AMED – Li navçeya Liceyê bi tevlibûna sedan leşker û cerdevanan operasyona leşkerî hate destpêkirin.
Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku li navçeya Licê ya Amedê bi tevlibûna 645 leşker û cerdevanan operasyona leşkerî dane destpêkirin. Hat ragihandin ku operasyon li derdora taxên çoltar ên Huseynig a Liceyê tê kirin.