirêjiya li zarokan de bêcezatî kiryaran wêrek dike'
09:01 Bi hinceta ‘em wisa difikrin ku di nav rexistinê de çalak e’ înfaza girtiyê nexweş şewitandine
09:01 Keskîn: Cihê şanaziyê ye ku xelatên Olof Palme layiqî jinan hatiye dîtin
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2022'YAN
20/01/2023
21:44 Bi hezaran kes ji bo Efrînê daketin qadan
20:02 Li Bismilê gelek kes hatin binçavkirin
18:06 Cizîrê 6 kes hatin berdan
16:55 Polîsan êrişî daxuyaniya ESP û SGDF’iyan kir: 10 kes hatin binçavkirin
16:29 Rêveberiya Xweser ji bo Efrînê daxuyanî da: Li dijî dagirkeriyê em bi hev re têbikoşin
15:45 ‘Neamadekirina îdianameya rojnamevanan binpêkirina maf e’
15:32 Rapora ÎHD’ê: Li 21 girtîgehan hezar û 973 binpêkirin hatin kirin
14:57 Midurê li Pozantiyê li Girtîgeha Sîncanê ye
14:46 Tundiya li ser Dayikên Şemiyê: Ji AYM’ê biryara binpêkirinê
14:34 Êrişa li dijî wesayîta li Mêrdînê 300 mîtro dûrî qereqolê pêk hat
14:23 Egîtîm Sen: Perwerdehiya li dibistanan ji zanist û zimanê zikmakî dûr e
14:06 HDP: Efrîn jana dilê milyonan e
13:48 Cerdevanan şer kirin: Kesek mir
13:39 Derhênera belgefîlman Tekîn: Bi sebir li benda rojên azad im
13:17 Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê: Daxwaza anîna bersûcan a danişînê hat redkirin
13:16 Nobeta Edaletê: Ji bêhiqûqiya li Îmraliyê Bozdag berpirsyar e
12:46 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:44 Şenyaşar: Bila bêhiqûqî ji holê bê rakirin
11:53 Li Elkê cerdevanek li mala xwe mirî hate dîtin
11:50 Dosyeya têkildarî hestiyên li Geliyê Zîlan dozger bi dozger digere!
10:53 Ji bo maça deplasmanê cezayê ‘qedexeya alîgiran’ dan Amedsporê
09:47 Cezayê tacîza zayendî yê cîgirê midur hate pejirandin
09:41 Li Girtîgeha Xarpêtê li qawîşên girtiyên siyasî provakasyon tê kirin
09:04 Hevserokên HDP’a Amedê: Em ê nehêlin faşîzm serbikeve
09:04 Serokê Baroya Amedê Eren: Em pêvajoya tecrîdê dişopînin
09:03 'Divê daraz ji bo jinan mafê parastina rewa esas bigire'
09:03 Gav bi gav talankirina xwezaya Şirnexê
09:02 Konserên Koma Ma’yê dest pê dikin
09:01 Tahmaz: Aktorên siyasî yên ku kurdan qebûl nakin dê nikaribin bi ser bikevin
09:00 ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08:58 Rojnameger Aygul hate berdan
19/01/2023
18:27 Meclîsa Federal a Almanyayê fermana êzidiyan nas kir
18:07 Ciwanan tecrîdê protesto kir
17:41 Girtiyê nexweş Gozubuyuk hat berdan